ENQERE - Darazê 2 roj berê 10 sal cezayê girtîgehê li Siyasetmedara Kurd Aysel Tugluk birî. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Besime Konca, cezayê li Tugluk hat birîn şermezar kir û got: "Bi destê darazê siyaseta lincê tê meşandin. Lê tekoşîna dê vê yekê pûc bike."
17’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” 10 sal ceza li Alîkara Hevserokên Giştî yên HDP’ê ya berê û Parlamentera berê Aysel Tugluk birî. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Besime Konca, bertek nişanî cea da û diyar kir ku ev siyaseta lîncê ye.
Konca, diyar kir ku di 30'emîn salvegera komkujiya Helepçe de ev cezayê hat birîn bi wate ye û komkujiyên Helepçe dubare dibin û wiha got: "Berê êrîşa lincê li dijî cenazeyê dayika Aysel Tugluk pêk anîn. Niha êrîşa lîncê bi riya darazê pêk tînin. Lînca hiqûq, lînca wîcdan vê carê bi riya darazê pêk tînin.
‘Ji 1993’AN HETA NIHA HEMAN SIYASET E
Konca, anî ziman ku ji ber Tugluk endama HDP'ê hat darizandin û ji ber rêziknameya HDP'ê rastî ceza hat. Konca da zanin ku ji 2013’an heta 2018'an axaftinên wê komî ser hev kirine û niha li axaftinên Tugluk ceza dibirin û wiha got: "Bi vê yekê dibêje ez partiyek siyasî belav dikim û lînç dikim. Ji 1993’an heta niha partiyên kurd rastî feraseta lîncê û ceza dimîne. Niha di şexsê hevala me Aysel Tugluk de siyaseta lîncê tê meşandin. Li şûna beraet bike 10 sal cezayê girtîgehê lê birîn. Ev nîşan dide ku li Tirkiye hiqûq tune ye."
FAŞÎZMÊ BI RIYA DARAZÊ REWA DIKIN'
Konca, anî ziman ku darazê ji ber rîziknameya partiyê 10 sal li Tugluk birîne û wiha bi dawî kir: "Rêziknameya partiyê li gorî zagonan hatiye avakirin. Ji mere dibêjin 'Dibe hûn wekîl bin, dibe hûn hevserok bin. Lê hûn nikarin biaxivin' Dixwazin em siyasetê nekin. Îro bi riya darazê faşizmê rewa dikin.
Li welatê ku tê xwestin demokrasî pêş bikeve em bi faşîzmek nû re rû bi rû ne. Bi salan e em heman diştî dijîn. Tundiya li ser siyasetmedarên HDP’ê tê ferzkirin tundiya herî giran e. Cezayê li Tugluk hat birîn tasfişekirina siyaseta demokratîk e. Biryara polîtîk e. Ev biryara darazê formalîte ye. Ji xwe berê biryar hatibû dayîn."
‘SIYASETA DEMOKRATÎK BIRÎN DIBE'
Konca, anî ziman ku bi girtina hevserokan, hevşaredaran, parlamenter û siyasetmedaran, siyaseta demokratîk darbeyên mezin dixwe û siyaseta demokratîk bi giranî birîn dikin.
Konca, anî ziman ku ev polititikayên siyaseta lîncê û lînca darazê ya liser siyaseta demokratîk dê bi tekoşina jinê pûç bibe.