Parêzer Çakmak: Heta tecrîd ranebe aloziya li Tirkiyeyê xelas nabe

  • rojane
  • 09:59 24 Gulan 2022
  • |

STENBOL – Parêzer Serhat Çakmak diyar kir ku weke xelekekê, hemû krîzên siyasî, civakî û aborî bingeha xwe ji tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan digirin û wiha got: “Heta ku tecrîd bi dawî nebe, aloziyên Tirkiyeyê xelas nabin û pirsgirêk çareser nabin.” 

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku bi komployeke navneteweyî hate girtin, ev 23 sal in li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên tecrîdê de tê ragirtin. Ocalan, herî dawî di 7’ê tebaxa sala 2019’an de bi parêzerên xwe re hevdîtin kir. Di 25’ê adara 2021’an de jî li ser telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivî ku ev axaftin jî di nîviyê de hatibû qutkirin. Ji wê rojê ve tu agahî ji Ocalan nayên girtin. 
 
Tevahiya serlêdanên ku parêzerên Buroya Hiqûqa Sedsalê bi daxwaza hevdîtinê dikin, bêencam dimînin. Daxwaza hevdîtinê ya malbat û parêzerên Ocalan, di demên dawî de bi biryarên “Cezayên disiplînê” tên astengkirin. Ji parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Serhat Çakmak têkildarî tecrîda girankirî bi ajansa me re axivî. 
ASTENGIYÊN KEYFÎ
 
Parêzerê Çakmak anî ziman ku tu aliyekî hiqûqî yê tecrîdê nîne û sepaneke siyasî ye. Çakmak, da zanîn ku piştî Ocalan radestî Tirkiyeyê hatiye kirin têgeheke weke tecrîdê derketiye holê û wiha got: “Ev rewş li gorî rewşa polîtîk diguhere. Tecrîd, girêdayî geşedanên di siyasetê de ne. Desthilatdarî dema hewl dide planên xwe pêk bîne rê dide serdanan. Di Qanûna Înfazkirina Cezayan de kesê ku cezayê ‘muebbeta giran’ lê hatiye birîn jî mafê wî heye ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinan bike. Lê sepanên li Îmraliyê bi keyfî tên kirin.” 
 
‘BIRYARÊN DISIPLÎNÊ DÛRÎ AQIL IN’
 
Bi domdarî Çakmak bal kişand ser biryarên “disiplînê” yên di demên dawî de û ev tişt anî ziman: “Biryarên disiplînê, biryarên dûrî aqil in. Ev biryar di mewzûatê de nînin. Hempîşeyên me ji xwe serlêdanên hiqûqî yên pêwîst dikin. Lê ya girîng ew e ku Qanûna Bingehîn (AYM) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî bersivê nadin van serlêdanan. Serlêdanên ku zêdetirî 10 sal berê hatine kirin, hêj di asta DMME’yê de ne lê biryarek nayê dayîn. Di vê mijarê de em dibînin ku hem AYM û hem jî DMME saziyên polîtîk in û li gorî pêvajoyan tevdigerin.”
 
DARAZ BI ROLA ‘QASID’ RADIBE
 
Çakmak, got ku di mijara tecrîdê de dewlet li gorî bername û polîtîkayekê tevdigere û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hemû dinya baş bi girîngiya birêz Ocalan a li Rojhilata Navîn û ya polîtîk dizane. Naxwazin peyamên wî bigihijin gel. Ji bo vê hiqûqê jî weke amûrekî bi kar tînin. Şaxên darazê, alîkariyê dide ku bernameya dewletê ya têkildarî birêz Ocalan pêk bîne. Dibe ku bernameyeke dewlet û hikûmetê ya ji bo birêz Ocalan hebe. Lê divê dadgehên ku ji xwe re dibêjin serbixwe û bêalî nebin amûrên wan. Hiqûqê jî bi awayekî veşarî ev tiştên ku hikûmetê kirine erê kir. Ev yek dê di demên pêş de rêli ber encamên jêneveger veke.” 
 
VEGUHERIYE ÎŞKENCEYÊ 
 
Di berdewamê de Çakmak anî ziman ku binpêkirina mafên bingehîn ên Ocalan veguherîne îşkenceyê û wiha dom kir: “Derheqê van cezayên disiplînê de agahiyê jî nadin parêzeran. Ev sepan tevek jî ne li gorî qanûnan e. Me gelek caran got ku ev tecrîda girankirî ya li ser Ocalan dê li seranserî welêt berbelav bibe. Tecrîd, bûye polîtîkaya dewletê. Êdî ferqa derve û hundir nema ye. Ne tenê li dadgehan lê di her qadên jiyanê de em rastî tecrîdê tên. Mafên birêz Ocalan tên astengkirin û divê kesek li dijî vê bêdeng nemîne. Divê hiqûqnas xwe bêdeng nekin.”
 
‘EM Ê LI DIJÎ WÊ BISEKININ’ 
 
Herî dawî jî parêzer Çakmak ev tişt anî ziman: “Derdorên muxalîf û hiqûqnas û aktîvîstên ku têkildarî mafên mirovan xebatan dimeşînin, li dijî tecrîdê ne. Divê rayedarên payebilind jî li dijî tecrîdê derkevin. Ji dîroka komarê ve her tim heman sepan di meriyetê de bûn. Carnan dem tê ew bi xwe dibin muxatabên van sepanan. Amûrên hiqûqî li gorî bîrdoziya fermî ya dewletê şêweyê xwe diguherînin. Dadgehên ewlekariyê yên dewletê ku sepana kemalîzmê bû, hêj di meriyetê de ne. Tenê nav guherî ye. Kî dibe bila bibe dema rastî van sepanan hat, em ê li dij derkevin. 
 
DIVÊ BI BIRYARÊN DMME’YÊ BIKE
 
Ji bo bidawîkirina tecrîdê me bi gelek rêxistinên civaka sivîl re serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê da. DMME dibêje ku cezayê muebbeta giran ne cezayekî însanî ye û biryar da ku divê ev kes di demên piştre de bên berdan. Lê Tirkiye bi vê biryarê nake. Ev biryar ji bo birêz Ocalan nakeve meriyetê. Heke birêz Ocalan nebûya, heta niha teqez ev biryar biketa meriyetê. Ji ber birêz Ocalan ditirsin ku di qanûnên xwe de hinek sererastkirinan bikin. Komîteya Wezîran herî dawî ev mijar girt rojeva xwe û ji Tirkiyeyê pirsî bê ka di vê mijarê de çi kiriye. DMME jî li gorî rewşa polîtîk tevdigere û nakeve nava hewldanan. Dibe ku ev mijar di demên pêş de ji rojeva Komîteya Wezîran bê xistin. Lê di halê hazir de rêya hiqûqî ya herî bibandor ev e. Ji ber ku li holê biryara DMME’yê heye û divê bi vê biryarê bikin. Ji bo ku bi vê biryarê bikin, çi ji destê me were em ê bikin. Heke li gorî biryarên DMME’yê tevbigerin, birêz Ocalan li gorî hiqûqê dikare azad bibe. Heke Tirkiye bi biryaran neke, dibe ku ji Konseyê bê avêtin. Ji ber biryarên Kavala û Demîrtaş ji xwe ber bi pêvajoyeke wiha ve diçe. Di demên berê de Azerbaycanê jî heman tişt kiribû lê neçar ma ku paşde gav biavêje. Tirkiye jî li ber pêvajoyeke wiha ye. 
 
PIRSGIRÊKA HERÎ MEZIN TECRÎD E
 
Di salên 2013-2015’an de me dît ku dema tecrîda li ser birêz Ocalan heta astekê tê rakirin, li Tirkiyeyê gelek tişt diguherin. Di wan salan de welêt, ji demsala havînê derbasî demsala biharê bû. Civaka me ji her alî ve hate ba hev, ji xweseriya demokratîk heta otonomiyê, ji mafên siyasî yên kurdan heta mafê perwerdeya bi zimanê dayikê, gelek tişt hatin nîqaşkirin. Ev tevek jî bi saya hevdîtinên bi birêz Ocalan re çêbûn. Wê demê me girîngî û hêza birêz Ocalan a li nava civaka Tirkiyeyê, Rojhilata Navîn û cîhanê dît. Her wiha me dît bê ka dema hevdîtin tên qedexekirin, krîza aborî derdikeve, rewşenbîr ji welêt derdikeve, civaka dilnerehet dibe û hwd. Divê siyaset vê rastiyê bibîne û dîsa bi Îmraliyê re dest bi hevdîtinan bike. Yek ji astengiyên herî mezin ên li pêşiya demokratîkbûna Tirkiyeyê, tecrîde. Aloziya civakî kûrtir dibe. Heta tecrîd ranebe, ne ev welat demokratîk dibe û ne jî aborî dikare bi ser xwe ve were. Ev tevek jî mîna xelekên zincîrê girêdayî hev in.”
 
MA/ Mehmet Aslan
 

Sernavên din

10:34 Hatîmogûllari beriya civîna Meclisa Jinan a DEM Partiyê daxuyaniyê dide | ZINDÎ
10:22 Li Bolûyê tundiya mêr: 2 kes hatin qetilkirin
10:21 Li ser îfadeyên îtîrafkaran daxwaza cezayê muebeda giran
10:00 Halîse Aksoy hate berdan
09:48 Çapemeniya DYA’yê: Îsraîlê li Îranê xist
09:47 ‘MEB bi projeyên cuda cemaet û îstîxbaratê têxe nava dibistanan’
09:30 Li çiyayên bilind ên Pasûrê dema giyayê Zuzaxê ye
09:28 Deynê Şaredariya Bajaroka Ziyaretê 36 milyon e: Xizmeta nehatiye kirin
09:15 Rojnameger Silêman Ehmed 178 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:10 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:09 Çalakgerên Nobeda Edaletê: Wê têkoşîn bidome
09:02 'Çareseriya pirsgirêkên sed salan paradîgmaya Neteweya Demokratîk e'
09:01 Mizgîndêrên biharê berfîn vekirin
09:00 ROJEVA 19’Ê NÎSANA 2024’AN
08:39 Endamên Komîsyona Îlîçê ya Meclisê di Rojnameya Fermî de ne
08:38 Li Kenyayê qezaya helîkopterê: Serfermandarê artêşê û 10 leşker mirin
08:28 Li dijî Kobanê bi SÎHA’yan êriş hate kirin
08:27 Amerîkayê endamtiya Filistînê ya NY’yê veto kir
18/04/2024
23:04 9’emîn Mihrîcana Şanoya Amedê dest pê kir
20:34 Erdogan, hevdîtin bi serokê AYM'ê re kir
20:09 Şaredariya AKP’î xweliya komirê rijand çem
19:37 DEM Partî û OHD çûn serdana Emîne Şenyaşarê
19:33 Jinan ji Amedê bang kir: Em ê li dijî feraseta serdest têbikoşin
19:31 Li Tokatê erdhej çêbû
16:16 Derket holê ku 5 stûnên hotêla 21 kes lê miribûn kêm bûn
16:01 Li Amedê qeza çêbû: 2 jê zarok 10 kes birîndar bûn
15:56 Di lêpirsîna ‘îhaleyê’ ya MEB’ê de 3 kes hatin binçavkirin
15:42 Peykerê jina ku Beyoglû yê AKP’î rakiribû jinûve hate danîn
15:17 Rêveberiya Xweser bi hikûmeta Şamê re hevdîtin kir
14:59 Qeyûmê Êlihê li pey xwe 3 milyar û 53 milyon û 970 hezar TL deyn hişt
14:59 Li Wanê ji bo mitînga herêmî ya 1’ê Gulanê bang hate kirin
14:45 Rêveberiya AKP’ê wesayitên şaredariyê ji hev kirine
14:36 Ji ber şopandina tacîza çawişê pispor gef li Baroya Şirnexê hatin xwarin
14:29 Di kolandina qaçax de 3 kesan jiyana xwe ji dest da
14:11 AKP’iyên bi dengên veguhestî hatin hilbijartin hevdu bi ‘karên qirêjî’ sûcdar kirin
14:10 Derbarê rojnamevan Gultekînê de biryara beraetê hate dayîn
12:56 Serokwekîlê koma CHP’ê yê nû diyar bû
12:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:47 Ji ber hezazê rêya di navbera Wan-Geverê de hate girtin
11:45 Talana AKP’iyan li ser bîllboardan hate teşhîrkirin
11:22 Salek cezayê hefsê û 17 hezar lîre cezayê pere li rojnamevan Yalçin hate birîn
11:05 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:00 Kolberek hate qetilkirin kolberek jî winda ye
10:52 Têkildarî tecrîda li Îmraliyê bi CPT’ê re hevdîtin hate kirin
10:37 Leşkerê ji ber êrişa zayendî hate girtin parastina ‘ez mirovekî rêzdar im’ kir
10:37 Turnuvaya Gulistan Dokuyê: Em ê li dijî şerê taybet dakevin sehayan
10:13 Di doza Remziye Bor de li benda biryara AYM’ê ne: Divê nebe dosyaya kiryarnediyar
10:04 Qeyûm ji bo mitînga Erdogan û diyariyan 8 milyon û 886 hezar lîre xerc kiriye
09:39 Axtamara bi biharê re xemilî
09:29 Ozûgûrlû: Roja ku çarenûsa vê erdnîgariyê ji aliyê mirovên vê erdnîgariyê ve bê diyarkirin wê pirsgirêk nemînin
09:23 Bertek nîşanî projeya 'zarokan' a MÎT'ê dan: Perwerde karê perwerdekaran e
09:06 Dê rojên ‘Diyaloga bi Ocalan re’ ya navneteweyî bên lidarxistin
09:04 Dayikên Aştiyê yên Êlihê: Çalakiya girtiyan peyama 'tevbigere' ye
09:03 Rojnamevan Oynaş: Li girtîgehê li hemberî zextan berxwedan zêde bûye
09:02 Rojnameger Silêman Ehmed 177 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:02 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 144 roj in di çalakiyê de ne
09:01 ROJEVA 18’Ê NÎSANA 2024’AN
08:53 Piştî erdhejê li Tokatê navber dan perwerdeyê
17/04/2024
22:55 Li Şengalê pîrozbahiyên Cejna Çarşema Serê Nîsanê
20:55 Êrişî Binarê Qendîlê hat kirin
20:30 Li Cenevreyê bang li CPT'yê kirin: Dawî li îşknecya tecrîdê biînin
19:06 Çalakiya Emîne Şenyaşarê di roja 78'emîn de didome
17:12 Di Doza Kobanê de kes nehate berdan
16:55 Deynên qeyûmê Misircê bi bilboardê ve hatin daliqandin
16:39 Sirri Sureya Onder di rûniştina Meclisê de aciz bû
16:17 Hizbullaha Lubnanê bakurê Îsraîlê bombebaran kir
16:12 Li Hezexê pîrozbahiya Cejna Çarşema Sor a rengîn
16:11 Bafil Talbanî: Dê hilbijartin di dema xwe de werin kirin
16:00 Qeyûm 2 roj berî hilbijartinê hemû qeydên kamerayan da jêkirin
15:52 Li Colemêrgê 3 herêm weke ‘herêma ewlehiya taybet’ hatin îlankirin
15:51 Serokê AKP’î 4 karan dikir: Ji kar hate girtin
15:50 Parêzer û malbata Abdullah Ocalan li KE’yê ne: Hûn dikarin vê bêhiqûqiyê rawestînin
15:28 Bi rojan e agahî ji Weliyê ku dîmenên wî yên îşkenceyê derketibûn holê nayê girtin
15:27 YSK’ê îtîrazên Hatay û Orduyê red kirin
15:20 Berdana Rozerîn Kalkanê 11 mehan hate taloqkirin
14:59 Li Wêranşarê cara ewil Çarşema Sor hate pîrozkirin
14:54 Li Sudanê pevçûn: 25 sivîl hatin kuştin
14:14 Erdogan: Desthilata tekane serokkomar e
13:46 Doza Kobanê: 13 siyasetmedarên girtî tev li danişînê nebûn
13:45 Li Ûmmanê lêhî: 18 kes jiyana xwe ji dest dan
12:54 Wezîr Işikhan: Di meha tîrmehê de dê mûçeya kêmtirîn nayê zemkirin
12:27 Gardiyan gef 'îşkenceyê' li girtiyên jin xwarin
11:12 Qedexekirina ‘Bêrûyê’ bêhiqûqî hate dîtin
10:49 Îsraîlê êrişî Xezayê kir: 18 kes jiyana xwe ji dest dan
10:39 Ji AYM’ê biryara ‘cilên yekreng’
10:24 Li Giyadînê Hevserokê DEM Partiyê hate binçavkirin
10:23 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Doza Kobanê dikare veguhere firsendeke dîrokî
10:16 KNK: Çarşema Sor jî xwedî taybetmendiyek dînî, civakî û dîrokî ye
09:10 Rojnameger Silêman Ehmed 176 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:08 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 143 roj in di çalakiyê de ne
09:06 Parêzer Kaya: Em ê ji bo Abdullah Ocalan serlêdanên nû bikin
09:04 Qeyûmên Mêrdînê 3 milyar û nîv TL deyn li dû xwe hiştin
09:02 Saziyên hiqûqê yên Rihayê: Bêhiqûqiya li girtîgehan pirsgirêka me hemûyan e
09:00 ROJEVA 17’Ê NÎSANA 2024’AN
08:56 Ketina Kato ji bo 15 rojan hate qedexekirin
16/04/2024
22:03 Ji jinan banga xweparastinê
19:24 Şenyaşarê tevî astengiya polîsan çalakiya xwe berdewam kir
19:22 YSK'ê îtîrazên ji bo 2 bajar, 11 navçe û 7 bajarokan red kir
18:09 Muhammed Orhan ê bûye remza berxwedana Wanê hate berdan
17:53 5 meh cezayê hefsê dan Leyla Guvenê