Ne yên zindanê, muebbedên Çand û Folklora Kurdî ne!

img

AMED - Pirtûka "Çand û Folklora Kurdî" ya Ehmed Tekîn, ji Weşanxaneya Aryen derket. Ehmed Tekîn, di encama xebata 30 salan û lêkolîna bi hezaran materyalan de pirtûka xwe amade kir û hêviya wî ew e ku ev berhem ji bo parastina folklora kurdî bibe deriyek.

Weşanxaneya Aryen, berhemên nû digihîjîne ber destên xwînerên xwe. Weşanxaneya ku heya niha gelek berhemên zindaniyan çap kiriye niha jî pirtûka bi navê "Çand û Folklora Kurdî" ya Ehmed Tekîn ê zindanî derxist. Pirtûka Ehmed Tekîn, di şert û mercên dijwar û kêmderfetî yên zindanê de encama daneheveke teorîk û pratîk a salan e. Çanda kurdî bi têkoşîna azadî û berxwedanê watedar dibe. Yek ji wan berxwedêrê ku di nava têkoşîna azadiyê de hem li derve hem jî li zindanê vê watedar dike Ehmed Tekîn e û bi vê berhemê balê dikêşe vê rastiyê. Di derbarê pêvajoya nivîsandina pirtûkê de wiha dibêje: 
 
"Min bi hêza xwe xwest ku ez di derbarê çand, folklor, huner û dîroka kurd û Kurdistanê de wek xwedî zanînekê agahiyekê bidime. Lê 28-30 salî min li ser vê çandê kêkolîn-lêgerîn kir, min bi qasî 2500 pirtûk, hewqas jî kovar û her roj jî rojname bi taybet quncikê çand, rûpelên dîrokê xwendin. Belgeyên bi kurdî, belgeyên ku min dixwestin, min pir kêm bi dest xistin. Lê her çiqas min nedît jî, lêgerîna van pirsan li min zêde bû hêrs û min daxwaza dîtina bersiva van pirsan kir û min xwe mecbûrî lêgerînê dît."
 
GIRTÎ BI BERHEVKARIYÊ FOLKLORA KURDÎ DIPARÊZIN
 
Li girtîgehên Tirkiyeyê heya sala 2001-2002'yan, girtiyan dikaribûn teyip û kasetan peyda bikin. Ehmed Tekîn jî ji berhemên ku di vê demê de dane hev sûd wergirtiye û piştî 30 salan di vê pirtûke de cih daye wan. Zekî Kayar ku ew jî bi dehsalan e zindanî ye û gelek berhem hilberandiye di pêşgotina pirtûkê de wiha dibêje: 
 
“Guman tune ye ku ji ber mercên xwezayî, civakî û erdnîgarî folklora her gelî bi qasî ya hev ne dewlemend e. Her wiha bi qasî hev ne resen in û ne otantîk in jî. Ji ber ku di nav gelên Mezopotamyayê de, gelê kurd jî, gelekî pir qedîm e, bi xwezayî folklora kurdan jî pir dewlemend e, kevn e û xweser e. Lê wek gelek nirxên me yên din ên madî-manewî, ev nirxa me ya hêja û wek zêr bi nirx jî hêj baş nehatiye lêkolînkirin. Helbet hinek xebat çêbûne, lê li gorî dewlemendî, kûrahî û berfirehiya zargotina kurdî pir hindik in. Hevalê Ehmed Tekîn jî bi salan e milê xwe daye ber vî karê hêja û xebateke berhemdar dike ji bo mayindekirin û parastina folklora kurdî…”
 
Di pirtûkê de, di bin serenavê têgehên çandnasiyê, dîroka inyat û nefretê, bandora Îslamê li ser çandê, zimanê çandînas, civak û çanda xweparastinê, ol û amûrên muzîkê, dîwanxane, motîfên helbesta kurdî, hunera dengbêjiyê û gelek serenavên din de folklora kurdî bi gelek hêlan tê nîqaşkirin.
 
“Keda şoreşgerî, pîvan û gava yekem civakbûn û kombûna mirovan e. Bi teqezî di serdema kevin de jî kurd hebûn, lê ne kurdên xwe bûn, wek kurdên xelkê bûn, koleyên serdestan bûn, bi destên zordestan dihatin birêvebirin, notirvan, qerewîl û zerebanê deriyê xelkê bûn. Li ser sînoran leşkerên herî zor ên dijminê xwe bûn. Her dem ji hevdû re ‘mêr’ ji dijmin re kole bû! Wekî yekgirtin, yekbûn nedizanîn, xwebûn û xwebûna rûhî tune bû. Yanî bi kinasî mirov bûn, lê ne mirovên xwe bûn!”
 
Dagirkerî dixwaze her nîşaneyek, berhemeke gelê kurd wenda bike, berovajî bike û ji xwe re bike mal. Ehmed Tekîn bi pirtûka Çand û Folklora Kurdî dixwaze deriyek be jî li ber vê riyê bigire.
 
EHMED TEKÎN KÎ YE?
 
Ehmed Tekîn, di 1959’an de li gundê Nîvila ya bi ser navçeya Dihêya Sêrtê ve ji dayik bûye. Di 1965’an de malbata wî koçî Tetwanê kiriye. Piştî dibistana seretayî qedandiye çûye Mêrsînê û li wir di hin karan de xebitiye. Di 1975’an de bi şoreşgeran re têkiliyê dideyne. Gelek caran tê binçavkirin û bi mehan di bin lêpirsînê de dimîne. Di 2003’yan de ji zindanê derdikeve lê di 2004’an de dîsa tê girtin. Cezayê muebbetê didinê. Li zindanê xebatên xwe yên li ser çand, wêje, ziman, folklor û dîroka Kurdistanê didomîne. Zewiciye û bavê pênc zarokan e. Niha li Zindana Bandirmayê ye.
 
MA / Abdurrahman Gok
 

Sernavên din

02/07/2022
23:09 Ên li Madimakê hatin qetilkirin li gelek bajaran hatin bibîranîn
22:25 Binkeya eskerî ya Tirkiyeyê ya li Sîrê hat bombekirin
20:57 Şagirtên Zarok Ma'yê destûrnameyên xwe wergirtin
19:55 Dayika Şemiyê Sarê Demîr jiyana xwe ji dest da
19:20 Banga HDK'ê ji bo hevrûbûna bi Madimakê re
17:54 Sînemager Orhan ê hat revandin: Her kes di talûkeyê de ye
16:58 Li Edeneyê 37 kes 6 roj in di bin çavan de ne
16:30 Girtiyê ku rapora wî ya “nikare tena serê xwe bimîne” heye di hucreyê de tê ragirtin
16:02 ÎHD’ê bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Mûhlîse Karaguzel
15:37 Qurbaniyên Komkujiya Madimakên hatin bibîranîn: Wê ronahiya Sêwazê qet venemire
15:23 ‘Bila girtiyên nexweşê giran Koyûncû demildest bê berdan’
15:09 Jinên ji Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur bi jinên HDP'î û TJA'yî re hatin gelhev
14:54 Dayikên Şemiyê: Em dest ji Galatasarayê bernadin
14:12 Meclîs kete betlaneyê
13:59 Xizmên windayan li Êlihê Wedat Aydin bi bîr anîn
13:36 DTSO’yê komxebata kooperatîfa jinan li dar xist
13:19 Xizmên windayan aqubeta Huseyîn Ertaş pirsîn
12:30 Orhan ê hate revandin li goristanan gerandin û wêneyên wî yên tazî kişandin
12:29 Malbata Şenyaşar: Ji bo bidawîbûna êşê bila edalet bê
12:29 Li Şemrexê şerê bi çekan: Kesek mir û 3 kes jî birîndar bûn
11:50 Li Beyoglûyê mirineke biguman
11:44 Li Mêrsînê qezaya trafîqê: 4 kesan jiyana xwe ji dest da
11:41 Li Osmaniyeyê êrişî penaberan kirin: Gelek birîndar hene
11:19 Li ber qamerayan îşkence li girtî Şehmûz Emen kirin
10:30 Li Îranê li du hev 3 caran erd hejiya: 3 kes mirin 19 kes birîndar bûn
09:39 Qeyûm guhertina sendîkayê li karkeran ferz dike
09:09 Barkêşên Deriyê Rihayê: Nêzî 2 hefte ye me sifteh nekiriye
09:07 Dadgeh ket etra pêşeroja zilamê dest dirêjî zarokê astengdar kir: Cezayê wî kêm kir
09:05 Li Şirnexê Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kemal Kûrkût dest pê dike
09:00 ROJEVA 2'YÊ TÎRMEHA 2022
01/07/2022
21:25 ‘Em ê dest ji Peymana Stenbolê bernedin'
19:25 Di Doza Kobanê de şahid ji dadgehê pirsî: Hûn dixwazin ez çi bibêjim?
16:37 HDP’iyên ji bo stant vekiribûn hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:31 Li Sêrtê û Êlihê du zarok ji şaneşînê ketin: Zarokek mir yek jî bi giranî birîndar bû
15:46 Li Zapê leşkerek hate kuştin
14:43 Danişîna êrişa li dijî malbata Dedeogullari hat lidarxistin
14:41 Di Doza Kobanê de gilîker li ser pirsa ‘tu gilîdarî’ wiha got: Bûyer nayê bîra min
14:00 Ciwanên ku bihakirina xwarinê protesto kirin ji wargehê hatin avêtin
13:39 DW’yê têkildarî astengkirina ragihandinê daxuyanî da
13:33 Du cerdevanên dihat gotin ku winda ne di şer de hatine kuştin
13:33 Demekî kêm bo kongreya HDP’ê ma ye: Dê Lijneya Şêwrê bê ragihandin
13:11 3 welatiyên li dijî veguhestina saetên ceyranê derketin hatin binçavkirin
13:08 Îşkence li sînemager Orhan ê hate revandin kirine
12:38 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:30 Malbata Şenyaşar: Edalet civakan an ava dike an xera dike
12:15 Tundiya zilaman: Jinek hat qetilkirin, jinek jî hat birîndarkirin
11:52 Li Beyoglûyê mirineke biguman
11:09 Serlêdana ji bo ku Ozer ‘cezayê xwe li malê xelas bike’ hate redkirin
10:51 Şaredariya AKP’ê îhaleyê da fîrmaya ku teklîfa biha dabû
10:41 Şahidê Madimakê: Ew bêhna kizê her tê
10:40 Prz. Akîpa: Bila bi Ocalan re hevdîtin bê kirin
10:38 Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi sernavê ‘Mekan û Jin’ derket
10:01 Pêkhateyên HDP’ê: Dê kongreya me bibe bersiva bêhêvitiyê
09:35 2 cerdevanên tev li operasyonê bûne winda ne
09:09 Dê welatiyên Behra Reş li dijî talanxurî û kedxwariyê tev li kongreya HDP'ê bibin
09:07 Rojnamevan Eryilmaz: Bi qanûna sansurê civak hedef tê girtin
09:06 Ciwan dê tûrnûvaya fûtbolê li ser navê Kemal Kûrkût li dar bixin
09:04 Ji bo her kesî serbest e, ji bo malbatên girtiyan qedexe ye
09:03 Parêzerê Bekir Kaya: Di dosyeyê de delîleke berbiçav tune ye
09:01 Skêçên Hinek Henek mohra xwe li mîzaha kurdî dan: Hunera kurdî xwe digihîne her derê
09:00 ROJEVA 1'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
30/06/2022
23:12 RTUK'ê malperên Amerikan'in Sesi û DW Turkçeyê asteng kir
23:03 Ji sibehê ve xeber ji sînemagerê kurd Orhan nayê girtin
18:29 Cenazeyê Alpê li Hezexê hat veşartin
17:08 Ciwanan li pêş edliyeyê ji bo girtiyên nexweş çalakiya bi darbest li dar xistin
16:58 MAL-ÇEP: Li Îlîçê 20 ton siyanur tev li ax û avê bûye
16:57 Defînegeran goristana suryanan rûxand
16:47 Ji bo Ocalan bang li DMME’yê û CPT’yê hate kirin
16:39 Danişîna doza parêzerên bertek nîşanî Komkujiya Cizîrê dabûn hate taloqkirin
16:33 Gok: Em ê dest ji rojnamevaniya azad bernedin
16:30 Li Edeneyê hejmara binçavkiriyan derket 37’an
16:25 Ji ber dersoka kesk, sor û zer doza ‘Alaya PKK’ê’ lê hat vekirin
16:08 ‘Heta zext bi dawî bibin wê têkoşîna me jî bidome’
15:55 Gulum: Hûn çima ji daxwaza edaletê ditirsin?
15:42 Berdana girtiyê nexweşê giran Ozkan careke din nehat qebûlkirin
15:40 Nobeta Edaletê ya vê hefteyê ji bo 16 rojnamegeran hate girtin
15:28 Dayikên Şemiyê giliyê tundiya polîsan kirin
15:11 Cenazeyê Esma Afşar li Êlihê bi girseyî hat veşartin
15:03 Astengkirina Nobeta Edaletê hate protestokirin
14:22 Dema binçavkirina 36 kesan 4 roj din hate dirêjkirin
13:26 Kampanyaya ji bo Qirqirina Êzidiyan bi awayekî fermî bê nasîn hate destpêkirin
13:09 Di Doza Kobanê de îtîrafên ‘Atlas’ û ‘Hermes’ peyvek jî neguherîn!
12:47 Li gelek qadên operasyonê mobese hatin bicihkirin
12:41 Malbata Şenyaşar: Çima vê dayikê nabînin?
12:39 Cerdevanên ku birin qada şer ji ber ku pêşketin çênebû paşve şandin
12:38 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serî li dozgeriyê dan
12:37 Çalakiya Nobeta Edaletê di roja 227'an de ye: Em dê tekoşîna xwe bidomînin
12:36 Li Tarsûsê 19 kes hatin berdan
11:35 Gunay: Em ê bi kongreya xwe bersiva faşîzmê bidin
11:14 Li Tirkiyeyê jî nexweşiya kulilka meymûnê hat tesbîtkirin
10:55 ‘Jiyana astengdaran kesên bajaran bi rê ve dibin zehmet dikin’
10:51 Balekanî jiyan û Çarînên Omer Xeyam bi kurmancî dixwîne
10:44 Cezayê hefsê dan rojnameger Abdurrahman Gok - HATE NÛKIRIN
10:18 Desthilatdarî bi “qanûna sansûrê” amadekariya hilbijartinê dike
09:56 Turkay ê di Meşa Gemlikê de hatibû girtin: Armanca me azadiya Ocalan e
09:45 Kelecana ji bo kongreya HDP'ê: Dê ji Egeyê bi girseyî tev li kongreyê bibin
09:07 Rêxistinên çapemeniyê: Li dijî sansurê û çewisandinan têkoşîn şert e
09:05 Li Hezoyê nelirêtî: Belê min firot lê ez ê tiştekî jî nebêjim
09:03 'Huner guh nade tu astengiyan'
09:01 Zeytûn: Pergala Îmraliyê divê bê rakirin