Ji bo çalakiyên greva birçîbûnê meşiyan: Bêdeng nemînin

  • rojane
  • 16:23 22 Çile 2021
  • |
img
 
ŞIRNEX - Li Cizîrê piştî ku daxuyaniya HDP'a Cizîrê ya derbarê grevên birçîbûnê de hat astengkirin, parlementerên jî di nav de HDP'î ber bi qeymeqamtiya navçeyê ve meşiyan. HDP'iyan bang kir ku divê tu kes bêdeng nemîne. 
 
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) xwest derbarê grevên birçîbûnê yên li girtîgehan ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatine destpêkirin, li ber avahiya partiyê daxuyaniyê bide. Lê belê polîsan bi hinceta "progandayê rêxistinê ye" nehiştin HDP'î daxuyaniyê bidin. Li dijî vê biryarê parlementerên HDP'ê Nuran Îmîr û Hasan Ozguneş jî ber bi avahiya qeymeqamtiyê ya navçeyê ve meşiyan û daxuyanî dan çapemeniyê. Di dema daxuyaniyê de polîsan derdora parlementeran dorpêç kir. 
 
'BÊDENG NEMÎNIN'
 
Parlementera HDP'ê Nuran Îmîr bertek nîşanî helwesta polîsan da. Îmîr, destnîşan kir ku tu hêz wê nikaribe dengê wan asteng bike û got: "Îro Cizîra Botan di bin dorbêçê de ye. Nahêlin em parlementer dengê we ragihînin. Bi biryara qeymeqam nahêlin ku em gotinekê bibêjin. Em vê helwesta qeymeqam şermezar dikin. Çi dibe bila bibe em ê li gel gelê xwe kom bibin. Ew ê nikaribin me ji gel veqetînin. Wekî her tim îro jî em ê xwedî li vîn û rûmeta xwe derbikevin. Di şexsê girtiyan de dixwazin tevahiya Tirkiyeyê bixin bin tecrîdê. Mirov êdî nikare du gavan biavêje. Li hemberî vê bêrûmetiyê em ê li ber xwe bidin. Ciwanên me, hevalên me ji bo ku li hemberî vê zilmê li ber xwe dane dîl hatine girtin. Niha jî ev hevalên me bi çalakiya grevên birçîbûnê li ber xwe didin. Lêgerînên tazî li wan dikin, îşkence li wan dikin û wan sirgûn dikin. Ev pêkanînê dijminahiyê ne ku dewletê li dijî gelê kurd dike. Ev rêbazê îşkenceyê ji xwe re kirine pergal. Bêdeng nemînin, deng bidin girtîgehan."
 
PIŞTGIRIYA GEL HAT ASTENGKIRIN
 
Piştî daxuyaniyê parlementer Ozguneş û Îmîr bi dirûşmeyên 'Bijî berxwedana zindanan' meşiyan. Welatiyên ku dixwestin piştgiriyê bidin meşa parlementeran ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. Meşa parlementeran heta li ber avahiya rêxistina HDP'ê ya navçeyê berdewam kir.
 
'TU ÎKTÎDAR NIKARIN LI BER DAXWAZA JI BO AZADIYÊ BISEKININ' 
 
Li ber avahiya HDP'ê parlementerê HDP'ê Hasan Ozgûneş jî axiftinek kir. Ozgûneş jî bal kişand li ser grevên birçîbûnê. Ozguneş, bilêv kir ku rayedarên dewletê bi qedexekirina çalakiyan dixwazin dengê gel qut bikin û got:" Jibîr nekin; ne astengiyên we, ne çekên we, ne kelemçeyên we û ne jî zindanên we nikarin dengê me qut bikin. Çimkî em hezkiriyên aşitî, azadî, demokrasî û wekheviyê ne. Me canê xwe di oxira wan de feda kiriye. Tu îktîdar nikarin li ber daxwaziya ji bo azadiyê bisekinin. Dîrok şahid e." 
 
Piştî axaftina Ozgûneş, meş bi dirûşmeya "Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.
 

Sernavên din

25/01/2021
16:11 HDK û pêkhateyên wê: Şenoglû serbest berdin
15:57 Kalê 70 salî yê maşîneya zirxî lê qelibî bi ser hişê xwe ve hat
15:50 Kanar: Serdegirtina HDP'ê li dijî AYM'ê ye
15:10 DAD’ê ajansa me ziyaret kir
15:08 ‘Hêza yekitiyê dê tecrîdê bişkîne'
13:57 ÎHD: Tanboga û Guler serbest berdin
13:29 Siyasetmedarên kurd Taniş û Denîz hatin bîranîn
13:17 Ew qas erebeyên zirxî bi kîve diçin?
12:54 Ji meşa piştevaniyê ya Guvenê re daxwaza ceza
12:53 TUHAY-DER: Daxwazên girtiyan pêk bînin
12:45 Ji bo qeyûm û burokratên îthalê torpîla meaş
12:17 Ji DÎB’ê biryara konferansa demokrasiyê
11:15 Li Çewlikê resmê xizaniyê
11:04 Danişîna rojnameger Suren hat taloqkirin
11:00 78 girtiyan xwest sewqî Îmraliyê bibin
10:53 ‘Zanîngeha Jinan’ wê newekheviyan kûrtir bike'
10:20 Li Esenyûrtê mirinek bi guman
10:17 DAIŞ'ê qetilkirina hevserokên jin girt ser xwe
09:34 Siyasetmedarê Kurd Metîn Adûgît hat definkirin
09:34 Çalakiya greva birçîbûnê du meh li pey xwe hiştin
09:11 Di bûyerên revandinê de tenê reng û marqeya wesayîtan guherî
09:10 ‘Stenbol dengê wan dibihîze lê Serokkomar na
09:10 Kurkçu: Tecrîdkirina Ocalan li hemû civakê belav dibe
09:04 Penaberên ceyrana wan hatiye birîn: Ji ber tunebûna êzingan em kincan dişewitînin
09:00 ROJEVA 25'Ê ÇILEYA 2021'AN
24/01/2021
21:08 Hejmara miriyên Kovid-19’ê 25 hezaran derbas bûn
16:27 Leşkerê pêl mayinê kir jiyana xwe ji dest da
16:25 Faîlê tecawizê hat girtin
15:35 Katircioglû: Nîşa serkeftinê li dijî desthilata ku jana dayikan bi kar tîne ye
15:27 ÎHD û Baroya Amedê: Biryara DMME’yê bi cih bînin
14:26 Midurê Polisan soza radestkirina Guneş da malbata wî
13:55 Avci: Wêneyê Esenyûrtê yên beriya 6 mehan e
13:37 Ji bo kolberên di bin aşûtê de xebatên lêgerînê dest pê kirin
13:17 Cenazeyê Adûgît ji bo otopsiyê birin Erziromê
12:59 Li Wanê kesek binçav kirin
11:58 Bi banga HDP'ê nûnerên 160 rêxistinên sivîl li hev civiyan
11:49 Ji bo Serhedê hişyariya cemed û aşûtê
11:39 Hevserokên HDP’a Esenyûrtê hatin berdan
10:56 Polisan bi ser avahiyê HDP’ê ya Esenyûrtê de girtin
10:55 Di rapora leşkerê kurd de gumana ‘cînayetê’
09:28 'Di şexsê parêzeran de civak tê tepisandin'
09:27 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 59’emîn de berdewam dike
09:26 Li Şirnexê 15 herêm heta salekê hatin qedexekirin
09:25 Paylan: Heya pirsgirêka kurd çareser nebe dê aborî baş nebe
09:24 'Bi cezayê hepsa malê muxalifan ji civakê dûr dixin'
09:23 Halê çandinî û sewalvaniyê ne tu hal e: Bila qedexekirina mêrgan bê betalkirin
09:21 Biryara derbarê cezakirina rojnamevan de: Weşanên dijî dewletê
09:20 ‘Divê îşkenceya tecrîdê ya Îmraliyê bi dawî bibe'
09:08 Di tapo kadastroyê de derbarê 4 hezar û 628 kesî de lêpirsîna bertîlstendinê
09:07 '20 sal in em li bendê ne ku dê derî lê bikeve û wê bavê min bê'
09:04 'Em vê hişmendiya qedexekir û neqanûnî şermezar dikin'
09:02 Nûnerên Jin: Bi 'Zanîngeha Jinan' jinan tecrîd dikin
09:00 Di 2020'an de 2 hezar û 427 karker bûn qurban
09:00 ROJEVA 24'Ê ÇILEYA 2021'AN
23/01/2021
20:22 Îro 144 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
16:24 Xwişk: Em destûr nadin birayê me bê windakirin
16:23 Ji bo demboriya doza Mûsa Anter 18 meh man
15:56 Li Sêrt û Êlihê 66 herêm heya dawiya salê hatin qedexekirin
15:43 2 jê zarok 3 welatiyên Til Rifatê di êrîşa Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest dan
15:05 Zêdeyî 800 zarok bi dayikên xwe re girtî ne
14:52 Ciwanên HDP'î: Ji Birêz Ocalan re azadî
14:15 Banga ‘Bila Meclîs ji bo komkujiyên jinan bi lezgînî kom bibe’
14:15 'Girtiyê felç ê 77 salî Silik serbest berdin'
14:02 Dayikên Şemiyê pirsa faîlên Ayşenûr Şîmşek kirin
13:44 Lêpirsin ne li heqaretê, li nîşaneya serkeftinê vekirin
13:27 Ji bo girtiyê nexweş Guler ê 81 salî banga berdanê
12:33 Şaredariya Ebaxê ji bo gora Adûgît kepçe neda
12:08 Kerevan Îrmez 25 salin windaye
12:07 Parêzerê Dokû: Sehî bû ku polîs Yucel kesê herî girîng e
10:51 Li Çiyayê Agiriyê operasyona eskerî dest pê kir
10:50 Hevjîna Hadî Yalçin: Ji ber zilmê jiyana xwe ji dest
10:43 Stêra Rojhilata Navîn Heleb ditefe
10:14 Xizmên kolberîn dibin aşûtê de: Qîrîniya me bibihîsin
09:25 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 58’emîn de berdewam dike
09:04 Girtiyê nexweş Îsmaîl Tanboga bû 38 kîlo
09:04 Ji ber ziwabûnê berdarî kêm bûye, lêçûn zêde bûye
09:04 KADES, pêşî li ber tahdeyê digire yan na?
09:04 Armanca Zanîngeha Jinan, ferzkirina tecrîda li ser tecrîdê ye
09:04 'Em li dijî tecrîd û tundiyê xwe diparêzin'
09:04 ‘Rojeva derbarê mafên heywanan de hewldaneke nûkirina makyajê ye'
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÇILEYA 2021'AN
22/01/2021
22:33 Êrîş birin ser xebatkarê tenduristiyê
20:36 Hin deverên Bedlîsê heta dawiya salê hatin qedexekirin
19:55 149 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:03 Eskeran wesayit li kalê 70 salî qeliband
16:23 Ji bo çalakiyên greva birçîbûnê meşiyan: Bêdeng nemînin
15:43 HDP ‘Hevdîtinên Kar û Nan’ didomîne
15:09 Li Amedê hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê kêm bûn
14:57 Li rêya Gever û Şemzînanê aşût ket xwar
14:21 Li 4 gundên Licê operasyon zêde bû
14:18 Li aktîvîsta TJA’yê Gul 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hat birîn
14:07 Ozbek a tê angaştkirin hevjînê xwe kuştiye nehat berdan
13:50 Gunay: Polîtîkayên tecrîdê li Tirkiyeyê belav dibe
13:36 Ji kolberan 4 roj in agahî nayê girtin
13:11 Rojnameger Ûgûr Mûmcû hat bibîranîn
12:44 12 herêmên Colemêrgê heya dawiya salê hatin qedekirin
12:20 Wêneyên jinan weke ‘endamtiya rêxistinê’ servîs kirin
11:44 ‘Berpirsiyarê gefên Bahçelî desthilatdarî ye’
10:13 Deynê qeyûm nêzî milyarekê bû
09:54 Kesên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan