MÊRSÎN - Girtiyên li Girtîgeha Tîpa E ya Erzîncanê û Girtîgeha Hejmara 2 a Tîpa T a Tarsusê bi rêya malbatên xwe serî li ÎHD’ê dan û diyar kirin ku rastî îşkencê û tundiyê tên.
Girtiyên li Girtîgeha Tîpa E ya Erzîncanê û Girtîgeha Hejmara 2 a Tîpa T a Tarsusê bi rêya malbatên xwe serî li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Mêrsînê da. Bavê Kaharaman Aktay ê di Girtîgeha Tîpa E ya Erzîncanê de dimîne Hasan Aktay, diyar kir ku ligel kurê wî 22 girtî ji ber pêkanînên rayedarên girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kirine û wiha got: “Di 10’ê Adarê de ez çûm hevdîtina kurê xwe. Ji min re got ‘bi daran li me xistine. Hemû canê me derp kirin. Rewşa hemû hevalên min nebaşe. Hewl didin me bixwin sîxor. Ji ber van êrîşan me 22 girtiyan ji bo 2 rojan dest bi greva birçîbûnê kirin. Heya êrîş bi dawî bibin dê çalakiya me berdewam bike.’ Ji ber îşkenceya li kurê min hatî kirin di kuliya. Min di bi rêya telefonê hevdîtin bi kurê xwe re kir, dawî li greva xwe ya bîrçîbûnê anîne.”
'BI COPAN ÎŞKENCE KIRIN'
Birayê Bahattîn Çelebî yê di qawîşa A ya 21’an a Girtîgeha Hejmara 2 a Tîpa T a Tarsusê dimîne Muzaffer Çelebî jî, diyar kir ku di 7’ê Adarê hevditîn bi birayê xwe re kiriye û wiha got: “Rayedarên girtîgehê kincên yek tîpî ferzê girtiyan dike. Girtiyan nabin bijîşk. Ji bo serşûştinê ava gerim nadin girtiyan. Bi copan êrîş girtiyan dikin, girtiyan dixin hucreyan û dijûnê ji wan re dikin.”