‘Berxwedan çareseriyê, êrîş ruh dide DAIŞ’ê’

img

EFRÎN - Li Efrînê ku bi sedhezaran kes bi komkujiyê re rû bi rû ne, fikra berxwedan dê şerê li Sûriyeyê çareser bike, lê êrîş ruh didin DAIŞ’ê serwere. Hat zanîn ku malbatên El Nusra û OSO yên ji Îdlîbê, ji bo li Efrînê bi cih bikin anîne Kîlîsê. 

Şerê li Efrînê di roja 53’yan de berdewam dikin. Hêzên Sûriyeya Demokartîk (QSD) li dijî Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) û komên evkarên wê OSO li ber xwe didin. Efrîna ku digotin dê 3 rojan, di hefteyekê de têk biçe, nêzî du mehane li ber xwe dide. Li Efrînê encamek gengaz, dê di qada Sûriyeyê de jî gelek pêşketinan bi xwe re bîne. 
 
Komên DAIŞ’ê ku QSD’ê ji gelek herêmên Sûriyeyê paqij kirin, îhtîmal heye ku bi êrîşên li ser Efrînê re cardin derbikevin holê. Ger berxwedan Efrînê qezec bike, dê bibe kilîda çareseriya krîza Sûriyeyê jî. Di êrîşên bejahî û hewayê yên di 20’ê Çile hatin destpêkirin de, nêzî 300 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 700 sivîl jî birîndar bûn. Gelek cenazayê sivîlan jî dibin kavilên xaniyan de mane. Di êrîşan de malên gel, kargeh, dibistan, nexweşxane, cihên dîrokî, xweza û hwd hatin hedef gitin û bi hezaran avahî hatin bombebarankirin. 
 
BI SEDHEZARAN MIROV BI KOMKUJIYÊ RE RÛ BI RÛ NE
 
Pevçûn êdî gehiştine navenda bajêr. Di navbera hêzên QSD û TSK/OSO de pevçûnên dijwar rû didin. Mirovên ku ji ber bombebaranê gund û navçeyên xwe terk kirin, li navenda Kantona Efrînê hatin  bicihkirin. Malbatên navenda bajêr jî deriyên xwe ji malbatên gund û navçeyan re vekirin.
 
Piştî şebekeya ava vexwarinê û bendava Meydankê ketin bin kontrola TSK’ê,  bi sedhezaran mirov bê av man. Rêveberiya Kantonê ji ava kaniyan hewl dide pêdiviyên gel ê avê pêşwazî bike. Cardin hêdî hêdî pirsgirêkên xurek û dermanan rû didin. Dixwazin Efrînê bixin çemberê û bixeniqînin. Li Kantonê 850 hezar Efrînê bi komkujiyê re rû bi rû ne. Hezên navneteweyî li hemberî vê yekê hîna jî bêdengin.
 
MALBATÊN NUSRACIYAN JI ÎDLÎB'Ê TÎNIN EFRÎNÊ
 
Rayedarên rêveberên Kantona Efrînê, ji bo welatiyên gundên wan hatin xespkirin, li gundê Maratê qemp avakirin û bi hezaran malbat li vir bi cih kirin. Hat diyar kirin ku dixwazin demografiya xeta ser sînor biguherin. Hewl didin malbatên komên OSO li ser xeta sînor bi cih bikin. Ji bo malbatên komên OSO û El Nusra yên ji Îdlîbê, li Efrînê bi cih bikin anîne Kîlîsê.
 
DAIŞ TÊ NÛKIRIN 
 
Komên li hemberî berxwedana hêzên QSD’ê tê çûyîn, dibin navê OSO de cardin dixwazin bikevina  qada Sûriyeyê. Di nava van koman de komên Heyet Tahrîr El Şam (HTŞ) ku berê navê wê El Nusra bû û Ehrar El Şam hene.  Tê gotin ku bi van koman DAIŞ tê nûkirin. Cardin piştî êrîşên li ser Efrînê, DAIŞ’ê li çiyayên Hama û Îdlîbê ketine nava tevgerê û hin gund dagir kirine.
 
SERKEFTINA EFRÎNÊ, DÊ BIBE SERKETINA SÛRIYEYÊ
 
Berxwedana Efrînê gelek planên herêmê û yên navneteweyî yên li Sûriyeyê têk birin.  Ev rewş zorê dide ku mase ji nû ve bê danîn. Berxwedana Efrînê, planên gelek hêzên di serî de DYA û Rûsya yên li qada Sûriyeyê nû kirin.  Ger berxwedana tê nîşandan bi ser bikeve, dê rê li çareseriya Sûriyeyê jî veke. Gelek welatiyên ji Helep û hemû herêmên Sûriyeyê koçî Efrînê kirin hene. 
 
DIBE KU ŞERÊ SÛRIYEYÊ VEGERE SERÎ
 
Ger Efrîn bikeve bin kontrola Tirkiye û komên hevkarên wê, hemû pirsgirêk û şerê li Sûriyeyê heyîn dê kûrtir bibin. Ev rewş, tê wateya ku Tirkiye cardin bikeve Helepê. Ev yek dê ji bo gelek hêzên herêmê bibe pirsgirêk û şerê li Sûriyeyê dê cardin vegere serî. 
 
MA / Nazim Daştan

Sernavên din

16:48 2 sal û 6 meh ceza li Prof. Fîncanci birîn
16:43 Li ber girtîgeha Umraniyê bang kirin: Emê li dû 19’ê Kanûnê bernedin
16:00 Dayika Taybet li cihê lê hat kuştin bibîr anîn: 300 sal derbas be jî em ji bîr nakin
15:29 5 sal cezayê girtîgehê ji Ahmet Kural re hat xwestin
15:26 Koma Banga Demokrasiyê li Dîlokê hat avakirin
14:56 HDP’ê yekem namzetê xwe diyar kir: Ayhan Bîlgen namzetê Qersê ye
14:55 Înîsiyatifa Piştevaniya Bi Zindanan re ya Marmara ava kirin
14:36 Cezayê girtîgehê yê Fîgen Yuksekdag hat erêkirin
14:19 Rizgar Denîz li Mexmûrê hat bi bîranîn
14:03 Tora avê ya 6 meh berê li Cizîrê raxistibûn teqiya: 5 xanî hatin valakirin
13:57 KCD: Divê berpirsên komkujiyê bên darizandin
13:53 Fîncanci: Em mafdar in ji ber wê emê bi ser bikevin
13:43 Temellî: Em deng bidin qîrîna li girtîgehan
13:23 Parlementerên HDP’ê: Emê di 22’yê Kanûnê de li Mereşê bin
13:16 Li Wêranşarê bi şika şewba çûkan 200 mirîşk kuştin
12:55 Li bendêye 35 kesan sewqî edliyê bikin
12:44 Girtiyên di greva birçîbûnê de her roj dikevin ber lêpirsînê
12:40 ‘Ne 40 sal, 80 sal jî derbas bibin êşa Mereşê kêm nabe’
11:52 Li Dersîmê xemla zivistanê
11:24 Li Xarpêtê 9 girtî di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne
11:20 ÇGD: Ger tiştek bê serê Portakal dê berpirsiyarî mezin be
10:17 Hevseroka MSD’ê Umer: Tirkiye bêyî destûra DYA’yê nikare êrîş bike
10:06 ‘Çawa HADEP'ê qezenç kir dê HDP jî qezenç bike'
09:47 Mexdûrê 19’ê Kanûnê: Divê her kes piştevaniya grevên birçîbûnê bike
09:16 'Divê meaşê kêmtirîn herî kêm 2 hezar û 800 lîre be'
09:08 Derhênerên sînemayê: Gel doza Sînemaya Yilmaz Guney dike
09:07 Siyasetmedar: Ji bo Ocalan rola xwe bilîze divê tecrîd rabe
09:06 'Ji ber 7 lîre bi min re tune bû min nikaribû derman bikire'
09:05 OSO çû, aramî hat her du Serêkaniyan
09:05 ATK: Kûrkût bi guleya li erdê ket û pengizî hatiye kuştin
09:04 Aslan ê ji Girtîgeha Manîsayê derket: Zext û zorî dewam dikin
09:00 ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2018'AN
18/12/2018
17:10 Sendîka û odeyên pîşeyî ji bo mîtîngê bang kirin
16:17 Dadgehê salek û 8 meh ceza li rojnameger Gunduz birî
15:39 Temellî: Kengî hilbijartin nêzîk bibe îktîdar bi xwîna kurdan dikevin hilbijartinê
14:55 Ozsoy: AKP ji xwe re li pozîsyona operasyonê digere
14:40 HDP'ê ji bo penaberan ji meclisê xwest lêkolin bikin
13:14 ÎSÎG: Heri kêm 108 karkerên penaberên koçber jiyana xwe ji dest dan
13:04 Girtiyê ku nexwest bi maşîna Ringê biçe nexweşxaneyê nayê dermankirin
12:46 Gelek xwendekar li Dersîmê hatin binçavkirin
12:32 22 sal in awaza Eyşe Şana bê tac û bê text zindî olan dide
11:41 Gultan Kişanak jî li dijî tecrîdê ket grevê: Em nikarin bêdeng bimînin
11:12 Civaknazê Êzidî: Êrîşên li dijî şengalê berdewama komkujiya 73'emîn e
10:11 Hevşaredarê Tozanê hat binçavkirin
10:01 Aydenîz: Di hilbijartinê de dixwazin şer bikin propaganda xwe
09:24 Kaçmaz: Li Şirnexê 4-5 hezarên din jî tên qeydkirin
09:24 Şahidê 'Operasyona Vegera Li Jiyanê': Wê grevên birçîbûnê belav bibin
09:23 Krîzê bandor li yemenîvaniyê jî kir
09:21 Dozger 'gazîkirina alîgirên partiyê' wekî 'dadgeha gel' nirxand
09:21 Midûrê girtîgehê gef xwarin: 'Hûn ê bi saxî ji vir dernekevin'