Rojnamegerên Wanê: Divê rêxistinên pîşeyî bi lezgînî gav bavêjin

  • rojane
  • 12:36 25 Mijdar 2020
  • |
img

WAN – Rojnamegerên li Wanê bertek nîşanî zextên li ser buroya ajansa me ya li Wanê dan û diyar kirin ku hatine wê astê nikarin nûçeyan bişopînin û ev bang li rêxistinên pîşeyî kirin: “Ji dûrişmeyan derbas bibin gavên lêzgînî bavêjin.”

 
Zextên li ser buroya ajansa me ya Wanê ku avêtina ji helîkopterê ya Servet Tûrgût û Osman Şiban derxist holê, didomin. Piştî ku di 9’ê cotmehê de bi ser buroya me de hat girtin û nûçegîhanên me Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr û nûçegîhana Jinnewsê Şehrîban Abî û rojnameger Nazan Sala hatin girtin, duh bi ser mala nûçegîhanê me yê heman buroyê DÎndar Karataş de hat girtin û hat binçavkirin.
 
Di çarçoveya lêpirsîna derbarê wî de polisan rojnameger Karataş birin Erziromê û cara duyemîn bi ser buroya me de girtin. Di lêgerînê de polisa laptop û hardîskên qompîturan desteser kirin. Rojnamegerên ku li bajar li saziyê cüda yên çapameniyê dixebitin, derbarê zextên li ser buroya me de axivîn û bertek nîşanî zextên li ser nûçegîhanên me dan.
 
‘DIVÊ HÛN JI ME BITIRSIN’ 
 
Nûçegîhana Jinnewsê Hîkmet Tûnç, diyar kir ku li bajar derbarê rojnamegerên muxalîf de bi dehan lêpirsîn hatine destpekirin û wiha got: “Em karen micid dikin û li gel zextên li ser xwe jî em dengê xwe bilin dikin. Em li dijî vê li ber xwe didin û têdikoşin. Me soz daye ku em yek bi tenê bimînin jî dê rastiyan ji gel re ragihînin. Divê hûn ji me bitirsin. Tu îşkence û binpêkirinên we dê weke faîlê wan ne diyar nemînin."
 
VOA: KARATAŞ HEDEF DIHAT GIRTIN
 
Nûçegîhanê Dengê Amerîkayê (VOA) Arîf Aslan, da zanîn ku piştî hewldana darbeya leşkeri ya sala 2016’an karê rojnamegeriyê zehmet bûye û ev tişt anî ziman: “Bi taybetî li Wanê li ser rojnamegeran gelek zext hene. Ji ber karê wan sûcdariyên “emdamtiya rêxistinê” li gelek rojnamegeran tên kirin. Hefteyek berê dema ku me bi hev re nûçeyek dişopand ez û Dîndar Karataş ji aliyê polisan ve hatin astengkirin. Bi taybetî jî polisan Karataş hedef nîşan dan û nexwestin kişanê bike.”
 
CANDEMÎR: ROJNAMEGER NIKARIN NÛÇEYAN BIŞOPÎNIN
 
Rojnameger Oktay Candemîr ku 18 sal in li bajar rojnamegeriyê dike jî destnîşan kir ku nîvê şevê bi ser malên rojnamegeran de tê girtin û wiha got: “Rojnameger tên binçavkirin û amûrên wan ên dijîtaş tên desteserkirin. Nêzî salekê ye li Wanê xebatên rojnamegeriyê qedexe ne. Ji ber qedexeyên heyî yên li bajar rojnameger nikarin tiştekî bişopînin. Hin tişt li bajar tên veşartin. Zexteke tund li ser çapemeniya azad heye. Divê demildest ev zext bên terikandin.”
 
BANGA LI RÊXISTINÊN PÎŞEYÎİ
 
Rojnameger Rûşen Takava jî bi lêv kir ku binçavkirina hempîşeyî wî Dîndar Karataş xeleka dawîn a zextên li ser rojnamegeran a li bajar e û ev tişt got: “Wê rojnamegerên çapameniya azad helbet bêdeng nebin. Lê ji bo piştevaniyê divê êdî jii dûrişmeyan bê derbaskirin. Divê rêxistinên pîşeyî bi lezgînî gav bavêjin. Em dibêjin rojnamegerî nayê bêdengkirin, nayê darizandin û ne sûc e lê mixabin pergal bêdeng dike, didarizîne û dike sûc. Ji ber vê dive êdî ji dûrişmeyan bê derbaskirin û em destê xwe bidin hev û tiştek derxin holê.”
 
YILMAZ: WÊ ROJNAMEGER TESLÎM NEBIN
 
Rojnameger Îdrîs Yilmaz jî da zanîn ku piştî avêtina welatiyan a ji helîkopterê zextên li ser rojnamegeran li bajar zêde bûne û wiha got: “Rojnamegerên ku rastiyan dinivisînin di hedefa darazê de ne. Bi serdegirtinên polisan zexta derûnî li rojnamegeran tê kirin. Wê çapameniya azad dengbûna xwe ya civakê bidomîne û wê teslîmê polîtîkayên bi vî rengî nebe.”

Sernavên din

15/04/2024
22:08 Li ber Konseya Ewropayê mîtînga ji bo Abdullah Ocalan: Em bêdengiyê qebûl nakin!
20:07 Li Şemzînanê leşkeran bi kuştinê gef li gel xwarın
17:17 DEDAŞ ji avahiyê vala re 34 hezar lîre qer derxist!
16:54 Her sê deriyên Wezareta Dadê jî ji Emîne Şenyaşarê re girtî ne
16:54 TJA: Em ê parastina xwe ya cewherî pêş bixin
16:47 BES-AR: Sînorê xizaniyê gihişt 66 hezarî
16:29 Giliyê êrişa li dijî gora Medet Serhat kirin
15:57 Tirkiye gundekî Minbicê bembebaran dike
15:34 Li Şirnexê zêrevanekî taxê welatiyekî birîndar kir
15:16 Dozgerê Dadgeha Bilind xwest daxwazên dosyeya Denîz Poyrazê werin redkirin
14:33 DEM Partiyê parêzer Akalin bi bîr anî
14:14 Pirtûka akoran a berhemên hilbijartî yên ji 13 salên dawî yên muzîka kurdî derket
13:57 Qeyûmê Sêrtê li pey xwe 456 milyon lîre qer hişt
13:34 Temellî ji partiyên Meclisê re got: Dema dersê jê girtinê ye | HATE NÛKIRIN
12:47 ‘Dîwana Wezîran a Şer’ a Îsraîlê îro dicive
12:46 ‘Têkoşîna me ya mezin dibe dê tecrîdê rake’
12:01 DÎB’ê ji bo Doza Kobanê bang kir: Li dijî bêhiqûqiyê helwestê bigirin
12:00 Îranê, 2 kolberên kurd qetil kirin
11:48 Têkildarî qedexeya bazirganiya di navbera Tirkiyeyê û Îsraîlê, teklîfa qanûnê hate dayîn
11:28 Bankaya Navendî bi rêjeyekî mezin zirar kir
10:57 Di salekê de ji sedî 113 zem li benzînê hatekirin
10:46 Li Panosê tundiya zilam: Jinek hate qetilkirin, jinek jî bi giranî birîndar bû
10:34 Rêjeya bêkariyê ya TUÎK’ê ya meha sibatê: Ji sedî 8,7
10:24 Grama zêr ji 2 hezar û 455 lîreyan derbas bû
10:23 Çalakiya Nobeta Edaletê wê veguhêzin qonaxeke cuda
09:56 Tirkiye gundên Biradostê bombebaran kir
09:54 Girtiyê di çalakiyê de: Dengê me ji herkesê re ragihînin
09:47 Geliyê Botanê bi rengên biharê xemilî
09:06 Rojnameger Silêman Ehmed 174 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:02 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 141 roj in di çalakiyê de ne
09:02 Gelê Sêrtê ji şaredariyê xizmetên çawa divê?
09:00 Li dijî bêhiqûqiya li girtîgehan banga têkoşîna li kolanan
09:00 ROJEVA 15'Ê NÎSANA 2024'AN
08:16 Xwebûn bi manşeta ‘Dê azadiya Ocalan bixwazin’ derket
14/04/2024
23:00 Têkildarî qezaya teleferîkê 5 kes hatin girtin
22:41 Li Mûşê zaroka ku kete çem jiyana xwe ji dest da
21:37 Girtî Hatîce Yildiz a 75 salî ji ser hişê xwe çû
20:25 Tacîza çawişê pispor li Manîsayê hate şermezarkirin
19:54 Li Amedê keyfxweşiya serkeftinê
18:57 Zarokê ku kete çem rakirin nexweşxaneyê
18:47 Di êrişa SÎHA’yê ya Şarbajêr de ciwanek hate qetilkirin
17:55 Amedsporê Kastamonûspor têk bir û serkeftineke girîng bi dest xist
17:05 Daxwaza ji bo dubarekirina hilbijartina Gumuşhaneyê hate redkirin
16:48 Jina ku li dijî êrişê xwe parastî hate binçavkirin
16:30 Di 22 saliya xwe de kete hefsê di 52 saliya xwe de derket
15:42 Fîdan bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê re hevdîtin kir
15:10 Firarê şerê di navbera malbatan de ku 9 kes miribûn 10 meh piştre hate girtin
14:53 Li Nisêbînê meşa li dijî tacîzê: Em ê li dijî tundiyê xweparastinê pêş bixin
14:00 Xizmên girtiyan: Dê Nobeta Edaletê bi şêweyên nû yên çalakiyan bidome
13:08 Kesên ji ber derbkirina faîle tacîzê çawişê pispor hatin binçavkirin hatin berdan
12:58 ÎSÎG: Di 3 mehan de 425 karkeran jiyana xwe ji dest dan
11:59 TJA’yê têkildarî kampanyayê daxuyanî da: Dê têkoşîna me bidome
11:37 Îsraîl: Îranê bi nêzî 290 moşek û ÎHA’yan êriş kir
11:27 Îran: Êrişên me biencam bûn, heke Îsraîl êrişê neke em êdî êriş nakin
10:34 Îsraîlê bang kir: Konseya Ewlehiyê ya NY’ê îro dicive
10:02 Tirkiyeyê du gundên Metînayê bombebaran kir
10:01 Îranê piştî êrişê got: Dibe ku bûyer hatibe girtin
09:56 Kovara Jînê bi manşeta ‘Têkoşîna yekbûyî ya jinan û Rêya Sêyemîn’ derket
09:27 Li Hewlêrê dengê teqînan
09:15 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 140 roj in di çalakiyê de ne
09:13 Aborînas Onder: Gelan guh nedan gotina 'ewlehiya neteweyî'
09:05 Rojnameger Silêman Ehmed 173 rojn in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:02 Polîs, dozger û dadgeh tev bûne parçeya çerxa 'îşkenceyê!'
09:00 ROJEVA 14’Ê NÎSANA 2024’AN
08:12 THY û Pegasusê seferên balafiran ên ji bo Îranê betal kirin
01:16 Îran dest bi êrişa Îsraîlê kir
00:47 Urdun sehaya xwe ya hewayê girt, li Îsraîlê dibistan hatin girtin
13/04/2024
23:50 Li dijî tecrîdê li Mannheîmê çalakî li Kopenhagê mitîng hat lidarxistin
23:24 Jinên Şengalî: Em pêngava xweparastinê dan destpêkirin
21:57 Kombûna Jinan a Zenûbiyayê têkildarî îşkenceyê daxuyanî da
21:37 Li Beyogluyê êrişa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
21:17 Rojnameger Dîlan Oynaş hate berdan
19:55 Evren Bariş Yavuz ê hatibû hedefgirtin hate girtin
18:45 Têkildarî qezaya teleferîkê biryara binçavkirina 13 kesan hate dayîn
18:17 Çawişê pispor ê faîlê tacîzê hate binçavkirin
17:57 Platforma 1’ê Gulanê li dijî qetlîamên karkeran banga Taksîmê kir
17:22 Di bobelata Teleferîkê de 17 kes rakirin nexweşxaneyê
16:59 TJA’yê bertek nîşanî tacîza çawişê pispor da: Em ê bêdeng nemînin
16:40 Li Edîrneyê jinek hate qetilkirin
16:39 Meclisa Jinan a DEM Partiyê têkildarî tacîza çawişê pispor daxuyanî da
16:27 Gotin ‘Bila ji azadiyê re bibe rê’ û şitil danîn
16:23 Li Pakistanê êriş: 10 kes hatin qetilkirin
16:20 Nobeta Edaletê: Em ji bo azadiya Abdullah Ocalan biisrar in
16:05 ÎHD’ê xwest girtiyên nexweş Demîr, Guvel û Zorarslan bên berdan
15:32 Tacîza çawişê pispor bi meşê hate protestokirin: Faîl tê parastin
15:03 Cîhan Oral ê ji heman malbatê 3 kes qetil kirî hêj nehatiye girtin
15:00 Li Êlih û Colemêrgê aqûbeta windakiriyan hate pirsîn
14:00 Dayikên Şemiyê û Xizmên Windakiriyan xwestin faîlên Dagli bên darizandin
13:40 Odeya Endezyarên Makîneyê: Kontrolên teleferîkê nehatine kirin
13:28 Teleferîk ji ber hezazê şikestiye!
13:25 Gultekîn ê Fransayê radestî Tirkiyeyê kiribû hate girtin
13:15 Li Avûstralyayê eriş: 5 kes mirin
11:58 Xelkê Mexmûrê hevşaredarên xwe yên nû diyar kir
11:54 Qezaya teleferîkê ya li Antalyayê: 128 kes hatin tehliyekirin
11:14 Li Mêrdînê ji bo nan ji sedî 33 zem hate kirin
10:56 Ji NÇM’ê atolyeya tembûrê
09:39 Li Behra Egeyê erdhej çêbû
09:26 Ji bo kampanyayên pirtûk û tembûran alîkarî hewce ye
09:12 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan didome
09:09 172 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin