Partiya Çep a Kesk starta xebatên hilbijartinê da

ENQERE - Partiya Çep a Kesk, Beyannameya xwe ya Hilbijartinê aşkere kir û starta hilbijartinê da. 
 
Partiya Pêşeroja Çep a Keskan (Partiya Çep a Kesk) li oteleke li Enqereyê Beyannameya xwe ya Hilbijartinê aşkere dike. Partiya Çep a Kesk ku dirûşmeyên hilbijartinê weke “Em li vir in em ê bi hev re biguherînin” û “Dîsa em” diyar kirin pankartên bi kurmancî, kirmanckî û tirkî yên “Em li vir in em ê bi hev re biguherînin” , “Dîsa em, dîsa serkeftin” , “Em li vir in em ê bi kedkaran re biguherînin” , “Dîsa civak, dîsa azadî” , “Dîsa ciwan, dîsa serkeftin” , “Seba awamlerdişî, reyan ma” daliqandin. Li eywanê li ekrana mezin a LED’ê dirûşmeyên hilbijartinê yên Partiya Çep a Kesk hatin nîşandan. 
 
Hevberdevkên Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Îbrahîm Akin û Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, Hevserokên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Hevserokê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Şahîn Tumuklu, Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torun Oneren, Berdevka SODAP'ê Kezban Konûkçû, Hevserokê Giştî yê SYKP'ê Cavît Ûgûr, endamên Desteya Berdevkên TOP'ê Perîhan Koca û Pelîn Kahîlogûllari, Serokê EMEP'ê Ercument Akdenîz, siyasetmedarên kurd Ahmet Turk û Sirri Sakik, Wezîrê berê yê Dewletê Halîl Ziya û gelek nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî, rewşenbîr, nivîskar û rojnamevan beşdarî aktîvîteyê bûn.
 
Aktîvîteya Lansmanê bi rêzgirtina ji bo bîranîna kesên di erdhejên 6’ê sibatê li Mereşê pêk hatin de jiyana xwe ji dest dan dest pê kir. Di aktîvîteyê de ewilî Hevserokên Giştî yên HDP’ê Mîthat Sancar û Pervîn Bûldan axivîn. 
 
DANASÎNA STRANÊN HILBIJARTINÊ HATIN KIRIN
 
Piştî axaftinên Hevserokên Giştî danasîna stranên hilbijartinê yên Partiya Kesk a Çep a kurdî ya bi navê “Dîsa em” û ya tirkî ya bi navê “Em li vir in (Buradayız)” hatin kirin. 
 
SIYASETMEDARÊN GIRTÎ PEYAM ŞANDIN 
 
Di lansmanê de peyamên girtiyên siyasî Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên Berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, Sebahat Tûncel, Ayla Akat Ata, Selçûk Mizrakli, Îdrîs Balûken, Gultan Kişanak û Gunay Kûbîlay hatin xwendin. 
 
Dû re Hevserokên Partiya Çep a Kesk Çîgdem Ûçar û Îbrahîm Akin, Beyannameya Hilbijartinê aşkere kir. Bi aşkerekirina Beyannameya Hilbijartinê xebatên hilbijartinê yên Partiya Çep a Kesk hatin dayîn. 
 
SOZÊN HATINE DAYÎN 
 
Hevberdevkên Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar û Îbrahîm Akin, Beyannameya Hilbijartinê eşkere kir. Sozên di Beyannameya Hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk de wiha ne: 
 
* Em ê mafên xwebirêxistinkirina sendîkayî yên bigrev û peymanên komî yên hemû karker, xebatkarên cemaweriyê û hemû kesên têkiliya wan bi xebatê re heye, mîsoger bikin. Em ê 8’ê Adarê ji bo hemû jinên dixebitin weke roja betlaneya fermî ragihînin. Em ê lokavtê ji sererastkirineke makeqanûnî û yasayî derxînin. 
 
* Em ê pergaleke heqdestê ku jiyaneke mirovane baştir dike û bandorê li teqawidiyê dike, ava bikin. Em ê buroyên îstîhdamkirinê yên taybet bigirin û dawî li sepana karkerên kirêkirî bînin. 
 
* Li dijî krîza xaniyan, em ê xaniyên komelî ava bikin û malbatên xizan lê bicih bikin. 
 
* Em ê înşaetên qesrê bidin sekinandin û qesrên heyî jî bixin xizmeta gel. 
 
* Em ê rê nedin ku zarok weke karker bên bikaranîn. Em ê mercên koletiyê ku bi gotinên stajyer û çiraxtiyê tên kamûflekirin ji holê rakin û tevdîrên pêşîlêgir bînin. 
 
* Em ê dawî li dabeşkirina kar a nêrza û zayendperest ya pergala kapîtalîst a mêrserdest bînin ku keda jinê û xebata wê tune dihesibîne. Em ê ji bo keda malê ya bêheq a jinan, temînata civakî û mafê teqawidbûnê bînin. 
 
* Em ê Peymana Stenbolê dîsa bixin meriyetê. Em ê parastina rewa ya jinan a li dijî tundiya mêran, li ser bingeheke qanûnî saz bikin. Di sûcên bingeha xwe ji zayenda civakî digirin de em ê dawî li sepanên weke ‘Daxistina sûc a ji ber tehrîkkirinê’ bînin.
 
* Em ê Meclisê bikin cihê jinan, kedkaran, gelan, ciwanan, LGBTÎ+’yan, astengdaran, zarokan, çandan, baweriyan û hemû derdorên bindest. Em ê pergala hevserokatiyê di hemû qedemeyên siyasetê de bi cih bikin. Ji tenduristiyê heta perwerdeyê, em ê di hemû qadan de ji bo jinan sererastkirinên nû çêbikin. 
 
* Em ê Meclisên Zanîngehên Demokratîk ava bikin ku di modêla zanîngehên demokratîk û azad de hemû pêkhate xwedî gotin û biryar bin. 
 
* Em ê ‘Belgeya Helwestê ya Zayenda Civakî’ ku YOK’ê ji holê rakiribû dîsa têxin meriyetê. Dê bûdçeya ciwanan ava bikin. 
 
* Ji bo huner û hunermend li dijî piyasa û dewletê azad û serbixwe bibin, dê Saziya Hunerê ya Serbixwe ya Tirkiyeyê ava bikin ku dê hunermend bi awayeke demokratîk birêve bibin. Dê hemû xebatên di qada hunerê de jî di bin rayeya vê saziyê de bin. Li dijî zimanên di bin zextê de, dê bi feraseta cihêkariya pozîtîf a akademîk, çandî û hunerî were tevgerîn û alîkarî pê re were kirin. Em ê ji bo hunermendên kolanan mercên xebatê yên bitemînat ava bikin. 
 
* Li dijî tehekûma pergala kapîtalîst a mêrserdest ya li ser xweza û zayendan, em ê jiyaneke nû ya ku hebûnên ekolojîk tên parastin û jin bi xwezayê re azad dibe ava bikin û sedsala 21’an bikin sedsala jinan. Em ê bajarên jinan ên ekolojîk ava bikin. 
 
* Em ê Wezareta Zarokan ava bikin û di bin sîwana vê wezaretê de, Plana Çalakiyan a Mafên Zarokan, Belgeya Stratejiya Polîtîkayên Zarokan û Rêgezên Polîtîkayên ji bo Zarokan ava bikin. Em ê dawî li cihêkariya ji ber ziman, nîjad, nasname, bawerî, mezheb, zayend û cudahiya beden a li zarokan tê kirin bînin. Em ê malên lênihêrînê yên bêpere û kreşan vekin. 
 
* Ji bo çareserkirina pirsgirêkên hemwelatiyên astengdar, em ê ‘Wezareta Astengdaran’ ava bikin. Dê di hemû saziyan de ji bo astengdaran bûdçeya taybet veqetînin. Dê ji bo astengdaran bajarên pratîk ava bikin.
 
* Em ê azadiya bawerî û wijdanê li ser esasê hemwelatiya wekhev, bi makeqanûnê mîsoger bikin. Li cihê Wezareta Karên Diyanetê, em ê ‘Serokatiya Xizmetên Baweriyan’ ava bikin ku weke ‘Lijneya Karên Baweriyan’ dixebite û hemû kes û civakên xwedî baweriyên cuda bikarin bi rehetî xwe di nav de birêxistin bikin. Em ê dersa olê ya mecbûrî rakin. 
 
* Dê dawî li operasyonên leşkerî yên ku Tirkiyeyê bi hinceta pirsgirêka kurd li dijî Sûriye û Iraqê dane destpêkirin, bînin. Em ê bikin ku Tirkiye xwe ji Sûriye û Iraqê vekişîne. Em ê bi van welatan re bi rêya muzakere û guftûgoyê têkiliyên dostane pêş bixin û pirsgirêka kurd a di asta herêmî de çareser bikin. Em ê li dijî polîtîkayên biçekkirinê û gefa şerê nûkleerî ku NATO bi armanca dorpêçkirina Rûsyayê di bin navê berfirehbûnê de dimeşîne, dengê xwe bilind bikin. 
 
* Em ê sererastkirinên têkildar ên di mewzûatê de derxînin û dawî li girtina partiyên siyasî bînin. Em ê benda hilbijartinê rakin û di temsîliyetê de edaletê pêk bînin. Dê rê li ber vekin ku di Meclisê de her partiyek bi qasî dengên xwe cih bigire. Ji bo partî sûdê ji alîkariya xizîneyê bigirin, tekane şert dê bibe ew ku partî mercên ketina hilbijartinê bi cih anîbin. 
 
* Em ê hemû astengiyên li pêşiya azadiya fikr û raman, azadiya xweîfadekirin û xwebirêxistinkirinê, azadiya ol û wijdanê û azadiya çapemeniyê rakin. Em ê dawî li polîtîkaya necezakirinê ya ji bo hêzên ewlekariyê, endamên terîqetê, mafya, çete û rêxistinên sûc ên malê xelkê dest danin ser bi dawî bikin. Em ê sererastkirinên bi rêya tengkirina bandê, mafê agahîgirtinê yê gel binpê dike bi dawî bikin. Em ê sûcê ‘heqareta li dijî serokkomar’ ji qanûnan derxînin.
 
* Em ê rêveberiya dijminatiyê li azadiyan, edaletê, wekheviyê, hiqûqê û demokrasiyê dike;  rejîma yekperest a ku civakê li dijî hev sor dike, ya ku bi derewan di navbera gelan de rageşiyê diafirîne, ya ku çand, bawerî, ziman û nasnameyên cuda tune dihesibîne; pergala rizî ya ku gel xizan dike, pergala ku bi rêya kedxwarî, şer, derew û talanê temenê xwe dirêj dike; feraseta talanger a ku xwezayê texrîb dike û berhemdariya vê xakê tune dike û wêran dike; îktîdara hilweşîner a ku erdhej veguherandî karesatê û bûye sedema mirina bi dehhezaran hemwelatiyên me; zîhniyeta mêrserdest a ku Peymana Stenbolê fesh kirî û rê li ber tundî û komkujiyên jinan vekirî û vê pergala genî ya ku ciwan mehkûmî bêpêşerojiyê kirî em ê bi hev re biguherînin!
 
* Em; ji bo pirsgirêkên lezgîn ên weke enflasyon, bêkarî, bêedaletiya di belavkirina dahatê de, xizanî û xaniyan bi rêya Aboriya Demokratîk çareser bikin, li vir in. Em ê fiyetên malên zarûrî bidemkî bidin sekinandin. Pêdiviya gel a bi enerjiyê em ê bêpere pêşwazî bikin. Heta ku mercên pêwîst tên bicihanîn, em ê ji sê parên kêmtirîn nûçeyê weke ‘sîgorteya dahata bingehîn’ bidin. Em ê destûrê nedin ku kesên di xizmetên cemaweriyê de dixebitin ji yekî zêdetir mûçeyan bigirin. 
 
* Em, ji bo bidawîkirina kedxwariyê û xizaniyê li vê derê ne! Heta ku li kanên madenan tevdîrên tenduristî û ewlehiyê tên girtin; heta texrîbatên maden didin ekolojiyê bi dawî dibe em ê hilberînê bidin sekinandin. Em ê madenên ku sektora taybet bi kar tînin, îstîmlaq bikin. 
 
* Em ê statûyeke yasayî bidin karkeriya çandiniya demsalî, qadên vehewînê ava bikin û azadiya xwebirêxistinkirinê mîsoger bikin. Em ê ji bo karkerên çandiniyê yên demsalî yên jin, rêgeza cihêkariya pozîtîf têxin meriyetê.
 
* Em ê rêjeya mehaneyan zêde bikin. Heqdestê mehane yê herî kêm dê bi qasî kêmtirîn heqdest be. Em ê hemû astengiyên li pêşiya rêxistiniya sendîkayî ya kedkaran ji holê rakin. Dê temenê teqawidbûnê daxînin. 
 
* Em ê veguhestina komelî ji bo xwendekar-mamosteyan, astengdar, teqawidî, ciwan û hemû kesên di sînorê xizaniyê de bêpere bikin. Em ê di vê mijarê de bikin ku rêveberiya navendî piştgiriyê bide rêveberiyên herêmî. Em ê di qada taybet û cemaweriyê de kotayên îstîhdamê yên astengkirinan tije bikin. 
 
* Bêyî ku li zayend, temen, nîjad, bawerî, tercîha zayendî, herêm, pîşe, penabertî û hwd binêrin; ji bo her kesê li welêt dijî bikare bi awayekî wekhev, biwesf, bi zimanê xwe û bêpere ji xizmetên tenduristiyê sûd bigire, em ê van xizmetan bêpere bikin. Ji bo kedkarên tenduristiyê bikarin xebateke bitendurist û biewle bikin, em ê hemû tevdîrên pêwîst bigirin. Di mijara kurtajê de em ê biryar û beyana jinê esas bigirin. Em ê kurtaja li ser daxwazê dîsa bêpere bikin. 
 
* Em li dijî nîjadperestiya li penaberan tê kirin, têdikoşin. Em, ji bo parastina mafê jiyanê yê hemû kesên li welêt dijîn û ji bo mîsogerkirina jiyaneke wekhev û bi hev re, li vir in! Ji bo kesên ji ber şerê serdestan ji neçarî xwe spartin welatê me û koçber bûne bikarin ji mafên civakî yên bingehîn sûd bigirin, ji bo ewlehiya mal û canê wan, em ê sererastkirinên pêwîst bikin. Em ê navendên paşveşandinê bigirin. 
 
* Em ê bikin rêgezeke sereke ku her xwendekarek bikare di hemû astên perwerde û hîndekariyê de bi zimanê xwe yê dayikê dest pê bike. Em ê para perwerdeyê ya di bûdçeya rêveberiya navendî û herêmî de zêde bikin û bikin ku xizmet bi awayeke bêpere bên pêşkeşkirin. Di senato û lijneyên rêveberiyê yên zanîngehan de em ê ji bo meclisên xwendekaran cih û deng veqetînin. Em ê hemû mamosteyên nehatine tayînkirin, tayîn bikin. 
 
* Ji bo polîtîkayên piştevaniya çandiniyê di asta herî jor de sûdê bide; em ê ji bo gundiyên xizan û cotkarên biçûk polîtîkaya cihêkariya pozîtîf bêxin meriyetê û kooperatîfbûnê teşwîq bikin. Ji bo hilberîna çandiniyê ya di asta biçûk û navîn de, em ê enerjî û ava pêwîst bêpere bidin. Em ê qedexeyên li ser çêrgeh û zozanan rakin. Em ê Wezareta Kooperatîfan ava bikin. 
 
* Ji bo bidawîkirina talankirina xwezayê û bicihanîna polîtîkayên ekolojiyê, em ê Wezareta Ekolojiyê ava bikin. Em ê hiqûqê wisa vesaz bikin ku ne tenê mafê jiyanê yê mirovan lê mafê jiyanê yê hemû zindiyan biparêze. Em ê qirkirina ekolojiyê di hiqûqa navxweyî de weke sûcek pênase bikin. Em ê jiyana kovî biparêzin. Em ê demokrasiya herêmî esas bigirin û Meclisên Ekolojiyê ava bikin. Em ê proje û peymanên santralên nuekleerî betal bikin. Em ê santralên termîkê bigirin. Dê Projeya Kanal Stenbolê betal bikin. Dê Daristanên Bakur weke daristanên muhafezeyê ragihînin. 
 
* Bajarên ekolojîk ên jiyan û maf esas digirin, em ê bi hev re ava bikin. Li şûna polîtîkayên veguherîna bajar ên rantê esas digirin, em ê avahiyên li gorî nasname û avhewaya bajar ku daxwazên xelkê herêmê pêşwazî dikin û li hemberî karesatên xwezayî xwegir ava bikin. Dê bajarên ekolojîk ava bikin û bi projeyên avahiyên komelî re hemû kes dê bibe xwedî xanî. Ji bo di rewşên karesatê de bikarin saziyên peywir û berpirsyartiya wan heye koordîne bike, em ê Wezareta Rewşên Lezgîn û Karesatan ava bikin. 
 
* Em ê bikin ku hemû peymanên navneteweyî yên maf û azadiyên bingehîn û wekheviya civakî diparêzin bêyî şert û merc di hiqûqa navxweyî de bên qebûlkirin. Em ê biryarên astengkirina xwegihandinê yên derveyî rewşên tundî, îstîsmarkirina zarokan, nîjadperestî û cihêkariyê ji holê rakin û ji bo careke din neyên dayîn jî qanûnên pêwîst derxînin. 
 
* Em ê dawî li polîtîkayên cihêkariyê yên li dijî kal û pîran bînin. Em ê mûçeyê kalbûnê yê herî kêm, derxînin asta kêmtirîn mûçe. Ji bo berdana girtiyên kal û pîr ên li girtîgehan, em ê tavilê ji hêla hiqûqî ve sererastkirinên pêwîst bikin. 
 
* Em ê tehekûma bicihanîn û qanûndanînê ya li ser darazê ji holê rakin. Em ê rayeya serokkomar a ‘veto’yê ji holê rakin û li şûna wê ‘rayeya paşveşandina pêşniyaran’ bînin. 
 
* Em ê dawî li rejîma înfazê ya cihêkariyê li dijî girtiyên edlî û siyasî dike bînin.  Em ê hukmên ku nahêlin girtiyên siyasî yên cezayê muebbeta giran ji berdana bi şertê kontrola edlî sûd bigirin ji holê rakin. Em ê Mafê Hêviyê bi sererastkirineke qanûnî bixin meriyetê. 
 
* Em ê bikin ku biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê yekser bikevin meriyetê. Em ê dawî li girtin û binçavkirinên keyfî yên di dema lêgerînên li mal, kargeh û hwd. bînin. Em ê hemû KHK’yan û hemû biryarên derhiqûqî yên komîsyonên OHAL’ê li gel encamên wan betal bikin.” 
 
 
 
 
 

Sernavên din

10:05 Wanî: Bi rêvebirina bajar a bi hev re em dikarin texrîbatên qeyûm ji holê rekin
09:34 Ne bikaranîna tiryakê pirtûka Ocalan sûc hat dîtin!
09:16 Rojnameger Silêman Ehmed 179 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:15 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 146 roj in di çalakiyê de ne
09:13 ÎHD: Girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Kurkçulerê 3 sal in nayên dermankirin
09:09 Nameyên girtiyê wekî hincet hatin nîşandan û berdana wê 11 mehan hat taloqkirin
09:07 Navnîşana 1'ê Gulanê Qada Taksîmê ye
09:06 Ji Demîrê banga 'têkoşîna hevpar': Werin em bi hev re deriyên Îmraliyê vekin
09:02 Gotibû 'wê meseleya avê çareser bikin', lê di hefteya ewil de ava bajêr birîn
09:00 ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2024'AN
19/04/2024
22:16 Eleqeyeke zêde ji bo Mîhrîcana Şanoyê ya Şanoya Bajêr a Amedê
22:05 Ji DEM Partiyê bertek ji bo şandina mufetîşan
19:39 Şaredariya Serêkaniyê kargeha hilberînê vekir
19:37 Rapora Girtîgehên Anatolyaya NavîN. Herî kêm 42 girtiyan jiyana xwe ji dest daye
16:59 Halîse Aksoy ji girtîgehê derket: Dil û hişê min li ser girtîgehê ye
16:45 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 80’yan de ye
16:38 Di doza êrişê ya Dedeogûllari de cezayên kêm dan bersûcan
16:32 8 kesên binçavkirî hatin berdan
16:31 Di Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê de ‘Şanoya Başûr’ hat nirxandin
15:52 DEM Partiyê girtina Huda Kayayê bir rojeva Meclisê
15:47 Banga ‘bila girtîgehên bi ewlekariya bilind bên girtin’ hate kirin
15:25 Giliyê Tanjû Ozcan kirin
15:14 Sîteya 186 kesan lê jiyana xwe ji dest dayî qaçax hatiye çêkirin
15:05 Derbarê welatiyê got ku ‘Biaxive tu ji kû yî’ de lêpirsîn hate destpêkirin
14:55 Li Rihayê cînayeta kar
14:36 Ji Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê banga 1’ê Gulanê
14:26 Berdana Karataş ê 30 sal in girtî ye 6 mehan hate taloqkirin
14:19 Li navçeyê Tûşba û Artemêtê mirinên biguman
14:00 Li Sûriyeyê êrişa DAIŞ’ê: 28 leşker û milis mirin
13:46 Yildiz a di encama tundiya mêr de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
13:40 AYM’ê têkildarî belavkirina belavokan a li zanîngehan biryar da
12:16 Berî ku cenazeyê lawê xwe bigire jiyana xwe ji dest da
11:37 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:35 Li cihê karesata madenê lê pêk hat cenazeyê kesekî din hate dîtin
11:23 Talha Ç. li Konyayê dapîra xwe qetil kir
11:21 Li Egeyê bi pileya 4.5’ê erdhej çêbû
11:07 Di êrişa dewleta tirk de pêşmergeyekî jiyana xwe ji dest da
10:34 Hatîmogûllari: Encamên hilbijartinê hêviya me mezin kir
10:22 Li Bolûyê tundiya mêr: 2 kes hatin qetilkirin
10:21 Li ser îfadeyên îtîrafkaran daxwaza cezayê muebeda giran
10:00 Halîse Aksoy hate berdan
09:48 Çapemeniya DYA’yê: Îsraîlê li Îranê xist
09:47 ‘MEB bi projeyên cuda cemaet û îstîxbaratê têxe nava dibistanan’
09:30 Li çiyayên bilind ên Pasûrê dema giyayê Zuzaxê ye
09:28 Deynê Şaredariya Bajaroka Ziyaretê 36 milyon e: Xizmeta nehatiye kirin
09:15 Rojnameger Silêman Ehmed 178 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:10 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:09 Çalakgerên Nobeda Edaletê: Wê têkoşîn bidome
09:02 'Çareseriya pirsgirêkên sed salan paradîgmaya Neteweya Demokratîk e'
09:01 Mizgîndêrên biharê berfîn vekirin
09:00 ROJEVA 19’Ê NÎSANA 2024’AN
08:39 Endamên Komîsyona Îlîçê ya Meclisê di Rojnameya Fermî de ne
08:38 Li Kenyayê qezaya helîkopterê: Serfermandarê artêşê û 10 leşker mirin
08:28 Li dijî Kobanê bi SÎHA’yan êriş hate kirin
08:27 Amerîkayê endamtiya Filistînê ya NY’yê veto kir
18/04/2024
23:04 9’emîn Mihrîcana Şanoya Amedê dest pê kir
20:34 Erdogan, hevdîtin bi serokê AYM'ê re kir
20:09 Şaredariya AKP’î xweliya komirê rijand çem
19:37 DEM Partî û OHD çûn serdana Emîne Şenyaşarê
19:33 Jinan ji Amedê bang kir: Em ê li dijî feraseta serdest têbikoşin
19:31 Li Tokatê erdhej çêbû
16:16 Derket holê ku 5 stûnên hotêla 21 kes lê miribûn kêm bûn
16:01 Li Amedê qeza çêbû: 2 jê zarok 10 kes birîndar bûn
15:56 Di lêpirsîna ‘îhaleyê’ ya MEB’ê de 3 kes hatin binçavkirin
15:42 Peykerê jina ku Beyoglû yê AKP’î rakiribû jinûve hate danîn
15:17 Rêveberiya Xweser bi hikûmeta Şamê re hevdîtin kir
14:59 Qeyûmê Êlihê li pey xwe 3 milyar û 53 milyon û 970 hezar TL deyn hişt
14:59 Li Wanê ji bo mitînga herêmî ya 1’ê Gulanê bang hate kirin
14:45 Rêveberiya AKP’ê wesayitên şaredariyê ji hev kirine
14:36 Ji ber şopandina tacîza çawişê pispor gef li Baroya Şirnexê hatin xwarin
14:29 Di kolandina qaçax de 3 kesan jiyana xwe ji dest da
14:11 AKP’iyên bi dengên veguhestî hatin hilbijartin hevdu bi ‘karên qirêjî’ sûcdar kirin
14:10 Derbarê rojnamevan Gultekînê de biryara beraetê hate dayîn
12:56 Serokwekîlê koma CHP’ê yê nû diyar bû
12:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:47 Ji ber hezazê rêya di navbera Wan-Geverê de hate girtin
11:45 Talana AKP’iyan li ser bîllboardan hate teşhîrkirin
11:22 Salek cezayê hefsê û 17 hezar lîre cezayê pere li rojnamevan Yalçin hate birîn
11:05 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:00 Kolberek hate qetilkirin kolberek jî winda ye
10:52 Têkildarî tecrîda li Îmraliyê bi CPT’ê re hevdîtin hate kirin
10:37 Leşkerê ji ber êrişa zayendî hate girtin parastina ‘ez mirovekî rêzdar im’ kir
10:37 Turnuvaya Gulistan Dokuyê: Em ê li dijî şerê taybet dakevin sehayan
10:13 Di doza Remziye Bor de li benda biryara AYM’ê ne: Divê nebe dosyaya kiryarnediyar
10:04 Qeyûm ji bo mitînga Erdogan û diyariyan 8 milyon û 886 hezar lîre xerc kiriye
09:39 Axtamara bi biharê re xemilî
09:29 Ozûgûrlû: Roja ku çarenûsa vê erdnîgariyê ji aliyê mirovên vê erdnîgariyê ve bê diyarkirin wê pirsgirêk nemînin
09:23 Bertek nîşanî projeya 'zarokan' a MÎT'ê dan: Perwerde karê perwerdekaran e
09:06 Dê rojên ‘Diyaloga bi Ocalan re’ ya navneteweyî bên lidarxistin
09:04 Dayikên Aştiyê yên Êlihê: Çalakiya girtiyan peyama 'tevbigere' ye
09:03 Rojnamevan Oynaş: Li girtîgehê li hemberî zextan berxwedan zêde bûye
09:02 Rojnameger Silêman Ehmed 177 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:02 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 144 roj in di çalakiyê de ne
09:01 ROJEVA 18’Ê NÎSANA 2024’AN
08:53 Piştî erdhejê li Tokatê navber dan perwerdeyê
17/04/2024
22:55 Li Şengalê pîrozbahiyên Cejna Çarşema Serê Nîsanê
20:55 Êrişî Binarê Qendîlê hat kirin
20:30 Li Cenevreyê bang li CPT'yê kirin: Dawî li îşknecya tecrîdê biînin
19:06 Çalakiya Emîne Şenyaşarê di roja 78'emîn de didome
17:12 Di Doza Kobanê de kes nehate berdan