Dadgeh kartê girtiyên 'teror' li gorî 'qanûnê' dibîne 2017-12-27 12:18:06 ENQERE - Girtiyên ji odeyan tên derxistin nasnameyê li ser wan ferz dikin, dadgeh ev pêkanîna ku rûmeta mirovan dişkîne, "li gorî qanûnê" dibîne. Dewletê Girtîgeha Tipa T a Xarpêtê wekî pîlot hilbijartiye û nasnameyê li ser girtiyan ferz dike. Nasnameya li ser girtiyan ferz dikin, li ser "Girtî an jî hukumxwarê terorî" tê nivîsîn û bi zorê nasnameyê bi singa girtiyan ve dikin. Berxwedana girtiyan a li dijî vê 57 roj e dewam dike.   Girtiyan nerazîbûn nîşanê vê pêkanînê da û serî li Dozgeriya Înfazê da, serlêdana wan jî bê encam ma. Girtiyê bi navê Mehmet Soner yê li Saziya Înfazê ya Ceza ya Xarpêtê tê girtin, serî li Dozgeriya Înfazê ya Xarpêtê da û serlêdana wî bê encam ma. Dozgeriyê îdia kir ku pêkanîn li gorî qanûnê ye. Wekî hincet jî hat gotin ku "Ji bo fîrariyan asteng bikin û pêşî lê bigirin" hat nîşandan. Bi vê re pêkanîna cilên yek rengî jî gumanan dide avakirin.   Parêzeran jî mijar nirxand, biryarên ku rewabûna pêkanîn û qanûnê li dijî hiqûqê dîtin û xwestin ev pêkanîn bê rawestandin. Bi girtîgehên tîpên F re, dozgeriya înfazê xistin dewrê, çi biryar der barê girtîgehan de bê dayîn, wekî saziya erêkirinê derdikeve pêş.