Çavên xwe winda kir, lê gotin ‘Te zirar daye malê çemawerî!’ 2017-12-27 13:01:02 ENQERE - Dozger, der barê Bariş Ceyhan ê di pîrozbahiyên 1’ê Gulana 2014’an de polîsan êrîş kirin û çavê wî kor kirin bi sûcdariya “Zirar daye malê çemawerî” doz vekirin.   Li semta Tuzluçayir a Enqerê, Bariş Ceyhan hîna xwendekarê Lîsê bû, di pîrobazhiya 1’ê Gulana 2014’an de polîsan mudaxale kir û çavê wî kor kirin. Polîs, 40 metre dûrî Ceyhan hedef girt û guleya plastîkê berda Ceylan û çavê wî kor kir. Ceyhan piştî bûyerê gilî kir, lê sê sal dere derbas bûn, jî tu encam bi dest nexist. Dozger, li şûna dozê li polîs veke, der barê Ceyhan de bi sûcdariya “Zirar daye malê çemawerî” doz vekir.    ÇAVÊ XWE WINDA KIR, HAT GIRTIN Û RASTÎ ÊRÎŞÊ HAT   Ceyhan hem çavê xwe winda kir, hem jî polîs di 18’ê Tebaxa 2015’an de bi ser mala wî de girt û ew binçav kir. Polisan bi îdîaya “endamê rêxistinê” ew binçav kiribûn. Ceyhan nêzî 9 mehan li Girtîgeha Sîncanê hat girtin û li girtîgehê ezmûna Beşa Televîzyon û Radyo ya Zanîngeha Sînop qezenc kir. Piştî Ceyhan hat berdan di sala 2016’an cardin li Sînop xwend. Vê carê jî rastî êrîşên komên nişatperest hat. Ceyhan, piştî van êrîşan neçar ma dest ji dibistanê berda. Ceyhan got: “Min dixwest bibim rojnameger. Min Fakulteya ragihandinê qezenc kir. Piştî min dest ji dibistanê ber de, di xebatên rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî de xebitim.  Ji bo xebata rojnamegertiyê ne girînge ku dibistan hebe yan na.”   ‘EZ LI NEXWEŞXANÊ BÛM, ÇAWAN DIBE KU LI ÇALAKIYÊ BIM’   Ceyhan, têkildarî doza li wî hat vekirin jî wiha got: “Ev sûcdarî rastiyê venabêjin. Di dosyeya doza min de tê gotin ku ‘tevahiya rojê di çalakiyê de bû.’ Lê ez saet 14.20’an rakiribûm nexweşxanê. Gava mirov li demê mêze dike, mirovê bibîne ku tu rastiya vê bûyerê tuneye.  Cardin sûcdariyeke din a di dosyeyê de heyî, dibêje ‘saet 14.45’an de te di ambulansê de, pên û kulm li kamyona zibalê ya  Şaredariya Bajarê Mezin a Enqerê daye û te zirar daye.’ Di saetên hatin diyar kirin ku ji xwe ez li nexweşxanê bûm.”      ‘DIXWAZIN DOZA MIN VEKIRÎ VALE DERBIXIN’   Ceyhan, anî ziman ku derbarê polîsên ew mexdur kirin de tu lêpirsîn nehatiye kirin û wiha bilêv kir: “Her carê ez dîsan têm mexdur kirin. Derbarê min de dozek nû kirin. Hewl didin cardin min sûcdar nîşan bidin. Di doza min di dadgeha îdarî de vekirî jî tu pêşketin tuneye. Dixwazin doza ku me vekirî vale derbixin.”      ‘DELÎLEK TENÊ JÎ TUNEYE’   Parêzerê Ceyhan Şevîn kaya, têkildarî bûyerê agahî da û wiha axivî: “Di doza li Bariş vekirin de delîl tenê jî tuneye. Tenê wêneyekê wî yê di çalakiyê de heye. Di vir de armanc dikin ku doza me ji bo Bariş vekirî bi demê re bihêlin. 3 sal derbas bû, lê di dozê de hîna pêşketinek jî tuneye.  Dadgeha îdarî ji berpirsiyartiya xwe direve. Tişta ku dê bikin, tenê ji bo çavê Bariş dê rapora kesê dizane derbixin. Lê 3 sal derbas bûn, hîna rapora wî jî nehatiye amade kirin. Bi doza vekirin dixwazin vê peyamê bidin; ‘Her wiha tu berpirsiyartiya me tuneye. Beşdarî çalakiyê bûye û kevir avêtiye me. Me jî li dijî wan  guleya gazê avêt û bi şaşî li çavê Bariş ket.’ Dixwazin guleya avêtin meşru bikin. Bariş mafdare. Beşdarî civîn, xwepêşandan û meşan bûyîn mafekê qa qanûniye.”   ‘EV SÛCÊ ÎŞKENCÊ YE’   Kaya, danîn ku ya ku li Ceyhan hat kirin îşkenceye û wiha bi dawî kir: “Di bûyerên wiha de, di encamên derdikevin de, rast rast qûsur ya dadgeha idariye. Ji ber ku raste rast gule li çavê Bariş ketiye. Polîs ji mesafeyk kurt nîşan girtiye. Ne gengaze ku di mesafeyek dûr de çavê xwe winda bike. Ev yek hem li gorî biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê û hem jî Makeqanûnê sûcê îşkencê ye.”     MA / Selman Guzelyuz