Şahidê komkujiya Digorê axivîn: Wekî roja dojehê bû

  • rojane
  • 11:11 13 Tebax 2020
  • |
img

QERS - Di ser komkujiya Dîgorê re 27 sal borîn. Di komkujiiya Dîgorê de zarok, jin, ciwan kal jî di navde 17 kes hatin qetilkirin û 200 kes jî birîndar bûn. Şahidê komkujiyê Mirza Çagdavul ku keça wî hat kuştin got: "Wê rojê wekî roja dojehê bû." Siyasetmedar Mahmut Alinak jî "Gelek kesên kuştî û birîndar ji piyê wan bi panzêrê ve girêdabûn û anîbûn bajêr. " 

Di salên 1992-3'an de eskeran li Navçeya Dîgorêya Qersê ji welatiyan west bibin cerdevan. Bi ser gelek malan de girtin û îşkence li welatiyan kirin. Di 14'ê Tebaxa 1993’an de li Navçeya Dîgorê, welatiyên li dijî van zextan meşiyan û xwestin çalakiyê li dar bixin, esker û sivîlan li ser welatiyan gule reşandin. Di êrîşê de zarok, jin-ciwan, kal û pîr jî di navde 17 kes hatin kuştin û zêdeyî 200 kes birîndar bûn. Di ser komkujiya Dîgorê re 27 sal borîn. Di êrîşê de yek ji zaroka hat kuştin Selvî ya 13 salî bû. Bavê selvî Mîrza Çagdavul ku bû şahidê komkujiyê û Parlamenterê Şirnexê Mahmut Alinak ku komkujî lêkolîn kiribû, qala wê rojê kirin. 
 
SELVÎYA WÎ QETIL KIRIN
 
Şahid û mexdûrê komkujiyê Mirza Çagdavul ê 80 salî qala wê rojê kir û wiha got: "Ez zewicîm û 11 sal şûnde keçek min çêbû. Min navê wê kir Selvî. Dema diranê wê derket min ji bo wê qurbanek da. Min pir ji keça xwe hez dikir. Min cilê herî xweşik li wê dikir. Min disa cilê xweşik lê kir û em çûn qadê. Keça min ji min qetiya û çû pêşiya meşê. Di wê kêliyê de li ser gisrê gule reşandin. Ji ber keça min li pêş meşê bû ez reviyam pêşiya meşê. Min xwest wê rizgar bikim. Lê di heman kêliyê de keça min qetil kiribûn. Min ew qas ji keça xwe hez dikir, piştî neviya min çêbû min navê neviya xwe jî kir Selvî. Lê min qet çîroka keça xwe ji neviya xwe re negot." 
 
27 SAL BERÊ QETIL KIRIN ÎRO DÎSA QETIL KIRIN
 
Çagdavûl, anî ziman ku berî esker komkujiyê bikin rojê 2 caran bi ser mala wî de digirt û lêgerîn dikirin û wiha got: "Eskeran alavê min ên bi qîmet desteser dikirin. Ji bo em vê rewşê şermezar bikin ez tev li meşê bûm. Wê roja komkujiyê li me bû dojeh. Ew roj li me bû dojeh. Zilma ezkeran êdî nedihat tehamulkirin. Hemû gundî li dijî zilmê rabûn serhildanê. Me êdî tehamul nedikir ku her roj esker bi ser malên me de bigirin. Wîcdanê me qebûl nedikir ku esker wê zilmê li me bikin. Em qebûl nedikir ku zilmê li axa me jî bike. Li dijî vê zilmê gundiyên derdorê meşiyan Dîgorê. Em ji bo derdê xwe bînin ziman meşiyan Dîgorê. Lê wan kemîn danîbû pêş me. 2 kilometre nêzî navçeya Dîgorê li ser me gule reşandin. Dema gule reşandin girsê xwe li erdê dirêj kir. Ew roj li me bû dojeh. Gelek kes birîndar bûn. Lê destûr nedan em birîndaran bibin nexweşxaneyê. Ji Gundê Nexşanê 7 kes hatin kuştin. Di 1'ê Tebaxa 2020'an de ciwanê bi navê Osman Ozçalimli ku çû eskeriyê gotin "Xayinê welat" û qetil kirin. Di ser komkujiyê re 27 sal borîn. Wê demê bi keyfî zilm kirin û qetil kirin. Niha jî bi keyfî qetil dikin. Çi sûcê Osman hebû qetil kirin? 27 sal berê jî gotin PKK’î ne û qetilkirin. Niha jî heman tiştî dikin. Piştî komkujiya 27 sal berê hatin gund û xwestin em bibin sîxur. Xwestin erebe û ajantiyê teklif bikin. 
 
'AXA KURDISTANÊ SAR E'
 
Çagdavul, anî ziman ku çareserî û aştî bi azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêkan e. Dema ez mirin jî divê axa çar perçeyên Kurdistanê li ser gora min bireşînin. 
 
DESTÛR NEDAN BIRÎNDARAN BIBIN NEXWEŞXANEYÊ 
 
Parlamenterê Şirnexê Mahmut Alinak jî anî ziman ku wê demê çûn li herêmê lêkolîn kirin û wiha got: "Dema em li meclîsê bûn me bûyer bihîst. Me heyetek ava kir û em çûn Digorê. Nasekî min ê li Dîgorê li min geriya. Bir bi fikar bû. Got 'Tîmên taybet li Dîgorê li ser gel guleyan direşîne. Li ser gel gule direşîne. Birîndar rakirin Erzirom û Qersê. Polîsan destûr nedan ku xwînê bidin birîndaran. Di telefonê de dengê qerîn û hawarê dihat. Ez li Waliyê Qersê geriyam. Walî got gel dimeşin Zibinî. Walî îdea kir ku PKK'iyan gule reşandine û piştre şer derketiye. Got 8-10 birîndar bûne. Piştre ez bi telegonê bi 2 kesan re axivîm. Welatiyan li dijî welatiyan agahî dan. Welatiyan diyar kirin ku şer tune. Tenê tîmên taybet li ser girsê gule reşandine. Bi dehan kes hatine kuştin. Bi sedan kes birîndar bûne. 
 
'WALÎ NIKARÎBÛ RÊ LI PÊŞ TÎMÊN TAYBET BIGIRE' 
 
Alinak, anî ziman ku piştî komkujiyê gelek kes hatin binçavkirin û kesên hatin binçavkirin îşkence li wan hat  kirin û wiha lê zêde kir: "Me heyetek çêkir û roja din em çûn Dîgorê. Di nava heyetê de wekîl Selim Sadak, Sirri Sakik, Muzaffer Demîr, Ali Yîgît û ez hebûm. Kesên ku tîmên taybet ew binçav kirin îşkence lmi wan kirin. Ez li walî geriyam. Lê Walî nikaribû gotinê ji tîmên taybet re bêje. Roja piştî komkujiyê ez û komek rojnameger bi balafirê çûn Erziromê. Em ji Erziromê bi rêya bejayî çûn Qersê. Me li Erziromê ji Walî randevû xwest û em çûn ziyareta walî. Walî li heviya me bû. Midûrê Polîsan jî li wir bû. Walî bê çare mabû. Walî nikaribû derewan bike. Burokratekî durust bû. Tu tişt bi wîre nehatibû parvekirin û her tişt ji wî hatibû veşartin. Di qoltixa xwe de winda bûbû. Nikaribû pirsên me bibersivîne. Ji gotinê wî dihat fam kirin ku tîmên taybet komkujî kirine. Midûrê Polîsan jî xwe di qaltixê de pahn kiribû û derew dikirin. Bersîvê pirsan tev bi nakokî bûn. Digot 'PKK'iyan gule berdan û hêzên ewlehiyê jî bersîv dan' Me niqaşên hişk kirin." 
 
LI DÎGORÊ BÊDENGIYA MIRINÊ
 
Alinak, anî ziman ku walî gelek pirsên wan nebersivadiye û got: "Paşê me seredana birîndarên li Nexweşxaneya Dewletê ya Qers kir. Nexweşxane tije bûbû. Mirov girş bi guleyan birîndar bûbûn. Li nexweşxaneyê polîsan nedihişt em xw etev bidin. Her liv û tevgerên me bi kamerayan dihatin kişandin. Dihat gotin ku dîmen ji bo ewlehiyê tên girtin. Lê belê kifş bû ku ji bo mirovan bitirsînin dîmena digirtin. Piştî em ji nexweşxaneyê derketin polîsan gef dixwar. Em bi vî awayî çûn Dîgorê. Li Dîgorê bêdengiyeke wekî mirinê hebû. Mirov li paş camekanên dikanên xwe bitirs mêze dikirin. Ez parlementerê Şirnexê bûm, lê ez ji Dîgorê bûm. Min dizanibû dîgorî dixwazin bên cem me, lê nediwêrîn."
 
Her wiha Alinak diyar kir ku li odeya qeymeqam jî dîmen dihatin girtin û got: "Baweriya polîsan bi qeymeqam jî tunebû loma hevdîtina me qeyd dikirin. Em bi awayekî tund li dijî vê rabûn. Em û polîsan ketin qirika hev. Qeymeqam neçar bû. Ji polîsan ditirsiya. Nikaribû wan ji odeya xwe derxîne. Piştî hêviya me ji qeymeqam nema, me telefonî walî kir. Piştî hevdîtina bi walî re kamera hatin girtin. Lê me kir nekir ji odeyê derneketin."
 
'ÎDIAYA KU PKK'IYAN BERDAYE DEREW E'
 
Alinak, diyar kir ku piştî hevdîtinan çûne gundan û got: "rayedarên emniyetê ji me re gotibûn, PKK'iyan êvarî li ser girê bilind ê li paş cihê bûyerê gule reşandine. Li gor vê, PKK'yî di nava tîmên taybet de çek şixulandine. Lê belê şahidên bûyerê digotin, girê behsa wî tê kirin ji aliyê hêzên dewletê ve hatibû dorpêçkirin û çûk jî nikaribûn lê bifirin. Îjar ji ber ku ne mimkun e PKK'yî di nava hêzên dewletê de çekê bişixulînin, nexwe kiryar diyar bû. Her wiha midûrê emniyetê îdia dikir ku di navbera hêzên dewletê û PKK'ê de şer qewimiye. Lê belê diviyabû ji hêzên dewletê û PKK'yiyan birîndar an jî mirîb hebûna. Halbûkî ne ji PKK'yiyan ne jî ji dewletê ne kes birîndar bûbû ne jî miribû Me ev nakokî ji Waliyê Qersê pirsîbû. Lê belê walî nikaribû li ser çavê me binêre. Şahidên bûyerê û mexdûr digotin, tîmên taybet ew hedef girtine û bera wan dane. Digotin, di navbera PKK'yiyan û hêzên dewletê de tu pevçûn neqewimiye."
 
Alinak, bilêv kir ku mesele pir aşkere ye û got, komkujî hatiye kirin. Alinak, got: "Gava em ji Dîgorê ber bi gundan ve tîmek, taybet gef xwarin û got, 'Hîn hûn ê gelek caran fatîheyan bixwînin. Heke bivê em ê bavêjin ser Meclîsê, seriyan bifirînin.' Hin birîndaran, gotin tîmên taybet bi qundaxên çekê li wan dane û xwestine wan bikujin, lê belê bi mudaxileya qeymeqm û fermandarê cendirmeyan xelas bûne. Ên birîndar bûbûn ji gundê Zîbînî, Zixçî, Mewreg, Nexwşan, Qizilqûle, Pufik, Başkoy û Baceliyê bûn. Hin birîndar bi tirsa ku dê bên girtin seçûbûn nexweşxaneyê, li mala xwe tedawî dibûn. Gelek birîndar û mirî jî ji bo îbretê bi paş panzêrê ve hatibûn girêdan û wan anîbûn bajêr. Ên tevlî meşê bûbûn û bi çavên xwe komkujî dîtibûn, diyar dikirin ku bi komkujiyke plankirî re rû bi rû mane."
 
TENÊ TIŞTEK GUHERIYE EW JÎ KIRYAR IN
 
Alinak, anî ziman ku gava vegeriyane Enqereyê di 23'yê Tebaxa 1993'yan de raporeke berfireh ji Serokatiya Meclîsê, Serokwezîrtiyê, Wezareta Dadê û gelek saziyên din re şandine. Alinak got: "Hewldanên me bi kêr hatin. Der barê tîmên taybet de li Dadgeha Cezayê Giran a Qersê doz hat kirin. Darizandin bi salan dewam kir û wekî tê zanîn tîmên taybet ên kujer rojekê jî nehatin cezakirin û dosye ji ber demboriyê hat girtin. Ew hêza mîlîtarîst a dewletê di ser sûc de hatibû girtin. Di bûyerê de bi hezaran fîşek hatibûn bikaranîn. Çimkî fîşekên hatibûn bikaranîn hemû jî ji çekên lûledirêj ên li ser navê dewletê qeydkirî bûn. Feraseta ku li Dîgorê komkujî pêk anî, piştî çend salan li Roboskî, Nisêbîn, Sûr, Cizîr, Silopiya û gelek deverên din komkujî pêk anîn û ya wê demê heman feraset e. Ev feraset ji dema Qoçgiriyê heya Geliyê Zîlan û ji Geliyê Zîlan heya Dersimê û ji Dersimê heya niha didome û feraseteke devbixwîn e. Tenê tiştek guherî, ew jî kiryar in."
 
MA / Dindar Karataş 

Sernavên din

11:37 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:35 Li cihê karesata madenê lê pêk hat cenazeyê kesekî din hate dîtin
11:23 Talha Ç. li Konyayê dapîra xwe qetil kir
11:21 Li Egeyê bi pileya 4.5’ê erdhej çêbû
11:07 Di êrişa dewleta tirk de pêşmergeyekî jiyana xwe ji dest da
10:34 Hatîmogûllari beriya civîna Meclisa Jinan a DEM Partiyê daxuyaniyê dide
10:22 Li Bolûyê tundiya mêr: 2 kes hatin qetilkirin
10:21 Li ser îfadeyên îtîrafkaran daxwaza cezayê muebeda giran
10:00 Halîse Aksoy hate berdan
09:48 Çapemeniya DYA’yê: Îsraîlê li Îranê xist
09:47 ‘MEB bi projeyên cuda cemaet û îstîxbaratê têxe nava dibistanan’
09:30 Li çiyayên bilind ên Pasûrê dema giyayê Zuzaxê ye
09:28 Deynê Şaredariya Bajaroka Ziyaretê 36 milyon e: Xizmeta nehatiye kirin
09:15 Rojnameger Silêman Ehmed 178 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:10 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:09 Çalakgerên Nobeda Edaletê: Wê têkoşîn bidome
09:02 'Çareseriya pirsgirêkên sed salan paradîgmaya Neteweya Demokratîk e'
09:01 Mizgîndêrên biharê berfîn vekirin
09:00 ROJEVA 19’Ê NÎSANA 2024’AN
08:39 Endamên Komîsyona Îlîçê ya Meclisê di Rojnameya Fermî de ne
08:38 Li Kenyayê qezaya helîkopterê: Serfermandarê artêşê û 10 leşker mirin
08:28 Li dijî Kobanê bi SÎHA’yan êriş hate kirin
08:27 Amerîkayê endamtiya Filistînê ya NY’yê veto kir
18/04/2024
23:04 9’emîn Mihrîcana Şanoya Amedê dest pê kir
20:34 Erdogan, hevdîtin bi serokê AYM'ê re kir
20:09 Şaredariya AKP’î xweliya komirê rijand çem
19:37 DEM Partî û OHD çûn serdana Emîne Şenyaşarê
19:33 Jinan ji Amedê bang kir: Em ê li dijî feraseta serdest têbikoşin
19:31 Li Tokatê erdhej çêbû
16:16 Derket holê ku 5 stûnên hotêla 21 kes lê miribûn kêm bûn
16:01 Li Amedê qeza çêbû: 2 jê zarok 10 kes birîndar bûn
15:56 Di lêpirsîna ‘îhaleyê’ ya MEB’ê de 3 kes hatin binçavkirin
15:42 Peykerê jina ku Beyoglû yê AKP’î rakiribû jinûve hate danîn
15:17 Rêveberiya Xweser bi hikûmeta Şamê re hevdîtin kir
14:59 Qeyûmê Êlihê li pey xwe 3 milyar û 53 milyon û 970 hezar TL deyn hişt
14:59 Li Wanê ji bo mitînga herêmî ya 1’ê Gulanê bang hate kirin
14:45 Rêveberiya AKP’ê wesayitên şaredariyê ji hev kirine
14:36 Ji ber şopandina tacîza çawişê pispor gef li Baroya Şirnexê hatin xwarin
14:29 Di kolandina qaçax de 3 kesan jiyana xwe ji dest da
14:11 AKP’iyên bi dengên veguhestî hatin hilbijartin hevdu bi ‘karên qirêjî’ sûcdar kirin
14:10 Derbarê rojnamevan Gultekînê de biryara beraetê hate dayîn
12:56 Serokwekîlê koma CHP’ê yê nû diyar bû
12:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:47 Ji ber hezazê rêya di navbera Wan-Geverê de hate girtin
11:45 Talana AKP’iyan li ser bîllboardan hate teşhîrkirin
11:22 Salek cezayê hefsê û 17 hezar lîre cezayê pere li rojnamevan Yalçin hate birîn
11:05 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:00 Kolberek hate qetilkirin kolberek jî winda ye
10:52 Têkildarî tecrîda li Îmraliyê bi CPT’ê re hevdîtin hate kirin
10:37 Leşkerê ji ber êrişa zayendî hate girtin parastina ‘ez mirovekî rêzdar im’ kir
10:37 Turnuvaya Gulistan Dokuyê: Em ê li dijî şerê taybet dakevin sehayan
10:13 Di doza Remziye Bor de li benda biryara AYM’ê ne: Divê nebe dosyaya kiryarnediyar
10:04 Qeyûm ji bo mitînga Erdogan û diyariyan 8 milyon û 886 hezar lîre xerc kiriye
09:39 Axtamara bi biharê re xemilî
09:29 Ozûgûrlû: Roja ku çarenûsa vê erdnîgariyê ji aliyê mirovên vê erdnîgariyê ve bê diyarkirin wê pirsgirêk nemînin
09:23 Bertek nîşanî projeya 'zarokan' a MÎT'ê dan: Perwerde karê perwerdekaran e
09:06 Dê rojên ‘Diyaloga bi Ocalan re’ ya navneteweyî bên lidarxistin
09:04 Dayikên Aştiyê yên Êlihê: Çalakiya girtiyan peyama 'tevbigere' ye
09:03 Rojnamevan Oynaş: Li girtîgehê li hemberî zextan berxwedan zêde bûye
09:02 Rojnameger Silêman Ehmed 177 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:02 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 144 roj in di çalakiyê de ne
09:01 ROJEVA 18’Ê NÎSANA 2024’AN
08:53 Piştî erdhejê li Tokatê navber dan perwerdeyê
17/04/2024
22:55 Li Şengalê pîrozbahiyên Cejna Çarşema Serê Nîsanê
20:55 Êrişî Binarê Qendîlê hat kirin
20:30 Li Cenevreyê bang li CPT'yê kirin: Dawî li îşknecya tecrîdê biînin
19:06 Çalakiya Emîne Şenyaşarê di roja 78'emîn de didome
17:12 Di Doza Kobanê de kes nehate berdan
16:55 Deynên qeyûmê Misircê bi bilboardê ve hatin daliqandin
16:39 Sirri Sureya Onder di rûniştina Meclisê de aciz bû
16:17 Hizbullaha Lubnanê bakurê Îsraîlê bombebaran kir
16:12 Li Hezexê pîrozbahiya Cejna Çarşema Sor a rengîn
16:11 Bafil Talbanî: Dê hilbijartin di dema xwe de werin kirin
16:00 Qeyûm 2 roj berî hilbijartinê hemû qeydên kamerayan da jêkirin
15:52 Li Colemêrgê 3 herêm weke ‘herêma ewlehiya taybet’ hatin îlankirin
15:51 Serokê AKP’î 4 karan dikir: Ji kar hate girtin
15:50 Parêzer û malbata Abdullah Ocalan li KE’yê ne: Hûn dikarin vê bêhiqûqiyê rawestînin
15:28 Bi rojan e agahî ji Weliyê ku dîmenên wî yên îşkenceyê derketibûn holê nayê girtin
15:27 YSK’ê îtîrazên Hatay û Orduyê red kirin
15:20 Berdana Rozerîn Kalkanê 11 mehan hate taloqkirin
14:59 Li Wêranşarê cara ewil Çarşema Sor hate pîrozkirin
14:54 Li Sudanê pevçûn: 25 sivîl hatin kuştin
14:14 Erdogan: Desthilata tekane serokkomar e
13:46 Doza Kobanê: 13 siyasetmedarên girtî tev li danişînê nebûn
13:45 Li Ûmmanê lêhî: 18 kes jiyana xwe ji dest dan
12:54 Wezîr Işikhan: Di meha tîrmehê de dê mûçeya kêmtirîn nayê zemkirin
12:27 Gardiyan gef 'îşkenceyê' li girtiyên jin xwarin
11:12 Qedexekirina ‘Bêrûyê’ bêhiqûqî hate dîtin
10:49 Îsraîlê êrişî Xezayê kir: 18 kes jiyana xwe ji dest dan
10:39 Ji AYM’ê biryara ‘cilên yekreng’
10:24 Li Giyadînê Hevserokê DEM Partiyê hate binçavkirin
10:23 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Doza Kobanê dikare veguhere firsendeke dîrokî
10:16 KNK: Çarşema Sor jî xwedî taybetmendiyek dînî, civakî û dîrokî ye
09:10 Rojnameger Silêman Ehmed 176 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:08 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 143 roj in di çalakiyê de ne
09:06 Parêzer Kaya: Em ê ji bo Abdullah Ocalan serlêdanên nû bikin
09:04 Qeyûmên Mêrdînê 3 milyar û nîv TL deyn li dû xwe hiştin
09:02 Saziyên hiqûqê yên Rihayê: Bêhiqûqiya li girtîgehan pirsgirêka me hemûyan e
09:00 ROJEVA 17’Ê NÎSANA 2024’AN
08:56 Ketina Kato ji bo 15 rojan hate qedexekirin