Ji Rêxistinên civakî, akademîsyen û rewşenbîrên Fransî ji bo Efrînê bang

NAVENDA NÛÇEYAN - Gelek rêxistinên civakî, akademîsyen û rewşenbîrên Fransî li dijî êrîş û şerê Tirkiye yê li ser ax û gelê Efrînê bang li hikûmeta Fransayê kirin ku li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bixwaze ku herêm li firîna balafiran bê qedexekirin.

Gelek rêxistinên civakî, akademîsyen û rewşenbîrên Fransî li dijî dagirkerî û şerê Tirkiye ku bi destê TSK û OSO li ser axa Efrînê dimeşîne bang li hikûmeta Fransayê kirin ku li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bixwaze ku herêm li firîna balafiran bê qedexekirin. Rêxistinên Civakî, Akademîsyen û Rewşenbîrên Fransî, li dijî ketina axa Efrînê metnek weşandin. Metna bangawaziyê li rojnameya Liberationê hate weşandin û wiah hate gotin, "Ji bo pêşî li bomberdûmana artêşa Tirk a li ser Kurdên li Bakurê Sûriyeyê bê girtin, divê Fransa li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bixwaze ku herêm li firîna balafiran bê qedexekirin."
 
Rewşenbîrên Fransî bi bîr xistin ku TSK û OSO dagirker ji 20'ê Çileyê ve ji hewayî û bejahî ve her roj bombeyan li sivîlên li Efrînê dibarîne û destnîşankirin ku berevajî propaganda û hesabên jeopolîtîk ên Erdogan ew bi rastiya li herêmê zanin. 
 
 
Rêxistin û rewşenbiran wiha got: "Ya ku tê kirin, li dijî Bakurê Sûriyeyê bi taybetî li dijî Kurdên li Efrînê operasyona paqijkirina etnîkî ye (...) Ji destpêka êrîşên hewayî bejahî ve êrîşeke bi vî rengî tê kirin û tê hilweşandin. Nêzî 400 sivîl hatin kuştin û bi sedan birîndar bûn. Mîna her carê jin û zarokan berdêla herî giran dan."
 
Rewşenbîran diyar kirin ku êrîşên li ser navenda Efrînê, êrîşên li binesaziya sivîl û bombekirina nexweşxaneyan bû sedem ku bi sed hezaran mirov cih û warê xwe biterikînin û gotin, "Civaka navneteweyî eger di pratîkê de helwesteke tund li dijî vê nîşan bide, wê pêşî li qewimîna rewşeke xerabtir bigire. Li pêşberî trajediya li pêş çavên me diqewime nerazîbûna tenê bi gotinan, ne helwesteke bi rûmet e û ne bi bandor e."
 
Rêxistinan di bangawaziyê de diyar kirin ku piştî biryara agirbestê ya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî Tirkiye êrîşên xwe zêde kir û wiha gotin: "Fransa xwedî roleke taybet e. Weke endamê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, weke endamê NATO'yê û aktorekî girîng li herêma krîz lê heye, dikare dengê welatê me bide bihîstin."
 
Di metnê de ev bang hate kirin: "Ji ber rewşa lezgîn em ji Fransayê dixwazin ku ji bo li bakurê Sûriyeyê bi taybetî li Efrînê herêma li firîna balafiran qedexe bê ragihandin, çi jê tê bike."
 
Kesayetên mohra xwe danîn binê metna bangê: Serokê SOS Racisme Dominique Sopo, Serokê Weqfa “Nature et l’Homme” (Xweza û Mirov) Audrey Pulvar, komedyen Josiane Balasko, hunermend Yannick Noah, Serokê Licra Mario Stasi, Serokê LDH (Lîga Mafên Mirovan) Malik Salemkour, Serokê Cranê Louis-Georges Tin, doktorê servîsa lezgîn Patrick pelloux, sînemavan Louise, ji Afrîna Başûr profesorê Zanîngeha Witwatersrand Achille Mbembe, sînemavan Yvan Attal, komedyen Michel Boujenah, parêzerê Baroya Parisê Dominique Tricaud, Serokê Kolektîfa Urgence Darfourê Jacky Mamou, Serokê Tevgera Anarşîst a Ewropayê Benjamin Abtan.
 
 

Sernavên din

23/04/2024
21:43 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê di roja 6'an de ye
19:13 DEM Partî û HDK: Çapemeniya kurd teslîm nabe
19:08 Bakay ê ku piştî 30 salan hat berdan bi girseyî hat ziyaretkirin
17:22 Şenyaşar: Erdoganê dozê li min vekiriye çima faîl negirtin?
17:02 Ji ber binçavkirina rojnamegeran îtîraz hate kirin
16:14 KNK: Şerê nû yê Erdogan, ser Rojhilata Navîn gef e
15:42 Dayik û zaroka xwe ji madeya AYM’ê betal kiribû xistin girtîgehê
15:39 Bertekên li dijî binçavkirina rojnamegeran didomin
15:03 Rojnameger: Çapemeniya kurd tu carî bêdeng nema
14:52 Serlêdana DÎSK’ê ya ji bo Taksîmê hate redkirin
14:51 Li Amedê girtina Makbûle Ozerê hate protestokirin
14:45 Hatîmogûllari ji bo ‘Destûra Bingehîn a Demokratîk’ bang kir
13:53 HDK, DBP û DEM Partî: Em li cem Çapemeniya Azad in
13:48 Ji bo parêzerên rojnamegeran biryara bisînorkirina hevdîtinê hate dayîn
13:41 Li dijî êrişan banga piştevaniya bi Çapemeniya Azad re hate kirin
13:06 Şaredariya Farqînê biryarên dewirkirina neguhezbaran a qeyûm betal kir
12:58 Li Amedê zêdetirî 200’an qadên lêgerîn û derxistina petrolê hatine vekirin
12:54 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:43 Li dijî binçavkirinên Çapemeniya Azad bertek hatin nîşandan
12:20 Hejmara rojnamegerên hatine biçavkirin zêde bû
12:17 KNK'ê serdegirtina Stêrk TV û Medya Haber TV'yê şermezar kir
12:16 Bîranîna Qirkirina Ermenan a li Kadikoyê hate qedexekirin
11:51 Rojnamevan Arslan: Êrişa li dijî televizyonan ji polîtîkayên şer ne serbixwe ye
11:48 Stêrk û Medya Haber: Tu hêz dê nekarin dengê me qut bikin
11:16 Rojnameger Ozdemîr: Dê şer hinek din dirêj bibe lê encam naguhere
10:43 Bi hinceta ‘heqareta li Erdogan’ doz li Emîne Şenyaşarê hate vekirin
10:37 DFG û MKG: Ev êriş nikarin çavên kedkarên Çapemeniya Azad bitirsînin
10:18 Rêya gelek caran qeza lê çêdibin nayê çêkirin
09:52 Qirkirina Ermenan 109 sal li pey xwe hişt
09:51 NÇR-Ewropa serdagirtinên Stêrk û Medya Haber TV’yan şermezar kir
09:50 Li Malezyayê helîkopterên leşkerî li hev ketin: 10 kes mirin
09:24 Di serdegirtina 4 saetan de malzemeyên teknîkê hatin desteserkirin
09:23 Banga 1'ê Gulanê: Bi dirûşma 'ji bo nan û aştiyê azadî' ber bi Qada Taksîmê ve
09:22 Parêzerê Gezerê astengdarê zihnî: Ehliyeta wî ya sûc tune ye
09:03 8 sal in lawê xwe yê girtî nedîtiye: Êdî ez dengê wî jî nabihîzim
09:02 Qeyûm 20 milyon lîre ji budçeya 'Nivîsgehê' xerc kirine
09:01 Li Çiyayan bayê biharê
09:01 Çalakiya girtiyên siyasî di roja 149’an de didome
09:00 Ji rojnameger Silêman Ehmed 182 roj in agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 23'YÊ NÎSANA 2024'AN
08:13 Ji Stêrk û Medya Haber TV’yê banga xwediderketinê
08:12 Xebatkarên Çapemeniya Azad hatin binçavkirin
08:05 Polîs bi ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haberê girtin
22/04/2024
22:41 Mîhrîcana şanoyê di roja 5’emîn de didome
22:29 Li Geverê 12 kesên hatibûn girtin hatin berdan
20:48 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 84'an de ye
20:46 Di navbera Tirkiye û Iraqê de 26 peyman hatin îmzekirin
17:02 Qeyûm li Êlihê 3 milyar û 53 milyon û 977 hezar TL deyn hişt
15:32 Li Bagokê dengê çekan bilind dibe
14:43 Pîra 81 salî Makbule Ozer dîsa girtin
14:35 Tekoşîn û şanoya kurdan bi hev re girêdayî ye
14:31 Qeyûmê Kopê 165 milyon û 226 hezar û 845 tl deyn hişt
13:57 Bakirhan serdana ajansên JINNEWS û MA’yê kir
13:05 Berdevka DEM Partiyê: Em ê nexşerêya xwe bi rêya sêyemîn pêş bixin
13:04 Serokkomar Erdogan çû Bexdeyê
12:29 Walî 5 gundên Bagokê ji çûn û hatinê re qedexe kir
12:18 Rejîma Îranê 5 sal ceza li hunermendê kurd birî
12:01 Polîsan li Dêrsimê 5 û li Rihayê jî kesek binçav kirin
11:24 Ji bo Erdogan kolanên Hewlêrê bi alên tirk xemilandin
11:12 DFG: Salên 90'î bû destpêka serdemek nû
10:47 DEM Partî: Têkoşîna heqiwetê bênavber didome
10:28 Statûya Başûr di xetereyê de ye
10:07 Li Edeneyê qeza pêk hat: 3 kes mirin
09:53 Jinên êzidî dest bi xweparastinê dikin
09:51 Qeyûmê Geverê ji bo emniyet, pîrozbahî û şirînahiyê bi milyonan lîre xerc kiriye
09:15 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 148'an de didome
09:01 181 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:01 Prz. Demîr: Tecrîda li Îmraliyê dê bi têkoşîna hevpar ji holê rabe
09:01 Nivîskar Karacabey: Rika hunermendan desthilatê tîne xwarê
09:00 Rojnameger Karadaş: Dibe ku şer li Rojhilata Navîn ji kontrolê derkeve
09:00 ROJEVA 22’YÊ NÎSANA 2024’AN
08:28 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Statû di xetereyê de ye’ derket
21/04/2024
23:43 Li Amedê mihrîcan didome
21:49 Li Erziromê qezaya trafîkê çêbû: Miriyek û 6 birîndar hene
20:05 Encamnameya Civata Giştî ya KNK'ê: Êdî dema yekitiyê ye
18:06 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 82’emîn de domiya
17:50 Amedspor alîgirên xwe xemgîn kir
16:54 KNK: Li dijî êrişan hewcehî bi helwesta seferberiyê heye
16:20 Astengdarê zihnî Gezer ê hedef hatibû nîşandan hate girtin
15:42 Li Turhalê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
15:36 Di lijneya KNK’ê de bal kişandin ser ‘yekitiyê’
15:32 Maça ‘şampiyoniyê’ ya Amedsporê dest pê kir
15:19 Kenan Bakay piştî 30 salan hate berdan
15:11 ‘Kesekî astengdar çawa dibe rêveberê partiyê’
15:01 Çandar: Rêzê ji bo îradeya gel bigirin
14:04 Li Amedê beriya maçê coşa ‘şampiyontiyê’
14:03 Di êrişên Îsraîlê de zêdetirî 34 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan
14:03 Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Jinan erdnîgarî bi rengê morê xemiland
12:49 Beriya maça Amedspor-Igdirsporê 2 kes hatin binçavkirin
11:50 Rejîma Îranê 10 sal cezayê hefsê da mamosteya kurdî
11:36 Metîna bi dijwarî tê bombebarankirin
10:56 Tirkiye ji hêla enflasyona bilind ve li cîhanê di rêza 4’emîn de ye
10:36 Dr. Pashang: Di krîza Rojhilata Navîn de tenê rêyeke kurdan heye ew jî yekitî ye
10:14 Amedsporê ji ber ‘bilêtên sexte’ hişyarî da
10:07 Kovara Jînê di hejmarê nû de bal kişand ser mafên zarokan
10:06 Beriya serdana Erdogan li dijî Metînayê êrişeke nû hate destpêkirin
09:21 Albayrak ê AKPî li Xelfetiyê 460 milyon û 601 hezar TL deyn hişt û çû
09:20 Jin wê her roj ji bo Abdullah Ocalan nameyan ji CPT'yê re bişînin
09:05 180 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:04 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome