13 parazvanên Erdogan ên li Şirnexê ji peywirê hatin girtin 2017-12-27 13:32:43 ŞIRNEX - Bi fermana Serokomar Tayyîp Erdogan, ji ber kêmasiyên parastinê yên di Kongreya AKP'ê ya Şirnexê de derket holê, 13 peywirdarên Erdogan ji peywirê hatin girtin. Serokê Giştî yê AKP û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, di 23'yê Kanûnê de beşdarî Kongreya AKP'ê ya Şirnexê bûbû, kesê bi navê Huseyîn Demîrcan xwestibû wî hembêz bike û di vê navberê de gengeşî û tirsek mezin derketibû holê. Kesê xwest Erdogan hembêz bike, Erdogan ew bi milê xwe dev dabû, peywirdar ketibûn dewrê Demîrcan li ser dikê biribûn. Demîrcan piştî demekî di bin çavan de ma serbest berdan.   Ji ber vê kêmasiya ewlehiyê, li gorî agaiyên ku rêveberên AKP'a yên Şirnexê dane, 13 polîsên peywirdar ên Erdogan ji peywirê girtin.