QAYSERÎ - Şaredarê AKP’î yê navçeya Yahyali ya Qayseriyê Esat Ozturk û zabitayek rastî êrîşa bi kêr hatin.
Mehmet A. yê li dijî rêya di zeviya wî ya li Taxa Seydîlî ya Qeyseriyê de bê çêkirin derket, Şaredarê AKP’î yê Navçeya Yahyali ya Qayseriyê Esat Ozturk û zabite Sînan Sîvrîtepe yên ji bo xebatên rê kontrol bikin çûn herêmê, bi kêr birîndar kirin. Ozturk ê destepê kê li Nexweşxaneya Dewletê ya Yahyali hat dermankirin, dûrê bi helîkoptera ambulansê sewqî Qeyseriyê hat kirin. Sîvrîtep jî bi ambulansê sewqî Qeyseriyê kirin.
Hat diyar kirin ku Mehmet A. hat binçav kirin û lêpirsîna wî berdewam dike.