* Kedkarên cemaweriyê yên bi KHK'e hatin îxrackirin, bang li her kesî kirin ku tev li Newroza 21'ê Adare ya li Bakirkoyê bibin. Kedkaran diyar kirin ku ger bi milyonan tevli Newroze bibin dê karibin dagirkeriya li ser Efrînê rakin.
* Dayikên Cizîrî yên zarokên wan di qedexeya derketina derve ya Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan, diya kirin ku divê îsal kes li malên xwe rûnenên û her kes biherikin qada Newroza Cizîra Botan. Dayikan xwest gelê Sîlopiya, Hezex û Şirnexê biherikin Cizîrê.
*Dêrsimiyan, ji bo xwedî derketina berxwedana gelê Efrînê, banga tevlîbûna qadên Newrozê kirin û gotin: “Newroza îsal dê roja têkoşîn û îsyana li dijî polîtîkayên jenosîda li ser gelê kurd be.”
* Endamên Jin ên Kamîteya Amadekar ya Newroza Îzmirê, ji bo bi coşek mezin Newrozê li qada Gundogdu pîroz bikin, xebatek zêde dimeşînin. Jinan, diyar kirin ku ew dê Qada Newrozê ya Gundogdu, bi rengê Berxwedana Efrînê bixemilînin.
* Jinên ji şerê Sûriye reviyan û hatin li Tirkiye bi cih bûn, diyar kirin ku piştî şer ew hatin Tirkiye û bi hatina Tirkiye hem axa xwe û hem jî jiyana xwe winda kirin.
* Serokê Komîteya Amadekar a Newroza Stenbolê Alî Riza Bîlgîlî, diyar kir ku Newroza 2018'an li dijî kuştinê raperîna jiyanê ye. Bîlgîlî, anî ziman ku ew xwe digînin her kesî û dixwazin her kes li dijî kuştinê tev li vê îsyana jiyanê bibin.
* Şahidên Newroza 2008'an ya Wanê ku polîsan êrîşî girsê kiribûn û destûr nedabûn diyar kirin ku wê demê Newroz pîroz kirin de dîsa piroz bikin. Şahida Newroza 2008'an Hatîce Aslan, diyar kir ku wan wê demê Newroz bi cilên xwe pîroz kirin û dê îsal dîsa biçin pîroz bikin.
* Li Şaredariya Akdenîzê ya ku Qeyûm tayînê wê hatiye kirin, karkerên dixwazin derbasî kadrotiyê bibin û di mulakatê re derbas dibin rastî pirsên balkeş tên. Di mulaketê de pirsên "Serokomar kî ye? Çiqas malê te heye? Li ser navê te kijan mal heye? dipirsin.
* Aktîvîsta Ekolojiyê ya ji bo Newrozê ji Almanya hat Amedê, Karalina Csicedo, diyar kir ku tekoşîna kurdan ji hemû gelên cîhanê re dibe hêvî. Em dixwazin di navbera Kurdan û Amarîkaya Latîn de bibin pir.
* Şahidên Newroza 2008'an ya Wanê ku polîsan êrîşî girsê kiribûn û destûr nedabûn diyar kirin ku wê demê Newroz pîroz kirin de dîsa piroz bikin. Şahida Newroza 2008'an Hatîce Aslan, diyar kir ku wan wê demê Newroz bi cilên xwe pîroz kirin û dê îsal dîsa biçin pîroz bikin.
* Geşedanên der barê Efrînê dê bên şopandin.
* Komîteya Amadekar ya Newroza Êlihê, dê li Otela Hasankeyfê civîna çapemina çapemiyê dikin. (10.00)
* Partiyên çep û sosyalîst yên li Enqereyê û rêxistinên kedê dê li Nûnertiya DÎSK'ê ya Enqereyê dê der barê Newrozê de civîna çapemeniyê pêk bînin. (11.30)
* Li Edeneyê hêzên ked û demokrasiyê dê têkildarî pîrozbahiya Newrozê ya li Salona Şano ya Mimar Sinanê pêk bînin, li Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê civîna çapememiyê pêk bînin. (12.30)
* Komiteya Amadekar ya Newrozê dê ji bo xebatên Newroza 21'ê Adarê belavokan belav bikin. (15.00)