Nivîskar Merwanî ku tevli Nobeda Edaletê bû: Dayik bûn hêvî

  • rojane
  • 09:29 1 Kanûn 2021
  • |
img

AMED - Nivîskar Herdem Merwanî ku ji bo bavê xwe Abdulhalîm Kirtayê 30 sal in girtiye tevli Nobeda Edaletê bû, got: "Ev dayik ji bo her kesî bûn hêvî û moral." 

Li gor daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) 604 jê giran di ser hezar û 600'î re girtiyên nexweş hene. Bêdengiya rayedaran a ji bo girtiyên nexweş didome. Xizmên girtiyan ji bo balê bikişînin ser rewşa giriyên nexweş û girtiyên ku înfazên wan tên şewitandin li Baroya Amedê Nodebda Edaletê dan destpêkirin. Çalakiya malbatan di roja 16'an de ye.Nivîskar Herdem Merwanî ku bavê wê Abdulhalîm Kirtay 30 sal un girtiye û nexweş e, jî tevli Nobeda Edaletê bû. Merwanî ji bo bavê wê yê di Girtîgeha Şakran a Tîpa T'yê de ye bê tedawîkirin li mala xwe dest bi greva birçîbûnê kiribû. Merwanî piştî roja 3'yan a greva birçîbûnê tevli Nobeda Edaletê bû.
 
Merwanî bang li her kesî kir ku xwedî li çalakiya dayikan derkevin. 
 
HER DIÇE REWŞA WÎ XIRABTIR DIBE
 
Merwanî, bilêv kir ku bavê wê yê 73 salî 30 sal in girtiye û her diçe rewşa wî xirabtir dibe. Merwanî got: "Bavê min 30 sal in girtiye. Di vî 30 salî de sirgûnî gelek girtîgehan hat kirin. Bi van sirgûnan re nexweşînên wî jî zêde bûn. Berê rewşa wî baş bû, lê li Girtîgeha Kirikkaleyê rewşa wî xirab bû. Ji bo tedawiyê wî birin Şajranê, lê li wir xirabtir bû. Her diçe jî xirabtir dibe. Belê, tedawiyek heye lê ev tedawî nexweşîna wî girantir dike û dibe sedmea nexweşînên din. Mesela her diçe nexweşxaneyê 15 rojan di karantînayê dedimîne. Jixwe ve kes tên tecrîdkirin, bi vî di nav tecrîdê de tên tecrîdkirin. Tim bi tahde û çewisandinê re rû bi rû ne. Wan bi mirinê re rû bi rû hiştine. Em baş dizanin ger wisa bidome, dê dawî nebaş be." 
 
‘MIN XWEST BIBIM QÎRÎNEK'
 
Merwanî, diyar kir ku dayikên çalakiya Nobeda Edaletê dane destpêkirin çalakiyeke pir pîroz dane destpêkirin û divê xwedî li vê çalakiyê bê derketin. Merwanî got: "3 meh in hema bibêje li her derî min hewl dadengê girtiyên nexweş ragihînim. Tenê çapemenî mabû ku min pê re xeber neda. Paşê min di 28'ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê kir. Min ev biryar bi tena serê xwe girt. Min xwest piştgiriya wan bikim û bibim qîrînek. Lê paşê min çalakiya bi dawî kir û biryar da ku tevli çalakiya malbatan bibim. Ji lew re dayik çalakiyeke pîroz li dar dixin û min xwest piştgiriya wan bikim." 
 
‘POLÎTÎKAYA DIJMINATIYÊ'
 
Merwanî, destnîşan kir ku dewlet bi polîtîkayên pir taybet bi ser girtiyan de diçeû got: "Li ser girtiyên siyasî polîtîkayên pri qirêj hene. Her roj darbest ji zindanan tên û dixwazin vê yekê bidin qebûlkirin. Lê em qebûl nakin. Mirina kurdan ne erzan e. Gelek efû û qanûnan derketin. Kujer, tecawizkar sûd ji van efû û qanûnan girtin, lê girtiyên siyasî daxilî navnekirin. Polîtîkayeke dijminatiyê pêk tê." 
 
DAYIK BÛN HÊVÎ
 
Merwanî bilêv kir ku heya ku daxwaz pêk bên dê piştgiriya çalakiyê bike û got: "Dixwazim hêvî û coşa xwe bi ya dayikan re bikim yek. Ew ji bo em bûn hêvî û moral." 
 
‘BILA HER KES XWEDÎ LI RÛMETA XWE DERKEVE'
 
Merwanî ji bo piştevaniyê bang li tevahiya civakê kir û got: "Divê xwedî li vê çalakiyê bê derketin. Ji lew re zindan neynika wijdanên me ne. Partiyên kurd hemû divê xwedî li vê rûmetê derkevin. Dayik xwedî li vê rûmetê derdikevin, divê her kes xwedî lê derkeve." 
 
MA / Eylem Akdag

Sernavên din

09:34 Ne bikaranîna tiryakê pirtûka Ocalan sûc hat dîtin!
09:16 Rojnameger Silêman Ehmed 179 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:15 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 146 roj in di çalakiyê de ne
09:13 ÎHD: Girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Kurkçulerê 3 sal in nayên dermankirin
09:09 Nameyên girtiyê wekî hincet hatin nîşandan û berdana wê 11 mehan hat taloqkirin
09:07 Navnîşana 1'ê Gulanê Qada Taksîmê ye
09:06 Ji Demîrê banga 'têkoşîna hevpar': Werin em bi hev re deriyên Îmraliyê vekin
09:02 Gotibû 'wê meseleya avê çareser bikin', lê di hefteya ewil de ava bajêr birîn
09:00 ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2024'AN
19/04/2024
22:16 Eleqeyeke zêde ji bo Mîhrîcana Şanoyê ya Şanoya Bajêr a Amedê
22:05 Ji DEM Partiyê bertek ji bo şandina mufetîşan
19:39 Şaredariya Serêkaniyê kargeha hilberînê vekir
19:37 Rapora Girtîgehên Anatolyaya NavîN. Herî kêm 42 girtiyan jiyana xwe ji dest daye
16:59 Halîse Aksoy ji girtîgehê derket: Dil û hişê min li ser girtîgehê ye
16:45 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 80’yan de ye
16:38 Di doza êrişê ya Dedeogûllari de cezayên kêm dan bersûcan
16:32 8 kesên binçavkirî hatin berdan
16:31 Di Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê de ‘Şanoya Başûr’ hat nirxandin
15:52 DEM Partiyê girtina Huda Kayayê bir rojeva Meclisê
15:47 Banga ‘bila girtîgehên bi ewlekariya bilind bên girtin’ hate kirin
15:25 Giliyê Tanjû Ozcan kirin
15:14 Sîteya 186 kesan lê jiyana xwe ji dest dayî qaçax hatiye çêkirin
15:05 Derbarê welatiyê got ku ‘Biaxive tu ji kû yî’ de lêpirsîn hate destpêkirin
14:55 Li Rihayê cînayeta kar
14:36 Ji Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê banga 1’ê Gulanê
14:26 Berdana Karataş ê 30 sal in girtî ye 6 mehan hate taloqkirin
14:19 Li navçeyê Tûşba û Artemêtê mirinên biguman
14:00 Li Sûriyeyê êrişa DAIŞ’ê: 28 leşker û milis mirin
13:46 Yildiz a di encama tundiya mêr de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
13:40 AYM’ê têkildarî belavkirina belavokan a li zanîngehan biryar da
12:16 Berî ku cenazeyê lawê xwe bigire jiyana xwe ji dest da
11:37 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:35 Li cihê karesata madenê lê pêk hat cenazeyê kesekî din hate dîtin
11:23 Talha Ç. li Konyayê dapîra xwe qetil kir
11:21 Li Egeyê bi pileya 4.5’ê erdhej çêbû
11:07 Di êrişa dewleta tirk de pêşmergeyekî jiyana xwe ji dest da
10:34 Hatîmogûllari: Encamên hilbijartinê hêviya me mezin kir
10:22 Li Bolûyê tundiya mêr: 2 kes hatin qetilkirin
10:21 Li ser îfadeyên îtîrafkaran daxwaza cezayê muebeda giran
10:00 Halîse Aksoy hate berdan
09:48 Çapemeniya DYA’yê: Îsraîlê li Îranê xist
09:47 ‘MEB bi projeyên cuda cemaet û îstîxbaratê têxe nava dibistanan’
09:30 Li çiyayên bilind ên Pasûrê dema giyayê Zuzaxê ye
09:28 Deynê Şaredariya Bajaroka Ziyaretê 36 milyon e: Xizmeta nehatiye kirin
09:15 Rojnameger Silêman Ehmed 178 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:10 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:09 Çalakgerên Nobeda Edaletê: Wê têkoşîn bidome
09:02 'Çareseriya pirsgirêkên sed salan paradîgmaya Neteweya Demokratîk e'
09:01 Mizgîndêrên biharê berfîn vekirin
09:00 ROJEVA 19’Ê NÎSANA 2024’AN
08:39 Endamên Komîsyona Îlîçê ya Meclisê di Rojnameya Fermî de ne
08:38 Li Kenyayê qezaya helîkopterê: Serfermandarê artêşê û 10 leşker mirin
08:28 Li dijî Kobanê bi SÎHA’yan êriş hate kirin
08:27 Amerîkayê endamtiya Filistînê ya NY’yê veto kir
18/04/2024
23:04 9’emîn Mihrîcana Şanoya Amedê dest pê kir
20:34 Erdogan, hevdîtin bi serokê AYM'ê re kir
20:09 Şaredariya AKP’î xweliya komirê rijand çem
19:37 DEM Partî û OHD çûn serdana Emîne Şenyaşarê
19:33 Jinan ji Amedê bang kir: Em ê li dijî feraseta serdest têbikoşin
19:31 Li Tokatê erdhej çêbû
16:16 Derket holê ku 5 stûnên hotêla 21 kes lê miribûn kêm bûn
16:01 Li Amedê qeza çêbû: 2 jê zarok 10 kes birîndar bûn
15:56 Di lêpirsîna ‘îhaleyê’ ya MEB’ê de 3 kes hatin binçavkirin
15:42 Peykerê jina ku Beyoglû yê AKP’î rakiribû jinûve hate danîn
15:17 Rêveberiya Xweser bi hikûmeta Şamê re hevdîtin kir
14:59 Qeyûmê Êlihê li pey xwe 3 milyar û 53 milyon û 970 hezar TL deyn hişt
14:59 Li Wanê ji bo mitînga herêmî ya 1’ê Gulanê bang hate kirin
14:45 Rêveberiya AKP’ê wesayitên şaredariyê ji hev kirine
14:36 Ji ber şopandina tacîza çawişê pispor gef li Baroya Şirnexê hatin xwarin
14:29 Di kolandina qaçax de 3 kesan jiyana xwe ji dest da
14:11 AKP’iyên bi dengên veguhestî hatin hilbijartin hevdu bi ‘karên qirêjî’ sûcdar kirin
14:10 Derbarê rojnamevan Gultekînê de biryara beraetê hate dayîn
12:56 Serokwekîlê koma CHP’ê yê nû diyar bû
12:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:47 Ji ber hezazê rêya di navbera Wan-Geverê de hate girtin
11:45 Talana AKP’iyan li ser bîllboardan hate teşhîrkirin
11:22 Salek cezayê hefsê û 17 hezar lîre cezayê pere li rojnamevan Yalçin hate birîn
11:05 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:00 Kolberek hate qetilkirin kolberek jî winda ye
10:52 Têkildarî tecrîda li Îmraliyê bi CPT’ê re hevdîtin hate kirin
10:37 Leşkerê ji ber êrişa zayendî hate girtin parastina ‘ez mirovekî rêzdar im’ kir
10:37 Turnuvaya Gulistan Dokuyê: Em ê li dijî şerê taybet dakevin sehayan
10:13 Di doza Remziye Bor de li benda biryara AYM’ê ne: Divê nebe dosyaya kiryarnediyar
10:04 Qeyûm ji bo mitînga Erdogan û diyariyan 8 milyon û 886 hezar lîre xerc kiriye
09:39 Axtamara bi biharê re xemilî
09:29 Ozûgûrlû: Roja ku çarenûsa vê erdnîgariyê ji aliyê mirovên vê erdnîgariyê ve bê diyarkirin wê pirsgirêk nemînin
09:23 Bertek nîşanî projeya 'zarokan' a MÎT'ê dan: Perwerde karê perwerdekaran e
09:06 Dê rojên ‘Diyaloga bi Ocalan re’ ya navneteweyî bên lidarxistin
09:04 Dayikên Aştiyê yên Êlihê: Çalakiya girtiyan peyama 'tevbigere' ye
09:03 Rojnamevan Oynaş: Li girtîgehê li hemberî zextan berxwedan zêde bûye
09:02 Rojnameger Silêman Ehmed 177 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:02 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 144 roj in di çalakiyê de ne
09:01 ROJEVA 18’Ê NÎSANA 2024’AN
08:53 Piştî erdhejê li Tokatê navber dan perwerdeyê
17/04/2024
22:55 Li Şengalê pîrozbahiyên Cejna Çarşema Serê Nîsanê
20:55 Êrişî Binarê Qendîlê hat kirin
20:30 Li Cenevreyê bang li CPT'yê kirin: Dawî li îşknecya tecrîdê biînin
19:06 Çalakiya Emîne Şenyaşarê di roja 78'emîn de didome
17:12 Di Doza Kobanê de kes nehate berdan
16:55 Deynên qeyûmê Misircê bi bilboardê ve hatin daliqandin