Banga ji bo çalakiyên girseyî yên li dijî tecrîdê: Têkoşîna gel dê tecrîdê bişikîne

  • rojane
  • 09:03 6 Kanûn 2022
  • |
img

AMED - Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Zekî Baran ji bo beşdarbûna çalakiyên li dijî tecrîdê ku dê li Amed û Wanê bên lidarxistin bang li her kesî kir û got: “Bawer im dê bi tekoşîn û xwedîderketina gelê kurd ev tecrîd jî bê şikandin.”

 
Rêberê PKK’e Abdûllah Ocalan ku 24 sal in di Girtîgeha Îmraliyê de ye û bi awayekî girankirî tê tecrîdkirin, 20 meh in xeber nayê girtin. Herî dawî 25'ê Adara 2021'ê de bi rya telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axiviye. Heyeta Komîteya Pêşîgirtina Li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) di navbera 20-29'ê îlonê de serdana Girtîgeha Îmraliyê kiribû, lê têkildarî rewşa Ocalan û her sê girtiyên din de tiştek bi raya giştî re parve nekir. Bereksê vê parêzerên Ocalan jî diyar kiribûn ku Ocalan hevdîtina bi CPT'yê re red kiriye.
 
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Heremên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştgiriyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Dayîkên Aştiyê jî têkildarî tecrîda sîstematîk a li ser Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan diyar kirin ku dê 11 Kanûnê de li Amedê û di 12 Kanûnê de jî li Wanê çalakiyeke girseyî li dar bixin. Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Zekî Baran têkildarî çalakiyên ku dê bên lidarxistin axivî.
 
‘PARADÎGMAYA OCALAN JI BO HEMÛ GELAN E’
 
Zekî Baran anî ziman ku paradîgmaya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo hemû gelên bindest e û li dijî pergala serdestan e. Baran da zanîn ku taybetmendiya fikir û ramanên Ocalan ne ji bo kesekî/ê, komekê, malbatekê yan jî ne tenê ji bo gelên Kurdistanê ye, ji bo hemû gelên cihane ye û wiha domand: "Birêz Ocalan li ser hemû aloziyên pergala heyî nirxandin kir û fikir û ramanên xwe bi civake re parve kirin. Têkoşîna azadiyê ya gelê kurd ku 50 sal in berdewam dike jî, li ser vê taybetmendiyê ye. Di dîrokê de serhildanên kurdan her tim an bi navan an jî bi malbatan hatine pênasekirin. Taybetmendiya fikr û ramanên birêz Ocalan ew e ku ne bi malbat an jî kesekê/î tê penasekirin, bi hemû gelan tê penasekirin. Di nav cihanê de taybetmendiya gelê kurd jî heye, erdnîgariya kurdan ji Îskender heta Osmaniyan û heta roja me her tim hatiye binpêkirin û pelçiqandin. Hemû desthilatdaran planên xwe li ser erdnîgariya Kurdistanê kiriye. Gelê kurd bi tunekirinê re rû bi rû maye, lê bi saya paradîgmaya birêz Ocalan kurdan xwe ji nû ve nas kir. Têkoşîna gelê kurd ji bo hemû gelên bindest jî bû hevî."
 
‘ARMANCA TECRÎDÊ QÛT KIRINA PÊWENDIYA DI NAVBERA OCALAN Û GEL DE YE’
 
Baran bal kişand ser serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê jî û wiha pê dê çû: “Dirûşmeya 'jin jiyan azadî'yê ku di serhildana Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de olan dide têkoşîna gelê kurd û fikir û ramanên birêz Ocalan bi vê civakê da fêmkirin. Li hemû cihanê jî jin nerazîbûna xwe ya li dijî pergalê bi vê dirûşmeyê tînin zimên. Ji ber vê fikir û ramanên birêz Ocalan ne tenê ji bo gelê kurd, ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn û gelên cihanê bûye hêvî. 24 sal in tecrîdeke dijwar li ser birêz Ocalan tê meşandin. Ev tecrîd her çi qas bi awayekî fizîkî li ser birêz Ocalan bê meşandin jî armanca tecrîdê ew ku pêwendiya di navbera paradîgmaya birêz Ocalan û civakê de qut bike. Birêz Ocalan rêberê gelekî ye, ji ber wê hewce ye birêz Ocalan bi awayekî fizîkî azad be û li pêşiya vî gelî bimeşe. Her çi qas tecrîdê navbera birêz Ocalan û gel bi awayekî fizikî qut kiribe jî, lê bi fikir û ramanên xwe bi me re ye.”
 
‘LI DIJÎ KURDAN HEMÛ DIBIN YEK’
 
Baran, li ser bêdengbûna ji bo pêkanînê tecrîdê jî sekinî û got ku di warê tecrîdê û kurdan de hemû sazî û partî dibin. Baran destnîşan kir ku ji bo vê mînaka herî şênber jî şerê li Rojhilata Navîn e û ev tişt gotin: "Ne tenê Kurdistan, gava mijar dibe kurd û destkeftiyên kurdan, kurd li ser hîvê bin jî, dewleta Tirkiyeyê êrişa li dijî destkêftiyên kurdan ji xwe re wekî mafekî dibîne. Ji dema osmaniyan heta Komara Tirkiyeyê politikaya sereke li ser vê yekê hatiye meşandin.”
 
‘EW DOZA HEQÎQETÊ YE’
 
Di berdewama axaftina xwe de Baran bi lêv kir ku di pêkanîna tecrîdê de rola dewletên kapîtalîst jî heye û axaftina xwe wiha domand: “Di nav dewletên kapîtalîst de jî uû hêzên li dijî hev hene; Rusya û DYA. Lê îro ew bomberana li ser Rojava ku 10 ro jin berdewam dike bi hev re dikin. Endamekî hikûmeta Sûriyeyê jî bi awayekî zelal got, ‘Berî ku Tirkiye êrişî Rojava bike divê ji me, Rûsya û DYA'yê bigire.' Yanî dema mijar dibe kurd di qada navneteweyî de jî 2 hêzên li hemberî hev dibin yek. Ji ber ku li wir pergaleke li ser fikir û ramanên birêz Ocalan hatiye avakirin, li hev dikin. Ew jî dizanin ku heke fikr û ramanên birêz Ocalan di nav civake de bi goşt û hestî bibin, dê mafê jiyanê ji vê pergala kapîtalîzmê re nemîne. Ew jî dixwazin pêşiya vê bigrin. Ew doz doza heqîqetê ye, heqîqet tu carî nayê windakirin, weke avê dê biherike û rêya xwe bibîne.”
 
‘CPT CIDÎ NÊZ NABE’
 
Baran, têkildarî redkirina hevdîtina bi CPT'yê re jî axivî. Baran diyar kir ku CPT bi awayekî cîdî nêzî tecrîda li ser Ocalan nabe û helwesta CPT'yê wiha rexne kir: “CPT ji bo hevdîtina birêz Ocalan nehatiye Tirkiyeyê. Bi awayekî cidî nêz nabe. Îhtîmal heye ku birêz Ocalan, bi redkirina hevdîtinê li dijî vê helwest nîşan dabe.  Lê CPT di demên berê de jî hat serlêdana li girtîgeha Îmraliye kir û tespîtên wê yên ji bo îşkenceyê jî hebûn, lê dîsa jî li Îmraliyê guhertuneke çênebe û CPT jî ev yek neşopand. Tevî ku yên sepanên tecrîdê dimeşînin rayedarên dewleta Tirkiyeyê ne jî, CPT dibêje em dê rapora xwe bi Tirkiyeyê re parve bikin û pişt re daxuyanî bidin. Wê deme çi wateya hatina wê û serlêdana wê heye? CPT, saziyeke navneteweyî ye, berpirsyariya wê heye ku aloziyan çareser bike, lê berpirsyariya xwe bi cih nayne. Helbet fikarên ji bo tendûristiya birêz Ocalan jî hene. 20 meh in tu agahî jê nayê standin. Tu agahî ji girtiyên din ên Girtîgeha Îmraliye de jî nayên standin. Bavê Veysî Aktaş çend roj berê jiyana xwe ji dest da, lê nehiştin Aktaş beşdarî merasîma cenaze ya bavê xwe bibe. Yanî li tevahiya Girtîgeha Îmraliyê tecrîdeke kûr heye. Lê bawer im bi tekoşîn û xwedîderketina gelê kurd dê ev tecrîd jî bê şikandin.”
 
‘BANGA JI BO LI ÇALAKIYA GIRSEYÎ’
 
Baran di dawiya axaftina xwe de ji bo tevlîbûna çalakiyên li dijî tecrîdê ku dê li Amed û Wanê bên lidarxistin bang kir: “12 mehê salvegera nobeda edaletê ya malbatên girtiyan ên li Wane ye. Malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin nobeda edaletê digirin. Berdana girtiyên nexweş jî girêdayî tecrîdê ye. Heke ev tecrîd rabe girtiyên nexweş jî dê bên berdan. Em ê jî ji bo salvegera nobeda edaletê ya malbatên girtiyan û tecrîdê  di 11 mehê de li Amedê û di 12 mehê de jî li Wanê çalakiyeke girseyî li dar bixin. Banga me ji bo hemû kesen ku dibêjin em mirov in û xwedî wijdan in ev e beşdarî çalakiyê bibin. Yên ku derfetên wan hene li ku dibin bila bibin, bila bên tevlî van çalakiyan bibin, yên ku derfetên wan tune ne jî bila li dijî vê yekê nerazîbûna xwe nîşan bidin. Banga me ji hemû sazî, partî û bi taybetî jî ji bo gelê kurd e ku tevlî van çalakiyan bibin.”
 
MA / Mahmût Altintaş

Sernavên din

19/04/2024
22:16 Eleqeyeke zêde ji bo Mîhrîcana Şanoyê ya Şanoya Bajêr a Amedê
22:05 Ji DEM Partiyê bertek ji bo şandina mufetîşan
19:39 Şaredariya Serêkaniyê kargeha hilberînê vekir
19:37 Rapora Girtîgehên Anatolyaya NavîN. Herî kêm 42 girtiyan jiyana xwe ji dest daye
16:59 Halîse Aksoy ji girtîgehê derket: Dil û hişê min li ser girtîgehê ye
16:45 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 80’yan de ye
16:38 Di doza êrişê ya Dedeogûllari de cezayên kêm dan bersûcan
16:32 8 kesên binçavkirî hatin berdan
16:31 Di Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê de ‘Şanoya Başûr’ hat nirxandin
15:52 DEM Partiyê girtina Huda Kayayê bir rojeva Meclisê
15:47 Banga ‘bila girtîgehên bi ewlekariya bilind bên girtin’ hate kirin
15:25 Giliyê Tanjû Ozcan kirin
15:14 Sîteya 186 kesan lê jiyana xwe ji dest dayî qaçax hatiye çêkirin
15:05 Derbarê welatiyê got ku ‘Biaxive tu ji kû yî’ de lêpirsîn hate destpêkirin
14:55 Li Rihayê cînayeta kar
14:36 Ji Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê banga 1’ê Gulanê
14:26 Berdana Karataş ê 30 sal in girtî ye 6 mehan hate taloqkirin
14:19 Li navçeyê Tûşba û Artemêtê mirinên biguman
14:00 Li Sûriyeyê êrişa DAIŞ’ê: 28 leşker û milis mirin
13:46 Yildiz a di encama tundiya mêr de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
13:40 AYM’ê têkildarî belavkirina belavokan a li zanîngehan biryar da
12:16 Berî ku cenazeyê lawê xwe bigire jiyana xwe ji dest da
11:37 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:35 Li cihê karesata madenê lê pêk hat cenazeyê kesekî din hate dîtin
11:23 Talha Ç. li Konyayê dapîra xwe qetil kir
11:21 Li Egeyê bi pileya 4.5’ê erdhej çêbû
11:07 Di êrişa dewleta tirk de pêşmergeyekî jiyana xwe ji dest da
10:34 Hatîmogûllari: Encamên hilbijartinê hêviya me mezin kir
10:22 Li Bolûyê tundiya mêr: 2 kes hatin qetilkirin
10:21 Li ser îfadeyên îtîrafkaran daxwaza cezayê muebeda giran
10:00 Halîse Aksoy hate berdan
09:48 Çapemeniya DYA’yê: Îsraîlê li Îranê xist
09:47 ‘MEB bi projeyên cuda cemaet û îstîxbaratê têxe nava dibistanan’
09:30 Li çiyayên bilind ên Pasûrê dema giyayê Zuzaxê ye
09:28 Deynê Şaredariya Bajaroka Ziyaretê 36 milyon e: Xizmeta nehatiye kirin
09:15 Rojnameger Silêman Ehmed 178 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:10 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:09 Çalakgerên Nobeda Edaletê: Wê têkoşîn bidome
09:02 'Çareseriya pirsgirêkên sed salan paradîgmaya Neteweya Demokratîk e'
09:01 Mizgîndêrên biharê berfîn vekirin
09:00 ROJEVA 19’Ê NÎSANA 2024’AN
08:39 Endamên Komîsyona Îlîçê ya Meclisê di Rojnameya Fermî de ne
08:38 Li Kenyayê qezaya helîkopterê: Serfermandarê artêşê û 10 leşker mirin
08:28 Li dijî Kobanê bi SÎHA’yan êriş hate kirin
08:27 Amerîkayê endamtiya Filistînê ya NY’yê veto kir
18/04/2024
23:04 9’emîn Mihrîcana Şanoya Amedê dest pê kir
20:34 Erdogan, hevdîtin bi serokê AYM'ê re kir
20:09 Şaredariya AKP’î xweliya komirê rijand çem
19:37 DEM Partî û OHD çûn serdana Emîne Şenyaşarê
19:33 Jinan ji Amedê bang kir: Em ê li dijî feraseta serdest têbikoşin
19:31 Li Tokatê erdhej çêbû
16:16 Derket holê ku 5 stûnên hotêla 21 kes lê miribûn kêm bûn
16:01 Li Amedê qeza çêbû: 2 jê zarok 10 kes birîndar bûn
15:56 Di lêpirsîna ‘îhaleyê’ ya MEB’ê de 3 kes hatin binçavkirin
15:42 Peykerê jina ku Beyoglû yê AKP’î rakiribû jinûve hate danîn
15:17 Rêveberiya Xweser bi hikûmeta Şamê re hevdîtin kir
14:59 Qeyûmê Êlihê li pey xwe 3 milyar û 53 milyon û 970 hezar TL deyn hişt
14:59 Li Wanê ji bo mitînga herêmî ya 1’ê Gulanê bang hate kirin
14:45 Rêveberiya AKP’ê wesayitên şaredariyê ji hev kirine
14:36 Ji ber şopandina tacîza çawişê pispor gef li Baroya Şirnexê hatin xwarin
14:29 Di kolandina qaçax de 3 kesan jiyana xwe ji dest da
14:11 AKP’iyên bi dengên veguhestî hatin hilbijartin hevdu bi ‘karên qirêjî’ sûcdar kirin
14:10 Derbarê rojnamevan Gultekînê de biryara beraetê hate dayîn
12:56 Serokwekîlê koma CHP’ê yê nû diyar bû
12:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:47 Ji ber hezazê rêya di navbera Wan-Geverê de hate girtin
11:45 Talana AKP’iyan li ser bîllboardan hate teşhîrkirin
11:22 Salek cezayê hefsê û 17 hezar lîre cezayê pere li rojnamevan Yalçin hate birîn
11:05 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:00 Kolberek hate qetilkirin kolberek jî winda ye
10:52 Têkildarî tecrîda li Îmraliyê bi CPT’ê re hevdîtin hate kirin
10:37 Leşkerê ji ber êrişa zayendî hate girtin parastina ‘ez mirovekî rêzdar im’ kir
10:37 Turnuvaya Gulistan Dokuyê: Em ê li dijî şerê taybet dakevin sehayan
10:13 Di doza Remziye Bor de li benda biryara AYM’ê ne: Divê nebe dosyaya kiryarnediyar
10:04 Qeyûm ji bo mitînga Erdogan û diyariyan 8 milyon û 886 hezar lîre xerc kiriye
09:39 Axtamara bi biharê re xemilî
09:29 Ozûgûrlû: Roja ku çarenûsa vê erdnîgariyê ji aliyê mirovên vê erdnîgariyê ve bê diyarkirin wê pirsgirêk nemînin
09:23 Bertek nîşanî projeya 'zarokan' a MÎT'ê dan: Perwerde karê perwerdekaran e
09:06 Dê rojên ‘Diyaloga bi Ocalan re’ ya navneteweyî bên lidarxistin
09:04 Dayikên Aştiyê yên Êlihê: Çalakiya girtiyan peyama 'tevbigere' ye
09:03 Rojnamevan Oynaş: Li girtîgehê li hemberî zextan berxwedan zêde bûye
09:02 Rojnameger Silêman Ehmed 177 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:02 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 144 roj in di çalakiyê de ne
09:01 ROJEVA 18’Ê NÎSANA 2024’AN
08:53 Piştî erdhejê li Tokatê navber dan perwerdeyê
17/04/2024
22:55 Li Şengalê pîrozbahiyên Cejna Çarşema Serê Nîsanê
20:55 Êrişî Binarê Qendîlê hat kirin
20:30 Li Cenevreyê bang li CPT'yê kirin: Dawî li îşknecya tecrîdê biînin
19:06 Çalakiya Emîne Şenyaşarê di roja 78'emîn de didome
17:12 Di Doza Kobanê de kes nehate berdan
16:55 Deynên qeyûmê Misircê bi bilboardê ve hatin daliqandin
16:39 Sirri Sureya Onder di rûniştina Meclisê de aciz bû
16:17 Hizbullaha Lubnanê bakurê Îsraîlê bombebaran kir
16:12 Li Hezexê pîrozbahiya Cejna Çarşema Sor a rengîn
16:11 Bafil Talbanî: Dê hilbijartin di dema xwe de werin kirin
16:00 Qeyûm 2 roj berî hilbijartinê hemû qeydên kamerayan da jêkirin
15:52 Li Colemêrgê 3 herêm weke ‘herêma ewlehiya taybet’ hatin îlankirin
15:51 Serokê AKP’î 4 karan dikir: Ji kar hate girtin
15:50 Parêzer û malbata Abdullah Ocalan li KE’yê ne: Hûn dikarin vê bêhiqûqiyê rawestînin
15:28 Bi rojan e agahî ji Weliyê ku dîmenên wî yên îşkenceyê derketibûn holê nayê girtin