Di 14 salan de 20 jê zarok bi giştî 41 kes bi wesayîtên zirxî hatin kuştin

  • rojane
  • 14:50 27 Çile 2022
  • |
img

ŞIRNEX - Ciwanê bi navê Abdulgaffar Dayan li Cizîrê bi wesayîta zirxî hat kuştin. Bi kuştina Dayan re mijara kuştinên bi wesayîtên zirxî yên li bajarên Kurdan dîsa kete rojevê. Di nava 14 salên dawî de 20 jê zarok bi giştî 41 kes di encama bûyerên ‘hêzên ewlehiyê’ de hatine kuştin. 

Di 24’ê çileyê de li ser pira kevin a Cizîrê (Cadeya Yafesê) wesayîta bi cureya Ranger li ciwanê bi navê Abdulgaffar Dayan (23) xist û Dayan jiyana xwe ji dest da. Hat zanîn ku Dayan 40 deqeyan li cihê bûyerê hatiye hiştin û piştre jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Dayan ku ji hundirê wî xwîn jê dihat, piştî emeliyeta 4 saetan rakirin beşa awarte ya nexweşxaneyê. Du roj piştre jî Dayan jiyana xwe ji dest da. Bi mirina Dayan re mijara kuştina welatiyan a bi wesayîtên zirxî yan jî bi gulebarana hêzên ewlekariyê, dîsa bû rojev. Wesayîtên zirxî ku hema hema li her kolan û taxên bajarên Kurdan tên dîtin, di nava 14 salan de 20 jê zarok bi giştî bûn sedema mirina 41 kesan. 
 
Ji ber kuştinên heta niha ceza li tu polîs an jî leşkerekî nehatiye birîn û ev rewş jî dike ku hêzên ewlekariyê van sûcan hîn rihettir bikin. Dosya yan jî lêpirsînên heta niha der barê faîlan de hatine vekirin jî bi hewldanên walî û qeymeqaman hatin girtin. Bang û daxwaza rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên mafên mirovan ku dibêjin ‘bila wesayîtên zirxî nekarin li nava bajêran bigerin’ jî her tim ma bê bersiv.
 
HERÎ KÊM 41 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN
 
Li gorî daneyên ji çapemeniyê hatine berhevkirin, ji sala 2008’an heta niha ji ber wesayîtên zirxî herî kêm 93 bûyer qewimî ne. Di van bûyeran de 52 welatî birîndar bûn û 20 jê zarok bi giştî 41 welatiyan jî jiyana xwe ji dest dan. 
 
Çend bûyerên ku ji ber wesayîtên zirxî li herêmê qewimîn wiha ne: 
 
“* 31’ê tebaxa 2008’an: Li ser Cadeya Diyarbakir a Êlihê di dema çalakiya konvoya wesayîtan de, wesayîteke bizirx li Adnan Enûk (11) xist û birîndar kir. Ji bo lêpirsîna hatiye vekirin biryara neşopandinê hat dayîn. 
 
* 29’ê nîsana 2009’an: Dema ku Maziye Aslan (7) li ser rêbejiyê dimeşiya, wesayîta ku polîsên hêzên taybet bi kar di anî lê xist û Aslan li wir jiyana xwe ji dest da. Piştî bûyerê, ji endamên tîmên taybet tenê polîsek jê hat girtin. 
 
* 4’ê hezîrana 2010’an: Wesayîta zirxî ya polîsan li zaroka bi navê Dîren Basan (10) da û Basan li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Ji bo lêpirsîna derheqê polîsê ku Dîren kuştibû de biryara neşopandinê hat dayîn.
 
* 16’ê gulana 2010’an: Li derdora gundê Akalin ê navçeya Gever a Colemêrgê, wesayîta bizirx a Gerînendetiya Ewlekariya Navçeyê li zarokê bi navê Turgut Gezer (12) xist û Gezer bi giranî birîndar kir.
 
* 13’ê hezîrana 2012’an: Zarokê bi navê Yûsûf Yilan (9) dema li navçeya Qereyazi ya Erziromê boyaxkerî dikir, wesayîteke bizirx hat lê xist û zarok Yûsûf jiyana xwe ji dest da. Derheqê polîsê ku Yûsûf kuştî de doz nehat vekirin. 
 
* 23’yê tebaxa 2012’an: Wesayîta bi cureya kîrpî li pêşiya Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê li zarokê bi navê Muhsîn Îşleyan (8) xist û Îşleyan bi giranî birîndar kir.
 
* Nîsana 2013’an: Wesayîta polîsan li Cizîr a Şirnexê li zarokê bi navê Sînan Saltikalp (17) da û Saltikalp bi giranî birîndar kir. Saltikalp 4 mehan di beşa venihêrîna awarte de ma û di 29’ê tebaxê de jî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. 
 
* 14’ê gulana 2013’an: Wesayîta bizirx a polîsan li navçeya Rezan a Amedê li zarokê bi navê A.O. (4) da û di encamê de O. bi giranî birîndar kir.
 
* 8’ê nîsana 2014’an: Di dema çalakiyên li Taxa Xaçort a Wanê de wesayîta bi cureya akrepê li zarokê bi navê A.O. (12) da û zarok bi giranî birîndar kir.
 
* 17’ê tîrmeha 2014’an: Wesayîta polîsan a bi plakaya sivîlan, li pêşiya Şaxa Gerînendetiya Trafîka Herêmê ya li Taxa Maksut Efendî ya Erziromê li dewarên zarokên bi navên Furkan (14) û Îbrahîm Çavuş (16) ku bira ne xist. Di qezayê de gelek dewar mirin û polîsan ji ber bertekên zarokan, gule li wan reşandin û zarok birîndar kirin.
 
* 2’yê îlona 2014’an: Li semta Fîskaya ya Amedê wesayîta bizirx a bi cureya akrepê li zarokê bi navê Enes Karagoz da. Karagoz di bin wesayîtê de ma û bi giranî birîndar bû. 
 
* 23’yê gulana 2015’an: Li navçeya Gever a Colemêrgê wesayîta bizirx a bi cureya akrepê li zarokê bi navê Kamûran Orman (15) da û Orman bi giranî birîndar kir. 
 
* 15’ê nîsana 2016’an: Li ser rêya rêbej a Dîlok-Riha’yê wesayîteke Fermandariya Cendirmeyan a Herêmê li mînîbûsekî xist û di encamê de zarokê bi navê Cûma Ozkaplan (17) jiyana xwe ji dest da. 
 
* 4’ê gulana 2016’an: Wesayîta bizirx a bi cureya akrepê ku ya Gerînendetiya Ewlekariyê ya Colemêrgê bû, li xwendekaran xist û du xwendekar birîndar kirin.
 
* 12’ê hezîrana 2016’an: Wesayîta bizirx li navçeya Cizîr a Şirnexê li zarokê bi navê Bunyamîn Bayram (16) da û Bayram kuşt. 
 
* 28’ê hezîrana 2016’an: Otobûsa ku polîsên tîmên taybet lê siwar bûn, li ser Rêya Armûşê ya Wanê li zaroka bi navê Çinar Bartin (8) xist û Bartin birîndar kir. 
 
* 24’ê tîrmeha 2016’an: Zarokê bi navê Taha Kiliç li pêşiya Gerînendetiya Ewlekariyê ya Rêya Armûşê di bin panzera polîsan de ma û Kiliç li wir jiyana xwe ji dest da. Şahidên bûyerê diyar kirin ku wesayît tevî qezayê jî nesekiniye. Derheqê polîsên ku Kiliç kuştin de jî tu lêpirsîn nehatin vekirin. 
 
* 30’ê tebaxa 2016’an: Dema zarokê bi navê Mûstafa Duman (17) li pêşiya mala xwe rûdinişt, ji wesayîta zirxî gule hatin reşandin û Duman li wir jiyana xwe ji dest da. 
 
*6’ê îlona 2016’an: Li Qada Seyîd Riza ya Dêrsimê wesayîteke bizirx a bi cureya kobra li welatiya bi navê Naciye Ozdemîr xist û Ozdemîr li wir jiyana xwe ji dest da. 
 
* 8’ê cotmeha 2016’an: Wesayîteke bizirx a bi cureya kobrayê li Gever a Colemêrgê gule li welatiyan reşandin û welatiyên bi navên Şemsettîn Çakmakçi, Rahmî Safhali, Necdet Îşozu, Serhat Buldan û Aydin Tumen ku li pêşiya kargeha mobîlyayê disekiniyan, kuştin. Her wiha Mehmet Alî Kaya jî di bûyerê de birîndar bû. 
 
* 24’ê cotmeha 2016’an: Li Cizîr a Şirnexê wesayîta bizirx li zarokê bi navê Hakan Sarak (5) da û Sarak jiyana xwe ji dest da. Ji ber ku wesayît her ku diçû dûr diket, Saran gelek xwîn winda kir û jiyana xwe ji dest da. 
 
* 1’ê tebaxa 2017’an: Wesayîteke bizirx li Okmeydani ya Stenbolê li zarokê bi navê Raşîd Oso (7) ê Kobanêyî xist û Oso li wir jiyana xwe ji dest da. 
 
* 9’ê sibata 2017’an: Li Kerboran a Mêrdînê wesayîta bizirx li zaroka bi navê Berfîn Dîlek (7) xist û Dîlek jiyana xwe ji dest da. 
 
* 4’ê adara 2017’an: Wesayîteke bizirx dema li ser rêbeja Sêrt-Êlihê pişt û pişt dihat da ser welatiyê bi navê Kerem Arslan û Arslan jiyana xwe ji dest da. 
 
* 21’ê adara 2017’an: Li derdora gundê Kovah ê 10 km’an li ser rêbeja Hezex-Cizîrê, wesayîteke bizirx a bi cureya ejder li otomobîlekî xist û di encamê de welatiyên bi navên Okan Înce, Bahadir Beyazlioglu û kesekê navê wî nehatiye zanîn jiyana xwe ji dest dan. 
 
* 10’ê nîsana 2017’an: Li ser cadeya 2 Nîsan a Wanê wesayîta bizirx li 2 kesan da û ji welatiyan Abdulvahap Taş bi giranî birîndar bû. 
 
* 27’ê nîsana 2017’an: Wesayîta bizirx a polîsan li du welatiyan da û ji welatiyan Samî Uçan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. 
 
* 27’ê nîsana 2017’an: Li ser cadeya Gevran a Amedê wesayîta leşkerî ya bizirx li welatiya bi navê Hatin Elhuman xist û Elhuman kuşt. 
 
* 4’ê gulana 2017’an: Li Taxa Karşiyaka ya Silopiyaya Şirnexê wesayîta bizirx a bi cureya akrepê li malekî da, dîwarên malê hilweşand û kete hundir. Di wê navberê de zarokên malê Muhammed (7) û birayê wî Furkan Yildirim (6) dema di xewê de jiyana xwe ji dest dan.
 
* 9’ê hezîrana 2017’an: Wesayîta bizirx a polîsên tîmên taybet tê de bûn, li Nisêbîn a Mêrdînê li motosîklêta Mehmet Şerîf B. (17) xist û Şerîf B. bi giranî birîndar kir. Yek ji lingên zarokê birîndar hate birîn. Lê tu encam ji lêpirsîna derheqê bûyerê de derneket. 
 
* 14’ê hezîrana 2017’an: Li navçeya Licê ya Amedê welatiya bi navê Pakîze Hazar dema li qada ji trafîkê re girtî dimeşiya, wesayîta bizirx lê xist û Hazar li wir jiyana xwe ji dest da. Di encama dozê de ji ewil 3 sal cezayê hefsê li polîsê faîl re hate birîn lê dadgehê piştre ev ceza daxist 2 sal û 6 mehan. 
 
* 19’ê hezîrana 2017’an: Li ser rêya bejahî ya di navbera Amed-Çewlikê de wesayîta bizirx a ku polîsên tîmên taybet tê de bûn, li mînîbûsa rêwiyan xist. Di encamê de ajokar Remzî Menteşe û zarokekî emrê wî di navbera 8-10 salî de ku navê wî nehat zanîn jiyana xwe ji dest dan. 
 
* 20’ê hezîrana 2017’an: Wesayîteke bizirx a bi cureya ejder li wesayîta şêniyên gund ên ku ji sersaxiya Pakîze Hazar vedigeriyan xist. Di encamê de welatiyê bi navê Mahmût Oner (74), Mevlût Dagtaş (64), Abdulhamît Dagtaş (63), Fîkrî Demîrbaş (53) û Zeyel Demîrbaş jiyana xwe ji dest dan. Derheqê lêpirsîna bûyerê de biryara neşopandinê hat dayîn. 
 
* 20’ê hezîrana 2017’an: Li navçeya Bêşebap a Şirnexê, wesayîteke bizirx a bi cureya akrebê li welatiyan xist û 3 welatî birîndar kirin. 
 
* 19’ê cotmeha 2017’an: Wesayîteke bizirx a bi cureya ejder li Taxa Çal a Sêrtê da ser zaroka bi navê Felek Batur (6) û bi giranî birîndar kir. Batur piştre jî jiyana xwe ji dest da. 
 
*5’ê mijdara 2017’an: Di rêya derketina Fermandariya Cendirmeyan a li ser rêbeja Êlih-Amedê de wesayîta bizirx li otomobîlekî xist. Di encamê de 2 jê leşker bi giştî 3 kes birîndar bûn. 
 
* 5’ê mijdara 2017’an: Leşkerekî ku navê wî nehat zanîn, dema li taxa Korik a Êlihê hewl dida ajotina wesayîtê nîşanî hevalê xwe bide, li zarokê bi navê Burak Îlhan (5) ku wê navberê li kolanê dilîst xist. Zarok Îlhan bi giranî birîndar bû û piştre jî jiyana xwe ji dest da. 
 
* 19’ê mijdara 2017’an: Li Taxa Saray a Kerboran a Mêrdînê wesayîta bizirx a polîsan li welatiya bi navê Fatma Nûrê Dursun (65) da û Dursun birîndar kir. 
 
*22’yê mijdara 2017’an: Wesayîteke bizirx a polîsan li nêzî Taxa Sûr a Cizîra Şirnexê li zarokên ji xwe re dilîstin xist û zaroka bi navê Rûken Cansiri birîndar bû. 
 
*19’ê kanûna 2017’an: Li ser Cadeya Gevran a Semta Ofîs a Yenîşehîra Amedê wesayîteke bizirx a polîsan li otomobîlekî da û ajokarê wê birîndar kir. 
 
* 23’yî çileya 2018’an: Wesayîta bizirx a bi cureya ural li Cizîr a Şirnexê di carekî de derket rê û li wesayîta rawestiyayî xist. Di encamê de Mehmet Saît Alpkan û du kurên xwe bi giranî birîndar bûn.
 
* 25’ê çileya 2018’an: Li derdora Birca Belek a di navbera taxên Dîcle û Kale ya Cizîrê, wesayîta polîsan li zarokê bi navê S.A. (10) xist. 
 
* 16’ê adara 2018’an: Wesayîta bizirx a bi cureya Shortland a cendirmeyan, li Xaçerêya Cadeya Sermend û Cadeya Cumhuriyetê li welatiyê bi navê Îsmaîl Firat (72) da. Di qezayê de Firat birîndar bû. 
 
* 7’ê nîsana 2018’an: Dema welatiya bi navê Nesrîn Kiliç û zarokê bi navê Suavî hewl didan li ser Cadeya Hastane ya Taxa Yenîşehîr a Silopiyayê derbasî aliyê din bibin, wesayîteke zirxî li wan da. Di encamê de zarok Suavî birîndar bû û piyê wî yê çepê hate birîn. 
 
* 22’yê nîsana 2018’an: Wesayîta bizirx a polîsan dema li Kerboranê pişt û pişt dihat, li welatiya bi navê Suphiye Yakut ku li ber deriya mala xwe rûdinişt xist. Yakut bi giranî birîndar bû. Doza derheqê bûyerê de hatiye vekirin hêjta berdewam e lê hat zanîn ku kamerayên ku cihê bûyerê didîtin, demekî kin beriya bûyerê hatine girtin. 
 
* 24’ê gulana 2018’an: Zarokê bi navê Veysel Toplu (10) li Mûşê dema li pêşiya mala xwe dilîst, di encama gulebarana wesayîta bizirx de birîndar bû. Hêj 24 saet derbas nebûbûn ku walîtiyê bi daxuyaniyekê ev bûyer wek qeza ragihand. 
 
* 28’ê gulana 2018’an: Lê xaçerêya navendî ya rêyên bejahî ya Dêrsimê, wesayîta bizirx a leşkeran li welatiyê bi navê Hasan Huseyîn Çîmen (60) xist. Di encamê de hestiyên Çîmen şikestin û piştî destwerdana ewilî, veguhestin Xarpêtê. 2 roj piştre jî Çîmen ji nexweşxaneyê derket. 
 
* 6’ê hezîrana 2018’an: Wesayîteke bizirx a polîsan (TOMA) li ser cadeya Emek a li pêşiya Polîs Okulu ku pêveka Gerînendetiya Ewlekariyê ya Amedê ye, li welatiyê bi navê Mehmet Tektekîn (75) xist ku dixwest derbasî aliyê din ê rê bibe. Tektekîn di qezayê de bi giranî birîndar bû û di 8’ê hezîranê de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. 
 
* 13’ê hezîrana 2018’an: Li Taxa Ataturk a Dêrsimê, wesayîteke bizirx a polîsan li welatiyê bi navê Alî Sezer (92) xist û di encamê de Sezer jiyana xwe ji dest da. 
 
* 28’ê hezîrana 2018’an: Wesayîteke bizirx a polîsan li Gever a Colemêrgê dema welatiyê bi navê Halît Artik hewl dida derbasî aliyê din ê cadeyê bibe xist. Artik bi giranî birîndar bû. 
 
* 29’ê hezîrana 2018’an: Li gundê Elemûn ê Qileban a Şirnexê zarok jî di nav de bi giştî 12 kes bi hinceta qaçaxçitiya ser sînor hatin binçavkirin. Dema wesayîta bizirx a bi cureya kîrpî her 12 kes dibirin, wergeriya. Di encamê de 2 jê leşker bi giştî 13 kes birîndar bûn û zarokê bi navê Alî Olmez (15) jî jiyana xwe ji dest da. 
 
* 3’yê îlona 2018’an: Li Taxa Konak a Cizîr a Şirnexê wesayîteke bizirx a polîsan li wesayîteke li cihê xwe sekinî xist. 
 
* 15’ê îlona 2018’an: Li navçeya Tûşba ya Wanê wesayîteke bizirx a polîsan li wesayîteke sivîlan xist û wesayît qedereke dirêj xijand. Di qezayê de kesek birîndar nebû. 
 
* 12’ê adara 2019’an: Zaroka bi navê Rûken Elma (9) dema li Silopiyayê di danê sibehê de diçû dibistanê, panzereke polîsan lêxist û zarok Rûken ji piyê xwe birîndar bû. 
 
* 16’ê gulana 2019’an: Li Cizîr a Şirnexê wesayîteke bizirx a polîsan li welatiya bi navê Fevziye Şengûl (46) xist û Şengul birîndar kir. 
 
* 3’yê îlona 2019’an: Wesayîteke bizirx a polîsan li derdora qada Dortyol a Cizîrê li wesayîteke sivîlan xist. Di qezayê de kesek birîndar nebû. 
 
* 11’ê îlona 2019’an: Li ser Cadeya Emekê ya Taxa 5 Nîsan a Rezan a Amedê, wesayîteke bizirx a polîsan li zarokê bi navê Efe Tektekîn (5) xist. Di encamê dew zarok Efe jiyana xwe ji dest da. 
 
* 23’yê îlona 2019’an: Li gundê Goktepe yê Mazgîrt a Dêrsimê wesayîteke bizirx li ciwanê bi navê Oktay Er (22) xist û di encamê de Er jiyana xwe ji dest da. 
 
* 9’ê cotmeha 2019’an: Wesayîta bizirx a polîsan li Taxa Karşiyaka ya Silopiya ya Şirnexê li zarokê 7 salî Hamza Ogdem da. Di encamê de zarok Hamza birîndar bû û wesayîta polîsan jî ji cihê bûyerê reviya. 
 
* 9’ê kanûna 2019’an: Zarokên bi navên M.F. (16) û E.C.A. (16) dema li navçeya Bazîd a Agiriyê wesayît diajotin, wesayîteke polîsan bi îdiaya ‘guh nedayîne hişyariyê sekinînê’ dan dûv. Demek piştre polîsan bi wesayîta zirxî li wesayîta zarokan dan.  
 
* 27’ê gulana 2020’an: Wesayîteke bizirx a polîsan li nava rêyê vegereke bêqayde kir û bû sedema qezayê. 
 
* 23’yî çileya 2021’an: Wesayîteke bizirx a leşkeran li Taxa Dere ya navçeya Gêl a Amedê li welatiyê bi navê Sabrîu Gunay xist û bi giranî birîndar kir. 
 
* 28’ê sibata 2021’an: Di dîmenên derketin holê de xuya bû ku wesayîtên bizirx ên polîsan li taxa Baglar a Êlihê dikevin pey zarokan û hewl didan bi wesayîtê zarokan bieciqînin. 
 
* 1’ê nîsana 2021’an: Wesayîteke bizirx a polîsan li Gever a Colemêrgê li zarokê bi navê Nîhat Şerzan Akdogan (12) xist. Zarok Şerzan di qezayê de birîndar bû. 
 
* 8’ê tebaxa 2021’an: Wesayîta bi plakaya 25 SH 249 ku Fermandarê 3’yemîn ê Artêşê yê Erziromê jî tê de bû, dema ji ‘Pîrozbahiyên Serkeftinê’ yên li Xelat a Bedlîsê dihatin pîrozkirin vedigeriyan, li Taxa Sanayî ya Melezgirê li zarokê bi navê Eyûp Kirtay xist. Di encamê de zarok Eyûp jiyana xwe ji dest da. 
 
* 3’yê îlona 2021’an:  Li Taxa Turgut Ozal a Hezex a Şirnexê, wesayîteke bizirx li zarokê bi navê Mîraç Mîroglu (7) da û zarok Mîraç li wir kuşt. 
 
*24’ê çileya 2022’yan: Wesayîteke bi cureya Rangerê, li Cadeya Yafes a Cizîr a Şirnexê li welatiyê bi navê Abdulgaffar Dayan da û bi giranî birîndar kir. Dayan di 26’ê çileyê de jiyana xwe ji dest da. 
 
MA/ Dilgeş Rûvanas
 

Sernavên din

19/04/2024
22:16 Eleqeyeke zêde ji bo Mîhrîcana Şanoyê ya Şanoya Bajêr a Amedê
22:05 Ji DEM Partiyê bertek ji bo şandina mufetîşan
19:39 Şaredariya Serêkaniyê kargeha hilberînê vekir
19:37 Rapora Girtîgehên Anatolyaya NavîN. Herî kêm 42 girtiyan jiyana xwe ji dest daye
16:59 Halîse Aksoy ji girtîgehê derket: Dil û hişê min li ser girtîgehê ye
16:45 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 80’yan de ye
16:38 Di doza êrişê ya Dedeogûllari de cezayên kêm dan bersûcan
16:32 8 kesên binçavkirî hatin berdan
16:31 Di Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê de ‘Şanoya Başûr’ hat nirxandin
15:52 DEM Partiyê girtina Huda Kayayê bir rojeva Meclisê
15:47 Banga ‘bila girtîgehên bi ewlekariya bilind bên girtin’ hate kirin
15:25 Giliyê Tanjû Ozcan kirin
15:14 Sîteya 186 kesan lê jiyana xwe ji dest dayî qaçax hatiye çêkirin
15:05 Derbarê welatiyê got ku ‘Biaxive tu ji kû yî’ de lêpirsîn hate destpêkirin
14:55 Li Rihayê cînayeta kar
14:36 Ji Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê banga 1’ê Gulanê
14:26 Berdana Karataş ê 30 sal in girtî ye 6 mehan hate taloqkirin
14:19 Li navçeyê Tûşba û Artemêtê mirinên biguman
14:00 Li Sûriyeyê êrişa DAIŞ’ê: 28 leşker û milis mirin
13:46 Yildiz a di encama tundiya mêr de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
13:40 AYM’ê têkildarî belavkirina belavokan a li zanîngehan biryar da
12:16 Berî ku cenazeyê lawê xwe bigire jiyana xwe ji dest da
11:37 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:35 Li cihê karesata madenê lê pêk hat cenazeyê kesekî din hate dîtin
11:23 Talha Ç. li Konyayê dapîra xwe qetil kir
11:21 Li Egeyê bi pileya 4.5’ê erdhej çêbû
11:07 Di êrişa dewleta tirk de pêşmergeyekî jiyana xwe ji dest da
10:34 Hatîmogûllari: Encamên hilbijartinê hêviya me mezin kir
10:22 Li Bolûyê tundiya mêr: 2 kes hatin qetilkirin
10:21 Li ser îfadeyên îtîrafkaran daxwaza cezayê muebeda giran
10:00 Halîse Aksoy hate berdan
09:48 Çapemeniya DYA’yê: Îsraîlê li Îranê xist
09:47 ‘MEB bi projeyên cuda cemaet û îstîxbaratê têxe nava dibistanan’
09:30 Li çiyayên bilind ên Pasûrê dema giyayê Zuzaxê ye
09:28 Deynê Şaredariya Bajaroka Ziyaretê 36 milyon e: Xizmeta nehatiye kirin
09:15 Rojnameger Silêman Ehmed 178 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:10 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:09 Çalakgerên Nobeda Edaletê: Wê têkoşîn bidome
09:02 'Çareseriya pirsgirêkên sed salan paradîgmaya Neteweya Demokratîk e'
09:01 Mizgîndêrên biharê berfîn vekirin
09:00 ROJEVA 19’Ê NÎSANA 2024’AN
08:39 Endamên Komîsyona Îlîçê ya Meclisê di Rojnameya Fermî de ne
08:38 Li Kenyayê qezaya helîkopterê: Serfermandarê artêşê û 10 leşker mirin
08:28 Li dijî Kobanê bi SÎHA’yan êriş hate kirin
08:27 Amerîkayê endamtiya Filistînê ya NY’yê veto kir
18/04/2024
23:04 9’emîn Mihrîcana Şanoya Amedê dest pê kir
20:34 Erdogan, hevdîtin bi serokê AYM'ê re kir
20:09 Şaredariya AKP’î xweliya komirê rijand çem
19:37 DEM Partî û OHD çûn serdana Emîne Şenyaşarê
19:33 Jinan ji Amedê bang kir: Em ê li dijî feraseta serdest têbikoşin
19:31 Li Tokatê erdhej çêbû
16:16 Derket holê ku 5 stûnên hotêla 21 kes lê miribûn kêm bûn
16:01 Li Amedê qeza çêbû: 2 jê zarok 10 kes birîndar bûn
15:56 Di lêpirsîna ‘îhaleyê’ ya MEB’ê de 3 kes hatin binçavkirin
15:42 Peykerê jina ku Beyoglû yê AKP’î rakiribû jinûve hate danîn
15:17 Rêveberiya Xweser bi hikûmeta Şamê re hevdîtin kir
14:59 Qeyûmê Êlihê li pey xwe 3 milyar û 53 milyon û 970 hezar TL deyn hişt
14:59 Li Wanê ji bo mitînga herêmî ya 1’ê Gulanê bang hate kirin
14:45 Rêveberiya AKP’ê wesayitên şaredariyê ji hev kirine
14:36 Ji ber şopandina tacîza çawişê pispor gef li Baroya Şirnexê hatin xwarin
14:29 Di kolandina qaçax de 3 kesan jiyana xwe ji dest da
14:11 AKP’iyên bi dengên veguhestî hatin hilbijartin hevdu bi ‘karên qirêjî’ sûcdar kirin
14:10 Derbarê rojnamevan Gultekînê de biryara beraetê hate dayîn
12:56 Serokwekîlê koma CHP’ê yê nû diyar bû
12:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:47 Ji ber hezazê rêya di navbera Wan-Geverê de hate girtin
11:45 Talana AKP’iyan li ser bîllboardan hate teşhîrkirin
11:22 Salek cezayê hefsê û 17 hezar lîre cezayê pere li rojnamevan Yalçin hate birîn
11:05 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:00 Kolberek hate qetilkirin kolberek jî winda ye
10:52 Têkildarî tecrîda li Îmraliyê bi CPT’ê re hevdîtin hate kirin
10:37 Leşkerê ji ber êrişa zayendî hate girtin parastina ‘ez mirovekî rêzdar im’ kir
10:37 Turnuvaya Gulistan Dokuyê: Em ê li dijî şerê taybet dakevin sehayan
10:13 Di doza Remziye Bor de li benda biryara AYM’ê ne: Divê nebe dosyaya kiryarnediyar
10:04 Qeyûm ji bo mitînga Erdogan û diyariyan 8 milyon û 886 hezar lîre xerc kiriye
09:39 Axtamara bi biharê re xemilî
09:29 Ozûgûrlû: Roja ku çarenûsa vê erdnîgariyê ji aliyê mirovên vê erdnîgariyê ve bê diyarkirin wê pirsgirêk nemînin
09:23 Bertek nîşanî projeya 'zarokan' a MÎT'ê dan: Perwerde karê perwerdekaran e
09:06 Dê rojên ‘Diyaloga bi Ocalan re’ ya navneteweyî bên lidarxistin
09:04 Dayikên Aştiyê yên Êlihê: Çalakiya girtiyan peyama 'tevbigere' ye
09:03 Rojnamevan Oynaş: Li girtîgehê li hemberî zextan berxwedan zêde bûye
09:02 Rojnameger Silêman Ehmed 177 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:02 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 144 roj in di çalakiyê de ne
09:01 ROJEVA 18’Ê NÎSANA 2024’AN
08:53 Piştî erdhejê li Tokatê navber dan perwerdeyê
17/04/2024
22:55 Li Şengalê pîrozbahiyên Cejna Çarşema Serê Nîsanê
20:55 Êrişî Binarê Qendîlê hat kirin
20:30 Li Cenevreyê bang li CPT'yê kirin: Dawî li îşknecya tecrîdê biînin
19:06 Çalakiya Emîne Şenyaşarê di roja 78'emîn de didome
17:12 Di Doza Kobanê de kes nehate berdan
16:55 Deynên qeyûmê Misircê bi bilboardê ve hatin daliqandin
16:39 Sirri Sureya Onder di rûniştina Meclisê de aciz bû
16:17 Hizbullaha Lubnanê bakurê Îsraîlê bombebaran kir
16:12 Li Hezexê pîrozbahiya Cejna Çarşema Sor a rengîn
16:11 Bafil Talbanî: Dê hilbijartin di dema xwe de werin kirin
16:00 Qeyûm 2 roj berî hilbijartinê hemû qeydên kamerayan da jêkirin
15:52 Li Colemêrgê 3 herêm weke ‘herêma ewlehiya taybet’ hatin îlankirin
15:51 Serokê AKP’î 4 karan dikir: Ji kar hate girtin
15:50 Parêzer û malbata Abdullah Ocalan li KE’yê ne: Hûn dikarin vê bêhiqûqiyê rawestînin
15:28 Bi rojan e agahî ji Weliyê ku dîmenên wî yên îşkenceyê derketibûn holê nayê girtin