Jinên çalakger: Têkoşîna me dê bêtir mezin bibe

  • rojane
  • 13:05 14 Tebax 2020
  • |
img

ENQERE - 33 Jinên çalakger ên di "Zincîra Jiyanê" de li Enqereyê hatin binçavkirin û berdan, diyar kirin ku binçavkirina wan dê têkoşîna wan bêtir mezin û xurt bike.

 
Endamên Platforma Jinan di 12'ê Tebaxê de li Enqereyê ji bo parastina Peymana Îstanbul çalakî li dar xistin û xwestin "Zincîra Jiyanê" ava bikin. Polisan mudaxaleyî jinan kiribûn û nûçegîhana Ajansa me ya Mezopotamya (MA) Eylem Akdag jî di navde 33 jin binçav kiribûn. Polîsan piştî îfadeya 33 jinan girtin di saetên derengê şevê de serbest berdan. Jinên bi navê Parêzer Sevinç Hocaogulları, Nebiye Mertturk, Buse Uçer, Aysun Gençtanır, Zeynep Tan, Aylin Kalp, Kardelen Demir, Emel Vural, Yagmur Alaz Gulveren, Gulçin Polat, Sena Bademlî, Parêzer Arzu Kurt, Sude Sivri, Gulbahar Gunduz, Beste Uymaz, Tugba Koçer, Serap Kaplan, Meziyet Yildiz, Zelal Su Degirmenci, Deniz Keles, Îpek Arapoglu, Dicle Paşa, Derman Gulmez, Songul Kurt, Meryem Gonbe, Sibel Goktaş, Rojnameger Eylem Akdag, Fatma Kiliçarslan. piştî hatin berdan bertek nîşanî binçavkirinê dan û diyar kirin ku peyman dide jiyandin. 
 
Ji jinên hatin binçavkirin Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Sîncanê Fatma Kiliçarslan û endama Platforma Jinan a Enqereyê Nazli Buket Yazici tişta hatiye serê wan vegotin 
 
'EM DESTÛR NADIN DENGÊ ME BITEPISÎNIN'
 
Fatma Kiliçarslan, diyar kir ku polîsan êrîşî wan kir û bi îşkenceyê ew binçav kirin û wiha got: "Bi salan e em dixwazin li Enqereyê daxuyaniyan bidin. Lê polîs û walî destûr nadin û çalakiyên me qedexe dikin. Me di 12'ê tebaxê de xwest Zincîra Jiyanê ava bikin. Lê li dora Metroya Kolejê xwestin me di qadek teng de hepis bikin. Ew qas jin tên kuştin. Xwestin dengê me yê li dijî kuştina jinan bitepisînin. Xwestin têkoşîna jinan ji civakê qut bikin. Kesên li dijî kuştina jinan barîkatan ava nakin, li dijî jinên dibêjin 'Em dixwazin bijîn, em dest ji jiyanê bernadin" barîkatê ava dikin. Kujerê jinê serbest digerin. Jinên ji bo mafê xwe têdikoşin bi îşkenceyê tên binçavkirin." 
 
'PIŞTA MIN LI HESIN XISTIN
 
Fatma Kiliçarslan, anî ziman ku dema polîsan êrîşî wan kir û ew binçav kirin, pişta wê li hesin xistin û wiha axivî: "Îşkence û heqaret li me kirin. Parêzer û rojnameger binçav kirin. Dema em birin nexweşxaneyê li dijî hiqûqê em destpelandin. Em şev nîvê şevê li nexweşxaneyê serbest berdan. Lê tiştekî êdî em winda bikin tune ye. Dê li her qadê têkoşîna me bidome." 
 
'TÊKOŞÎNA JINÊ BI SER KET'
 
Fatma Kiliçarslan, anî ziman ku Serokomar Erdogan di 19’emîn salvegera partiya xwe de Peymana Îstanbul kir hedef û wiha bi dawî kir: "Axaftina Erdogan nîşan dide ku têkoşîna jinê bi ser ketiye. Têkoşîna me heta ku Peylama Îstanbul bi çalak têkeve meriyetê û mafê jinê mîsoger bibe dê bidome. Heta ku jin azad bibe têkoşîna me dê bidome. Em jiyanê diparêzin. Em ji bo hemû jinan têdikoşin. Em hemû jinan dawetî têkoşînê dikin." 
 
'NIKARIN ME JI VÎNA ME DÛR BIXIN' 
 
Endama Platforma Jinan a Enqereyê Nazli Buket Yazici, anî ziman ku polîsan bi hinceta "Trafîk girtine" mudaxaleyî wan kirine û wiha got: "Polîsan nêzî 40 deqîqeyê êrîş kirin. Polisan bi lêdan û tundiyê jin binçav kirin. Polîsan mesalefa fîzîkî li ber çavan negirtin. Di maşîna binçavkirinê de jî temasa fîzîkî li ber çavan negirtin. 
 
Nazli Buket Yazici bertek nîşanî helwesta polisan a "Qaşo Platforma Jinan" jî da û wiha got: "Me xwest mafê xwe yê zagonî û demokratîk biparêzin. Lê astengî derxistin pêş me. Em dizanin ev polîtîkayên AKP'ê yên dûrxistina ji vînê ne. Lê em dest ji vîna xwe berdanin. Platforma Jinan a Enqereyê demek dirêj e têkoşîna rêxistinbûnê dimeşîne. Walîtî vê platformê nas dike. Komek jin dikarin li hev kom bibin û li dijî betalkirina Peymana Stenbolê bertekên xwe bînin ziman. Ev mafekî wan ê demokratîk û zagonî ye. 
 

Sernavên din

26/09/2020
16:58 Fincanci: Em carek din bêjin em serî natewînin
Hamzaoglu: Ji bo em nelikumin em hev hembêz bikin
15:26 Li girtîgehê madeyên paqijiyê pir biha difiroşin
15:18 Rewşa girtiya nexweş Karaguzel giran e
15:04 Serokwezîrê 6-8’ê Cotmehê li Sancar geriya: Operasyon ne hiqûqî ye
15:03 Bîlgen ji gelê Qersê re silav şand
14:42 Ji bo piştevaniya HDP’ê daketin qadan
14:33 Girtiya nexweş Dîrekçî: Hûn li benda mirina min în?
14:18 Parêzer ji bo bi HDP’iyên di binçavan de hevdîtinê bikin çûn Emniyetê
14:17 Kurê Yakut: Me deriyê heviyê her tim vekirî hişt
13:27 Bûldan: HDP’ê çong danenî û wê daneyne bila ev jî ji we re bibe derd
13:07 Piştî birin fermandariya cendirmeyan winda bû
13:07 Kongreya TTB’ê dest pê kir
12:20 Serokê PÎA: Kurd wê li dijî faşizmê serî netewînin
12:13 Aldar Xelîl: PYNK amade ye ku bi ENKS'ê re hevbeşiyê bike
11:59 Bang li Kiliçdaroglû û Akşener kir: Ger hûn deng dernexin, wê we jî bigirin
11:32 Li Stenbolê di serdegirtina malan de 7 kes hatin binçavkirin
11:03 Bersûcê hevjîna xwe ya bêrê kêr kiribû, hat binçavkirin
10:29 Kordînasyona Heskîfê: Beyza Ustun û binçavkiriyan berdin
10:18 Kekê parlamenterê AKP’ê ji bo teslîm bibe li malê li benda guhertina dozger sekinî ye
10:13 Malbata Şenyaşar: Em li bendêne di 2’yê Cotmehê de her kes li Meletiyê be
10:08 'Di dawiya dawî de dê berxwedan bi ser bikeve'
09:10 Dadgehê doza ji bo betalkirina biryara der barê Mizrakli de red kir
09:10 Kevirên Dêra Sûrp Sarkîsê hatin dizîn
09:09 Şewitandina pirêzeyan nahêle Êlih bêhnê bistîne!
09:06 Qeydên Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê dest pê kirin
09:05 Midûrê DEDAŞ'ê ku ji ber nelirêtiyê hatibû girtin, 1.7 milyon TL da, bû 'îtirafkar' û hat berdan
09:04 Hevserokên HDP'ê yên Şirnexê: Dixwazin Partiya me îllegalîze bikin
09:00 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2020'AN
25/09/2020
23:36 Li Ûkraynayê balafira şer ket: 22 kes mirin, 2 kes jî birîndar bûn
23:32 Baroya Rihayê: Armanca operasyonan tepisandina muxalefetê ye
21:58 Rojên Wêjeya Berawîrdî yên Amedê dest pê kirin
21:06 Desteya Rêvebir a HDP'ê li hev kom bû
20:22 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 7 hezar û 858
17:22 Der barê 7 parlementerên HDP'ê de dê fezleke bên amadekirin
16:34 ‘Wê hêza we têra bêdengkirina HDP’ê neke’
16:32 Li dijî binçavkirinan bertek belav dibin: Kobanê neket, wê HDP jî nekeve
15:31 Partiyên Pêşeroj û Saadetê bertek nîşanî operasyona li dijî HDP’ê dan
15:00 TJA: Em ê li hemberî êrîşan gavekê tenê jî paşve ne avêjin
14:57 Partiyên siyasî: Tola Kobanê ji HDP’ê distînin
14:01 3’yemîn Rojên Wêjeya Berawirdî ya Amedê dest pê dike
13:55 Hevşaredarê Nisêbînê Ferhat Kût hat berdan
13:51 Biryara sînorkirina hevdîtinê ya 24 saetan danîn ser HDP’iyan
13:37 Parêzer Ozbîngol nehat berdan
13:17 Ayhan Bîlgen cara duyem e ji ‘Lêpirsîna Kobanê’ tê binçavkirin
12:58 Hevşaredara Qersê Alaca: Şaredarîvaniya gelparêz hedef girtin
12:45 Sancar: Her ku winda dikin êriş dikin, her ku êriş dikin jî bêtir winda dikin
12:24 Cenazeyê Boçnak di dorpêça polîsan de hat veşartin
12:00 Doza rehîbê sûryanî Bîleçen hat taloqkirin
11:50 HDP’ê bertek nîşanî da: Biryar di MGK û Qesrê de hat girtin
11:45 Hêrsa li dijî operasyonê: Wê HDP neyê bêdengkirin
11:02 Lêpirsîna li dijî ‘Tevgera Bênavan': 24 kes hatin binçavkirin
10:49 Mele Huseyîn ê endamê KÎD’ê jiyana xwe ji dest da
10:42 MYK’a HDP’ê bi rojeva awarte dicive
10:29 Gardiyenan ji girtiyan re got ‘hûn terorîst in’
10:28 Z.Ç a tecawîz lê hat kirin: Bila edalet pêk bê
10:27 Malbat ji bo biçin Îmraliyê carek din serlêdan kirin
10:18 Ji welatiyan ji bo Bîlgen: Ev bajêr bi te serbilind e
10:12 Tanrikûlû bertek nîşanî operasyonê da: Xelata dawetê ya ji bo Qesrê ye
10:01 Gergerlîoglû: Walîtî dixwaze rastiyan biniximîne
09:40 Hevşaredara Qersê Alaca: Em şaredarîvaniyeke civakî ava dikin
09:21 Du xaniyên wê ketin ber veguherandin bajêr, lê tenê xaniyek dane wê
09:20 'Wê nexweşxaneyên bajêr di têkoşîna li dijî pandemiyê de nebin çare'
09:19 Bandora tecrîdê ya li ser aştî û aboriyê
09:19 Ji ber bi kurdî distrê qereqolê gef lê xwarin
09:18 Ji ber nelirêtiyeke 352 milyon TL'yî hatibû girtin, bi 206 hezar TL'yî hat berdan
09:17 'Ji ber nebûna xizmeta bi zimanê zikmakî şewb zêdetir belav dibe'
09:17 Koçyîgît: Ji ber ku Kurdistan mêtîngehe destdirêjî li ser jinên kurd pêk tê
09:15 Mirina piştî ji axa xwe hat dûrxistin!
09:15 Li Botanê dema berhevkirina kezwanan e lê darên kezwanan hatine şewitandin
09:00 ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2020'AN
08:10 Li dijî HDP'ê operasyona 'Kobanê': Gelek kes hatin binçavkirin
24/09/2020
19:40 74 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
17:17 Ji bo polisê gule reşand destûra lêpirsînê nehat dayîn û darizandin rawestiya
17:04 Li Marmarayê erd hejiya
17:03 Li Farqînê 22 kes bi vîrûsê ketin
16:57 Malbata Şenyaşar bi rayedarên CÎMER’ê re hevdîtin pêk anî
15:42 Banga civîna lezgîn li Komîsyona Mafê Mirovan a Meclisê kirin
15:41 DMME’yê serlêdana ji bo ava Hesekê hatibû kirin, qebûl kir
15:19 Li Bismilê agir bi karegeha rûn ket
15:12 Li Enqereyê hejmara kedkarên tenduristiyê yên bi vîrûsa koronayê ketine derket 943 kesan
14:58 Namzetê Serokatiya Baroya Stenbolê yê ODAV’ê diyar bû
14:01 Gefa kuştinê li parêzer Sert hat xwarin
13:28 Li Dersimê di wesayîtên komguhêz de bikaranîna lepik bû mecbûrî
12:35 Girtîgeha Panosê di salek dawî de ji 4 girtiyan re bû gor
12:35 Li Mêrdînê 2 cenaze li goristana bêkesan hatin veşartin
12:15 Pêşnûmeya Mûsa Orhan bi hinceta gotinên ‘qebe û nexweş’ hat zivirandin
11:47 Li Girtîgeha Turkoglûyê ava vexwarinê nepaqij e
11:20 10 roj in Çiyayê Gabarê dişewite
10:49 3 kurên serokê MHP’î ku îstifaya cerdevanan derewand jî îstifa kirin
10:48 Parêzerên Ocalan cara 106’emîn serlêdan kirin
10:30 Tê xwestin navê Şêx Seîd ji meydanê were jê birin
09:53 Wekîlên HDP: Dewletê cînayet kir
09:50 Li cihekî bi helîkopteran mudaxile dikin, li cihê din mudaxileyî mudaxileyê dikin!
09:21 Li dijî cinayetan û şidetê: Em hêvî jê nekin, em bi hev re têbikoşin
09:20 Karkerên Sînboyê: Ji ber ku em endamên sendîkayê bûn destûra bêheq dan me
09:19 Kaçmaz: Şertê kontrola edlî rêbaza tecrîd û teslîm girtinê ye
09:18 Ji bo bikin tehîn dest bi hişkirina kunciyan kirin
09:18 Dest bi berhevkirina hejîr, hinar û tiriyê Biyadirê kirin
09:17 Wê Birca Keçikê di nava 6 mehan de bê vekirin
09:17 Dest ji çandiniyê berdan, niha jî dest ji sewalvaniyê!