BEDLÎS – Li daristanên Sehî ya Bedlîsê dema leşker diçûn operasyonê teqîn pêk hat. Di teqînê de leşkerek mir û leşkerek jî birîndar bû.
Leşker li daristanên Sehî ya di navbera navenda Bedlîs, navçeya Xîzan û navçeya Xana Hewêl a Sêrtê de derketin operasyonê. Dema maşîneya leşkeran derbas bû teqîn rû da. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, di teqînê de leşkerek mir û leşkerek jî birîndar bû.
Helîkpterê sewqî cihê bûyerê kirin û leşkerê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çewligê. Hat ragihandin ku li herêmê operasyon dewam dike.