Otêl û kargehên li Sûrê hatine çêkirin dê pêşkêşî sermayeyê werin kirin

  • rojane
  • 11:34 23 Îlon 2020
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN – Li navçeya dîrokî ya Sûrê bi hezaran xaniyên welatiyan hatin xerakirin û di şûna wan de 506 qonit, 9 otêlên bûtik û 150 kargeh hatin avakirin. Welatî nikarin malên nû bikirin û ji bo metrekareyek avahiyên nû dê 2 hezar TL ji bo îhaleyê were dayîn.

 
Li navçeya dîrokî û qedîm Sûra Amedê ku ji gelek şaristaniyan re malovaniyê kiriye di salên 2015-2016’an de ji ber şerê qewimî, hat qedexekirin û 5 sal in têketina taxên Cevatpaşa, Fatîhpaşa, Dabanoglû, Hasirli, Cemal Yilmaz û Savaş qedexe ne. Qedexeya herî dirêj a dinyayê li vir didome. Li gorî daneyên Yekîtiya Odeya Endezyar û Avîsazên Tirk (TMMOB) 22 hezar û 323 însanên li van taxan dijiyan ji ber şer koçber bûn û 334 avahiyên dîrokî yên hatine tomarkirin jî di nav de 3 hezar û 569 avahî hatine hilweşandin. 
 
Ev avahî piştî şer qediya bi makîneyên kar hatin hilweşandin. Ev reqama hatiye diyarkirin ji sedî 72 yê van 6 taxan e. 
 
XANIYAN BI DEYN DAN MALBATANA 
 
Ji malbatên ku xaniyên wan hatin hilweşandin re hatibû gotin dê 5 hezar û 746 qonit li deverên Uçkuyular  û Çolguzelî ya Amedê werin avakirin. Lê heta niha 837 malbat xistin bin deyn û xanî tahsîsî wan hatiye kirin. 
 
Wezîrê Derdorê û Bajarvaniyê Mûrat Kûrûm di 19’ê îlonê de serdana 6 taxên qedexekirî ku lê avahiyên nû hatine çêkirin kir û lêkolîn pêk anî. Kûrûm eşkere kir ku wê 506 qonitên ku peşkê kirine û dê di 30’ê cotmehê de bidin xwediyên wan. 
 
9 OTÊLÊN BÛTÎK HATIN AVAKIRIN 
 
Kûrûm diyar kiribû ku ji 347 avahiyên dîrokî yên tomarkirî 118 avahî îhaleya wan hatiye kirin û 158 heb jî pêvajoya projeya wan jî temam bûye û dê di îlon-cotmehê de dest bi çêkirina wan bikin. Kûrûm her wiha gotibû ku wan li navçeyê 9 otêlên bûtîk û 150 kargeh jî ava kirine. Kûrûm îdia dike ku wê ew vê navçeyê bikin navenda turîzmê û cazîbeyê. 
 
METREKAREYA BI 2 HEZAR TL’YÎ WÊ WERE FIROTIN 
 
Piştî daxuyaniya Kûrûm, Miduriyeta Derdor û Bajarvaniyê ya Amedê ragihand ku dê li Sûrê qonitên nû neyên çêkirin û qonitên hatine çêkirin jî wê îhaleya metrekareya wan 2 hezar TL be. 
 
WÊ BI ÎHALEYÊ BIFIROŞ IN 
 
Di ragihandina Miduriyetê de hat gotin wê 9 otêlên bûtîk û 150 kargeh jî bi mezadê derxin ber firotinê. Bi vê daxuyaniya Miduriyetê re ev derdikeve holê ku wê otel û kargehên li şûna mal û milkê xelkê hatiye çêkirin pêşkêşî sermayeyê were kirin. 
 
MALA WÎ YA TOMARKIRÎ HILWEŞANDIN 
 
Yek ji van welatiyên mexdûr bû jî Îsmaîl Uzmez ê 67 salî ye û dibêje ku li taxa Cemal Yilmazê mala wî ya ji 473 metrekareyî pêk tê hatiye hilweşandin. Uzmez anî ziman ku ew ji 7 saliya xwe ve li Sûrê dijî û ew nikare biçe taxa ku mala ji dayik û bavê wî maye. Uzmez da zanîn ku tevî mala wî tomakirîbû jî hatiye hilweşandin û 5 sal in di nava bendewariyê de ne. Uzmez got ew niha di kirê de rûdinên û carna nikarin kirêya xwe jî bidin. Uzmez anî ziman ku li wan geriyane û gotine ‘em kengê li we bigerin, wê çaxê werin.’ 
 
DESTÛR BIDIN DÊ KON VEDE 
 
Uzmez diyar kir ku partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl jî xemsar nêzî mijarê bûne û ew ji ber vê yekê rexne li wan dike û ew disekinin wê dewlet ya pereyê wan bide wan an jî wê mala wan bide wan. Uzmez da zanîn ku heke niha derî vebibe û destûra çûna taxana were dayîn dê biçe li ser mala xwe ya kevn kon vede û bijî. Uzmez got derûniya wan ji ber vê rewşa heyî xera bûye. Uzmez anî ziman ku derfetên malbatên ji Sûrê nîne ku van xaniyên hatine çêkirin bikirin û bi firotina van xaniyan malbatan dixin bin deyn. Uzmez got heke sibehê welatî nikaribin pereyê krediyên xwe bidin wê bi îcrayê dest deynin ser malan. 
 
MA / Omer Çelîk - Mehmet Erol  
 

Sernavên din

19/04/2024
22:16 Eleqeyeke zêde ji bo Mîhrîcana Şanoyê ya Şanoya Bajêr a Amedê
22:05 Ji DEM Partiyê bertek ji bo şandina mufetîşan
19:39 Şaredariya Serêkaniyê kargeha hilberînê vekir
19:37 Rapora Girtîgehên Anatolyaya NavîN. Herî kêm 42 girtiyan jiyana xwe ji dest daye
16:59 Halîse Aksoy ji girtîgehê derket: Dil û hişê min li ser girtîgehê ye
16:45 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 80’yan de ye
16:38 Di doza êrişê ya Dedeogûllari de cezayên kêm dan bersûcan
16:32 8 kesên binçavkirî hatin berdan
16:31 Di Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê de ‘Şanoya Başûr’ hat nirxandin
15:52 DEM Partiyê girtina Huda Kayayê bir rojeva Meclisê
15:47 Banga ‘bila girtîgehên bi ewlekariya bilind bên girtin’ hate kirin
15:25 Giliyê Tanjû Ozcan kirin
15:14 Sîteya 186 kesan lê jiyana xwe ji dest dayî qaçax hatiye çêkirin
15:05 Derbarê welatiyê got ku ‘Biaxive tu ji kû yî’ de lêpirsîn hate destpêkirin
14:55 Li Rihayê cînayeta kar
14:36 Ji Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê banga 1’ê Gulanê
14:26 Berdana Karataş ê 30 sal in girtî ye 6 mehan hate taloqkirin
14:19 Li navçeyê Tûşba û Artemêtê mirinên biguman
14:00 Li Sûriyeyê êrişa DAIŞ’ê: 28 leşker û milis mirin
13:46 Yildiz a di encama tundiya mêr de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
13:40 AYM’ê têkildarî belavkirina belavokan a li zanîngehan biryar da
12:16 Berî ku cenazeyê lawê xwe bigire jiyana xwe ji dest da
11:37 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:35 Li cihê karesata madenê lê pêk hat cenazeyê kesekî din hate dîtin
11:23 Talha Ç. li Konyayê dapîra xwe qetil kir
11:21 Li Egeyê bi pileya 4.5’ê erdhej çêbû
11:07 Di êrişa dewleta tirk de pêşmergeyekî jiyana xwe ji dest da
10:34 Hatîmogûllari: Encamên hilbijartinê hêviya me mezin kir
10:22 Li Bolûyê tundiya mêr: 2 kes hatin qetilkirin
10:21 Li ser îfadeyên îtîrafkaran daxwaza cezayê muebeda giran
10:00 Halîse Aksoy hate berdan
09:48 Çapemeniya DYA’yê: Îsraîlê li Îranê xist
09:47 ‘MEB bi projeyên cuda cemaet û îstîxbaratê têxe nava dibistanan’
09:30 Li çiyayên bilind ên Pasûrê dema giyayê Zuzaxê ye
09:28 Deynê Şaredariya Bajaroka Ziyaretê 36 milyon e: Xizmeta nehatiye kirin
09:15 Rojnameger Silêman Ehmed 178 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:10 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:09 Çalakgerên Nobeda Edaletê: Wê têkoşîn bidome
09:02 'Çareseriya pirsgirêkên sed salan paradîgmaya Neteweya Demokratîk e'
09:01 Mizgîndêrên biharê berfîn vekirin
09:00 ROJEVA 19’Ê NÎSANA 2024’AN
08:39 Endamên Komîsyona Îlîçê ya Meclisê di Rojnameya Fermî de ne
08:38 Li Kenyayê qezaya helîkopterê: Serfermandarê artêşê û 10 leşker mirin
08:28 Li dijî Kobanê bi SÎHA’yan êriş hate kirin
08:27 Amerîkayê endamtiya Filistînê ya NY’yê veto kir
18/04/2024
23:04 9’emîn Mihrîcana Şanoya Amedê dest pê kir
20:34 Erdogan, hevdîtin bi serokê AYM'ê re kir
20:09 Şaredariya AKP’î xweliya komirê rijand çem
19:37 DEM Partî û OHD çûn serdana Emîne Şenyaşarê
19:33 Jinan ji Amedê bang kir: Em ê li dijî feraseta serdest têbikoşin
19:31 Li Tokatê erdhej çêbû
16:16 Derket holê ku 5 stûnên hotêla 21 kes lê miribûn kêm bûn
16:01 Li Amedê qeza çêbû: 2 jê zarok 10 kes birîndar bûn
15:56 Di lêpirsîna ‘îhaleyê’ ya MEB’ê de 3 kes hatin binçavkirin
15:42 Peykerê jina ku Beyoglû yê AKP’î rakiribû jinûve hate danîn
15:17 Rêveberiya Xweser bi hikûmeta Şamê re hevdîtin kir
14:59 Qeyûmê Êlihê li pey xwe 3 milyar û 53 milyon û 970 hezar TL deyn hişt
14:59 Li Wanê ji bo mitînga herêmî ya 1’ê Gulanê bang hate kirin
14:45 Rêveberiya AKP’ê wesayitên şaredariyê ji hev kirine
14:36 Ji ber şopandina tacîza çawişê pispor gef li Baroya Şirnexê hatin xwarin
14:29 Di kolandina qaçax de 3 kesan jiyana xwe ji dest da
14:11 AKP’iyên bi dengên veguhestî hatin hilbijartin hevdu bi ‘karên qirêjî’ sûcdar kirin
14:10 Derbarê rojnamevan Gultekînê de biryara beraetê hate dayîn
12:56 Serokwekîlê koma CHP’ê yê nû diyar bû
12:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:47 Ji ber hezazê rêya di navbera Wan-Geverê de hate girtin
11:45 Talana AKP’iyan li ser bîllboardan hate teşhîrkirin
11:22 Salek cezayê hefsê û 17 hezar lîre cezayê pere li rojnamevan Yalçin hate birîn
11:05 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:00 Kolberek hate qetilkirin kolberek jî winda ye
10:52 Têkildarî tecrîda li Îmraliyê bi CPT’ê re hevdîtin hate kirin
10:37 Leşkerê ji ber êrişa zayendî hate girtin parastina ‘ez mirovekî rêzdar im’ kir
10:37 Turnuvaya Gulistan Dokuyê: Em ê li dijî şerê taybet dakevin sehayan
10:13 Di doza Remziye Bor de li benda biryara AYM’ê ne: Divê nebe dosyaya kiryarnediyar
10:04 Qeyûm ji bo mitînga Erdogan û diyariyan 8 milyon û 886 hezar lîre xerc kiriye
09:39 Axtamara bi biharê re xemilî
09:29 Ozûgûrlû: Roja ku çarenûsa vê erdnîgariyê ji aliyê mirovên vê erdnîgariyê ve bê diyarkirin wê pirsgirêk nemînin
09:23 Bertek nîşanî projeya 'zarokan' a MÎT'ê dan: Perwerde karê perwerdekaran e
09:06 Dê rojên ‘Diyaloga bi Ocalan re’ ya navneteweyî bên lidarxistin
09:04 Dayikên Aştiyê yên Êlihê: Çalakiya girtiyan peyama 'tevbigere' ye
09:03 Rojnamevan Oynaş: Li girtîgehê li hemberî zextan berxwedan zêde bûye
09:02 Rojnameger Silêman Ehmed 177 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:02 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 144 roj in di çalakiyê de ne
09:01 ROJEVA 18’Ê NÎSANA 2024’AN
08:53 Piştî erdhejê li Tokatê navber dan perwerdeyê
17/04/2024
22:55 Li Şengalê pîrozbahiyên Cejna Çarşema Serê Nîsanê
20:55 Êrişî Binarê Qendîlê hat kirin
20:30 Li Cenevreyê bang li CPT'yê kirin: Dawî li îşknecya tecrîdê biînin
19:06 Çalakiya Emîne Şenyaşarê di roja 78'emîn de didome
17:12 Di Doza Kobanê de kes nehate berdan
16:55 Deynên qeyûmê Misircê bi bilboardê ve hatin daliqandin
16:39 Sirri Sureya Onder di rûniştina Meclisê de aciz bû
16:17 Hizbullaha Lubnanê bakurê Îsraîlê bombebaran kir
16:12 Li Hezexê pîrozbahiya Cejna Çarşema Sor a rengîn
16:11 Bafil Talbanî: Dê hilbijartin di dema xwe de werin kirin
16:00 Qeyûm 2 roj berî hilbijartinê hemû qeydên kamerayan da jêkirin
15:52 Li Colemêrgê 3 herêm weke ‘herêma ewlehiya taybet’ hatin îlankirin
15:51 Serokê AKP’î 4 karan dikir: Ji kar hate girtin
15:50 Parêzer û malbata Abdullah Ocalan li KE’yê ne: Hûn dikarin vê bêhiqûqiyê rawestînin
15:28 Bi rojan e agahî ji Weliyê ku dîmenên wî yên îşkenceyê derketibûn holê nayê girtin