Di rêveberiyên herêmî de jin dê stratejiya jinûveavakirinê esas bigirin

  • jin
  • 10:42 6 Kanûn 2022
  • |
img
ENQERE – Lijneya Jinan a Rêveberiyên Herêmî ya HDP’ê encamnameya civîna xwe ya li Silopiyayê eşkere kir. Jinan, diyar kir ku siyaseta bêyî jinan rewa nîne û wiha got: “Em ê stratejiya xwe ya jinûveavakirinê li ser bingeha parastina destkeftiyên jinan û mezinkirina wan birêxistin bikin.” 
 
Lijneya Jinan a Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), encamnameya civîna xwe ya di 3’yê kanûnê de li nvaçeya Silopiya ya Şirnexê li dar xistî eşkere kir. Encamname, bi sernavê “Dê desthilatdariya we ya nijdevan têk biçe, têkoşîna azadiyê ya jinan bi ser keve” hat weşandin û wiha hat gotin: “Polîtîkaya zext û tepisandinê ya desthilatdariya AKP-MHP’ê ya li dijî kurdan, bi binçavkirin û girtinan re veguheriye tundiya daraz û siyasetê.” 
 
Encamnameya Lijneya Jinan a Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk a bi sernavê “Dê desthilatdariya we ya nijdevan têk biçe, têkoşîna azadiyê ya jinan bi ser keve” wiha ye:
 
‘EM Ê DEV JI TÊKOŞÎNA XWE BERNEDIN’
 
“Polîtîkaya zext û tirsandinê ya desthilata AKP-MHP'ê ya li dijî jinên kurd, bi binçavkirin û girtinan veguherî tundiya siyasî û darazî ya li ser jinan. Ev desthilata ku bi destê qeyûman nikare têkoşîn û destkeftiyên jinên kurd ji holê rake, hewl dide binçavkirin û girtinan asayî bike. Tundiya siyasî ya li dijî TJA’yê tundiya siyasî ya li dijî tevger û têkoşîna jinan a li tevahiya Tirkiyeyê ye. Cihêkarî û tundiya li ser jinan a ji aliyê hikûmetê ve xwe weke rejîm nîşan dide. Weke jinên hilbijartî gelek caran operasyonên binçavkirinê li dijî me pêk hatin. Lê belê me tu carî dev ji têkoşîna xwe berneda û em ê dev jê jî bernedin.
 
Em dizanin ev feraseta ku vîna me bi qeyûman desteser dike ji têkoşîna jinan ditirse û ji ber vê yekê ber bi hilbijartinan ve tundiya li ser jinan a zêde dike. Tifaqa we ya bi serdestiya mêr, feraseta we ya nişdevan û talanker wê winda bike û têkoşîna me ya azadiya jinê qezenc bike.
 
SIYASETA BÊYÎ JINAN REWA NÎNE
 
Di civîna ku me li dar xist de xebatên me yên piştî konferansa me di 25’ê îlona 2021’an de li Enqereyê li dar xist û heta niha hatin nirxandin, li ser xeta me ya têkoşînê nîqaş hatin kirin û careke din hate destnîşankirin bêyî nûnertiya jinan ne pêkan e ku di pergala rêveberiyên herêmî de demokratîkbûn hebe. Siyaseta bê jin an jî siyaseteke ku jin têde ne kirde be nikare civakî bibe û ji bo me jinan jî ne rewa ye.
 
Em li her derê ne, ji ber vê em ê civakbûna pergala xwe ya hevserokatiyê pêk bînin.
 
NÛNERTIYA WEKHEV XETA ME YA HERÎ GIRÎNG E 
 
Li dijî vê rejîma dijminê kurd û jinan li her derê em ê dev ji avakirin û parastina pergala xwe ya azadiya jinê bernedin. Hevserokatî, pergala demokratîk a nûnertiya vîna jinan a rêxistinkirî û tevlibûna jinan a mekanîzmayên biryardariyê ye. Bi tayînkirina qeyûman re pergala me ya hevserokatiyê hate hedefgirtin û hewl hat dayîn ku ji holê bê rakirin. Em diyar dikin ku sazîbûn û civakîbûna nûnertiya wekhev û hevserokatiyê erk û xeta me ya herî girîng a têkoşînê ye. Ji bo ku ji nû ve rêveberiyên herêmî yên demokratîk, ekolojîk, azadiya jinê diparêzin bên avakirin di nîqaşên me de biryar hat dayîn ku li dijî hemû hêzên dijberî jinan û civakê têkoşîn bê dayîn. 
 
Em ê modela xwe ya rêveberiyên herêmî ya li dijî qeyûman azadiya jinên diparêze li her derê û bi her kesî re parve bikin.
 
EM Ê XETA TÊKOŞÎNÊ YA HEVPAR AVA BIKIN
 
Di vê pêvajoya ku hilbijartin, şer, her cure zext, kuştinên jinan zêde dibin, talankirin, nelirêtî û xizanî di rojevê de ne de em li dijî AKP-MHP’ê ku destkeftiyên jinan xesp dikin û her cure tifaqên zilaman, ji bo avakirina civakek azad û wekhev dixebitin. Têkoşîn û biryardariya me jinan hêviyê mezin dike. Em ê bi tecrube û zanînên xwe yên berê di rêveberiyên herêmî de xeta têkoşînê ya hevpar ava bikin. Parvekirina tecrubeyên xwe bi hemû jinan re di nava xebatên me yên avakirinê de ye, her wiha rûxandina wesayetan û parastina modela xwe ya azadiyê ya jinan a li hemberî wan di nav xebatên me de ye. Bi qasî teşhîrkirina texrîbatên qeyûman û parastina modela me ya azadiya jinê ya li dijî qeyûman, parvekirina tecrubeyên xwe yên bi hemû jinan re jî di nav xebatên me yên avakirinê de ne.  
 
STRATEJIYA JINÛVEVAKIRINÊ 
 
Em ê ‘stratejiya xwe ya jinûveavakirinê’ li ser esasê parastin, jinûve birêxistinkirin û mezinkirina destkeftiyên jinan esas bigirin. 
 
Em jin dixwazin bidin diyarkirin ku gotina ‘jin, jiyan, azadî’ bi qasî ku ji bo têkoşîna jinan a li Rojhilata Navîn û cîhanê motîvasyona berxwedan û hevgirtinê ye, her wiha fikreke jî. Ev fikr, weke demokrasiya herêmî li Rojava civakeke wekhev û azadiya jinê diparêze ava dike. Li Îranê, li dijî rejîma dijminê jinan serhildana demokratîkbûnê û civakîbûna têkoşîna jinan pêk aniye. Rastî ew e ku bi azadbûna jinê re civak azad dibe, bi serkeftina jinê re gel jî bi ser dikeve. Hemû cîhan vê dibîne. Ji ber ku tifaqa AKP-MHP'ê bûye rejîma zextê û şer, qeyûman tayînî şaredariyên HDP’ê dike û dixwaze modela azadiya jinê têk bibe û jin û gelê kurd bê statû û vîn bihêle. Ev feraset gelên Tirkiyeyê jî bêparastin dihêle.
 
EM Ê BIBIN RÊYA ÇARESERÎ, WEKHEVÎ Û AZADIYÊ
 
Weke jinan, em ê di pêvajoya pêş de ‘stratejiya xwe ya jinûveavakirinê’ li ser parastin, birêxistinkirin û mezinkirina deskeftiyên jinan ava bikin. Hemû hilbijartiyên me wê di vê mijarê de bikevin pêvajoyeke ked û lêhûrbûnê. Bi deklerasyona xwe ya jinûveavakirinê re em ê biryardarî û çawabûna rêxistinbûna xwe ya têkoşîn bi hemû jinan re parve bikin. Tev bi hev re em ê li dijî texrîbatan, bibin rêya çareseriyê ya wekhevî, azadî û hêviyê. 
Jin, Jiyan, Azadî.”
 

Sernavên din

14:00 Li Sûriyeyê êrişa DAIŞ’ê: 28 leşker û milis mirin
13:46 Yildiz a di encama tundiya mêr de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
13:40 AYM’ê têkildarî belavkirina belavokan a li zanîngehan biryar da
12:16 Berî ku cenazeyê lawê xwe bigire jiyana xwe ji dest da
11:37 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:35 Li cihê karesata madenê lê pêk hat cenazeyê kesekî din hate dîtin
11:23 Talha Ç. li Konyayê dapîra xwe qetil kir
11:21 Li Egeyê bi pileya 4.5’ê erdhej çêbû
11:07 Di êrişa dewleta tirk de pêşmergeyekî jiyana xwe ji dest da
10:34 Hatîmogûllari: Encamên hilbijartinê hêviya me mezin kir
10:22 Li Bolûyê tundiya mêr: 2 kes hatin qetilkirin
10:21 Li ser îfadeyên îtîrafkaran daxwaza cezayê muebeda giran
10:00 Halîse Aksoy hate berdan
09:48 Çapemeniya DYA’yê: Îsraîlê li Îranê xist
09:47 ‘MEB bi projeyên cuda cemaet û îstîxbaratê têxe nava dibistanan’
09:30 Li çiyayên bilind ên Pasûrê dema giyayê Zuzaxê ye
09:28 Deynê Şaredariya Bajaroka Ziyaretê 36 milyon e: Xizmeta nehatiye kirin
09:15 Rojnameger Silêman Ehmed 178 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:10 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:09 Çalakgerên Nobeda Edaletê: Wê têkoşîn bidome
09:02 'Çareseriya pirsgirêkên sed salan paradîgmaya Neteweya Demokratîk e'
09:01 Mizgîndêrên biharê berfîn vekirin
09:00 ROJEVA 19’Ê NÎSANA 2024’AN
08:39 Endamên Komîsyona Îlîçê ya Meclisê di Rojnameya Fermî de ne
08:38 Li Kenyayê qezaya helîkopterê: Serfermandarê artêşê û 10 leşker mirin
08:28 Li dijî Kobanê bi SÎHA’yan êriş hate kirin
08:27 Amerîkayê endamtiya Filistînê ya NY’yê veto kir
18/04/2024
23:04 9’emîn Mihrîcana Şanoya Amedê dest pê kir
20:34 Erdogan, hevdîtin bi serokê AYM'ê re kir
20:09 Şaredariya AKP’î xweliya komirê rijand çem
19:37 DEM Partî û OHD çûn serdana Emîne Şenyaşarê
19:33 Jinan ji Amedê bang kir: Em ê li dijî feraseta serdest têbikoşin
19:31 Li Tokatê erdhej çêbû
16:16 Derket holê ku 5 stûnên hotêla 21 kes lê miribûn kêm bûn
16:01 Li Amedê qeza çêbû: 2 jê zarok 10 kes birîndar bûn
15:56 Di lêpirsîna ‘îhaleyê’ ya MEB’ê de 3 kes hatin binçavkirin
15:42 Peykerê jina ku Beyoglû yê AKP’î rakiribû jinûve hate danîn
15:17 Rêveberiya Xweser bi hikûmeta Şamê re hevdîtin kir
14:59 Qeyûmê Êlihê li pey xwe 3 milyar û 53 milyon û 970 hezar TL deyn hişt
14:59 Li Wanê ji bo mitînga herêmî ya 1’ê Gulanê bang hate kirin
14:45 Rêveberiya AKP’ê wesayitên şaredariyê ji hev kirine
14:36 Ji ber şopandina tacîza çawişê pispor gef li Baroya Şirnexê hatin xwarin
14:29 Di kolandina qaçax de 3 kesan jiyana xwe ji dest da
14:11 AKP’iyên bi dengên veguhestî hatin hilbijartin hevdu bi ‘karên qirêjî’ sûcdar kirin
14:10 Derbarê rojnamevan Gultekînê de biryara beraetê hate dayîn
12:56 Serokwekîlê koma CHP’ê yê nû diyar bû
12:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:47 Ji ber hezazê rêya di navbera Wan-Geverê de hate girtin
11:45 Talana AKP’iyan li ser bîllboardan hate teşhîrkirin
11:22 Salek cezayê hefsê û 17 hezar lîre cezayê pere li rojnamevan Yalçin hate birîn
11:05 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:00 Kolberek hate qetilkirin kolberek jî winda ye
10:52 Têkildarî tecrîda li Îmraliyê bi CPT’ê re hevdîtin hate kirin
10:37 Leşkerê ji ber êrişa zayendî hate girtin parastina ‘ez mirovekî rêzdar im’ kir
10:37 Turnuvaya Gulistan Dokuyê: Em ê li dijî şerê taybet dakevin sehayan
10:13 Di doza Remziye Bor de li benda biryara AYM’ê ne: Divê nebe dosyaya kiryarnediyar
10:04 Qeyûm ji bo mitînga Erdogan û diyariyan 8 milyon û 886 hezar lîre xerc kiriye
09:39 Axtamara bi biharê re xemilî
09:29 Ozûgûrlû: Roja ku çarenûsa vê erdnîgariyê ji aliyê mirovên vê erdnîgariyê ve bê diyarkirin wê pirsgirêk nemînin
09:23 Bertek nîşanî projeya 'zarokan' a MÎT'ê dan: Perwerde karê perwerdekaran e
09:06 Dê rojên ‘Diyaloga bi Ocalan re’ ya navneteweyî bên lidarxistin
09:04 Dayikên Aştiyê yên Êlihê: Çalakiya girtiyan peyama 'tevbigere' ye
09:03 Rojnamevan Oynaş: Li girtîgehê li hemberî zextan berxwedan zêde bûye
09:02 Rojnameger Silêman Ehmed 177 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:02 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 144 roj in di çalakiyê de ne
09:01 ROJEVA 18’Ê NÎSANA 2024’AN
08:53 Piştî erdhejê li Tokatê navber dan perwerdeyê
17/04/2024
22:55 Li Şengalê pîrozbahiyên Cejna Çarşema Serê Nîsanê
20:55 Êrişî Binarê Qendîlê hat kirin
20:30 Li Cenevreyê bang li CPT'yê kirin: Dawî li îşknecya tecrîdê biînin
19:06 Çalakiya Emîne Şenyaşarê di roja 78'emîn de didome
17:12 Di Doza Kobanê de kes nehate berdan
16:55 Deynên qeyûmê Misircê bi bilboardê ve hatin daliqandin
16:39 Sirri Sureya Onder di rûniştina Meclisê de aciz bû
16:17 Hizbullaha Lubnanê bakurê Îsraîlê bombebaran kir
16:12 Li Hezexê pîrozbahiya Cejna Çarşema Sor a rengîn
16:11 Bafil Talbanî: Dê hilbijartin di dema xwe de werin kirin
16:00 Qeyûm 2 roj berî hilbijartinê hemû qeydên kamerayan da jêkirin
15:52 Li Colemêrgê 3 herêm weke ‘herêma ewlehiya taybet’ hatin îlankirin
15:51 Serokê AKP’î 4 karan dikir: Ji kar hate girtin
15:50 Parêzer û malbata Abdullah Ocalan li KE’yê ne: Hûn dikarin vê bêhiqûqiyê rawestînin
15:28 Bi rojan e agahî ji Weliyê ku dîmenên wî yên îşkenceyê derketibûn holê nayê girtin
15:27 YSK’ê îtîrazên Hatay û Orduyê red kirin
15:20 Berdana Rozerîn Kalkanê 11 mehan hate taloqkirin
14:59 Li Wêranşarê cara ewil Çarşema Sor hate pîrozkirin
14:54 Li Sudanê pevçûn: 25 sivîl hatin kuştin
14:14 Erdogan: Desthilata tekane serokkomar e
13:46 Doza Kobanê: 13 siyasetmedarên girtî tev li danişînê nebûn
13:45 Li Ûmmanê lêhî: 18 kes jiyana xwe ji dest dan
12:54 Wezîr Işikhan: Di meha tîrmehê de dê mûçeya kêmtirîn nayê zemkirin
12:27 Gardiyan gef 'îşkenceyê' li girtiyên jin xwarin
11:12 Qedexekirina ‘Bêrûyê’ bêhiqûqî hate dîtin
10:49 Îsraîlê êrişî Xezayê kir: 18 kes jiyana xwe ji dest dan
10:39 Ji AYM’ê biryara ‘cilên yekreng’
10:24 Li Giyadînê Hevserokê DEM Partiyê hate binçavkirin
10:23 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Doza Kobanê dikare veguhere firsendeke dîrokî
10:16 KNK: Çarşema Sor jî xwedî taybetmendiyek dînî, civakî û dîrokî ye
09:10 Rojnameger Silêman Ehmed 176 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:08 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 143 roj in di çalakiyê de ne
09:06 Parêzer Kaya: Em ê ji bo Abdullah Ocalan serlêdanên nû bikin