Heta yekzimanî hebe, dê sînor li pêş kurdî hebin

img
MÊRDÎN - Ji kesên ku Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî kuta kirine, îsal tenê 2 jê hatine wezîfedarkirin. Berdevkê Înîsîyatîfa Mamosteyên Kurdî Mehmet Ay diyar kir ku heta pergala perwerdehiya yekzimanî ji holê ranebe wê kurdî her tim sînordar be. 
 
Li Tirkiyeyê bi salan e li hemberî zimanê kurdî polîtîkayên têkbirin, tunehesibandin û pişavtinê berdewam dikin. Di sala 2012-2013’an di dema pêvajoya çareseriyê de beşên zimanê kurdî hatin vekirin. Li gorî daneyên dawî, di sala 2012’an de ji hezar û 500 mamosteyên kurdî tenê 112 mamoste hatine wezîfedekirin û îsal jî tenê 2 mamosteyên kurdî hatine wezîfedekirin. Her wiha hinek ji van jî ji ber ku bi beşa xwe nedihatin wezîfederkirin, derbasî beşên cuda bûne. Heman pêkanînên li hemberî zimanê kurdî li kolej û kreşan jî didome. Berdevkê İnsîyatîfa Mamosteyên Kurdî Mehmet Ay der barê vê yekê de axivî. 
 
‘ÎSAL TENÊ 2 MAMOSTEYÊN KURDÎ HATIN WEZÎFEDEKIRIN’
 
Ay, anî ziman ku nêzîkatiya li hemberî kurdî di newezîfedekirina mamosteyên kurdî de aşkere dibe û got: "Her sal di beşa zimanê kurdî de bi qasî 100-120 xwendekar mezûn dibin. Di nava van de hem kirmanckî û hem jî kurmancî heye. Îsal  tenê 2 mamosteyên kurdî hatin wezîfedekirin. Ji sala 2012’an heta niha bi giştî 150 mamoste hatine wezîfedekirin. Gelek ji van ji ber ku nehatin wezîfederkirin, beşên xwe guhertin. Derbasî beşên mîna wêjeya zimanê tirkî bûn. Kesên ku mayîn jî li benda wezîfedekirinê ne. Jixwe ders nayên dayîn. Ji ber dersa vebijarkî ye jî divê destûra gerînendehê dibistanan bê standin. Carna jî li gorî daxwaziya malbatan dersên bijarkî tên dayîn. Ji pola 5’an heta pola 8’an malbat dikarin kurmancî û zazakî hilbijêrin. Lê ji bo ku li dibistanekê dersa kurdî bêdayîn divê ji 10 kesan zêdetir serlêdan bên kirin. Li vir malbat jî berpirsyar in. Dema ku malbat nebijêrin Wezarata Perwerdehiyê kontejan nade. Jixwe kontejan kêm didin, dema wiha dibe jî kontejan kêm dibe.” 
 
‘PERGALA PERWERDEHIYÊ YEKZIMANI YE’
 
Ay, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser nêzîkatiya li hemberî ziman û got:” Ji sedî 90 di destê dewletê de ye. Divê destpêkê dewlet dev ji polîtîkaya yekzimanî berde. Dema ku em îro li bingeha perwerdehiya Tirkiyeyê dinêrîn, li ser yek zimaniyê hatiye avakirin. Perwerdehiya yekzimanî di demên pêş de ji bo xwendekaran dibe asteng. Ji ber ku tenê zimanekî hînî wan dikin, xwendekar nikarin bi zimanekî cuda lêkolînan bikin. Ev jî ji pêşerojê xetere ye. Dema ku zarok 2 yan jî 3 zimana hîn dibe, mejiyê wan bêtir vedibe û zindî dibe. Zarokên kurd jî heta 7 saliya xwe zimanê kurdî diaxivin, lê dema diçin dibistanê êdî zimanekî din dikeve maqibilî wan û ev jî pêşî li ber pirsgirîkên dêrûniyî vedike. Di hundirê xwe de tên girtin û nikarin derdê xwe zêde bînin ziman. Dema perwerdehî pir zimanî be, hewce nake tiştekî wisa bijîn. Dersa vebijartî tiştek nade wan. Ew mufredat sînorkirî ye.”
 
‘EM JI YOK’Ê RE DIBÊJÎN, PÊŞIYA TEZÊN KURDÎ VEKE’
 
Ay, bal kişand ser mijara nivîsandina tezên bi tirkî û wiha dom kir: "Ji dema 2011’an vir ve dema beşa kurdî vebû, di pergala YOK’ê de zimanê kurdî nehatiye pejirandin. Dema ku tu tezekî binivîsî ne bi kurdî, tirkî tê nivîsandin. Hîn kurdî neketiya nav pergala navneteweyî ya tezan. Ji ber wê jî salê bi dehan tez tên amade kirin, lê ji ber ku YOK nepijirandiye, tez tirkî tên amadekirin. Em beşên kurdî dixwînin û ji van beşan mezûn dibîn, lê tu bi zimaneke din teza xwe dinivîsî. Wekî mamosteyên kurdî em dibêjîn divê YOK ji vê xeletiyê vegere. Çawa ku em ji Wezarata Perwerdehiyê re dibêjîn derbasî perwerdehiya pir zimanî bibe, em ji YOK’ê re jî dibêjîn pêşiya tezên kurdî veke.”
 
‘DIVÊ KOLEJ Û KREŞ DERBASÎ PIR ZIMANIYÊ BIBIN’
 
Ay, axaftina xwe wiha bi dawî kir:” Em bang li kreş û kolejan jî dikin; divê di mufredatê de cih bidin dersên kurdî. Ji hêla hiqûqî ve li pêiya wan tu astengî nînin. Bêtir jî divê li kolej û kreşên li bajarên kurdan, dersên kurdî bên dayîn. Bi rastî jî divê kolej bikevin bin vî barê kurdî û derbasî perwerdehiya pir zimanî bibin.” 
 
MA / Zeynep Dûrgût
 

Sernavên din

16:59 Halîse Aksoy ji girtîgehê derket: Dil û hişê min li ser girtîgehê ye
16:45 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 80’yan de ye
16:38 Di doza êrişê ya Dedeogûllari de cezayên kêm dan bersûcan
16:32 8 kesên binçavkirî hatin berdan
16:31 Di Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê de ‘Şanoya Başûr’ hat nirxandin
15:52 DEM Partiyê girtina Huda Kayayê bir rojeva Meclisê
15:47 Banga ‘bila girtîgehên bi ewlekariya bilind bên girtin’ hate kirin
15:25 Giliyê Tanjû Ozcan kirin
15:14 Sîteya 186 kesan lê jiyana xwe ji dest dayî qaçax hatiye çêkirin
15:05 Derbarê welatiyê got ku ‘Biaxive tu ji kû yî’ de lêpirsîn hate destpêkirin
14:55 Li Rihayê cînayeta kar
14:36 Ji Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê banga 1’ê Gulanê
14:26 Berdana Karataş ê 30 sal in girtî ye 6 mehan hate taloqkirin
14:19 Li navçeyê Tûşba û Artemêtê mirinên biguman
14:00 Li Sûriyeyê êrişa DAIŞ’ê: 28 leşker û milis mirin
13:46 Yildiz a di encama tundiya mêr de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
13:40 AYM’ê têkildarî belavkirina belavokan a li zanîngehan biryar da
12:16 Berî ku cenazeyê lawê xwe bigire jiyana xwe ji dest da
11:37 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:35 Li cihê karesata madenê lê pêk hat cenazeyê kesekî din hate dîtin
11:23 Talha Ç. li Konyayê dapîra xwe qetil kir
11:21 Li Egeyê bi pileya 4.5’ê erdhej çêbû
11:07 Di êrişa dewleta tirk de pêşmergeyekî jiyana xwe ji dest da
10:34 Hatîmogûllari: Encamên hilbijartinê hêviya me mezin kir
10:22 Li Bolûyê tundiya mêr: 2 kes hatin qetilkirin
10:21 Li ser îfadeyên îtîrafkaran daxwaza cezayê muebeda giran
10:00 Halîse Aksoy hate berdan
09:48 Çapemeniya DYA’yê: Îsraîlê li Îranê xist
09:47 ‘MEB bi projeyên cuda cemaet û îstîxbaratê têxe nava dibistanan’
09:30 Li çiyayên bilind ên Pasûrê dema giyayê Zuzaxê ye
09:28 Deynê Şaredariya Bajaroka Ziyaretê 36 milyon e: Xizmeta nehatiye kirin
09:15 Rojnameger Silêman Ehmed 178 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:10 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:09 Çalakgerên Nobeda Edaletê: Wê têkoşîn bidome
09:02 'Çareseriya pirsgirêkên sed salan paradîgmaya Neteweya Demokratîk e'
09:01 Mizgîndêrên biharê berfîn vekirin
09:00 ROJEVA 19’Ê NÎSANA 2024’AN
08:39 Endamên Komîsyona Îlîçê ya Meclisê di Rojnameya Fermî de ne
08:38 Li Kenyayê qezaya helîkopterê: Serfermandarê artêşê û 10 leşker mirin
08:28 Li dijî Kobanê bi SÎHA’yan êriş hate kirin
08:27 Amerîkayê endamtiya Filistînê ya NY’yê veto kir
18/04/2024
23:04 9’emîn Mihrîcana Şanoya Amedê dest pê kir
20:34 Erdogan, hevdîtin bi serokê AYM'ê re kir
20:09 Şaredariya AKP’î xweliya komirê rijand çem
19:37 DEM Partî û OHD çûn serdana Emîne Şenyaşarê
19:33 Jinan ji Amedê bang kir: Em ê li dijî feraseta serdest têbikoşin
19:31 Li Tokatê erdhej çêbû
16:16 Derket holê ku 5 stûnên hotêla 21 kes lê miribûn kêm bûn
16:01 Li Amedê qeza çêbû: 2 jê zarok 10 kes birîndar bûn
15:56 Di lêpirsîna ‘îhaleyê’ ya MEB’ê de 3 kes hatin binçavkirin
15:42 Peykerê jina ku Beyoglû yê AKP’î rakiribû jinûve hate danîn
15:17 Rêveberiya Xweser bi hikûmeta Şamê re hevdîtin kir
14:59 Qeyûmê Êlihê li pey xwe 3 milyar û 53 milyon û 970 hezar TL deyn hişt
14:59 Li Wanê ji bo mitînga herêmî ya 1’ê Gulanê bang hate kirin
14:45 Rêveberiya AKP’ê wesayitên şaredariyê ji hev kirine
14:36 Ji ber şopandina tacîza çawişê pispor gef li Baroya Şirnexê hatin xwarin
14:29 Di kolandina qaçax de 3 kesan jiyana xwe ji dest da
14:11 AKP’iyên bi dengên veguhestî hatin hilbijartin hevdu bi ‘karên qirêjî’ sûcdar kirin
14:10 Derbarê rojnamevan Gultekînê de biryara beraetê hate dayîn
12:56 Serokwekîlê koma CHP’ê yê nû diyar bû
12:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:47 Ji ber hezazê rêya di navbera Wan-Geverê de hate girtin
11:45 Talana AKP’iyan li ser bîllboardan hate teşhîrkirin
11:22 Salek cezayê hefsê û 17 hezar lîre cezayê pere li rojnamevan Yalçin hate birîn
11:05 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:00 Kolberek hate qetilkirin kolberek jî winda ye
10:52 Têkildarî tecrîda li Îmraliyê bi CPT’ê re hevdîtin hate kirin
10:37 Leşkerê ji ber êrişa zayendî hate girtin parastina ‘ez mirovekî rêzdar im’ kir
10:37 Turnuvaya Gulistan Dokuyê: Em ê li dijî şerê taybet dakevin sehayan
10:13 Di doza Remziye Bor de li benda biryara AYM’ê ne: Divê nebe dosyaya kiryarnediyar
10:04 Qeyûm ji bo mitînga Erdogan û diyariyan 8 milyon û 886 hezar lîre xerc kiriye
09:39 Axtamara bi biharê re xemilî
09:29 Ozûgûrlû: Roja ku çarenûsa vê erdnîgariyê ji aliyê mirovên vê erdnîgariyê ve bê diyarkirin wê pirsgirêk nemînin
09:23 Bertek nîşanî projeya 'zarokan' a MÎT'ê dan: Perwerde karê perwerdekaran e
09:06 Dê rojên ‘Diyaloga bi Ocalan re’ ya navneteweyî bên lidarxistin
09:04 Dayikên Aştiyê yên Êlihê: Çalakiya girtiyan peyama 'tevbigere' ye
09:03 Rojnamevan Oynaş: Li girtîgehê li hemberî zextan berxwedan zêde bûye
09:02 Rojnameger Silêman Ehmed 177 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:02 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 144 roj in di çalakiyê de ne
09:01 ROJEVA 18’Ê NÎSANA 2024’AN
08:53 Piştî erdhejê li Tokatê navber dan perwerdeyê
17/04/2024
22:55 Li Şengalê pîrozbahiyên Cejna Çarşema Serê Nîsanê
20:55 Êrişî Binarê Qendîlê hat kirin
20:30 Li Cenevreyê bang li CPT'yê kirin: Dawî li îşknecya tecrîdê biînin
19:06 Çalakiya Emîne Şenyaşarê di roja 78'emîn de didome
17:12 Di Doza Kobanê de kes nehate berdan
16:55 Deynên qeyûmê Misircê bi bilboardê ve hatin daliqandin
16:39 Sirri Sureya Onder di rûniştina Meclisê de aciz bû
16:17 Hizbullaha Lubnanê bakurê Îsraîlê bombebaran kir
16:12 Li Hezexê pîrozbahiya Cejna Çarşema Sor a rengîn
16:11 Bafil Talbanî: Dê hilbijartin di dema xwe de werin kirin
16:00 Qeyûm 2 roj berî hilbijartinê hemû qeydên kamerayan da jêkirin
15:52 Li Colemêrgê 3 herêm weke ‘herêma ewlehiya taybet’ hatin îlankirin
15:51 Serokê AKP’î 4 karan dikir: Ji kar hate girtin
15:50 Parêzer û malbata Abdullah Ocalan li KE’yê ne: Hûn dikarin vê bêhiqûqiyê rawestînin
15:28 Bi rojan e agahî ji Weliyê ku dîmenên wî yên îşkenceyê derketibûn holê nayê girtin
15:27 YSK’ê îtîrazên Hatay û Orduyê red kirin
15:20 Berdana Rozerîn Kalkanê 11 mehan hate taloqkirin
14:59 Li Wêranşarê cara ewil Çarşema Sor hate pîrozkirin
14:54 Li Sudanê pevçûn: 25 sivîl hatin kuştin