Ji bo Newrozê bang kirin: Em Stenbolê veguherînin Amedê

img

STENBOL- Nûnerên partiyên siyasî ku gotin "Ger em bikaribin Stenbolê veguherînin Amedê, em ê vê pêşveçûyîna neyînî rawestînin û moral, hêzê biafirînin" destnîşan kirin ku wê Newroza îsal bibe nîşaneya îtrazakirina pergala yekparêz, netewperest, unîter û faşîzan. 

Wê îsal li Stenbolê Newroz di 21'ê Adarê de bi dirûşmeya "Newroz berxwedan e, li dijî faşîzmê bihara gelan e" bê pîrozkirin. Amaedkariyên ku ji bo Newrozê hatin destpêkirin didomin. Ji bo Newrozê Serokê Giştî yê Partiya Şoreşgeran Mûsa Pîroglû û Hevberdevkê Partiya Keskan û Çepgir Nacî Sonmez jî bang kirin. 
 
'EM STENBOLÊ VEGUHERÎNIN AMEDÊ' 
 
Pîroglû diyar kir ku divê ew coşa ku jinan di 8'ê Adarê de da destpêkirin bi Newrozê bê tackirin. Pîroglû di pêvajoyeke wisa çewsîner de, wê Newroz bibe nîşaneya bihevrebûna têkoşîna hevpar a gelan û îtiraze li dijî pergalê. Pîroglû destnîşan kir ku wê Newroza îsal bibe nîşaneya îtirazkirina pergale yekparêz, netewperest, unîter û faşîzan a li welat tê ferzkirin. Pîroglû got: "Eger em Newrozê bi girseyî û coşeke mezin pêşwazî bikin, em ê karibin tirsê li ser girên Qesrê peyda bikin. Û bi vî awayî em ê axa derem a li ser xwe bavêjin. Newroza îsal leqayî pêvajoyeke zaf dîrokî tê." 
 
Pîroglû bang li hemû gelên bindest kir ku ew û gelên kurd mil bidin milê hevdu û ji bo Newrozê dakevin qadan. Pîroglû, bi lêv kir ku eger ew mil bidin milê hevdu, bi hev re li dijî pergalê derkevin û Stenbolê veguherînin Amedê ew ê rê li ber vê pêşveçûyîna neyînî bigirin, moral û hêzê biafirînin. 
 
'NEWROZ AGIRÊ AZADIYÊ YE' 
 
Sonmez jî destnîşan kir ku welat veguheriye nêvengeke rêveberiya awarte û ew di şert û mercên Rewşa Awarte de amadekariyên newrozê dikin. Sonmez, anî ziman ku Newroz ji bo gelan remz û cejnek e û got: "Li vê xakê Newroz agirê azadiyê ye. Pêvajoyeke ku gel bi hev re dijîn bi xwe ye. Ji ber vê yekê ye ku îktîdar jiyana bi hev re ya gelan tehamul nake. Di Newroza 2018'an de jî li Rojhlata Navîn û li Tirkiyeyê siyaseteke şerê navxweyî tê birêvebirin. Em hêvî dikin ku Newroz bibe roja aştî, edalet, wekhevî û azadiyê. Em ê di Newrozê de peyamên xwe yên têkoşîna bi hev re, wekhevî, aştî û biratiyê ragihînin hemû cîhanê û gelên Tirkiyeyê." 
 
Sonmez, destnîşan kir ku divê mirov tenê wekî agirê azadiyê li Newroza îsal nenêre, wekî pêvajoyeke ku Tirkiyeyê ber bi demokrasiyê ve bibe û rewşa heyî rawestîne bibîne. Sonmez got armanca wan ew e ku wekî kampanyaya 'Na'yê muaxlifên li Tirkiyeyê bi hemû reng û dengên xwe bi awayekî hevpar bitêkoşin û Newroz jî merheleyeke vê yekê ye. Sonmez, anî ziman ku ji ber vê ew ê wekî partî tev li hemû çalakiyên di vî warî de bibin û ji niha ve ew Newroza herkesî pîroz dikin. 
 
MA / Bilal Seçkin

Sernavên din

15:51 Heyeta Fransî li Agiriyê hat binçavkirin
15:48 Li Rûbarokê jin yekem car çûn ser sindoqan
15:06 Li Mûşê dîmenên dengdayîna komî derketin holê
15:05 Birîndarên êrîşa 5'ê Heziranê çûn ser sindoqan û deng dan
14:39 Xizmên Yildiz ê AKP'î li Pirsûsê HDP'î kêr kirin
14:06 Yildiz û xizmên xwe li 6 dibistanên Pirsûsê dengên blok bikar anîn
13:57 25 kîlo mîtro rê meşiyan û dengên xwe dan
12:52 Serokê YSK’ê ji bo Pirsûsê daxuyanî da
12:52 Buldan: Vê dibistanê oxir anî
12:46 Bi sedyeyê çû ser sindoqê
12:11 Li Stenbolê gel dibistanan naterikîne
11:56 Şaredarê AKP’î gef li peywîrdar û namzetê HDP’ê xwar
11:51 Dayik Emîne Şenyaşar deng da: Înşallah dê hilweşe û biçe
11:40 Li Şirnex, Cizîr û Nisêbînê gel diherike deng dayînê
11:31 Guven li girtîgehê û Ozturk li Agirî dengê xwe avêt
11:23 Akşener dengê xwe avêt: Hûn nikarin îrateya hur îtîraz bikin
11:14 Saçilik: Min dengê xwe ji bo hemû dayikên xemgîn bûne avêt
11:06 Demîrtaş li girtîgehê dengê xwe avêt: Encam dê pir xweş be
11:02 Şik dengê xwe da: Em ê ji vê mafayayê xelas bibin
11:00 Înce dengê xwe avêt: Ez dê êvarî li ber YSK’ê bim
10:54 Li Pirsûsê Yildiz ê AKP’î li ser kar e: HDP’iyan derb kirin û dengên blok bikaranîn
10:36 Gelê Amedê diherike ser sindoqan
09:51 Dayika 107 salî dengê xwe da
09:44 Hevserokê HDP'yê Temellî dengê xwe da
09:38 Cerdevanan peywirdarên sindoqan yên HDP’yî asteng kirin
09:16 Başak Demirtaş dengê xwe da: Dê gelek tişt biguherin
09:02 Dengdayinê destpê kir
08:53 Mezûnên MSGSU'yê: Em ê nehêlin ku me ji kelepûra me dûr bixin
08:52 Cotkar: Êdî em îdare nakin
08:52 ROJEVA 24'Ê HEZÎRANA 2018'AN
23/06/2018
17:27 Wê Bûldan li Sûltanbeyliyê dengê xwe bide
16:59 Wan bû lehî û herikî qada mîtîngê
15:36 AKP’îyên çûn serdana malbatên girtî yên HDP’î: Deng bidin bila bên berdan
15:26 Xwestin nexweşa Wernicke Korsakoffê Bulut bê berdan
15:17 24 sal berê çû qereqolê û carek din nehat
15:16 Îdîaya leşkerê bi zorê leşkertî dikir, întîxar kir
14:27 HDP, ji roja mezin re amade ye
14:26 Dayîkên Şemiyê: Bila hemû kes dengê ji bo edalet û demokrasiyê bidin
14:21 Bi deh hezaran kes ji bo Demîrtaş diherikin Qada Gundogduyê
13:50 Tirkiye di dîroka xwe de kampanyaya hilbijartinek wiha nedît
13:33 Bi deh hezaran Wanî ber bi qada mitîngê ve diherikin
13:20 YSK rojekê biryarê dide rojekê paşve dikişîne
13:12 Li Sîweregê, muxtar gefên ‘neyên ser sindoqan’ dixwe
13:08 HDP li Sêrtê du malbatên xisûmetî li hev anî
12:53 Çewlig ji hilbijartinê re amade ye
12:35 Welatiyê Sûrê: Li şûna di TOKÎ de bijîm ezê di konan de bijîm
12:34 ‘Divê gel dengên xwe biparêzin’
11:16 Parêzerê Pirsûsê: Bi parçekirina dîmenan bûyerê aloz dikin
11:15 Li Amedê 11 hezar û 500 kes dê sindoqan biparêzin
10:43 Li Îdirê 12 hezar hilbijêr dê bibin ser sindoqan