ATK nahêle girtiyê ji mêjî, dest û lingê xwe nexweş e were berdan

  • rojane
  • 11:21 21 Çile 2022
  • |
img

ENQERE - Hayatî Kaytan ê destê wî yê rastê pûç bûye, tiliyên lingê wî yê çepê hatine jêkirin, tumora mêjî pê re heye û 19 sal in di girtîgehê de tê ragirtin, bi destê ATK’ê nayê berdan. 

Girtiyên ku tevî nexweşiyên xwe yên giran nayên berdan, ji girtîgehê heta nexweşxaneyê ji aliyê hemû saziyên dewletê ve bi binpêkirinên mafan re rûbirû dimînin. Hayatî Kaytan ê di lîsteya girtiyên nexweş ên giran a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digire, ji sala 2003’an ve li 5 girtîgehên cuda ku sirgunî wan hat kirin, ji bo xwe gihandina tedawiyê têkoşiya. Di vê navberê de rastî îşkence û mûamaleya xerab a nexweşxane û rêveberiya girtîgehê hat. Destê rastê yê Kaytan ku ji sedî 60 pûç bûye. Ji ber qerisînê tiliyên lingê wî yê çepê hemû hatine jêkirin, di bin linge wî de birînên mayînde hene û di mêjiyê wî de jî ûr heye. 
 
REJÎMA SÛRIYEYÊ TESLÎM KIR
 
Kaytan, ê di sala 2001’an de ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve li bajarê Qamişlo hat girtin, di sala 2003’an de teslîmî Tirkiyeyê hat kirin û xistin Girtîgeha Erziromê. Di sala 2005’an de cezayê hefsê yê muebeta girankirî li Kaytan hat birîn û ewilî şandin Girtîgeha Enqereyê ya Jimara 1'ê ya Tîpa F'yê. 
 
SER HIŞÊ XWE ÇÛ
 
Kaytan ê ji Enqereyê sewqî Girtîgeha Kirikkaleyê ya Tîpa F'yê hat kirin, ji ber sê caran ser hev nexweş ket û ji ser hişê xwe çû di sala 2009’an de rakirin Nexweşxaneya Nûmûne ya Enqereyê. Di mêjiyê Kaytan de ûr hat tespîtkirin û emeliyat bû. Nexweşxaneyê derbarê Kaytan ê piştî emeliyatê 2 meh û nîvan di nexweşxaneyê de ma, raporeke ku ‘mayîna wî ya di girtîgehê de rê li ber tu xetereyan venake’ amade kir. 
 
SEWQ BÛN SEDEMÊ NEXWEŞIYAN
 
Kaytan, di navbera salên 2009 û 2011’an de mecbûr ma di 3 mehan carekê ji Girtîgeha Kirikkaleyê ji bo tedawiyê biçe Enqereyê. Kaytan ê dema sewqkirina nexweşxaneyê ku ji îşkenceyê ne cudatir nexweşiya fitika piştê lê derket, dûre nexweşiya fitiqa stû lê peyda bû. Saziya Tiba Edlî (ATK) ji bo Kaytan ê her roja diçû nexweşiyên wî pêş ve diçûn rapora “dikare di girtîgehê de bimîne” da. Di sala 2012’an ku dema kontrolkirinê derxistin 6 mehan, Dozgeriya Kirikkaleyê, ji bo Kaytan sewqî Girtîgeha Sîncanê were kirin, ji Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Kirikkaleyê rapora tenduristiyê xwest. Tevî ku Kaytan du caran çû nexweşxaneyê jî ne bi bijîjk dîtin ne jî karî derkeve heyetê.
 
HEMAN NEXWEŞXANE DU RAPORÊN CUDA
 
Rêveberiya Girtîgeha Kirikkaleyê jî berî ku li benda rapora heyetê bimîne, Kaytan di sala 2012’an de sirgunî Girtîgeha Tîpa D a Denîzliyê kir. Kaytan ê li Denîzliyê 4 mehan di hucreya yek kesî de û di şertên tecrîdê de hat ragirtin, ji ber emeliyata mejî ya derbaskirî, nobetên epileptik derbas kirin. Li ser vê yeke Nexweşxaneya Dewletê ya Denîzliyê rapora “tena sere xwe nikare bimîne” amade kir û Kaytan girtin qawişa ku 3 kes dikarin lê bimînin. Lê heman nexweşxaneyê di rapora sala 2013’an de amade kir de got ku “dikare di şertên girtîgehê de bimîne û tena serê xwe bijî”.
 
DI GIRTÎGEHÊ DE ÎŞKENCE
 
Di encama hewldanên zêde de Kaytan di sala 2014’an de ji bo tedawiyê sewqî Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Sîncanê bû. Li vir îşkence li Kaytan kirin. Li gorî daxuyaniyên parêzeran, midurê girtîgehê li pêş dozgerê înfazê gefa lêdanê li Kaytan xwar. Parêzeran, dan zanîn ku di serdanan de dîtine ku Kaytan di 15 rojan di bin şertên tecrîdê de hatiye ragirtin û ji bo ku dijî an najî 10 deqîqeyan carekê ji aliyê gardiyanan ve dihat kontrolkirin. 
 
NIKARE DI GIRTÎGEHÊ DE BIMÎNE
 
Kaytan ê piştî di Girtîgeha Sîncanê de 4 salan ma û sewqî Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê hat kirin, niha di hucreyeke 3 kesî de tê ragirtin. Kaytan ê tiliyên lingekî wî nînin û nexweşiyên wî berdewam dikin ji ber şertên tecrîda girankirî, hate asta ku nikare di girtîgehê de bimîne. 
 
ŞERTÊN TECRÎDÊ 
 
Kaytan, di nameya xwe ya dawî ku ji ÎHD’ê re şandibû de diyar kir ku di 31’ê Tîrmeha 2021’an de dema pêgermokî dikir ji ser hişê xwe çûye û berî ku serê wî li erdî bikeve hevalên wî ew girtiye. Kaytan, ê dema hat ser hişê xwe bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Îzzet Baysal û EKG, EEG û MR’a wî ya mejî hat kişandin. Kaytan ji bilî hatin û çûyîna nexweşxaneyê nabin cem bijîjkê revîrê. 
 
Kaytan ê di lîsteya nexweşên giran a ÎHD’ê de ye, tevî hemû nexweşiyan û nikare tena serê xwe di girtîgehê de bimîne jî nayê berdan. 
 
BILA WAN BIDIN ME
 
Xwişka Kaytan, Gulşen Kandemîr têkildarî rewşa birayê xwe wiha got: “Kekê min nikare tena serê xwe di girtîgehê de bimîne. Lê ATK’ê rapora “dikare di girtîgehê de bimîne” da birayê min. Rapora ji sedî 60 astengdar ku Nexweşxaneya Nûmûneyê daye wî jî heye. Tiliyên lingê wî birine, mecbûre pêlavên taybet li xwe bike. Birayê min niha jî derkeve, rewşa wî ya ku derkeve tune ye.”
 
Kandemîr, mirinên di girtîgehan de çêdibin bi bîr xist û wiha axivî: “Em weke malbat dibêjin di girtîgehê de nayên dermankirin. Ne însanî ye ku tena serê xwe bimînin û biavêjin hucreyan. Bila wan bidin me em ê tedawiya wan bikin. Ew jî em jî dê xelas bin. Ez dikarim li derve lê binêrim. Ez dixwazim birayê min demildest were berdan û di şertên baş de were dermankirin.”
 
MA / Delal Akyuz
 

Sernavên din

22:16 Eleqeyeke zêde ji bo Mîhrîcana Şanoyê ya Şanoya Bajêr a Amedê
22:05 Ji DEM Partiyê bertek ji bo şandina mufetîşan
19:39 Şaredariya Serêkaniyê kargeha hilberînê vekir
19:37 Rapora Girtîgehên Anatolyaya NavîN. Herî kêm 42 girtiyan jiyana xwe ji dest daye
16:59 Halîse Aksoy ji girtîgehê derket: Dil û hişê min li ser girtîgehê ye
16:45 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 80’yan de ye
16:38 Di doza êrişê ya Dedeogûllari de cezayên kêm dan bersûcan
16:32 8 kesên binçavkirî hatin berdan
16:31 Di Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê de ‘Şanoya Başûr’ hat nirxandin
15:52 DEM Partiyê girtina Huda Kayayê bir rojeva Meclisê
15:47 Banga ‘bila girtîgehên bi ewlekariya bilind bên girtin’ hate kirin
15:25 Giliyê Tanjû Ozcan kirin
15:14 Sîteya 186 kesan lê jiyana xwe ji dest dayî qaçax hatiye çêkirin
15:05 Derbarê welatiyê got ku ‘Biaxive tu ji kû yî’ de lêpirsîn hate destpêkirin
14:55 Li Rihayê cînayeta kar
14:36 Ji Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê banga 1’ê Gulanê
14:26 Berdana Karataş ê 30 sal in girtî ye 6 mehan hate taloqkirin
14:19 Li navçeyê Tûşba û Artemêtê mirinên biguman
14:00 Li Sûriyeyê êrişa DAIŞ’ê: 28 leşker û milis mirin
13:46 Yildiz a di encama tundiya mêr de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
13:40 AYM’ê têkildarî belavkirina belavokan a li zanîngehan biryar da
12:16 Berî ku cenazeyê lawê xwe bigire jiyana xwe ji dest da
11:37 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:35 Li cihê karesata madenê lê pêk hat cenazeyê kesekî din hate dîtin
11:23 Talha Ç. li Konyayê dapîra xwe qetil kir
11:21 Li Egeyê bi pileya 4.5’ê erdhej çêbû
11:07 Di êrişa dewleta tirk de pêşmergeyekî jiyana xwe ji dest da
10:34 Hatîmogûllari: Encamên hilbijartinê hêviya me mezin kir
10:22 Li Bolûyê tundiya mêr: 2 kes hatin qetilkirin
10:21 Li ser îfadeyên îtîrafkaran daxwaza cezayê muebeda giran
10:00 Halîse Aksoy hate berdan
09:48 Çapemeniya DYA’yê: Îsraîlê li Îranê xist
09:47 ‘MEB bi projeyên cuda cemaet û îstîxbaratê têxe nava dibistanan’
09:30 Li çiyayên bilind ên Pasûrê dema giyayê Zuzaxê ye
09:28 Deynê Şaredariya Bajaroka Ziyaretê 36 milyon e: Xizmeta nehatiye kirin
09:15 Rojnameger Silêman Ehmed 178 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:10 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:09 Çalakgerên Nobeda Edaletê: Wê têkoşîn bidome
09:02 'Çareseriya pirsgirêkên sed salan paradîgmaya Neteweya Demokratîk e'
09:01 Mizgîndêrên biharê berfîn vekirin
09:00 ROJEVA 19’Ê NÎSANA 2024’AN
08:39 Endamên Komîsyona Îlîçê ya Meclisê di Rojnameya Fermî de ne
08:38 Li Kenyayê qezaya helîkopterê: Serfermandarê artêşê û 10 leşker mirin
08:28 Li dijî Kobanê bi SÎHA’yan êriş hate kirin
08:27 Amerîkayê endamtiya Filistînê ya NY’yê veto kir
18/04/2024
23:04 9’emîn Mihrîcana Şanoya Amedê dest pê kir
20:34 Erdogan, hevdîtin bi serokê AYM'ê re kir
20:09 Şaredariya AKP’î xweliya komirê rijand çem
19:37 DEM Partî û OHD çûn serdana Emîne Şenyaşarê
19:33 Jinan ji Amedê bang kir: Em ê li dijî feraseta serdest têbikoşin
19:31 Li Tokatê erdhej çêbû
16:16 Derket holê ku 5 stûnên hotêla 21 kes lê miribûn kêm bûn
16:01 Li Amedê qeza çêbû: 2 jê zarok 10 kes birîndar bûn
15:56 Di lêpirsîna ‘îhaleyê’ ya MEB’ê de 3 kes hatin binçavkirin
15:42 Peykerê jina ku Beyoglû yê AKP’î rakiribû jinûve hate danîn
15:17 Rêveberiya Xweser bi hikûmeta Şamê re hevdîtin kir
14:59 Qeyûmê Êlihê li pey xwe 3 milyar û 53 milyon û 970 hezar TL deyn hişt
14:59 Li Wanê ji bo mitînga herêmî ya 1’ê Gulanê bang hate kirin
14:45 Rêveberiya AKP’ê wesayitên şaredariyê ji hev kirine
14:36 Ji ber şopandina tacîza çawişê pispor gef li Baroya Şirnexê hatin xwarin
14:29 Di kolandina qaçax de 3 kesan jiyana xwe ji dest da
14:11 AKP’iyên bi dengên veguhestî hatin hilbijartin hevdu bi ‘karên qirêjî’ sûcdar kirin
14:10 Derbarê rojnamevan Gultekînê de biryara beraetê hate dayîn
12:56 Serokwekîlê koma CHP’ê yê nû diyar bû
12:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:47 Ji ber hezazê rêya di navbera Wan-Geverê de hate girtin
11:45 Talana AKP’iyan li ser bîllboardan hate teşhîrkirin
11:22 Salek cezayê hefsê û 17 hezar lîre cezayê pere li rojnamevan Yalçin hate birîn
11:05 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:00 Kolberek hate qetilkirin kolberek jî winda ye
10:52 Têkildarî tecrîda li Îmraliyê bi CPT’ê re hevdîtin hate kirin
10:37 Leşkerê ji ber êrişa zayendî hate girtin parastina ‘ez mirovekî rêzdar im’ kir
10:37 Turnuvaya Gulistan Dokuyê: Em ê li dijî şerê taybet dakevin sehayan
10:13 Di doza Remziye Bor de li benda biryara AYM’ê ne: Divê nebe dosyaya kiryarnediyar
10:04 Qeyûm ji bo mitînga Erdogan û diyariyan 8 milyon û 886 hezar lîre xerc kiriye
09:39 Axtamara bi biharê re xemilî
09:29 Ozûgûrlû: Roja ku çarenûsa vê erdnîgariyê ji aliyê mirovên vê erdnîgariyê ve bê diyarkirin wê pirsgirêk nemînin
09:23 Bertek nîşanî projeya 'zarokan' a MÎT'ê dan: Perwerde karê perwerdekaran e
09:06 Dê rojên ‘Diyaloga bi Ocalan re’ ya navneteweyî bên lidarxistin
09:04 Dayikên Aştiyê yên Êlihê: Çalakiya girtiyan peyama 'tevbigere' ye
09:03 Rojnamevan Oynaş: Li girtîgehê li hemberî zextan berxwedan zêde bûye
09:02 Rojnameger Silêman Ehmed 177 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:02 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 144 roj in di çalakiyê de ne
09:01 ROJEVA 18’Ê NÎSANA 2024’AN
08:53 Piştî erdhejê li Tokatê navber dan perwerdeyê
17/04/2024
22:55 Li Şengalê pîrozbahiyên Cejna Çarşema Serê Nîsanê
20:55 Êrişî Binarê Qendîlê hat kirin
20:30 Li Cenevreyê bang li CPT'yê kirin: Dawî li îşknecya tecrîdê biînin
19:06 Çalakiya Emîne Şenyaşarê di roja 78'emîn de didome
17:12 Di Doza Kobanê de kes nehate berdan
16:55 Deynên qeyûmê Misircê bi bilboardê ve hatin daliqandin
16:39 Sirri Sureya Onder di rûniştina Meclisê de aciz bû
16:17 Hizbullaha Lubnanê bakurê Îsraîlê bombebaran kir
16:12 Li Hezexê pîrozbahiya Cejna Çarşema Sor a rengîn
16:11 Bafil Talbanî: Dê hilbijartin di dema xwe de werin kirin
16:00 Qeyûm 2 roj berî hilbijartinê hemû qeydên kamerayan da jêkirin
15:52 Li Colemêrgê 3 herêm weke ‘herêma ewlehiya taybet’ hatin îlankirin
15:51 Serokê AKP’î 4 karan dikir: Ji kar hate girtin
15:50 Parêzer û malbata Abdullah Ocalan li KE’yê ne: Hûn dikarin vê bêhiqûqiyê rawestînin
15:28 Bi rojan e agahî ji Weliyê ku dîmenên wî yên îşkenceyê derketibûn holê nayê girtin