Rojnameger Kasim: Ev pêvajo dê teqez bi serkeftina Rojava tacîdar bibe

  • rojane
  • 10:06 6 Kanûn 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Alî Kasim diyar kir ku hikûmetên Rûs û Sûriyeyê li pey hesabên serkeftinê ne û wiha got: “Lê belê li dijî êrişan yekitiyeke ku dê bi xwe re serkeftinê bîne heye. Gelên ku li dijî êrişan li ber xwe didin heke êrişeke çêbibe jî dê di eniyên şer de cih bigirin. Ev pêvajo dê bi serkeftinê tacîdar bibe.” 
 
Êrişên dewleta tirk ên di 19-20’ê mijdarê de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dayîn destpêkirin di roja 16’an de jî bênavber didomin. Di encama êrişan de dibistan, nexweşxane û binesaziya herêmê hedef hat girtin û ziyaneke mezin gihaştê. Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan jî di 3’yê kanûnê de li Rihayê mitîngek li dar xist û dîsa gefa “êrişa bejahî” xwar. Li hêla din Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di gotera xwe ya di Washington Postê de wiha bersiv da gefên dewleta tirk: “Divê civaka navneteweyî ji bo pêşîlêgirtina dagirkeriya Tirkiyeyê gavên şênber biavêje. Gelê me hêjta li vê derê ye û me beriya niha jî bi tena serê xwe li ber xwe da. Heke hewce bike êm ê dîsa li ber xwe bidin.” Rojnameger Alî Kasim ku geşedanên li herêmê ji nêz ve dişopîne, têkildarî qewimînên dawî axivî. 
 
ARMANCA ÊRIŞAN 
 
Rojnameger Alî Kasim da zanîn ku AKP-MHP hewl didin bi hilbijartina pêş re temenê xwe dirêj bikin û wiha got: “Yek ji sedemên êrişan jî ev e. Her wiha dixwazin bi ser nîqaşên têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî yên li Herêma Federe ya Kurdistanê li dijî Zap, Metîna û Avaşînê tên bikaranîn jî bigirin. Şerê dermirovî di mehên bihûrî de teşhîr bû. Dîmenên bikaranîna çekên kîmyewî û şewitandina leşkeran hatin weşandin. Ev mijar kete rojeva çapemenî, raya giştî û saziyên navneteweyî. Hemû kes li benda daxuyaniyekê bû lê dewleta tirk rojnameger û zanyar girtin. Dizane ku nikare ji nav vê mijarê derkeve lewma jî demildest êrişa li Taksîmê plan kir û hinek kes weke qurbanî hilbijart. Di nûçeyên xwe de navên HSD, YPG û PYD’ê bi kar anîn. Bi vê yekê xwestin hem plana qirkirina kurdan pêk bînin û hem jî mijara bikaranîna çekên kîmyewî bidin jibîrkirin.” 
 
'HINEK DESTÛR WERGIRTINE’
 
Alî Kasim, anî ziman ku Erdogan pir bizave dike ku êrişa hewayî ji hêla bejahî ve jî bike û ev nirxandin kir: “Lê di hevdîtinên li Madrîd, Tehran, Astana, Moskov û Enqereyê de ji bo êrişan piştgirî wernegirtin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hêzên navneteweyî hene û li dijî DAIŞ’ê serkeftineke teqez hatiye bidestxistin. Hêjta statûyeke fermî ya herêmê çênebûye û ji qurbanîbûna plan û projeyên van hêzan re jî pir vekirî ye. Herî zêde jî hikûmeta Erdogan ji vê sûd digire. Ev bi sala ye li ser vê xakê şer heye. Divê mirov xwe li benda destpêkirina şer negire. Her çend ku astên wê biguhere jî, Tirkiye bênavber êrişî Rojava dike. Dema mirov li geşedanên heyî dinihêre, fêm dike ku hinek destûr ji hêzên navneteweyî wergirtine. Lê nediyar e bê ka bo çiqas dem an jî qadeke çiqas ev destûr hatine girtin. Dema em li daxuyaniyên Fermandariya HSD’ê û Rêveberiya Xweser dinihêrin, dibînin ku van gefan pir cidî digirin dest û li dijî her cureyên êrişan amade ne.” 
 
HESABA SÛRIYE Û RÛSYAYÊ 
 
Kasim, got ku di êrişên dewleta tirk de herî zêde windahiyên rejîma Şamê çêbûne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tevî vê yekê jî rejîm helwestekî zelal nîşan nade. Hikûmeta Sûriyeyê, hewl dide bi saya hevsengiyên li herêmê xwe li qadên Rêveberiya Xweser bi cih bike. Tevî Rûsyayê, hewl dide êrişên dagirkeriyê weke gefekî nîşan bide. Di nava van du hefteyên êrişan de gelek hevdîtin hatin kirin. Di her hevdîtinê de jî bi destê Rûsyayê ji Rêveberiya Xweser dixwazin ku qada 30 km’î radestî rejîmê bê kirin. Rûsya wisa hesab dike ku bi saya van gefan dê hem hikûmeta Sûriyeyê û hem jî Tirkiye destkeftiyan bi dest bistin û destkeftiyên kurdan jî bêyî ku şer bikin ji holê rake. Bi vê yekê jî hewl dide qada serweriya hêzên koalîsyonê teng bike.” 
 
PLANÊN DYA’YÊ YÊN JI BO ROJAVA
 
Bi domdarî Kasim bi lêv kir ku hebûn û rola DYA’yê ya li herêmê xelet tê şîrovekirin û ev tişt anî ziman: “Ji ewilî dîsa wiha hat şîrovekirin; ‘gelo dê dîsa kurdan bifiroşin, xiyanet li hêzên kurdan kirin, ji bo petrolê li vê derê ne...’ Heke hebûna DYA’yê ya li herêmê weke alîkarî û piştevaniya bi kurdan re weke nirxandin, dê ev yek herêmê ber bi tarîtiyeke mezin û xeyalên vala ve bibe. Sedema hebûna DYA’yê ya li vê derê, planên wê yên stratejîk ên demdirêj e. Sedema ewil a vê planê jî parastina Îsraîlê ye. Hêzên şîa û Hîzbûllahê yên ku li herêmê bihêz dibin, ji bo hebûna Îsraîlê gef in. DYA jî dixwaze Îsraîlê bi tenê nehêle û pêşî li ber planên Rûsyayê bigire ku dixwaze bi saya hikûmeta Sûriyeyê li Rojhilata Navîn serwer be. Heke dît ku gef li ser vê planê heye, dê Tirkiyeyê ku endama NATO’yê ye di zûtirin demê de têxe herêmê. Hevkariya wan a bi kurdan re ya li dijî DAIŞ’ê, tenê planeke taktîkî ya demkurt e.” 
 
SEKNA GEL
 
Di berdewamê de Kasim bi lêv kir ku rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di çarçoveya paradîgmaya “neteweya demokratîk” de xwe birêxistin dike, dê di şerekî îxtîmalî de bi ser keve û wiha domand: “Piştî têkbirina DAIŞ’ê, peywirên avakirina civakê dest pê kirin. Hemwelatîtiya wekhev, cihgirtina gel a di her qadên rêveberiyê de, avakirina meclisên leşkerî û avakirina komunan veguherî hêzeke îdeolojîk a wisa xurt ku dikare hemû hêzan têk bibe. Ya ku li dijî êrişan bi xwe re serkeftinan bîne jî ev yekitiye ye. Gelê herêmê li dijî êrişan kedeke mezin da û dev ji xaka xwe berneda. Dema qala şerê Sûriyeyê tê kirin li tevahiya cîhanê tişta ku ji ewil tê fêmkirin, penaberên ku xaka xwe terikandî ne. Gelekî wiha yê berxwedêr ku dijminê xwe baş nas dike, heke êrişeke çêbibe jî dê di eniyên şer de cih bigire.” 
 
'KURDÊN KU TU DIBÎNÎ BIKUJE Û YÊN DIN JÎ BIRÇÎ BIHÊLE’
 
Herî dawî jî Kasim ev tişt anî ziman: “Bi hedefgirtina deverên sivîlan re dixwazin yekitiya gelan tune bikin. Nexweşxane, dibistan, embarên genim, ceyran, gaz û mazot hedef girtin. Di bingeha van tevekan de jî dijminatiya li hemberî kurdan e. Her wiha xwestin gel ji herêmê bidin koçberkirin. Ev sepane bi tena serê xwe sepanên qirkirinê ne. Stokên genim ên piştî kedeke mezin hatine berhevkirin di nava zivistanê de hedef tên girtin, navendên belavkirina gaz û mazotê hedef tên girtin. Polîtîkaya; ‘kurdê ku tu dibînî bikuje û yên din jî birçan û sermayê bikuje’ dimeşînin. Gelê kurd ev 50 sal in i dijî her cureyên xedar li ber xwe da. Şoreşa Rojava hêdî hêdî rengê serkeftinê li xwe dike. Ev jî dê bandorê li gelên Rojhilata Navîn bike. Ev pêvajo dê teqez bi serkeftinê tacîdar bibe. Belkî jî cara ewil e dê dîroka Kurdistanê şahidiya azadiyê bike ku bi stratejiya ‘Şerê Gelê Şoreşgerî’ ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê bidestxistin.” 
 
MA / Mujdat Can

Sernavên din

16:59 Halîse Aksoy ji girtîgehê derket: Dil û hişê min li ser girtîgehê ye
16:45 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 80’yan de ye
16:38 Di doza êrişê ya Dedeogûllari de cezayên kêm dan bersûcan
16:32 8 kesên binçavkirî hatin berdan
16:31 Di Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê de ‘Şanoya Başûr’ hat nirxandin
15:52 DEM Partiyê girtina Huda Kayayê bir rojeva Meclisê
15:47 Banga ‘bila girtîgehên bi ewlekariya bilind bên girtin’ hate kirin
15:25 Giliyê Tanjû Ozcan kirin
15:14 Sîteya 186 kesan lê jiyana xwe ji dest dayî qaçax hatiye çêkirin
15:05 Derbarê welatiyê got ku ‘Biaxive tu ji kû yî’ de lêpirsîn hate destpêkirin
14:55 Li Rihayê cînayeta kar
14:36 Ji Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê banga 1’ê Gulanê
14:26 Berdana Karataş ê 30 sal in girtî ye 6 mehan hate taloqkirin
14:19 Li navçeyê Tûşba û Artemêtê mirinên biguman
14:00 Li Sûriyeyê êrişa DAIŞ’ê: 28 leşker û milis mirin
13:46 Yildiz a di encama tundiya mêr de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
13:40 AYM’ê têkildarî belavkirina belavokan a li zanîngehan biryar da
12:16 Berî ku cenazeyê lawê xwe bigire jiyana xwe ji dest da
11:37 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:35 Li cihê karesata madenê lê pêk hat cenazeyê kesekî din hate dîtin
11:23 Talha Ç. li Konyayê dapîra xwe qetil kir
11:21 Li Egeyê bi pileya 4.5’ê erdhej çêbû
11:07 Di êrişa dewleta tirk de pêşmergeyekî jiyana xwe ji dest da
10:34 Hatîmogûllari: Encamên hilbijartinê hêviya me mezin kir
10:22 Li Bolûyê tundiya mêr: 2 kes hatin qetilkirin
10:21 Li ser îfadeyên îtîrafkaran daxwaza cezayê muebeda giran
10:00 Halîse Aksoy hate berdan
09:48 Çapemeniya DYA’yê: Îsraîlê li Îranê xist
09:47 ‘MEB bi projeyên cuda cemaet û îstîxbaratê têxe nava dibistanan’
09:30 Li çiyayên bilind ên Pasûrê dema giyayê Zuzaxê ye
09:28 Deynê Şaredariya Bajaroka Ziyaretê 36 milyon e: Xizmeta nehatiye kirin
09:15 Rojnameger Silêman Ehmed 178 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:10 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:09 Çalakgerên Nobeda Edaletê: Wê têkoşîn bidome
09:02 'Çareseriya pirsgirêkên sed salan paradîgmaya Neteweya Demokratîk e'
09:01 Mizgîndêrên biharê berfîn vekirin
09:00 ROJEVA 19’Ê NÎSANA 2024’AN
08:39 Endamên Komîsyona Îlîçê ya Meclisê di Rojnameya Fermî de ne
08:38 Li Kenyayê qezaya helîkopterê: Serfermandarê artêşê û 10 leşker mirin
08:28 Li dijî Kobanê bi SÎHA’yan êriş hate kirin
08:27 Amerîkayê endamtiya Filistînê ya NY’yê veto kir
18/04/2024
23:04 9’emîn Mihrîcana Şanoya Amedê dest pê kir
20:34 Erdogan, hevdîtin bi serokê AYM'ê re kir
20:09 Şaredariya AKP’î xweliya komirê rijand çem
19:37 DEM Partî û OHD çûn serdana Emîne Şenyaşarê
19:33 Jinan ji Amedê bang kir: Em ê li dijî feraseta serdest têbikoşin
19:31 Li Tokatê erdhej çêbû
16:16 Derket holê ku 5 stûnên hotêla 21 kes lê miribûn kêm bûn
16:01 Li Amedê qeza çêbû: 2 jê zarok 10 kes birîndar bûn
15:56 Di lêpirsîna ‘îhaleyê’ ya MEB’ê de 3 kes hatin binçavkirin
15:42 Peykerê jina ku Beyoglû yê AKP’î rakiribû jinûve hate danîn
15:17 Rêveberiya Xweser bi hikûmeta Şamê re hevdîtin kir
14:59 Qeyûmê Êlihê li pey xwe 3 milyar û 53 milyon û 970 hezar TL deyn hişt
14:59 Li Wanê ji bo mitînga herêmî ya 1’ê Gulanê bang hate kirin
14:45 Rêveberiya AKP’ê wesayitên şaredariyê ji hev kirine
14:36 Ji ber şopandina tacîza çawişê pispor gef li Baroya Şirnexê hatin xwarin
14:29 Di kolandina qaçax de 3 kesan jiyana xwe ji dest da
14:11 AKP’iyên bi dengên veguhestî hatin hilbijartin hevdu bi ‘karên qirêjî’ sûcdar kirin
14:10 Derbarê rojnamevan Gultekînê de biryara beraetê hate dayîn
12:56 Serokwekîlê koma CHP’ê yê nû diyar bû
12:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:47 Ji ber hezazê rêya di navbera Wan-Geverê de hate girtin
11:45 Talana AKP’iyan li ser bîllboardan hate teşhîrkirin
11:22 Salek cezayê hefsê û 17 hezar lîre cezayê pere li rojnamevan Yalçin hate birîn
11:05 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:00 Kolberek hate qetilkirin kolberek jî winda ye
10:52 Têkildarî tecrîda li Îmraliyê bi CPT’ê re hevdîtin hate kirin
10:37 Leşkerê ji ber êrişa zayendî hate girtin parastina ‘ez mirovekî rêzdar im’ kir
10:37 Turnuvaya Gulistan Dokuyê: Em ê li dijî şerê taybet dakevin sehayan
10:13 Di doza Remziye Bor de li benda biryara AYM’ê ne: Divê nebe dosyaya kiryarnediyar
10:04 Qeyûm ji bo mitînga Erdogan û diyariyan 8 milyon û 886 hezar lîre xerc kiriye
09:39 Axtamara bi biharê re xemilî
09:29 Ozûgûrlû: Roja ku çarenûsa vê erdnîgariyê ji aliyê mirovên vê erdnîgariyê ve bê diyarkirin wê pirsgirêk nemînin
09:23 Bertek nîşanî projeya 'zarokan' a MÎT'ê dan: Perwerde karê perwerdekaran e
09:06 Dê rojên ‘Diyaloga bi Ocalan re’ ya navneteweyî bên lidarxistin
09:04 Dayikên Aştiyê yên Êlihê: Çalakiya girtiyan peyama 'tevbigere' ye
09:03 Rojnamevan Oynaş: Li girtîgehê li hemberî zextan berxwedan zêde bûye
09:02 Rojnameger Silêman Ehmed 177 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:02 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 144 roj in di çalakiyê de ne
09:01 ROJEVA 18’Ê NÎSANA 2024’AN
08:53 Piştî erdhejê li Tokatê navber dan perwerdeyê
17/04/2024
22:55 Li Şengalê pîrozbahiyên Cejna Çarşema Serê Nîsanê
20:55 Êrişî Binarê Qendîlê hat kirin
20:30 Li Cenevreyê bang li CPT'yê kirin: Dawî li îşknecya tecrîdê biînin
19:06 Çalakiya Emîne Şenyaşarê di roja 78'emîn de didome
17:12 Di Doza Kobanê de kes nehate berdan
16:55 Deynên qeyûmê Misircê bi bilboardê ve hatin daliqandin
16:39 Sirri Sureya Onder di rûniştina Meclisê de aciz bû
16:17 Hizbullaha Lubnanê bakurê Îsraîlê bombebaran kir
16:12 Li Hezexê pîrozbahiya Cejna Çarşema Sor a rengîn
16:11 Bafil Talbanî: Dê hilbijartin di dema xwe de werin kirin
16:00 Qeyûm 2 roj berî hilbijartinê hemû qeydên kamerayan da jêkirin
15:52 Li Colemêrgê 3 herêm weke ‘herêma ewlehiya taybet’ hatin îlankirin
15:51 Serokê AKP’î 4 karan dikir: Ji kar hate girtin
15:50 Parêzer û malbata Abdullah Ocalan li KE’yê ne: Hûn dikarin vê bêhiqûqiyê rawestînin
15:28 Bi rojan e agahî ji Weliyê ku dîmenên wî yên îşkenceyê derketibûn holê nayê girtin
15:27 YSK’ê îtîrazên Hatay û Orduyê red kirin
15:20 Berdana Rozerîn Kalkanê 11 mehan hate taloqkirin
14:59 Li Wêranşarê cara ewil Çarşema Sor hate pîrozkirin
14:54 Li Sudanê pevçûn: 25 sivîl hatin kuştin