ŞIRNEX - Şaredariya Şirnexê ya bi rêya qebûm desteser kirin, karkerên berê ji kar avêtin, li cihê wan rêveberên AKP'ê û xizmên cerdevanan tije kirin.
Wezîrê Karê Hundur di 5'ê Mijdara 2016'an de qeyûm tayînî Şardariya Şirnexê kir, 31 ji wan kadro bi giştî 99 karker beyî ku hincetekî bidin nişan ji kar avêtin. Xebatkarên di nava wan de endamên meclisê yên hilbijartî jî heyî, li cihê gelek kesan xizmên cerdevanan û rêveberên AKP'ê bi cih kirin.
GELEK KES JI HEMAN MALBATÊ NE
Roja ku qeyûm tayînê şaredariyê kirin heta niha gelek kes girtin kar, di nava vê mehê de 93 kesên din jî girtin kar. Kesên girtin kar 20 ji wan beden, 32 ajokar, 4 keldankerê boriyan, 8 amûrsazê kanal û avê, 5 operatorê kepçeyê, 12 amûrsazê sihhiyê û 12 kes jî di karê kevirê parke yê parkan de dixebitin. Ev mirovana gelek kes ji heman malbatê ne, bi salan e cerdevaniyê dikin û di AKP'ê de rêvber in.
Hin kesên xizmên rêveberên AKP'ê û cerdevanan e û girtine kar ev in:
* S.S. yê girtine kar, kurapê Firat Som e û Som Berdevkê TUGVA'ê yê bajêr e.
* A.T. ê wekî amûrsazê kanal û avê girtine kar, xizmê Rahmet Taşar e û ev kes Serokê navçeya navendî ya AKP'a Şirnexê ye.
* Bavê Î.T. bi salan e li herêmê cerdevaniyê dike.
* D. B. xizmê karsaz Y.U. ye û ev kes bi nêzikatiya xwe ya li gel AKP'ê tê zanîn.
* R.T. û gelek kesên ku girtine kar, xizmên Arslan Tatar in û Tatar di hilbijartinên giştî de namzetê wekîltiyê yê AKP'ê bû.
* Di mehên borî de kesên wekî D.T, S.T, Z.T û H.T. girtibûn kar û ev kesana xizmê Arslan Tatar in.
Her wiha li bajarên cuda jî 6 kes girtine kar.