Welatiyê ker û lal ji ber hişyariya ‘belav bibin’ guhdar nekiriye girtin

img
AMED – Saît Kaya ê 51 salî yê ker û lal, di serdegirtina mala xwe ya gundê Xinûsê de hat binçavkirin, bi hinceta 4 sal berê di çalakiyên Kobanê de hişyariya polîsan a “belav bibin” guhdar nekiriye hat girtin. 
 
Leşkeran meha sibatê bi ser gundê Gomik a bi ser navçeya Xinûsa Erziromê de girt. Di serdegirtina gund de Saît Kaya yê 51 salî ku ker û lal e binçav kirin. Kaya 6 roj li Şaxa TEM’ê ya Erziromê di binçavan de ma û piştî derxistin dadgehê hat girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa H a Erziromê. Biryara nepeniyê danîn ser dosyeya Kaya. Sûcdarkarina Kaya di asta sosretiyê de ye. Hat îdiakirin ku Kaya di 6-8 cotmemha 2014’an de li Xinûsê beşdarî çalakiyên Kobanê bûye û ji ber tev li hişyariya polîsan a “belav bibin” nebûye hat girtin. Kaya yê ker û lal bi riya kesê pispor îfade da. Kaya di îfadeyên xwe wiha got: “Ez ne dikarim biaxivim û ne jî dibihîzim. Ez li wir diçûm nexweşxaneyê. Min hişyariya ‘belav bibin’ nebihîstiye.” 
 
HEVJÎN Û ZAROKÊN WÎ JÎ ASTENGDAR IN 
 
Birayê Kaya, Tahsîn Kaya bertek nîşanî girtina birayê xwe da û got ku pêwîste mexduriyeta li ser birayê wî pêk hatiye bi dawî bibe. Kaya anî ziman ku hevjîn û zarokên birayê wî jî astengdar in û got: “Birayê ji dayikbûna xwe ve ne dikare biaxive û ne jî dibihîze. Hevjîna wî jî bi heman astengdar e. 5 zarok wî hene 3 jê astengdar in û raporên wan jî hene. Birayê min û malbata xwe bi muçeyê dewletê dida wan debara xwe dikirin. Dewletê jî wek her kesî dizane ku astengdar e, lê dîsa girtin. Ev neheqiye. Ev mehek e girtiye. Jixwe rewşa malbatê ya aborî jî nebaş e. Carek din jî rewşa wan nebaş bû.” 
 
‘ÇAWA JI HEV FÊM KIRIN EZ JÎ NIZANIM?’
 
Kaya diyar kir ku ji ber birayê wî astengdar e nikaribûye xwe îfade bike û wiha got: “Li gund kêm mirov ji birayê min fêm dikin. Dayika min jî bi kotekê jê fêm dike. Ji ber ku nikare xwe îfade bike. Bi tevgeriya dest û mil fêmkirin zor e. Bi riya wergervan îfadeya wî girtin e. Birayê min ji wergervanê anîne jî fêm nake û nikarin ji hev fêm bikin jî. 51 sal e birayê min e, ez wî nas dikim. Yanî dibêjin îfadeya wî hatiye girtin, lê çiqas baş îfadeyên wî hatine girtin mijara nîqaşê ye.” 
 
‘TENÊ YEK DELÎL HEYE EW JÎ HIŞYARIYE’ 
 
Parêzerê Kaya, Umît Teymuroglu jî bibîr xist ku di dosyeyê de biryara nepeniyê heye û ev tişt got: “Di dosyeyê de yek delîl heye ew jî anonsa ‘belav bibin’ hatiye nîşandan. Heke kut ev li wê hişyariyê nebûbe jî asayî ne. Çunkî nabihîze û naxive. Dema ku çûye nexweşxaneyê anonsa ‘belav bibin’ hatiye kirin. Tenê hincet ev e. Tu delîlê ku beşdarî çalakiyekê bûbe û êrîşî cihekî kiribe tune ye. Li gel ewqas dem derbas bûye, hêj nû digirin. Tu aliyê vê hincetê hiqûqî tune ne.” 
 
MA / Selman Keleş 

Sernavên din

20:37 Li Elbîstanê qeyda gelek hilbijêran tune ye
18:49 11 baro: Tiştek bê serê Baroya Amedê berpirsyar Soylu ye
18:46 OSO li Efrînê sivîlekî din kuştin
18:43 Temellî: Em dê wan tevî Torosê wan bavêjin çopa dîrokê
15:54 Gelê Avkevirê got 'Tamam'
15:53 Wesayîta welatî dibirin mitînga HDP’ê qulipî: Kesk mir û 4 kes birîndar bûn
15:08 ‘Di dema AKP’ê de 6 hezar û 400 jin hatin kuştin’
14:55 Îzmîr ji mîtînga Demirtaş re amade ye
14:28 Bi hezaran kes li Qendîlê dimeşin
14:13 Buldan: Em destûr nedin ku ev welat vegere salên 90'an
14:06 Rapora ÎHD û TÎHV: Di pêvajoya hilbijartinê de tenê îşkence li HDP’iyan kirin
14:01 Hatîmogullari: Em sindoqan dorpêç bikin û biparêzin
13:41 'Bila kes dînîtiya neçûna ser sindoqan û boykotê nekin'
12:50 Bakurê Sûriyê Serdema Neolotîk ronî dike
12:49 Yuksekdag bersiva Soylu da: Ew dîwarên te qet ne di xema me dene
12:48 Dayikên Aştiyê Emîne Şenyaşar ziyaret kirin
12:11 Kûçikên polîsan 35 mih kuştin
12:06 Li Agiriyê HDP dê bi 2 hezar kesan re sindoqan biparêzin
12:03 Malbatan ji bo çûna Îmraliyê cara 81’an serlêdan kirin
11:47 Jinên gotin 'Em ji sedî zêde ne" dê li sindoqan xwedî derkevin
11:39 Ji bo cerdevanên deng nadin AKP’ê gefa 'Em dê we bibin operasyonê'
11:17 Li Amedê, 74 sindoqên hatin veguhestin dibin mercekê dene
11:11 Demîrtaş: Li deng û sindoqan xwedî derkevin
10:52 Ji HDP'ê banga muşahîtan
10:38 ‘Di 25’ê Hezîranê dê rojek nû hilê’
10:19 Li dijî lîstik û hîleyên roja hilbijartinê baldar bin!
09:56 Aydin ê Dîroknas: Hemû Tirkiye deyndarê HDP'ê ye
09:31 Sariyildiz bang li gelê Şirnexê kir: Xwedî li sindoqan derkevin
09:31 Wan ji bo mîtînga fînalê amade ye
09:30 Divê hilbijêr hişyar bin: Bûyereke biçûk be jî divê ragihînin maseya krîzê
09:29 Dê li Şirnexê 8 hezar hilbijêran bibin ser sindoqan
09:29 ‘Got kurd im' û doza dengan kir, lê gundiyan ew qewirand
09:27 Dê şêniyên Şapatanê li ser sindoqê hesabê îşkenceyê bipirsin
09:26 Bilgen: Li Qersê bi ferqeke mezin partiya yekem HDP ye
09:26 ‘Nebêjin dengek e û tiştek jê dernayê, dengê xwe bi kar bînin'
09:00 ROJEVA 22'YÊ HEZÎRANA 2018'AN
08:14 Buldan: Tifaqa bi Çiller û Agar re tifaqa dijmantiyê ye
21/06/2018
20:24 Temellî ji bo Wezîrê Karê Hundurîn Soylû: Bûye makîneya derewan
17:26 Mêrdînî di herikin qada mitînga HDP’ê
17:20 Xwendekarên D.U’yê îxrackirina mamosteyê xwe şermezar kir
16:46 Endama Meclîsa HDP’ê Arîfe Çinar hat girtin
16:32 Li Hezexê trafo teqiya, 2 jê giran 3 kes birîndar bûn
16:15 Namzetên HDP’ê çûn serdana karkerên çandiniyê
16:15 Sindoqên 52 gundan birin gundên cerdevanan
15:42 Ferît Şenyaşar hat berdan
15:35 4 jinên bertek nîşanî AKP'iyan dan hatin binçavkirin
15:26 Demîrtaş: Gelê Kurd rastiya AKP'ê dît
15:24 Li dijî wesayîta Aydemîr ê HDP’î êrîş
15:09 ‘Hevjînê 40 salan, du zarokên ji çavên xwe sitirandin û kolanên bi xwîn ên Pirsûsê’
14:57 Bavê Leyla: Ji bo xwedê şîr bidin keça min