Ji malbata Karaoglan û Dag banga ji bo Amarayê

  • rojane
  • 09:02 1 Nîsan 2023
  • |
NAVENDA NÛÇEYAN - Malbata Mahsûn Karaoglan û Mustafa Dag ên di meşa ji bo 60'emîn rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de ji aliyê polîsan ve hatibûn qetilkirin, ji bo beşdariya li çalakiya îsal ya bi dirûşmeya "Ji bo azadiyê ber bi Amarayê ve" bang kirin. 
 
Amadekariyên ji bo meşa "Ji bo Azadiyê ber bi Amarayê ve" ku dê di 14'ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de ber bi gundê Amarayê yê Xelfetiya Rihayê bê lidarxistin, temam bûn. Malbata Mahsûn Karaoglan û Mûstafa Dag ku di 2009'an de di meşa "Rêwîtiya ber bi rojê ve" de ji aliyê polîsan ve hatibûn qetilkirin, ji bo beşdariya li meşa îsal bang kirin. 
 
Li mintiqa Karataşê ya Bêrecûkê polîs û leşkeran êriş biribûn ser meşê ku bi deh hezaran kes tevlî bûbûn. Di van êrişan de Mûstafa Dag ê ji Pirsûsa Rihayê û xwendekarê Zanîngeha Dîcleyê Mahsûn Karaoglan ê ji Erxeniya Amedê jiyana xwe ji dest dabûn. 
 
'EZ BI KURÊ XWE SERBILIND IM'
 
Dayika Dag Naîme û bavê wî Salîh Dag ên li gundê Qerûkê yê Pirsûsê dimînin, anîn ziman ku çendî pê êşiyane jî lê bi kurê xwe serbilind in. Dayik Dagê diyar kir ku kurê wê Mustafa bi coş û kelecaneke mezin ber bi Amarayê bi rê ketibû û wiha got: “Ji ber ku rewşa me ya aborî ne baş bû, kurê min bi karê înşaetê debara xwe dikir. Ew nû zewicî bû û 2 zarokên wî hebûn, yek 6 mehî û yê din 2 salî. Ji hêla her kesî ve dihat hezkirin, fêda wî digihîşt her kesî. Ji bo biçe Amarayê bi rê ket. Piştre telefonek hat. Ez bi telefonê hîn bûm ku kurê min şehîd bûye. Êşa ewladan giran e, lê disa ji ez serbilind im ku kurê min di wê rêyê de şehîd ketıye. Berî ku bigihêje wir li Bêrecûkê şehîd bû. Ew hê 25-26 salî bû, pir ciwan bû. Ne wijdan û ne jî rehmeta wan heye."
 
Bav Salih Dag jî anî ziman ku hê jî pê diêşe, lê belê serbilind e û wiha got: “Em bi hev re di înşaetê de dixebitîn. Em li bajarokê Elîgorê dixebitîn. Dema 4'ê Nîsanê hat got 'ez ê tevlî meşê bibim' û çû. Piştre telefon ji me re hat. Gotin werin Bêrecûkê. Paşê me fêm kir ku Mistefa şehîd bûye. Bombeya gazê li çavê wî ketibû. Me cenazeyê xwe wergirt û me ew anî gund û defin kirin. Em pê serbilind in."
 
'DEWLETÊ PÎROZBAHIYÊ HEZM NEKIR'
 
Bavê Mahsun Karaoglan ê li Erxeniyê dimîne Abdurrahman Karaoglan jî diyar kir ku kurê wî beriya ku biçe destûr ji wî xwestiye û got: "Ji bo pîrozkirina rojbûna Rêber Ocalan çû. Dewletê pîrozbahiyê hezm nekir. Di encama êrişên bi bombeyön gazê û guleyên plastîk ew û Mustafa Dag bi hev re bi giranî birîndar bûn û li Nexweşxaneya Dewletê ya Bêrecûkê şehîd bûn."
 
'RÊ LI BER ME DIXIST'
 
Bav Karaoglan bilêv kir ku helbet gava behsa Mahsûn tê kirin li ber dikevin û got: "Ji şeş zarokên min ê biçûk ew bû. Gava jiyana xwe ji dest da xwendekarê Zanîngeha Dîcleyê bû. Kekên wî dibêjin, em nikarin bibin wekî Mahsûn. Çimkî Mahsûn rê li ber me dixist. Hez ji hevalên xwe dikir." 
 
BANGAWAZÎ
 
Karaoglan anî ziman ku Amara yek ji xetên sor ên gelê kurd e û wiha got: "Çawa ku Newroz ji bo kurdan roja pîrozbûn û xwedîderketina li kurdan e, divê bi heman awayî xwedî li rojbûna Ocalan jî bê derketin. Divê her kes beşdar bibe. Çawa ku Kawayê Hesinkar serî li ber Dehaqê zalim rakir û Newroza pîroz afirand, îro ji ber ku serhildana Ocalan li dijî zilmê ye, rojbûna wî ji bo gelê kurd rojeke pîroz e." 
 

Sernavên din

19:24 Şenyaşarê tevî astengiya polîsan çalakiya xwe berdewam kir
19:22 YSK'ê îtîrazên ji bo 2 bajar, 11 navçe û 7 bajarokan red kir
18:09 Muhammed Orhan ê bûye remza berxwedana Wanê hate berdan
17:53 5 meh cezayê hefsê dan Leyla Guvenê
15:46 Li Amedê qezaya trafîkê: Mirî û birîndar hene!
15:32 Piştî hilbijartinê anketa nû: AKP li paş ket
15:04 Hamas: 33 hezar û 843 kes mirin
14:21 Banga 1’ê Gulanê: Em li dijî pergala bêedalet dakevin qadan
12:53 Hatîmogûllari: ‘Plana çokdanînê’ ya desthilatê têk çû
12:40 Danişîna doza 6 rojnamevanan hate taloqkirin
12:35 9'emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê dest pê dike
12:03 Dayika girtiyê çalakger: Daxwazên wan daxwazên me ne
11:41 Parêzeran ji bo Îmraliyê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
11:36 BÎSAM: Sînorê xizaniyê 57 hezar û 578 lîre ye
11:25 TEV-ÇAND: Hozan Sefkan bingeha eniya çand û hunerê ava kir
11:04 Li Stenbolê polîsan bi ser malan de girtin
11:02 Di Doza Kobanê de wê sibê rewşa girtinê ya girtiyan bê nirxandin
10:24 Di bihayê zêr de rekoreke nû
09:08 Celadet Elî Bedirxan wê li Stenbolê bê bibîranîn
09:07 Rojnameger Silêman Ehmed 175 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:04 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:01 Li Hewselê kedeke zêde, heqdesteke kêm
09:00 Li Wêranşarê dê Çarşema Sor bê pîrozkirin
09:00 ROJEVE 16'Ê NÎSANA 2024'AN
08:42 Li Qilebanê qeza çêbû, 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
08:31 DAIŞ’ê 100 pezên welatiyan dizîn
08:22 91 sazî û kesan ji bo Îmraliyê name ji CPT’yê re şand
15/04/2024
22:08 Li ber Konseya Ewropayê mîtînga ji bo Abdullah Ocalan: Em bêdengiyê qebûl nakin!
20:07 Li Şemzînanê leşkeran bi kuştinê gef li gel xwarın
17:17 DEDAŞ ji avahiyê vala re 34 hezar lîre qer derxist!
16:54 Her sê deriyên Wezareta Dadê jî ji Emîne Şenyaşarê re girtî ne
16:54 TJA: Em ê parastina xwe ya cewherî pêş bixin
16:47 BES-AR: Sînorê xizaniyê gihişt 66 hezarî
16:29 Giliyê êrişa li dijî gora Medet Serhat kirin
15:57 Tirkiye gundekî Minbicê bembebaran dike
15:34 Li Şirnexê zêrevanekî taxê welatiyekî birîndar kir
15:16 Dozgerê Dadgeha Bilind xwest daxwazên dosyeya Denîz Poyrazê werin redkirin
14:33 DEM Partiyê parêzer Akalin bi bîr anî
14:14 Pirtûka akoran a berhemên hilbijartî yên ji 13 salên dawî yên muzîka kurdî derket
13:57 Qeyûmê Sêrtê li pey xwe 456 milyon lîre qer hişt
13:34 Temellî ji partiyên Meclisê re got: Dema dersê jê girtinê ye
12:47 ‘Dîwana Wezîran a Şer’ a Îsraîlê îro dicive
12:46 ‘Têkoşîna me ya mezin dibe dê tecrîdê rake’
12:01 DÎB’ê ji bo Doza Kobanê bang kir: Li dijî bêhiqûqiyê helwestê bigirin
12:00 Îranê, 2 kolberên kurd qetil kirin
11:48 Têkildarî qedexeya bazirganiya di navbera Tirkiyeyê û Îsraîlê, teklîfa qanûnê hate dayîn
11:28 Bankaya Navendî bi rêjeyekî mezin zirar kir
10:57 Di salekê de ji sedî 113 zem li benzînê hatekirin
10:46 Li Panosê tundiya zilam: Jinek hate qetilkirin, jinek jî bi giranî birîndar bû
10:34 Rêjeya bêkariyê ya TUÎK’ê ya meha sibatê: Ji sedî 8,7
10:24 Grama zêr ji 2 hezar û 455 lîreyan derbas bû
10:23 Çalakiya Nobeta Edaletê wê veguhêzin qonaxeke cuda
09:56 Tirkiye gundên Biradostê bombebaran kir
09:54 Girtiyê di çalakiyê de: Dengê me ji herkesê re ragihînin
09:47 Geliyê Botanê bi rengên biharê xemilî
09:06 Rojnameger Silêman Ehmed 174 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:02 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 141 roj in di çalakiyê de ne
09:02 Gelê Sêrtê ji şaredariyê xizmetên çawa divê?
09:00 Li dijî bêhiqûqiya li girtîgehan banga têkoşîna li kolanan
09:00 ROJEVA 15'Ê NÎSANA 2024'AN
08:16 Xwebûn bi manşeta ‘Dê azadiya Ocalan bixwazin’ derket
14/04/2024
23:00 Têkildarî qezaya teleferîkê 5 kes hatin girtin
22:41 Li Mûşê zaroka ku kete çem jiyana xwe ji dest da
21:37 Girtî Hatîce Yildiz a 75 salî ji ser hişê xwe çû
20:25 Tacîza çawişê pispor li Manîsayê hate şermezarkirin
19:54 Li Amedê keyfxweşiya serkeftinê
18:57 Zarokê ku kete çem rakirin nexweşxaneyê
18:47 Di êrişa SÎHA’yê ya Şarbajêr de ciwanek hate qetilkirin
17:55 Amedsporê Kastamonûspor têk bir û serkeftineke girîng bi dest xist
17:05 Daxwaza ji bo dubarekirina hilbijartina Gumuşhaneyê hate redkirin
16:48 Jina ku li dijî êrişê xwe parastî hate binçavkirin
16:30 Di 22 saliya xwe de kete hefsê di 52 saliya xwe de derket
15:42 Fîdan bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê re hevdîtin kir
15:10 Firarê şerê di navbera malbatan de ku 9 kes miribûn 10 meh piştre hate girtin
14:53 Li Nisêbînê meşa li dijî tacîzê: Em ê li dijî tundiyê xweparastinê pêş bixin
14:00 Xizmên girtiyan: Dê Nobeta Edaletê bi şêweyên nû yên çalakiyan bidome
13:08 Kesên ji ber derbkirina faîle tacîzê çawişê pispor hatin binçavkirin hatin berdan
12:58 ÎSÎG: Di 3 mehan de 425 karkeran jiyana xwe ji dest dan
11:59 TJA’yê têkildarî kampanyayê daxuyanî da: Dê têkoşîna me bidome
11:37 Îsraîl: Îranê bi nêzî 290 moşek û ÎHA’yan êriş kir
11:27 Îran: Êrişên me biencam bûn, heke Îsraîl êrişê neke em êdî êriş nakin
10:34 Îsraîlê bang kir: Konseya Ewlehiyê ya NY’ê îro dicive
10:02 Tirkiyeyê du gundên Metînayê bombebaran kir
10:01 Îranê piştî êrişê got: Dibe ku bûyer hatibe girtin
09:56 Kovara Jînê bi manşeta ‘Têkoşîna yekbûyî ya jinan û Rêya Sêyemîn’ derket
09:27 Li Hewlêrê dengê teqînan
09:15 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 140 roj in di çalakiyê de ne
09:13 Aborînas Onder: Gelan guh nedan gotina 'ewlehiya neteweyî'
09:05 Rojnameger Silêman Ehmed 173 rojn in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:02 Polîs, dozger û dadgeh tev bûne parçeya çerxa 'îşkenceyê!'
09:00 ROJEVA 14’Ê NÎSANA 2024’AN
08:12 THY û Pegasusê seferên balafiran ên ji bo Îranê betal kirin
01:16 Îran dest bi êrişa Îsraîlê kir
00:47 Urdun sehaya xwe ya hewayê girt, li Îsraîlê dibistan hatin girtin
13/04/2024
23:50 Li dijî tecrîdê li Mannheîmê çalakî li Kopenhagê mitîng hat lidarxistin
23:24 Jinên Şengalî: Em pêngava xweparastinê dan destpêkirin
21:57 Kombûna Jinan a Zenûbiyayê têkildarî îşkenceyê daxuyanî da
21:37 Li Beyogluyê êrişa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
21:17 Rojnameger Dîlan Oynaş hate berdan
19:55 Evren Bariş Yavuz ê hatibû hedefgirtin hate girtin