Derewên fermî!

  • rojane
  • 16:16 4 Tîrmeh 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Walîtiya Wanê ji bo zarokê 4 salî yê li Taxa Karahîsarê hatiye kuştin got; “bi guleya li erdê vepeşî hatiye kuştin.” Van gotinên walîtiyê daxuyaniyê fermî yên derheqê Fatma Erkan, Komkujiya Basayê, Kemal Kurkut, Ugur Kaymaz, Şahîn Oner, Nîhat Kazanhan û gundiyên ji helîkopterê hatine avêtin bi bîr xist. 
 
Leşkerên artêşa tirk duh li Taxa Karahîsar a Seray a Wanê wesayîta penaberên afgan gulebaran kir. Di encamê de zarokekî 4 salî jiyana xwe ji dest da û 12 penaber jî birîndar bûn. Walîtiya Wanê piştî bûyerê daxuyaniyek da û îdia kir ku mînîbûsê guh neda “hişyariyê raweste” û leşkeran jî ji bo hişyarkirinê gule berdan tekerên wesayîtê. Bi domdarî walîtiyê îdia kir ku zarokê hatiye qetilkirin ji ber “guleya ji erdê vepeşiyayî” jiyana xwe ji dest daye. Lê belê di dîmenên ser medyaya civakî hatine parvekirin de xuya dike ku hinek kesên din jî ji ber van guleyên “ji erdê vepeşiyayîn” birîndar bûne. Walîtiyê ji bo bûyerê peyva “cihê xemgîniyê ye” bi kar anî û da zanîn ku derheqê berpirsyaran de lêpirsîna edlî û îdarî hatiye destpêkirin. 
 
ÎDIAYÊN MÎNA WÊ 
 
Îdiayên walîtiyên yên weke “guleya ji erdê vepeşiyayî” û “hişyariyê raweste” bi sala ye ji bo gelek bûyerên weke kuştin, îşkence û birîndarkirina jî tê bikaranîn û weke hincet tên nîşandan. Her wiha di bûyerên heman rengî de peyva “terorîst” dihat bikaranîn û bi ser bûyerê de digirtin. Lê belê dîmenên hatine bidestxistin, belge û îfadeyên şahidan gelek daxuyaniyên walîtiyan derewandin. Tevî vê yekê jî leşker, cerdevan û polîsên ku ev bûyer pêk anîn bi îdiayên weke “delîlên kêm” û “rewşa baş” cezayên herî biçûk digirin û ev sûcên wan tên nixûmandin. 
 
 
ZAROKÊ ‘TERORÎST’ Ê 11 SALÎ
 
Gelek bûyerên ku faîlên wan bi daxuyaniyên fermî hatine berovajîkirin û bi necezakirinê biencam bûyîn di salên 90’î de qewimîn. Fatma Erkan a 11 salî dema ku di sala 1995’an de li Mîdyad a Mêrdînê bi hevalên xwe re lîstik dilîst, hate qetilkirin û piştre weke “terorîst” hate ragihandin. Nêzî 20 sal piştre di wêneyekî de derket holê ku ji bo weke “pevçûn” derketibe were nîşandan, leşkeran çekeke kalaşnîkofê danîbûn ber rexê zarok Erkan. 
 
 
KOMKUJIYA BASAYÊ
 
Komkujiya Basayê ku 11 gundî di 15’ê çileya 1996’an de di mînîbûsekê de hatin gulebarankirin û piştre jî hatin şewitandin tenê yek ji van bûyeran e. Leşkeran di navbera 10-12’ê çileya 1996’an de bi ser gundên Çevrîmlî û Yataganê de girtin û 6 kes binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Tabûra Cendirmeyan a Şikeftiyan û bi îşkenceyên giran hatin qetilkirin. Di 15’ê çileyê de keyayê gundê Koçyurdê û cerdevan Mehmet Oner li cendirmeyan geriyan û jê re hat gotin ku kesên hatine binçavkirin dê werin berdan û ji bo vê jî mînîbûsek jê xwestin. Li ser vê yekê dema 11 kes li mînîbûsê siwar bûn û hatin navbera tabûr û gundê Koçyurduyê , wesayît hat sekinandin, gule lê hatin barandin û piştre jî hate şewitandin. 
 
Serfermandariya Giştî ya Artêşê îdia kir ku komkujiya 16’ê çileyê ji hêla PKK’ê ve hatiye kirin. Lê belê ÎHD û Koma Xebatê ya Kesên ji bo Aştiyê Hatin Ba Hev li cihê bûyerê lêkolîn kirin û diyar kirin ku komkujî ji hêla dewletê ve hatiye kirin. Doz birin DMME’yê û dadgehê bi sedema ku Tirkiyeyê derheqê bûyerê de lêpirsîneke baş nekiriye û mafên serlêdaneke baş a cihên peywendîdar a malbatan hatiye astengkirin, Tirkiye mehkûm kir. 
 
13 sal piştî komkujiyê jî ji wezîrên serdema sala 2009’an Adnan Ekmen diyar kir ku komkujî ji hêla JÎTEM’ê ve hatiye kirin. 
 
 
UGUR KAYMAZ: ÇEK DANÎN BER REXÊ WÎ
 
Yek ji sembolên zarokên ji hêla polîsan ve hatine qetilkirin jî zarokê bi navê Ugur Kaymaz ê 12 salî ye. Ugur Kaymaz di 21’ê mijdara sala 2004’an de li Qoser a Mêrdînê tevî bavê xwe Ahmet Kaymaz hate qetilkirin. Li pêşiya mala xwe hatin gulebarankirin û ji bedena Ugur Kaymaz 13 heb gule hatin derxistin. Ji bedena Ahmet Kaymaz jî 8 gule hatin derxistin. Piştî qetilkirina bav û kurê wî, leşkeran vêcarê jî çekek danîn rex Ugur Kaymaz û wêneyên wan kişandin. Ev wêneye bi ser navê “terorîst” hatin weşandin. Walîtiya Mêrdînê jî ji bo bûyerê got “terorîstên ku amadekariya çalakiyê dikirin.” Piştî ku aşkera bû yên hatine qetilkirin Ugur û bavê wî ne, yên ku îdiaya “terorîstiyê” dikirin hêj ji roja destpêkê ve xwe li bêdengiyê danîn. Di encama têkoşîna malbat û parêzerên wan de derheqê kujeran de lêpirsîn hate vekirin. Doz li Tirkiyeyê bi beraetê biencam bû û di sala 2014’an de DMME’yê ji ber dozê cezayê tazmînatê da Tirkiyeyê. Lê belê tevî biryara DMME’yê jî jinûvedarizandin dîsa çênebû. Dadgeha Makeqanûnê (AYM) jî ji bo biryara DMME’yê got “biryareke şîroveyê ye” û biryar red kir û rê li ber darizandinê kir. 
 
 
BARAN TURSUN
 
Ciwanê bi navê Baran Tursun ê 20 salî di 25’ê kanûna 2007’an de li Karşiyaka ya Îzmîrê ji hêla polîsan ve hate qetilkirin. Emniyetê di daxuyaniyê de îdia kir ku Tursun guh nedaye “hişyariya rawestînê.” Lê belê hevalên Tursun ên di wesayîtê de Emre Ozçelîk û Atîlla Dogan dan zanîn ku hişyariyeke wiha nehatiye kirin. Polîsê bersûc ê bi navê O.A. ku ji ber bûyerê hatibû girtin îdia kir ku bi zanebûn gule bernedaye, ji erdê tehisiye û demancaya wî bi teqezayî teqiyaye. Her wiha O.A. îdia kir ku tenê guleyek berdaye. Lê belê derket holê ku sê gule di wesayîtê de û yek jî di laşê Tursun de hatiye dîtin. Di qeydên bêtêlan de jî derket holê ku gule ji bo hişyariyê nehatiye berdan. Di encama darizandinê de polîsê bersûc ji ber “tunekirina delîlan” beraet kir û bi sedema “cînayet bi zanebûn nekiriye” tenê 2 sal û mehek cezayê hefsê lê hat birîn. Dadgeha Bilind jî ev ceza erê kir. 
 
 
ŞAHÎN ONER 
 
Di xwepêşandanên protestoyî yên di 10’ê sibata sala 2013’an yên li Semta Şehîtlîk a Yenîşehîr a Amedê polîsan êrişî girseyê kir û xwendekarê dibistana amadehî yê 19 salî Şahîn Oner qetil kir. Walîtiya Amedê derheqê mijarê de daxuyanî da û ev îdia kir; “kesekî dema hewl dida teqemeniya di destê xwe de biavêje jiyana xwe ji dest da ye.” Lê di pêşotopsiyê de wiha hat gotin; “Di encama qezaya wesayîtê de di bin wesayîtê de periçiye û miriye.” Ji bo polîsê ku bi panzerê Oner qetil kiribû tenê 4 sal û meh û 10 roj cezayê hefsê hate dayîn.
 
 
NÎHAT KAZANHAN
 
Di bûyerên 14’ê çileya 2015’an ên li Cizîr a Şirnexê de zarokê bi navê Nîhat Kazanci yê 12 salî bi çekê hate qetilkirin. Serokwezîrê demê Ahmet Davûtoglû derheqê bûyerê de ev agahî dabû: “Dixwazim li vir bi aşkerayî bibêjim; ev kes ji hêla karmendên me yên emniyetê ve nehatiye kuştin. Li wir ne destwerdaneke fiîlî û ne jî xaz nehatiye bikaranîn.” Wezîrê Karên Hundir ê wê demê Efkan Ala jî îdia kir ku polîsan li wir çek bi kar neanîne û got; “bi aşkerayî provakasyon hatiye kirin.” Lê belê dîmenên bûyerê derketin û xuya bû ku di encama gulebaranê de guleyek li serê Kazanhan dikeve û jiyana xwe ji dest dide. Di dîmenan de xuya bû ku polîs dema xazê diavêjin komê, zarok jî bi keviran bersivê didin û di van kêliyan de dengê çekan tê û Nîhat Kazanhan bi dengê çekan re dikeve erdê. 
 
 
ZAROKÊN FIRINVAN
 
Polîsên tîmên taybet di 12’ê tebaxa sala 2015’an de li Giyadîn a Agiriyê gule li firinê reşandin û di encama gulebaranê de Muhammed Aydemîr ê 15 salî û Orhan Aslan ê 16 salî hatin qetilkirin. Walîtiya Agiriyê derheqê mijarê de daxuyanî da û ev îdia kir; “du terorîst bi çekên xwe mirî hatine desteserkirin.” Lê belê piştre derket holê ku her du zarok jî rojane ji bo 10 lîreyan di firneyê de dixebitin. 
 
 
DÎMENAN EMNIYET DEREWÎN DERXIST
 
Polîsan di 18’ê cotmeha 2015’an de li Taxa Kuçukarmutlu ya Stenbolê bi ser mala Dîlek Dogan de girtin. Di dema serdegirtinê de polîsan xwest bi pêlavên xwe bikevin hundir û li ser vê yekê Dogan jê re got; “galoşan li pê xwe bikin û wisa bikevin hundir.” Di nîqaşa vê navberê derketî de polîsan guleyek li singê Dogan xist. 45 deqe piştî bûyerê ambûlans hate cihê bûyerê û Dogan rakirin nexweşxaneyê. Dogan hefteyekê di venihêrîna awarte de ma û di 25’ê cotmeha 2015’an de jiyana xwe ji dest da. Li ser vê yekê Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê daxuyaniye da û ev îdia kirin: “ (...) Di dema kar û barên lêgerînê de endamên malbatê arêşe derxist û ji endamên malbatê M.D. hewl da çeka ber polîsekê ji ber derxîne. Di dema vê arîşeyê de gule ji çekê derket û li singê Dîlek D. ket.” Lê belê demek piştre dîmenên ku emniyetê vedişartin derketin holê. Dîmenan jî daxuyaniya emniyetê vala derdixist. 
 
Bi sedema “bi zanebûn kuştin” û “alavên peywira cemaweriyê di sûc de bi kar aniye”, derheqê polîsê tîmên taybet ê bi navê Y.M. ku Dogan qetil kiribû de ji 20 salan heta 26 sal û nîvan cezayê hefsê dihat xwestin. Şandeya dadgehê di danişîna dozê ya di 17’ê adar 2017’an de bi sedema “daxistina ceza ya ji bo rewşa baş” û “bi zanebûn kuştin” 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê da kujer Y.M. Heke Dadgeha Bilind biryarê erê bike, kujer Y.M. dê tenê 45 rojan di girtîgehê de bimîne. 
 
 
 
KEMAL KURKUT 
 
Di Newroza 2017’an a Amedê de polîsan gule berda xwendekarê zanîngehê Kemal Kurkut û wî kuştin. Walîtiya Amedê îdia kiribû ku, “Kêr di destê wî de hebûye, bi gumana ku xwekuj e.” Lê belê rojnamevan Abdurrahman Gok kêlî bi kêlî wêneyên kuştina Kurkut girtibû û walîtiyê û polîsan derewandibû. Polîsê kujer hat beraetkirin û salek û 6 meh û 22 roj ceza li Gok hat birîn. 
 
 
ÎŞKENCEYA LI ŞAPATANÊ 
 
Li gundê Şapatana bi ser navçeya Şemzînana Colemêrgê ve di 6’ê tebaxa 2017’an de leşkeran û tîmên taybet bi ser gund de girtibû û bi komî gundiyan îşkence kiribûn. Walîtiya Colemêrgê têkildarî wê îşkenceyê jî îdia kiribû ku, “bi awayek li gorî hiqûqê hatine binçavkirin.” Lê belê şopa îşkenceyê ya li ser laşên gundiyan daxuyaniya walîtiyê derewand. 
 
 
WEALÎTIYÊ GOTIBÛ ‘QEZA’ 
 
Di 10’ê cotmeha 2017’an de ji Qereqola Durak a navçeya Şemzînanê leşkeran gule berdabû wesayîtekî û di encamê de Çetîn Başer hatibû kuştin û Kerimhan Zerender jî bi giranî birîndar bûbû. Walîtiya Colemêrgê wek “qeza” daxuyanî da û xwest ser bûyerê bigire. Lê bele ev daxuyaniya walîtiyê jî di destê wê de ma û malbata Başer ji Ajansa Mezopotamyayê re axivîbû û daxuyaniya walîtiyê derewandibû. 
 
RECEP HANTAŞ
 
Di 14’ê nîsana 2019’an de polîsan li taxa Şehîtlîkê ya Amedê li Parka Sumerê bi demançeyê êrişî Recep Hantaş ê ku kaxezan berhev dikir kiribû û wî kuştibûn. Walîtiya Amedê daxuyanî dabû û îdia kiribû ku Hantaş “li hişyariya raweste” guhdar nekiriye û wî wek “dizek” ragihandibû. Doz hat vekirin lê belê Dadgeha Amedê bi îdiaya ku nehatiye tespîtkirin Hantaş bi guleya kîjan demançeyê hatiye kuştin, polîsê kujer beraet kir. 
 
 
ALÎ EL HEMDAN 
 
Di 27’ê nîsana 2020’an de li Edeneyê polîsan gule berdabû karkerê tekstîlê Alî el Hemdan ê ji Sûriyê ku 18 salî bû û wî kuştibûn. Rojek pişt re polîsê kujer hat girtin. Piştî bûyer li ser çapemeniyê belav bû, Walîtiya Edeneyê daxuyanî dabû û îdia kiribû ku Hemdan guh nedaye hişyariya polîsan “raweste” û polîsan guleya hişyariyê berdaye û bi kazaen birîndar bûye û li nexweşxaneyê miriye. Lê paşê di dîmenan de derket holê ku polîsan wek kû îdia kiribûn neketiye erdê û ne jî çekê bi şaşî gule berdaye. 
 
 
DU WELATÎ JI HELÎKOPTERÊ HATIBÛN AVÊTIN! 
 
Di 11’ê îlona 2020’yan de li çoltera navçeya Şaxê ya Wanê leşkeran avêtibû ser gund û Servet Turgut (55) ê bavê 7 zarokan û Osman Şiban (50) ê bavê 8 zarokan kiribûn binçavan. Her du welatî ewilî li gund tên îşkencekirin û paşê jî wan li helîkopterê siwar dikin û dibin Wanê. Du roj şûnve derket holê ku her du welatî li Nexweşxaneya Wanê di beşa venêrîna awarte de tên ragirtin û dermankirin. 
 
Ajansa Mezopotamyayê bûyer vekola û derxist holê ku her du welatî ji helîkopterê hatine avêtin. Walîtiya Wanê daxuyanî da û xwest avêtina welatiyan a ji helîkopterê biderewîne. Lê paşê Ajansa Mezopotamya xwe gihand belgeyên nexweşxaneyên ku têde dihat gotin her du welatî ji helîkopterê hatine avêtin û ji raya giştî re rastî serwîs kir. Ajans di 17’ê îlonê de xwe gihand wêneyên her du welatiyan ku li nexweşxaneyê hatine girtin û belav kir. Servet Turgut ê 20 rojan li nexweşxaneyê hat dermankirin, jiyana xwe ji dest da. 
 
Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr ku îşkencekirin û avêtina her du welatiyan a ji helîkopterê ji raya giştî re ragihandin, di 6’ê cotmeha 2020’an de li gel rojnamevan Şehrîban Abî û Nazan Sala di serdegirtina malên xwe de hatin binçavkirin û paşê jî ji aliyê Dadgeha Wanê ve hatin girtin. Her çar rojnamevan piştî 6 mehan ji hefsê hatin berdan û di darizandinên paşê de hatin beraetkirin. 
 
 
ŞERALÎ DERELÎ
 
Di 29’ê cotmeha 2020’yan de li gundê Awyana bi ser navçeya Gevera Colemêrgê ve leşkeran gule li welatiyê bi navê Şeralî Derelî (61) reşandin û ew kukştin. Walîtiya Colemêrgê derbarê kuştina Derelî de daxuyanî da û îdia kir ku “li gorî mevzuatê” gule hatiye berdan. 
 
 
ÇETÎN KAYA
 
Welatiyê bi navê Çetîn Kaya di 29’ê mijdara 2021’an de li Stenbolê bi îdiaya ku guh nedaye hişyariya “raweste” hat kuştin. Walîtiya Stenbolê îdia kir ku guh nedaye banga rawestandinê û lewma hatiye kuştin. Walîtiyê îdia kir ku Çetîn Kaya li dijî polîsan jî derketiye. Paşê malbata wî bi rêya parêzerê xwe ragihandin ku ev daxuyaniya walîtiyê nerast e û piştî destê Kaya ji pişt ve tên kelemçekirin, di mesafeyek nêz de gule berdidin patika wî û wî dikujin. 
 
 
JI BO ZAROKÊN HATIBÛN KUŞTIN GOTIBÛN ‘TERORÎST’ 
 
Li bajarên wek Şirnex, Mêrdîn, Amed û Colemêrgê di serdemên qedexeya derketina derve de jî walîtî, qeymeqam û midûriyetên polîsan heman daxuyanî hatibûn dayîn. Van saziyên dewletê îdia kiribûn ku bûyer di encama “qeza”, “xeletî”, “şaşîtî”, “ranwestiyaye” de qewimîne û ji bo hin zarokên di wê serdemê de hatibûn kuştin, daxuyaniyên “terorîst” dabûn. 
 
 
MA / Azad Altay
 

Sernavên din

19/04/2024
22:16 Eleqeyeke zêde ji bo Mîhrîcana Şanoyê ya Şanoya Bajêr a Amedê
22:05 Ji DEM Partiyê bertek ji bo şandina mufetîşan
19:39 Şaredariya Serêkaniyê kargeha hilberînê vekir
19:37 Rapora Girtîgehên Anatolyaya NavîN. Herî kêm 42 girtiyan jiyana xwe ji dest daye
16:59 Halîse Aksoy ji girtîgehê derket: Dil û hişê min li ser girtîgehê ye
16:45 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 80’yan de ye
16:38 Di doza êrişê ya Dedeogûllari de cezayên kêm dan bersûcan
16:32 8 kesên binçavkirî hatin berdan
16:31 Di Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê de ‘Şanoya Başûr’ hat nirxandin
15:52 DEM Partiyê girtina Huda Kayayê bir rojeva Meclisê
15:47 Banga ‘bila girtîgehên bi ewlekariya bilind bên girtin’ hate kirin
15:25 Giliyê Tanjû Ozcan kirin
15:14 Sîteya 186 kesan lê jiyana xwe ji dest dayî qaçax hatiye çêkirin
15:05 Derbarê welatiyê got ku ‘Biaxive tu ji kû yî’ de lêpirsîn hate destpêkirin
14:55 Li Rihayê cînayeta kar
14:36 Ji Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê banga 1’ê Gulanê
14:26 Berdana Karataş ê 30 sal in girtî ye 6 mehan hate taloqkirin
14:19 Li navçeyê Tûşba û Artemêtê mirinên biguman
14:00 Li Sûriyeyê êrişa DAIŞ’ê: 28 leşker û milis mirin
13:46 Yildiz a di encama tundiya mêr de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
13:40 AYM’ê têkildarî belavkirina belavokan a li zanîngehan biryar da
12:16 Berî ku cenazeyê lawê xwe bigire jiyana xwe ji dest da
11:37 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:35 Li cihê karesata madenê lê pêk hat cenazeyê kesekî din hate dîtin
11:23 Talha Ç. li Konyayê dapîra xwe qetil kir
11:21 Li Egeyê bi pileya 4.5’ê erdhej çêbû
11:07 Di êrişa dewleta tirk de pêşmergeyekî jiyana xwe ji dest da
10:34 Hatîmogûllari: Encamên hilbijartinê hêviya me mezin kir
10:22 Li Bolûyê tundiya mêr: 2 kes hatin qetilkirin
10:21 Li ser îfadeyên îtîrafkaran daxwaza cezayê muebeda giran
10:00 Halîse Aksoy hate berdan
09:48 Çapemeniya DYA’yê: Îsraîlê li Îranê xist
09:47 ‘MEB bi projeyên cuda cemaet û îstîxbaratê têxe nava dibistanan’
09:30 Li çiyayên bilind ên Pasûrê dema giyayê Zuzaxê ye
09:28 Deynê Şaredariya Bajaroka Ziyaretê 36 milyon e: Xizmeta nehatiye kirin
09:15 Rojnameger Silêman Ehmed 178 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:10 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:09 Çalakgerên Nobeda Edaletê: Wê têkoşîn bidome
09:02 'Çareseriya pirsgirêkên sed salan paradîgmaya Neteweya Demokratîk e'
09:01 Mizgîndêrên biharê berfîn vekirin
09:00 ROJEVA 19’Ê NÎSANA 2024’AN
08:39 Endamên Komîsyona Îlîçê ya Meclisê di Rojnameya Fermî de ne
08:38 Li Kenyayê qezaya helîkopterê: Serfermandarê artêşê û 10 leşker mirin
08:28 Li dijî Kobanê bi SÎHA’yan êriş hate kirin
08:27 Amerîkayê endamtiya Filistînê ya NY’yê veto kir
18/04/2024
23:04 9’emîn Mihrîcana Şanoya Amedê dest pê kir
20:34 Erdogan, hevdîtin bi serokê AYM'ê re kir
20:09 Şaredariya AKP’î xweliya komirê rijand çem
19:37 DEM Partî û OHD çûn serdana Emîne Şenyaşarê
19:33 Jinan ji Amedê bang kir: Em ê li dijî feraseta serdest têbikoşin
19:31 Li Tokatê erdhej çêbû
16:16 Derket holê ku 5 stûnên hotêla 21 kes lê miribûn kêm bûn
16:01 Li Amedê qeza çêbû: 2 jê zarok 10 kes birîndar bûn
15:56 Di lêpirsîna ‘îhaleyê’ ya MEB’ê de 3 kes hatin binçavkirin
15:42 Peykerê jina ku Beyoglû yê AKP’î rakiribû jinûve hate danîn
15:17 Rêveberiya Xweser bi hikûmeta Şamê re hevdîtin kir
14:59 Qeyûmê Êlihê li pey xwe 3 milyar û 53 milyon û 970 hezar TL deyn hişt
14:59 Li Wanê ji bo mitînga herêmî ya 1’ê Gulanê bang hate kirin
14:45 Rêveberiya AKP’ê wesayitên şaredariyê ji hev kirine
14:36 Ji ber şopandina tacîza çawişê pispor gef li Baroya Şirnexê hatin xwarin
14:29 Di kolandina qaçax de 3 kesan jiyana xwe ji dest da
14:11 AKP’iyên bi dengên veguhestî hatin hilbijartin hevdu bi ‘karên qirêjî’ sûcdar kirin
14:10 Derbarê rojnamevan Gultekînê de biryara beraetê hate dayîn
12:56 Serokwekîlê koma CHP’ê yê nû diyar bû
12:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:47 Ji ber hezazê rêya di navbera Wan-Geverê de hate girtin
11:45 Talana AKP’iyan li ser bîllboardan hate teşhîrkirin
11:22 Salek cezayê hefsê û 17 hezar lîre cezayê pere li rojnamevan Yalçin hate birîn
11:05 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:00 Kolberek hate qetilkirin kolberek jî winda ye
10:52 Têkildarî tecrîda li Îmraliyê bi CPT’ê re hevdîtin hate kirin
10:37 Leşkerê ji ber êrişa zayendî hate girtin parastina ‘ez mirovekî rêzdar im’ kir
10:37 Turnuvaya Gulistan Dokuyê: Em ê li dijî şerê taybet dakevin sehayan
10:13 Di doza Remziye Bor de li benda biryara AYM’ê ne: Divê nebe dosyaya kiryarnediyar
10:04 Qeyûm ji bo mitînga Erdogan û diyariyan 8 milyon û 886 hezar lîre xerc kiriye
09:39 Axtamara bi biharê re xemilî
09:29 Ozûgûrlû: Roja ku çarenûsa vê erdnîgariyê ji aliyê mirovên vê erdnîgariyê ve bê diyarkirin wê pirsgirêk nemînin
09:23 Bertek nîşanî projeya 'zarokan' a MÎT'ê dan: Perwerde karê perwerdekaran e
09:06 Dê rojên ‘Diyaloga bi Ocalan re’ ya navneteweyî bên lidarxistin
09:04 Dayikên Aştiyê yên Êlihê: Çalakiya girtiyan peyama 'tevbigere' ye
09:03 Rojnamevan Oynaş: Li girtîgehê li hemberî zextan berxwedan zêde bûye
09:02 Rojnameger Silêman Ehmed 177 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:02 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 144 roj in di çalakiyê de ne
09:01 ROJEVA 18’Ê NÎSANA 2024’AN
08:53 Piştî erdhejê li Tokatê navber dan perwerdeyê
17/04/2024
22:55 Li Şengalê pîrozbahiyên Cejna Çarşema Serê Nîsanê
20:55 Êrişî Binarê Qendîlê hat kirin
20:30 Li Cenevreyê bang li CPT'yê kirin: Dawî li îşknecya tecrîdê biînin
19:06 Çalakiya Emîne Şenyaşarê di roja 78'emîn de didome
17:12 Di Doza Kobanê de kes nehate berdan
16:55 Deynên qeyûmê Misircê bi bilboardê ve hatin daliqandin
16:39 Sirri Sureya Onder di rûniştina Meclisê de aciz bû
16:17 Hizbullaha Lubnanê bakurê Îsraîlê bombebaran kir
16:12 Li Hezexê pîrozbahiya Cejna Çarşema Sor a rengîn
16:11 Bafil Talbanî: Dê hilbijartin di dema xwe de werin kirin
16:00 Qeyûm 2 roj berî hilbijartinê hemû qeydên kamerayan da jêkirin
15:52 Li Colemêrgê 3 herêm weke ‘herêma ewlehiya taybet’ hatin îlankirin
15:51 Serokê AKP’î 4 karan dikir: Ji kar hate girtin
15:50 Parêzer û malbata Abdullah Ocalan li KE’yê ne: Hûn dikarin vê bêhiqûqiyê rawestînin
15:28 Bi rojan e agahî ji Weliyê ku dîmenên wî yên îşkenceyê derketibûn holê nayê girtin