Desteya Rêveberiyên Xwecihî ya HDP’ê: Heta ku tecrîd neyê rakirin dê pirsgirêk çareser nebin

img
ENQERE - Desteya Rêveberiyên Xwecihî ya Demokratîk a HDP'ê bal kişand ser girîngiya demokrasiya xwecihî û got: "Li Tirkiyeyê bêyî rakirina tecrîda li Îmraliyê, pirsgirêka kurd jî di nav de tu pirsgirêkên demokrasî û azadiyê nayên çareserkirin." 
 
Desteya Rêveberiyên Xwecihî ya ya Demokratîk a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) encamnameya Civîna xwe ya Serdema Navber a di 4’ê kanûnê de li dar xist eşkere kir. Di civînê de geşedanên siyasî yên rojane hatine nirxandin û derbarê dema pêş de nîqaş hatin kirin.
 
Daxuyaniya Rêveberiyên Xwecihî ya Demokratîk a HDP’ê wiha ye: 
 
“Di 4’ê Kanûna 2022’an de bi mazûvaniya Şaredariya Silopiyê civîna me ya heyama navber a Rêveberiyên Xwecihî yên Demokratîk pêk hatiye. Pêşveçûnên siyasî yên nûjen hatine nirxandin û li ser têkoşîna  heyama were nîqaş hatine kirin. 
 
Em wekî pêkhateyên civînê di şexsê  hilbijartiyên  me yên dîl hatine girtin û hevalên xwe yên di zîndanê de hemû rêhevalên xwe yên têkoşerên azadiyê  silav dikin. Heta tecrîda Îmraliyê neyê şikandin di Tirkiyeyê de pirsgirêka Kurdan jî di nav de tu pirsgirêkên demokrasî û azadiyê nayê çareserkirin
 
Di Tirkiyeyê de hewldanên dîzaynkirin, tepisandin  û kontrolkirina civakê didome. Armanca desthilatdariya AKP-MHP’yê geşkirina şer û hestên nîjadperestiyê yên Tirkiyeyê di rojevê de hiştin e. 
 
TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ
 
Sedemek ji  berfirehiya qeyranên li Tirkiyeyê û tevahiya Rojhilatanavîn belav bûye  jî domandina polîtîkaya tecrîdê ya li Îmralîyê li ser birêz Ocalan e. Birêz Ocalan tevî li Girava Îmraliyê tecrîd hatibe kirin jî gelek caran nîşan dabû ku hêza çareseriyê ye. Hevdîtinên li ser vê yekê hêviyên gelan ên demokrasî û azadiyê geştir kiriye. Em dizanin ku heta tecrîda Îmraliyê neyê şikandin di Tirkiyeyê de pirsgirêka Kurdan jî di nav de tu pirsgirêkên demokrasî û azadiyê nayê çareserkirin. Em ê têkoşîna xwe mezintir bikin û polîtikaya tecrîda Îmraliyê bişkînin. 
 
EM Ê MEZINKIRIN Û PARASTINA PERGALA HEVSEROKATIYÊ BIDOMÎNIN
 
Hişmendiya mêrane her tim jinan hedef girtiye. Qetilkirina Denîz Poyraz, Garîbe Gezer, Nagihan Akarsel û Jîna Emînî ya van demên nêz dijminahiya jinan a şênber e. Yên dixwazin jinan bixin şablonekî, bi îşkence, girtin û qetilkirinê dixwazin jinên serhildêr û berxwedêr bi paş ve gav biavêjin. Yên difikirin ew ê bikaribin jinan ji têkoşîna wan a mafdar vegerînin dikarin têkoşîna Emîne Şenyaşar a 639 rojan binêrin. Jinan tu car li ber desthilatdariya mêrane serî netewandine û berxwedanên herî dijwar nîşan dane. Ev berxwedan bi demê re di qadên siyasî de  bi destkeftiyan xwe nîşan dane. Ji van destkeftiyan yek jî pergala hevserokatiyê ye. Em ê pergala hevserokatiyê ya ku ji roja hatiye pêkanîn heta niha hedef hatiye girtin û hatiye krîmînalîzekirin mezintir bikin û biparêzin. Ji bo Komar di sedsala xwe ya duyemîn de teşeyeke demokratîk bi dest bixe em hebûna demokrasiya xwecîhî diparêzin 
 
TALANA QEYÛMAN
 
Di Tirkiyeyê de hewldana rêvebirina yek kesî bi destên qeyûman didome. Hişmendiya me ya şaredarîvanî ya rêvebirina gel esas digirtin bûye hedefa desthilatdariyê û xwestine hunera rêveberiya Kurdan a xwe bi xwe ji holê rakin. Bi xespa qeyûm êrîşî nirx, çand, bajar, nasname, zimanê dayikê û kevneşopiyê hatiye kirin. Wekî do em ê îro jî li hember xespa qeyûm derkevin û di hemû qadên têkoşînê de qeyûman teşhîr bikin. 
 
EM Ê ŞAREDARIYAN JI DIZEKAN BISTÎNIN
 
Em ne rêveberiyên xwecihî yên di bin îdareya navendî de tê birêvebirin, modela rêveberiya îradeya demokrasiya xwecîhî diparêzin. Ji bo Komar di sedsala xwe ya duyemîn de teşeyek demokratîk bi dest bixe em hebûna demokrasiya xwecîhî diparêzin. Em xespên qeyûman ên demokrasiyê ji holê rakiriye red dikin. Em ê hewl bidin hemû rûxandinên qeyûm telafî bikin û em ê destkeftiyên xwe zêdetir bikin. Em ê hişmendiya xwe ya Demokratîk, Ekolojîk û Azadîxwaziya Jinê di her qada ku lê ne vebêjin û hewl bidin bikin civakî. Em wekî hilbijartiyên di qada rêveberiyên xwecîhî di hilbijartinên 2023’yan de bi mezinkirina têkoşîna civakê vê desthilatdariya zordest û qeyûman em ê bişînin. Em ê şarederiyên gelan ji diz û xespkaran bistînin. Şarederiyan em ê bi gelê xwe re bi rê ve bibin û reveberiyên xwecîhî yên demokratîk ava bikin.” 
 

Sernavên din

20:56 Jinên endamê DEM Partiyê û parêzer çûn serdana Emîne Şenyaşarê
20:01 Li Girtîgeha Bakirkoyê êrişî girtiyan hat kirin
17:26 DEM Partiyê lez da xebatên hilbijartinê | HATE NÛKIRIN
17:09 Zanayê bang li gelê Bedlîsê kir: Xwedî li sindoqên xwe derkevin
17:07 DEM Partî: Em Namzetê xwe yê Antalyayê venakişînin, deng ji DEM’ê re ne
17:00 Hatîmogûllari: Li şûna hûn ji bo şer derî bi derî bigerin, ji bo aştiyê li deriyê Îmraliyê bixin
16:45 Ji Nobeta Edaletê banga ‘Deriyên Îmraliyê vekin’ hate kirin
16:24 Temellî li Colemêrgê got: Dê îradeya we vê îktîdara faşîst hilweşîne
16:24 Girtina Hatîce Yildizê li ber Girtîgeha Bakirkoyê hate şermezarkirin
16:09 Heta ku bi Roboskê re hevrû nebin demokrasî ne pêkan e
16:08 'Em ê şaredariya Sêrtê ji qeyûmên dagirker rizgar bikin'
15:56 Eşira Meleyî piştgiriya xwe ya ji bo DEM Partiyê eşkere kir
15:45 Ji bo komkujiyên di meha adarê de banga hevrûbûnê hat kirin
15:36 Qeyûmê Êlihê ji bo namzetê AKP’ê bi 53 milyonan qolî amadekirin
15:29 Nivîskarê pontus Haralambîdîs wefat kir
15:28 Bakirhan: Gel dê xwedî li vîn û rûmeta xwe derkeve
15:06 Girtiyên siyasî ji 4 partî û Serokatiya Meclisê re name şandin
15:06 Li Amedê 15 xwendekarên paqijî pê dane kirin bi jehrê ketin
14:26 Dibistan di 1’ê nîsanê de dikevin betlaneyê
14:21 Bayindir li Bazîdê bang kir: Em di 1’ê nîsanê de serkeftina xwe pîroz bikin
13:55 Koordînasyona Şopandina Greva Birçîbûnê: Divê daxwazên girtiyan bên bicihanîn
13:44 Li Mûşê walî, qeymeqam û fermandar ji AKP'ê re xebata hilbijartinê dikin
12:58 DEM Partiyê li 3 navendan mitîng li dar xistin
12:37 Li Kutahya û Stenbolê û tundiya mêr
12:26 OHD’ê serî wezaretan da: Bila pêkanînên dibin sedema binpêkirina mafê tenduristiyê bi dawî bibin
11:53 Rapora cîsmên teqîyayî: Malbata Dayan hat mexdûrkirin
11:52 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:25 Ertak: Em ê li Şirnexê bi ruhê 2004’an biçin ser sindoqan
11:19 Bi hinceta îşareta serkeftinê peywîra wî ya hilbijartinê betal bû
11:02 Karkerên Agrobayê destkeftiya xwe ya ewil bi dest xist
10:57 Tiştên ku ji kantînê bi pereyên xwe kirîne hatine desteserkirin
10:33 Ji bo piştgiriya bi DEM Partiyê re li Şemrexê meş hat lidarxistin
10:22 Parêzerê Abdullah Ocalan: CPT ji saziyeke ku baweriyê dide derketî ye
09:43 DEM Partî ji bo Cîhanbeyliyê serferber bûye
09:07 Ebex wê hesabê 2019'an bipirse: Em ê bi DEM Partiyê re xwe bi rê ve bibin
09:06 DEM dê li Xinûsê bibe warê çareseriyê
09:05 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 123’yan de didome
09:04 Ji rojnameger Silêman Ehmed 156 roj nin agahî nayên girtin
09:03 Wêranşar li gel DEM Partiyê ye
09:02 Li dijî hilbijêrên sixte hilbijêrên livdar: Bi hezaran kesî serî li DEM Partiyê dan
09:01 Xizmên girtiyan: Hûn pêdiviyên wan pêşwazî bikin em jî dê pereyan neşînin!
09:00 ROJEVA 28’Ê ADARA 2024’AN
08:50 Li Girtîgeha Tîpa T a Xelatê êrişa provakatîf
08:49 Qesra Spî hewl dide Îsrarîlê ji bo hevdîtinan qaneh bike
27/03/2024
23:30 Li Agiriyê ciwanan bal kişand ser tecrîdê
21:53 Gergerlîoglû: Tu hêz nikare dengê 'Berxwedan jiyan e' bibire
21:49 Namzetên Mêrdînê li qadê ne: Em ê bi rêjeyeke zêde bi ser bikevin
21:37 Li Îzmîrê kuştina jinan hat şermezarkirin
20:35 Ji ber keyatiyê bi hev ketin: 4 jê giran 8 kes birîndar bûn
20:24 Polîsan nehişt EMEP'î biçin cem Emîne Şenyaşarê
19:54 Li Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin
17:20 Turkdogan serdana TÎHV û ÎHD’ê kir
17:06 Zana çû serdana Nobeta Edaletê: Heke ne ji têkoşîna dayikan bûya dê zimanê me tune bûbûya
17:05 Hatîmogûllari: Me xwe bi hezaran kesan li qadê îspat kir
17:01 DEM Partî xebatên hilbijartinê didomîne: Em ê di 1’ê nîsanê de serkeftinê pîroz bikin
16:25 OHD’ê rapora xwe ya têkildarî girtîgehên Herêma Marmarayê eşkere kir
16:24 Hilbijêrên bitevger ji Mûglayê bi rê ketin
15:48 Şaredariyê 70 hezar lîre dan zêringirê ku ‘hewcehiya wî bi alîkariyê heye’!
15:42 Uçar: Ev hilbijartin di navbera kesên heqaret li Şêx Seîd kirin û neviyên Şêx Seîd de ye
15:26 Bersûcê Doza Hrant Dînk: Me agahiya cînayetê weke ku rojek piştî cînayetê girtibe rapor amade kir!
15:00 Bayindir li Qereyaziyê ye: Ev hilbijartin ji bo ziman û nasnameya kurdan referandûm e
14:58 Rewşa Yildiz a 75 salî aloz bû rakirin nexweşxaneyê
14:53 Li Qilebanê xebata belavkirina belavokan veguherî meşê
14:42 DEM Partiyê li Elkê perwerdeya ewlehiya sindoqan da
14:38 Şagirtên dibistanan birin mîtînga Erdogan
14:37 Rayedarê tirk: Daxwazeke Rûsyayê ya ji bo girtina êrişkaran tune bû
13:50 Baro û saziyên sivîl ji bo Îmraliyê bang li CPT’yê kirin: Ji bo çareseriyê gavê biavêjin
13:46 Li Çewligê bi tevlibûna hezaran kesan mitîng tê lidarxistin
13:42 Cezayê hucreyê dan 5 girtiyên ketine greva birçîbûnê
13:05 Rapora kesê pispor a Licikê: Xetere heye ku kîmyewiyên jehrî tevî Hewzaya Firatê bibin
12:14 YNK: PDK’ê li Kerkûkê bi Eniya Tirkmen re lihev kir û nirxên neteweyî firot
11:36 Bakirhan: Em li bin dara Rêya Sêyemîn bibin yek
11:23 Ji namzetên hevşaredariyê banga ‘xwedîderketina li sindoqan’
11:22 Di êrişên li ser sînor de 10 kolber birîndar bûn
10:38 Li Şirnex û Rihayê gelek kes hatin binçavkirin
10:24 Li bejahiya Hezroyê operasyona leşkerî û dorpêç
10:00 Parastvanên mafan: Girtina Yildiz binpêkirina mafê mirovan e
09:51 ‘Em ê her kesên ku xwe digihînin me em ê bibin ser sindoqan’
09:04 Êrişên DAIŞ'ê: Dixwaze vegere rewşa xwe ya beriya 2015'an
09:03 Girtiyên siyasî 122 roj in bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:03 155 roj nin agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:01 Malbatên Roboskê: Her raya ji AKP'ê re diçe dê wekî bombe li ser serê me bibare
09:01 Qeyûm navenda jinan salane bi hezar û 500 lîreyî da bi kirê
09:01 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şaredariyên neteweya demokratîk
09:00 Ji Egeyê bi hezaran hilbijêr ji bo qeyûman bişînin diçin bajarên xwe
09:00 AKP li Dîlovasiyê dest bi belavkirina bertîla hilbijartinê kiriye
09:00 ROJEVA 27'Ê ADARA 2024'AN
26/03/2024
23:59 Girtiyê nexweş piştî 30 salan ji girtîgehê derket
22:48 Li Hezexê şahiya gel
20:54 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 62'yan de ye
19:58 Karwana DEM Partiyê li gundên Silopiyayê geriya
19:37 Namzetên AKP'ê yên Amedê beramberî rayan kartên BÎM'ê belav dikin
18:46 'DEM wê li Rihayê, Riha jî wê pir li DEM'ê bê'
16:50 Dozger xwest Keskîn û Yarkan bên cezakirin
16:47 Zana: Ji bo paqijkirina mejiyan şaredarî girîng in
16:40 Demîrel ji doza “heqareta serokkomar” beraet kir
16:23 Di Nobeta Edaletê de peyama israra domandina têkoşînê hat dayîn
16:11 Têkildarî tundiya polîsan a li Colemêrgê pûşnûmepirs dan Meclisê
15:59 DEM Partiyê xwest ji bo girtiyên nexweş li Meclisê komîsyon bê avakirin
15:58 Zilamekî hewl da li Rihayê jinekê bikuje