Bayindir: Muxalefet di meseleya kurdî de divê xwedî helwest be

AMED -  Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir mijarên di rojevê de yên têkildarî meseleya kurdî û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nirxandin û got muxalefet divê di warê çareserkirina meseleya kurdî ya bi rêyên demokratîk xwedî helwest be û muxatabên wê esas bigire. 
 
Partiya Heremên Demokratîk (DBP) ku di warê çareserkirina meseleya kurdî, yekîtîya neteweyî û azadîya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de bênavber xebatên xwe yên birêxistinkirinê xurt dike di demên dawî de li Dersim, Êlih, Edene û Îzmîrê jî avahiyên xwe yên rêxistinên bajaran vekirin. DBP hewl dide bi rêbazên nû bigihê armanca daniye ber xwe. Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir pirsên me yên li ser tecrîdê, zextên AKP-MHP'ê, polîtîkayên şer, qeyrana aborî û betalkirina parêzbendîya Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîzê bersivandin. 
Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan didome. Piştî Meşa Gemlîkê cardin hevdîtina bi malbatê û parêzeran heya 3 mehan hat qedexekirin. Armanc û peyama Meşa Gemlîkê çi bû?
 
Meşa Gemlîkê ku di 12'ê Hezîranê de hat li darxistin hem ji bo gelê me, hem ji bo hezên demokratîk ên Tirkiyeyê û di heman demê de jî ji bo desthilatdarê peyamine berfireh di xwe de hewandin. Ev demeke dûr û dirêj e ku li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tecrîdek giran heye. Desthilatdar di polîtikayên tecrîdê de israr dike. Armanca desthilatdarê ew e ku bi wan polîtkikayan hem li ser gelê kurd hem jî li ser hezên demokratîk ên Tirkiyeyê pergala xwe ava bike û wan têxe bin rejîma xwe. Dema em li pêvajoya niha dinêrên, em dibînin ku desthilat dixwaze bi wan polîtikayên tecrîdê deshilatdariya xwe dirêj bike  û bi vê re Tirkiyeyê xistiyê nava qeyraneke aborî û civakî. Di vê pevajoyê de Meşa Gemlîkê hat lidarxistin û tê de hat destnîşankirin ku çareserî bi birêz Ocalan pêkan e. Ev ji bo me pir girîng bû.
 
Piştî Meşa Gemlîke çapemenîya nêzî desthilatdarê û hin çapemenîyên "muxalif" nûçeyên wekî "dê Ocalan hevdîtinê bi malbata xwe re bike" belav kirin. Hûn vê yekê çawa dinirxînin?
 
Piştî Meşa Gemlîke qunciknûsên nêzî desthilata AKP'ê ne û çend qenalên dewletê hevdîtina li Îmralîyê nîqaş kirin. Lê ev ne ji bo me ne jî ji bo desthilata AKP'ê ne tiştekî nû ye. Em ji berê de jî dizanin ku ew desthilat kengî dikeve tengasiyê ji bo xwe xilas bike manîpulasyonên bi vî rengî dike. Gelek kes ji ber polîtikayên AKP'ê yên, şer, zext û tundiyan bêzar bûne û li hemberî desthilatdarê pir bi hêrs in. Desthilatdar jî êdî nikare çareseriyekê ji bo wan peyda bike û dixwaze bi van gotinên manîpulasyonî hêrsa wan nerm bike û bi vî awayî vê pevajoyê bi rê ve bibe. Em dikarin bi awayekî aşkere bêjin ku ne ji bo me ne jî ji bo raya giştî ya Tirkiyeyê tu qîmeta wan manîpulasyonan tune ye.
 
Dema em li helwasta birêz Ocalan a 23 salên li Îmraliyê dinêrin, tu car xwe li ser têkiliyên taktîkî, atmosferên hilbijartinê û çareseriya krîzên demkî negirtiye. Berovajî vê, helwesta xwe li ser azadî, wekhevî û pêşaroja gelê kurd û siberoja gelên bindest, hezên demokrasiyê yên Tirkiyeyê girtiye û her tim di pozîsyonek stratejik de rol lîstiye.
 
Hin derdor dinirxînin ku ev gotin amadekarîyên ji bo hilbijartinê ne. Hûn bi çi awayî şîrove dikin?
 
Rola birêz Ocalan di pîvana hilbijartinê de an jî di atmosfereke siyasî de ku desthilatdar bi awayekî yekalî ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne, tu car nayê nirxandin. Divê em diyar bikin ku bila kes nekeve vê xefika siyasî ya vê desthilatdariyê. Ji bo ku em bikaribin vê manîpulasyona desthilatdarê pûç bikin, rêyeke pir zelal heye. Yek, li Îmraliyê desthilatdar derî hiqûqê tev digere. Ji ber wê jî heke em bixwazên vê bêhiqûqiyê ji hole rakin, rêya wê rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan e û bi rêya hevdîtinê bi malbatê û parêzeran re ragihandina fikirên wî yên li ser krîza aborî, siyasî û civakî ne ku em bi salan e vî tiştî dibêjin. Ji bo ku em bikaribin pêşî li ber manîpulasyonên desthilatdarê bigirin divê em vê yekê bikin. Car caran derdorên muxalîf jî dibêjin, ‘Hevdîtinê bi Ocalan re dikin, kurd û desthilatdar li hev dikin.’ Ji bo ku em van gotinan jî ji holê rakin divê li hemberî desthilatdara ku derî hiqûqê tev digere em bi awayakî zelal qanûnan û hiqûqê biparêzin û ji bo pêkanîna van qanûnan gazî desthilatdarê bikin. Ger hiqûq pêk bê û malbat û parêzer karibin hevdîtinê bi birêz Ocalan re bikin, dê fikirên Ocalan bigihên raya giştî. 
 
Îro partiyên muxalîf ên Tirkiyeyê jî dikevin xafika manîpulasyona desthilatdarê. Em bi awayekî zelal hem ji gelê xwe re hem jî ji raya giştî ya Tirkiyeyê re dibêjin ku em vê yekê qebûl nakin. Di Meşa Gemlîkê de peyama herî girîng yek jî ew bû. Bi rastî her kes dikare li ser vê yekê polîtikayan bimeşîne. Bi taybetî jî em ji partiyên muxalîf ên Tirkiyeyê re dibêjin ku bila xwe ji lêgerina hiqûqî ya bi vî rengî xwe dûr nexin. Wekî din ew jî wê têkevin xafika deshilatdarê û manîpulasyonên wê. Em carek din destnişan dikin; di van manîpulasyonan de ne rola HDP'ê ne jî ya parêzerên birêz Ocalan heye. Ji me tu kes guh li van manîpulasyonên detshilatdarê nakin. 
 
DBP'ê li gelek bajaran avahiyên partîyê yên bajaran vekirin û li van deran xwe birêxistin dike. Hûn dikarin ji me re behsa xebatên xwe bikin? 
 
DBP, hem li aliyê Kurdistanê hem jî li Tirkiyeyê rêxistinên xwe mezin dike. Li Tirkiyeyê krîza siyasî heye, desthilatdar dixwaze bi polîtikayên zext, tundî û şerê taybet li gor xwe teşe bide civakê. Ji ber wê jî edî civak teng bûye û nikare bêhnê bistîne. Em DBP jî di siyeseta demokratîk de xwe wekî aktorê sereke û stratejik bi cih dikin. Di rewşeke bi wî rengî de hem li Kurdistanê hem jî li Tirkiyeyê ji bo rêyeke nû vebe û rêbazên demokrasiyê pêşve biçin pewistî bi siyaseta DBP'ê heye. Ji bo ku DBP bikaribe pêşî li ber siyaseta demokratîk veke û civak behnê bistîne me li bajar û navçeyên Kurdistanê rêxistinên xwe xurt kirin. Li Dersim û Mûşê me avahîyên xwe vekirin. Li Şirnex û Êlihê jî amadekariyên me berdewam dikin. Ji bo ku DBP di demeke nêz de li hemû bajarên Kurdistanê xwe bi rêxistin bike û ji bo civakê bibe nefes em bi heşmendiyek polîtîk xwe ji bo pevajoya nû amade dikin. Li Tirkiyeyê, Stenbol, Edene, Îzmîr û Enqerê me avahiyên xwe vekirin. Armanca me ew e ku li bajarên din jî avahiyan vekin û rêxistina xwe xurttir bikin.
 
Her wiha niha betalkirina parêzbendîya hevseroka Giştî Salîha Aydenîzê di rojevê de ye. Hûn vê çawa dinirxînin?
 
Helbet ew êriş û xwestina betalkirina parêzbendîya parlamenteriya hevseroka me Salîha Aydenîzê ji ber xebatên DBP'ê ne. Lê di heman demê de jî salvegera mirina Orhan Dogan bû jî. Di 2’yê Adara 1994’an de Orhan Dogan jî bi heman hişmendiya hatibû girtin. Di 4’ê Mijdarê de jî bi heman şiklî Fîgen Yuksekdag û Selahattin Demîrtaş jî di nav de parlementeriya gelek siyasetmedarên kurd hatibû betalkirin û hatibûn girtin. Ew pêvajo heta niha berdewam dike. Di bingeha betalkirina parlamenteriya hevseroka me Salîha Aydenîzê de de tasfiyekirina siysetmedarên kurd heye. Em bi aşkera dikarin bêjin ku desthilatdar ji bo ku siyaseta kurd, HDP û pekhateyên HDP'ê tasfiye bike operasyonên taybet dimeşîne. Wezareta Navxweyî bûye Wezareta şerê taybet. Bi wan operasyonên taybet dixwazin ku piraniya meclise tasfiye bikin. Înkarkirina siyaseta kurd di sala 1994’an de çawa bû niha jî wisa ye. Tu tiştek neguheriye. Lê ne Orhan Dogan di sala 1994’an de li hemberî wan polîtikayan serî tewand ne jî siyasetmedarên ku di 4’ê Mijdarê de hatin girin serî tewandin. Piştî Mûsa Farîsogûllari û Leyla Guven û dixwazin heman tiştî bînin serê Semra Guzel û Salîha Aydenîzê jî. Lê ew jî li hemberî vê heşmendiya tunehesibandinê serî natewînin. Ya ku winda dike demokrasiya Tirkiyeyê, pêşeroja gelên Tirkiyeyê ye.
 
Dê betalkirina parêzbendîya Aydenîz bibe sedema çi?
 
Ev êriş di heman demê de darbeya herî girîng e ku li jiyana hevpar a gelên Tirkiyeyê tê kirin. Meclîsa Tirkiyeyê îro dixwaze bibe zemîna tasfiyekirina kurdan. Encama ku ji vê were derxistin wê tenê bandorê li tevgera siyaseta kurd neke. Kî parlementoya Tirkîyeyê veguherandibe qada tasfiyekirinê ya darbeya sîyasî, tilîya kê di vê de hebe dê bandorê li hemûyan bike. Em bi aşkera dibêjin, dê vîna jiyana hevpar û temsîlkirina vîna gelê kurd a siyasî dê tu carî paş de gav neavêje. Berê jî êrişî me dikirin, lê her tim em ji berê bêtir xurt bûn û rabûn ser pêyan. Em dizanin ku piştgirî û îradeya kesên hêrsa wan li hemberî vê polîtîkaya tasfiyekirin û înkarkirinê kom bûye, gelekî xurt e. Polîtikaya tunehesibandin û tasfiyekirinê ku li ser Salîha Aydenîz tê meşandin, wê tu car negihêje armanca xwe.
 
Partiyên muxalif dema mijar dibe kurd piştgiriyê didin AKP-MHP. Hûn vê yekê çawa dinirxînin?
 
Dema em li bernameyên partiyên muxalif ên ku heta niha dane pêşiya xwe dinêrin, ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd ew jî wekî desthilata AKP-MHP difikirin. Ew di sînorên ku desthilatê jê wan re nîşan kiriye de siyasetê dimeşînin û piştgiriyê didin desthilatdarê. Cudatiya bîrdoziya partiyên muxalif û desthilatdar ji hev tune. Di mijarên rojane de hin cuda bûn hebin jî, lê di warê têkoşîna azadiya gelê kurd û çareseriya pirsgirêka kurd û wekheviya gelên Tirkiyeyê de ew jî wekî desthilatdar difikirin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên Tirkîyeyê bernameyên partiyên muxalif tune ne. 
 
Gelo nebûna bernameyeke muxalefetê ya ji bo mijarên sereke desthilatê xurt dike yan na?
 
Bernameyên partiyên muxalif û desthilata AKP-MHP'ê yên derbarê êrişên li ser Başûrê Kurdistanê û Rojavayê û pirsgireka kurd de wekî hev in. Ev yek jî bûye sedema rabûn hêrsa hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê û gelê kurd. Lê çawa ku desthilatdar bi polîtikayên şer têk çû û pirgireka kurd bi awayekî demokratîk, aştî û wekhevî çareser nekir, heke partiyên muxalif jî wekî desthilatdarê tevbigerin dê ew jî wekî wan têk biçin. Em her tim nirxandinên bi vî rengî digihînin partiyên muxalif, em dibêjin çareserîya ji pirsgirêka kurd bi awayekî vekirî hem bi raya giştî ya Tirkiyeyê re hem jî bi gelê kurd re parve bikin. 
 
Heke partiyên muxalif li hemberî polîtikayên desthilatdarê her tim îşaret bi hilbijartinê bikin wê di dawiyê de ew jî bibin wekî Muharem Înce ku gotibû, “Camêr bi serket.” Em ê bi dostên xwe re, bi taybetî jî bi gelê kurd re, ji bo careke din rewşeke bi vî rengî çênebe, çi ji destê me bê em ê bikin. Ji ber lawazbûna muxalefetê dibe ku AKP dîsa bibe desthilatdar. Em rewşeke bi vî rengî tu carî naxwazin. Ji  ber wê jî em 6 partiyên muxalif jî hişyar dikin. Îro desthilata AKP-MHP ji bilî polîtikayên şer tu tiştekî wehd nake. Partiyên muxalif jî ji bilî hişmendiya îtihatçiyan ku bi qetlîaman tên penasekirin tiştek wehd nake. Ne hişmendiya zordariya Abdûlhamid ku Erdogan wî temsîl dike ne jî hişmendiya komkojiyan îtihatçiyan nikarin pirsgireka kurd çareser bikin.
 
Hûn dikarin vê çareserîyê pênase bikin? 
 
Em bawer dikin ku çareserî rêya 3’yemîn e ku di HDP de bi awayekî aşkera hatiye zimên. Ji ber wê jî banga me ji bo hemû kesî ye ku li dora rêya 3’yemin bibin xelek. Rêya 3’yemîn bi awayekî aşkera diyar dike ku pirsgireka kurd, aborî û civakî dikare çareser bike. Wekî din hem çareseriyên ku desthilat pênase dike hem jî çareseriyên ku partiyên muxalif wan pênase dikin ne çareseriyên rastî ne. Raya giştî ya Tirkiyeyê jî vê yekê pir baş dizane.
 
Tirkiye li Amerîka, Swêd, Fînladnîya û Ewropayê li çareseriyê digere. Hûn vê yekê çawa pênase dikin? Bi rastî jî ma çareserî ev qas dûr e?
 
Em vê yekê dikarin di nirxandinên birêz Ocalan de yên di navbera 2013-2015’an de kiribûn bibînin. Ji bo vê yekê jî em bi awayekî zelal diyar dikin ku çareseriya pirsgirêka kurd, aborî, siyasî û civakî ne li NATO û YE'yê ye. Di vê çarçoveyê de banga me hem ji bo desthilatdarê hem ji bo partiyên muxalif hem jî ji bo hemû kesî ye ku ji  bo krîzên li Tirkîyeyê bên çareserkirin divê ewilî bi awayekî demokratik pirsgirêka kurd bê çareserkirin. Muxatab jî diyar in, rol û mîsyona Birêz Ocalan û Parlamentoya Tirkiyeyê muxatab in. Mîsyona HDP'ê ya muzakereyê û çareseriyî jî heye. Divê li ser vê bingehê, hişmendiyeke wisa em derxin holê. Çi dibe bila bibe, siyaseta qirkirinê û tunehesibandinê heta ku diçe bila biçe, em bi tecrûbeyan jî dizanin ku dawîya dawî her kes ê vegere ser vê rastiyê. Wê demê em dê bibinin ku çareserî li vî welatî ye. 
 
Israrkirina di neçareserîyê de di heman demê da bi zext û çewisandinên li ser çand û hunera kurdî û sîyaseta kurdan tê domandin...
 
Bi sedan sal e ji bo bişaftin û tunehesibandina çanda kurdan plansaziya Şarq Islehatê hat pêkanîn. Lê ew plan bi berxwedana kurdan têk çû. Desthilata AKP'ê bi guherandina navê gundên kurdan, parkan û hilweşandina peykerên hunermend, rewşenbîr û rêberên kurdan Plana Şerq Islahatê rojan dike. Desthilatdar bi van êrişan dixwaze ji nû ve vê vê plansaziyê bigihîne armanca wê. Komara Tirkiyeyê dikeve sedsala xwe ya duyemîn. Desthilatdar bi qirkirina kurdan dixwaze hişmendiya nijadperestî û tirkperestiyê di vê sedsale de nû bike û komarê li ser vê birdoziyê ava bike. Hişmendiya dewletê ya bi sedan salan, Plana Şerq Islehatê têk çû. Desthilata AKP-MHP'ê jî wekî ku tola têkçûyî hilde êriş dike. Lê em careke din dibêjin ku bi vî awayî hûn nikarin bigihên armancê. Helbet tevgera siyaseta kurd, hezên demokratîk, saziyên kurdan li hemberî vê yekê têdikoşin û wê bitêkoşin jî. Helbet siyaseta me, saziyên me û polîtikayên me wê bi ser bikevin. Wekî ku heta niha tu desthilatdarek nikaribû gelê kurd ji çand û zimanê wê dûr bixe, dê ev jî nikaribin. Ji ber wê bi awayekî zelal xuya ye ku ew polîtikayên desthilatdara AKP-MHP'ê wê tu carî nikaribin bigihejên armancê. 
 
AKP'ya ku 20 sal berê ji ber krîza aborî ya li welêt bû detshilatdar, niha tê payin ku bi krîza aborî jî biçe. Ev nêrînek çawa ye? Hûn çawa dinirxînin?
 
Helbet desthilata AKP'ê tenê bi sedema krîza aborî têk naçe. Divê li hemberî hişmendiya wan meriv bitêkoşê û hemû kes tev li vê têkoşînê bibe. Ancax em dikarin bi vî awayî vê desthilatdariyê têk bibin. Em her tim dubare dubare dibêjin ku bêyî bi vê yekê  rêya çareseriya vê desthilatdariye nîn e. Wekî din taloqkirina çareserîyên nû li bendemayîna têkçûna detshilatdarê xwexapandin e. Îro desthilata AKP-MHP'ê hezên dewletê û zordarî di nava dewletê de bi cih kiriye û hişmendiya xwe daye rûniştandin. Ji ber wê jî desthilata AKP-MHP bi rihetî têk naçe. Îro li Tirkiyeyê krîza aborî her diçe kûr dibe, bi mîlyonan kes hene ku bi birçîbûnê re rû bi rû mane. Ev yek hem di milê civakî de hem jî di milê sîyasî de feleketek mezin e. Helbet sedema wan feleketan hişmendiya AKP-MHP'ê ya şer e. Rastiyek heye ku desthilata AKP-MHP'ê dewlemendiya dewletê ya 100 salan û hemû dewlemendiya vî welatî ji bo şer bixerc kiriye û di şer de jî têk çûye. Heke AKP-MHP îro têk biçe jî partiya ku bibe desthilatdar zû, zû nikarê van krîzan çareser bike. Ji ber wê jî em bi israr dibêjin ku çareserî bi şer û înkarkirinê nabe, çareserî bi çareskirina pirsgirêka kurdî ya bi rêya muzakereyê pêkan e. 
 
Pêşnîyaza we çi ye? 
 
Îro sedema bêhiqûqîtiya di di burokrasiyê, bi sîyaseta şer a desthilata AKP-MHP'ê ve girêdayî ye. Desthilatdar dixwaze şer bidomîne û li nava civakê belav bike. Armanca desthilata AKP-MHP'ê ew e ku bi vî awayî desthilatdariya xwe bidomîne. Îro li Tirkiyeyê kesên paramîlîter derheqê civakê, siyaset û polîtikayê de xwedî gotin in. Di bingeha vê bêhiqûqîtiyê de israrkirina hişmendiya şer heye. Partiyên muxalif ku piştgiriyê didin vî şerî jî hevkarê vî sûcî ne. Heke kesên ku dixwazin vê ji vê krîz û felaketê rizgar bibin divê di destpêkê de dev ji vê siyaseta şer berdin û li rêya çareseriyê bigerin. Û li vî welatî li çareseriyê û muxatabên wê bigerin. Wekî din desthilatdarî biguhere jî lê hişmendiya înkarkirin, qirkirin û şer wê bidome. Divê hişmendiya vê siyaseta şer, tunehesibandinê û qirkirinê bê tasfiyekirin. Ev tenê ne pirsgirêka kurdan e, pirsgireka hemû kesên ku ketine etra pêşeroja vî welatî û dixwazin peşî şi ber vê yekê bigirin. 
 
Pirsgirêka krîza aboriyê jî têkildarî pirsgirêka kurd e. Li ber çava ye ku bê bi şer çareserkirina pirgirêka kurd Tirkiyeyê xistiye çi halî. Em di pêvajoyeke wisa de ne ku divê em bi hev re bitêkoşin. Yan na dê krîza aborî û siyasî çareser nebe. Û jixwe heya niha jî nehatiye çareserkirin.
 
MA / Mahmût Altintaş - Mujdat Can

Sernavên din

20:34 Erdogan, hevdîtin bi serokê AYM'ê re kir
20:09 Şaredariya AKP’î xweliya komirê rijand çem
19:37 DEM Partî û OHD çûn serdana Emîne Şenyaşarê
19:33 Jinan ji Amedê bang kir: Em ê li dijî feraseta serdest têbikoşin
19:31 Li Tokatê erdhej çêbû
16:16 Derket holê ku 5 stûnên hotêla 21 kes lê miribûn kêm bûn
16:01 Li Amedê qeza çêbû: 2 jê zarok 10 kes birîndar bûn
15:56 Di lêpirsîna ‘îhaleyê’ ya MEB’ê de 3 kes hatin binçavkirin
15:42 Peykerê jina ku Beyoglû yê AKP’î rakiribû jinûve hate danîn
15:17 Rêveberiya Xweser bi hikûmeta Şamê re hevdîtin kir
14:59 Qeyûmê Êlihê li pey xwe 3 milyar û 53 milyon û 970 hezar TL deyn hişt
14:59 Li Wanê ji bo mitînga herêmî ya 1’ê Gulanê bang hate kirin
14:45 Rêveberiya AKP’ê wesayitên şaredariyê ji hev kirine
14:36 Ji ber şopandina tacîza çawişê pispor gef li Baroya Şirnexê hatin xwarin
14:29 Di kolandina qaçax de 3 kesan jiyana xwe ji dest da
14:11 AKP’iyên bi dengên veguhestî hatin hilbijartin hevdu bi ‘karên qirêjî’ sûcdar kirin
14:10 Derbarê rojnamevan Gultekînê de biryara beraetê hate dayîn
12:56 Serokwekîlê koma CHP’ê yê nû diyar bû
12:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:47 Ji ber hezazê rêya di navbera Wan-Geverê de hate girtin
11:45 Talana AKP’iyan li ser bîllboardan hate teşhîrkirin
11:22 Salek cezayê hefsê û 17 hezar lîre cezayê pere li rojnamevan Yalçin hate birîn
11:05 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:00 Kolberek hate qetilkirin kolberek jî winda ye
10:52 Têkildarî tecrîda li Îmraliyê bi CPT’ê re hevdîtin hate kirin
10:37 Leşkerê ji ber êrişa zayendî hate girtin parastina ‘ez mirovekî rêzdar im’ kir
10:37 Turnuvaya Gulistan Dokuyê: Em ê li dijî şerê taybet dakevin sehayan
10:13 Di doza Remziye Bor de li benda biryara AYM’ê ne: Divê nebe dosyaya kiryarnediyar
10:04 Qeyûm ji bo mitînga Erdogan û diyariyan 8 milyon û 886 hezar lîre xerc kiriye
09:39 Axtamara bi biharê re xemilî
09:29 Ozûgûrlû: Roja ku çarenûsa vê erdnîgariyê ji aliyê mirovên vê erdnîgariyê ve bê diyarkirin wê pirsgirêk nemînin
09:23 Bertek nîşanî projeya 'zarokan' a MÎT'ê dan: Perwerde karê perwerdekaran e
09:06 Dê rojên ‘Diyaloga bi Ocalan re’ ya navneteweyî bên lidarxistin
09:04 Dayikên Aştiyê yên Êlihê: Çalakiya girtiyan peyama 'tevbigere' ye
09:03 Rojnamevan Oynaş: Li girtîgehê li hemberî zextan berxwedan zêde bûye
09:02 Rojnameger Silêman Ehmed 177 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:02 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 144 roj in di çalakiyê de ne
09:01 ROJEVA 18’Ê NÎSANA 2024’AN
08:53 Piştî erdhejê li Tokatê navber dan perwerdeyê
17/04/2024
22:55 Li Şengalê pîrozbahiyên Cejna Çarşema Serê Nîsanê
20:55 Êrişî Binarê Qendîlê hat kirin
20:30 Li Cenevreyê bang li CPT'yê kirin: Dawî li îşknecya tecrîdê biînin
19:06 Çalakiya Emîne Şenyaşarê di roja 78'emîn de didome
17:12 Di Doza Kobanê de kes nehate berdan
16:55 Deynên qeyûmê Misircê bi bilboardê ve hatin daliqandin
16:39 Sirri Sureya Onder di rûniştina Meclisê de aciz bû
16:17 Hizbullaha Lubnanê bakurê Îsraîlê bombebaran kir
16:12 Li Hezexê pîrozbahiya Cejna Çarşema Sor a rengîn
16:11 Bafil Talbanî: Dê hilbijartin di dema xwe de werin kirin
16:00 Qeyûm 2 roj berî hilbijartinê hemû qeydên kamerayan da jêkirin
15:52 Li Colemêrgê 3 herêm weke ‘herêma ewlehiya taybet’ hatin îlankirin
15:51 Serokê AKP’î 4 karan dikir: Ji kar hate girtin
15:50 Parêzer û malbata Abdullah Ocalan li KE’yê ne: Hûn dikarin vê bêhiqûqiyê rawestînin
15:28 Bi rojan e agahî ji Weliyê ku dîmenên wî yên îşkenceyê derketibûn holê nayê girtin
15:27 YSK’ê îtîrazên Hatay û Orduyê red kirin
15:20 Berdana Rozerîn Kalkanê 11 mehan hate taloqkirin
14:59 Li Wêranşarê cara ewil Çarşema Sor hate pîrozkirin
14:54 Li Sudanê pevçûn: 25 sivîl hatin kuştin
14:14 Erdogan: Desthilata tekane serokkomar e
13:46 Doza Kobanê: 13 siyasetmedarên girtî tev li danişînê nebûn
13:45 Li Ûmmanê lêhî: 18 kes jiyana xwe ji dest dan
12:54 Wezîr Işikhan: Di meha tîrmehê de dê mûçeya kêmtirîn nayê zemkirin
12:27 Gardiyan gef 'îşkenceyê' li girtiyên jin xwarin
11:12 Qedexekirina ‘Bêrûyê’ bêhiqûqî hate dîtin
10:49 Îsraîlê êrişî Xezayê kir: 18 kes jiyana xwe ji dest dan
10:39 Ji AYM’ê biryara ‘cilên yekreng’
10:24 Li Giyadînê Hevserokê DEM Partiyê hate binçavkirin
10:23 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Doza Kobanê dikare veguhere firsendeke dîrokî
10:16 KNK: Çarşema Sor jî xwedî taybetmendiyek dînî, civakî û dîrokî ye
09:10 Rojnameger Silêman Ehmed 176 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:08 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 143 roj in di çalakiyê de ne
09:06 Parêzer Kaya: Em ê ji bo Abdullah Ocalan serlêdanên nû bikin
09:04 Qeyûmên Mêrdînê 3 milyar û nîv TL deyn li dû xwe hiştin
09:02 Saziyên hiqûqê yên Rihayê: Bêhiqûqiya li girtîgehan pirsgirêka me hemûyan e
09:00 ROJEVA 17’Ê NÎSANA 2024’AN
08:56 Ketina Kato ji bo 15 rojan hate qedexekirin
16/04/2024
22:03 Ji jinan banga xweparastinê
19:24 Şenyaşarê tevî astengiya polîsan çalakiya xwe berdewam kir
19:22 YSK'ê îtîrazên ji bo 2 bajar, 11 navçe û 7 bajarokan red kir
18:09 Muhammed Orhan ê bûye remza berxwedana Wanê hate berdan
17:53 5 meh cezayê hefsê dan Leyla Guvenê
15:46 Li Amedê qezaya trafîkê: Mirî û birîndar hene!
15:32 Piştî hilbijartinê anketa nû: AKP li paş ket
15:04 Hamas: 33 hezar û 843 kes mirin
14:21 Banga 1’ê Gulanê: Em li dijî pergala bêedalet dakevin qadan
12:53 Hatîmogûllari: ‘Plana çokdanînê’ ya desthilatê têk çû
12:40 Danişîna doza 6 rojnamevanan hate taloqkirin
12:35 9'emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê dest pê dike
12:03 Dayika girtiyê çalakger: Daxwazên wan daxwazên me ne
11:41 Parêzeran ji bo Îmraliyê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
11:36 BÎSAM: Sînorê xizaniyê 57 hezar û 578 lîre ye
11:25 TEV-ÇAND: Hozan Sefkan bingeha eniya çand û hunerê ava kir
11:04 Li Stenbolê polîsan bi ser malan de girtin
11:02 Di Doza Kobanê de wê sibê rewşa girtinê ya girtiyan bê nirxandin
10:24 Di bihayê zêr de rekoreke nû
09:08 Celadet Elî Bedirxan wê li Stenbolê bê bibîranîn
09:07 Rojnameger Silêman Ehmed 175 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:04 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:01 Li Hewselê kedeke zêde, heqdesteke kêm
09:00 Li Wêranşarê dê Çarşema Sor bê pîrozkirin