Ondul: Divê NY ji bo biryarek nû dîsa kom bibe

img

ENQERE – Serokê Akademiya Mafên Mirovan Husnu Ondul, bal kişand ser biryara agirbestê ya Neteweyên Yekbûyî ku Efrîn û Guta jî dixe nava sînorê xwe û wiha got: "Tirkiye guh nedaye vê biryarê. Ji ber vê yekê divê Neteweyên Yekbûyî ji nûve kom bibe biryarek nû bistîne." 

Şer û êrîşa Tirkiye ya li ser Efrînê di roja 53'an de berdewam dike. Tevî Neteweyên Yekbûyî di roja 36'an de agirbest îlan kir jî dîsa Tirkiye biryara Neteweyên Yekbûyî ya agirbestê nas nekir û 53 rojin bi tang, top û balafirên şer bombe dike. Tirkiye li dijî Efrînê ku 850 hezar mirov lê dijî êrîşên tang, top û balafirên şer zêde kiriye. 
 
Li gorî daneyên Çavdêriya Ji bo Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), di 28'ê Çileya 2018’an de 51 sivîl di encama bombebaranê de hatin kuştin. Di daneyên 6'ê Adarê de jî di navde kurd, ereb, ermenî jî hene 177 sivil hene. Dîsa 337 welatiyên sivilîn bi giranî birîndar in.  Dîsa li gorî rapora Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) di mela çile de di bombebaranekê de zarok û jin jî di navde 26 sivîl hatin kuştin. Li gorî Nûnertê Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) yê Sûriyeyê Fran Equiza, di 26'ê Çileya 2018’an de di encama bombekirina Tirkiye ya li ser Efrînê de 11 zarok hatin kuştin.  Koordînatorê Alîkariya Mirovan ê Herêma Sûriye yê Neteweyên Yekbûyî Panos Moumtzis jî diyar kir ku tevî biryara agirbestê Tirkiye li ser Efrînê operasyonê dimeşîne. Ji ber êrîşên Artêşa Tirk ya li ser Efrînê didome mirina sivîlan zêde dibin. Raporên kuştî û birîndaran ên mirovna bêzar dikin zêde dibin. Li gorî Dîrektorê Lêkolîna Rojhilata Navîn ya Rêxistina Efoya Navneteweyî Lynn Maalouf, ji ber bombekirinê 93 kivîl hatin kuştin û 313 sivîl birîndar bûne. 
 
Serokê Akademiya Mafên Mirovan Husnu Ondul, bal kişand ser biryara agirbestê ya Neteweyên Yekbûyî ku Efrîn û Guta jî dixe nava sînorê xwe û wiha got: "Li Sûriye ji 2011'an hetae niha 7 salin şerek heye. Lê welatiyên koç kirine û hatine li Efrînê bi cih bûne 7 salin di nava aramiyê de dijîn. Em ketina axa welatekî din li dijî zagonên navneteweyî dibînin. Kuştin ji ku dê bila bê em li dijî kuştinê ne. Em wekî rêgez li dijî hemû rêbaz û cureyê kuştinê ne. Em bi tu awayî şer qebûl nakin û em alîgirin ku bi rêbazên aştiyane pirsgirêk çareser bibin." 
 
TEVÎ HIQÛQA SER NAVNETEWEYÎ ÊRÎŞ DIDOMIN
 
Ondul, anî ziman ku li gorî hiqûqa mafên mirovan û li gorî hiqûqa navneteweyî êrîş li dijî qanunê ye. Li gorî peymana Cenevre divê sivîl bên parastin. Ji bo parastina sivîlan di hiqûqa navneteweyî de belge hatiye amadekirin ku mafê sivîlan bê parastin. Em wekî parazvanên mafên mirovan ji destpekê de li dijî şer in." 
 
'GER SIVÎL NEYÊN PARASTIN DIVÊ DADGEHA NAVNETEWEYÎ TÊKEVE MERIYETÊ
 
Ondul, ani ziman ku di şer de jî pîvan, rêgez û zagon heye û divê berî her tiştî sivîl bên parastin û wiha berdewam kir: "Di çar peymanên Cenevre yên xala 3'emîn de kuştina sivîlan qedexe dike. Li gorî vê xalê divê teqez sivîl bên parastin. Dîsa çekên qedexe hene. Ger ku ev zagon û hikûm bên îhlalkirin wê demê kesên ev xal îhlal kirine dê li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî bê darizandin. Ji ber vê yekê divê Dadgeha Ceza ya Navneteweyî têkeve meriyetê. 
 
‘SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ HUKMÊN XWE WINDA KIRINE'
 
Ondul, herî dawi bal kişand ser Neteweyên Yekbûyî (NY) û saziyên navneteweyî û wiha got: "Dema em li birhyara NY'ê ya agirbestê û bêdengiya rêxistinên navneteweyî dinerin, em dibînin ku NY û saziyên navneteweyî hukmên xwe winda kirine. Divê NY ji bo Guta ya Rojhilat û Efrînê ji nûve kom bibe û ji nûve biryara Agirbestê Îlan bike. Dive NY rê li pêş kuştina sivîlan bigire. " 

Sernavên din

20:37 Li Elbîstanê qeyda gelek hilbijêran tune ye
18:49 11 baro: Tiştek bê serê Baroya Amedê berpirsyar Soylu ye
18:46 OSO li Efrînê sivîlekî din kuştin
18:43 Temellî: Em dê wan tevî Torosê wan bavêjin çopa dîrokê
15:54 Gelê Avkevirê got 'Tamam'
15:53 Wesayîta welatî dibirin mitînga HDP’ê qulipî: Kesk mir û 4 kes birîndar bûn
15:08 ‘Di dema AKP’ê de 6 hezar û 400 jin hatin kuştin’
14:55 Îzmîr ji mîtînga Demirtaş re amade ye
14:28 Bi hezaran kes li Qendîlê dimeşin
14:13 Buldan: Em destûr nedin ku ev welat vegere salên 90'an
14:06 Rapora ÎHD û TÎHV: Di pêvajoya hilbijartinê de tenê îşkence li HDP’iyan kirin
14:01 Hatîmogullari: Em sindoqan dorpêç bikin û biparêzin
13:41 'Bila kes dînîtiya neçûna ser sindoqan û boykotê nekin'
12:50 Bakurê Sûriyê Serdema Neolotîk ronî dike
12:49 Yuksekdag bersiva Soylu da: Ew dîwarên te qet ne di xema me dene
12:48 Dayikên Aştiyê Emîne Şenyaşar ziyaret kirin
12:11 Kûçikên polîsan 35 mih kuştin
12:06 Li Agiriyê HDP dê bi 2 hezar kesan re sindoqan biparêzin
12:03 Malbatan ji bo çûna Îmraliyê cara 81’an serlêdan kirin
11:47 Jinên gotin 'Em ji sedî zêde ne" dê li sindoqan xwedî derkevin
11:39 Ji bo cerdevanên deng nadin AKP’ê gefa 'Em dê we bibin operasyonê'
11:17 Li Amedê, 74 sindoqên hatin veguhestin dibin mercekê dene
11:11 Demîrtaş: Li deng û sindoqan xwedî derkevin
10:52 Ji HDP'ê banga muşahîtan
10:38 ‘Di 25’ê Hezîranê dê rojek nû hilê’
10:19 Li dijî lîstik û hîleyên roja hilbijartinê baldar bin!
09:56 Aydin ê Dîroknas: Hemû Tirkiye deyndarê HDP'ê ye
09:31 Sariyildiz bang li gelê Şirnexê kir: Xwedî li sindoqan derkevin
09:31 Wan ji bo mîtînga fînalê amade ye
09:30 Divê hilbijêr hişyar bin: Bûyereke biçûk be jî divê ragihînin maseya krîzê
09:29 Dê li Şirnexê 8 hezar hilbijêran bibin ser sindoqan
09:29 ‘Got kurd im' û doza dengan kir, lê gundiyan ew qewirand
09:27 Dê şêniyên Şapatanê li ser sindoqê hesabê îşkenceyê bipirsin
09:26 Bilgen: Li Qersê bi ferqeke mezin partiya yekem HDP ye
09:26 ‘Nebêjin dengek e û tiştek jê dernayê, dengê xwe bi kar bînin'
09:00 ROJEVA 22'YÊ HEZÎRANA 2018'AN
08:14 Buldan: Tifaqa bi Çiller û Agar re tifaqa dijmantiyê ye
21/06/2018
20:24 Temellî ji bo Wezîrê Karê Hundurîn Soylû: Bûye makîneya derewan
17:26 Mêrdînî di herikin qada mitînga HDP’ê
17:20 Xwendekarên D.U’yê îxrackirina mamosteyê xwe şermezar kir
16:46 Endama Meclîsa HDP’ê Arîfe Çinar hat girtin
16:32 Li Hezexê trafo teqiya, 2 jê giran 3 kes birîndar bûn
16:15 Namzetên HDP’ê çûn serdana karkerên çandiniyê
16:15 Sindoqên 52 gundan birin gundên cerdevanan
15:42 Ferît Şenyaşar hat berdan
15:35 4 jinên bertek nîşanî AKP'iyan dan hatin binçavkirin
15:26 Demîrtaş: Gelê Kurd rastiya AKP'ê dît
15:24 Li dijî wesayîta Aydemîr ê HDP’î êrîş
15:09 ‘Hevjînê 40 salan, du zarokên ji çavên xwe sitirandin û kolanên bi xwîn ên Pirsûsê’
14:57 Bavê Leyla: Ji bo xwedê şîr bidin keça min