‘Hesabê Roboskê bihata pirsîn, dê li Cizîrê zarok nehatana şewitandin’ 2017-12-27 11:48:18   ENQERE - Endama Hewldana Edaletê ya Ji Bo Roboskê Nuray Çevîrmen, diyar kir ku gelek bêhiqûqiyên ku derketine holê ji ber polîtîkaya "bê ceza hiştinê" ya Roboskê dubare bûne û wiha got: "Heke hesabê Roboskê bihata pirsîn, dê li Cizîrê zarok nehatana şewitandin."   Di 28'ê Kanûna 2011'an de li gundê Roboskê ya Qilebana Şirnexê, Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) bombe bi ser welatiyan de barand û 19 jê zarok, 24 kesan jiyana xwe ji dest da. Li ser bûyerê re 6 sal derbas bû, lê hêj di warê hiqûqî de tu pêşketin derneketin holê, li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) yê jî pêşketin tune.   ‘POLÎTÎKAYA BÊ CEZA HIŞTINÊ DI DEWRÊ DE YE’   Endama Hewldana Edaletê ya Ji Bo Roboskê Nuray Çevîrmen, diyar kir ku roja ku komkujî pêk hatiye heta niha, bê hiqûqî jî bi paralelî dewam dike û wiha axivî: "Serdozgerê Komarê yê Şirnexê biryara bê rayeyî da û dosya ji Serdozgerê Komarê yê Amedê re şand. Yanî li ser girtin. Herî dawî Serfermandariya Giştî der barê 5 personelan de biryara 'rewşeke qestî tune' û dosya bi tevah girt. Ev rewş birin Dadgeha Makeqanûnê (AYM). AYM'ê jî biryarek çors da û got ku ewraq kêm in, bi hincetên wekî ne li gorî ûsûlê ye, li ser bûyerê girt. Pêvajoya ji bo ewraq bên berhevkirin jî beyî ku temam bibe, nehatin qebûlkirin. Yanî pêvajoya bê ceza hiştinê xistin meryetê. Hemû rêyên hiqûqa navxweyî li malbatan girtin, di sala 2016'an de serî li DMME'yê dan. Ji wir jî hêj tiştekî şênber derneketiye holê."   ‘HESAB BIHATA PIRSÎN DÊ CIZÎR NEŞEWITIYA’   Çevîrmen aşkera kir ku ji ber ku polîtîkaya "bê ceza hiştinê" li Roboskê dan meşandin, bêhiqûqiya li welat zêde bûye û ev tişt got: "Li welatê me hemû komkujî bê ceza tên hiştin û li komkujiyeke din li vê zêde dibe. Heke komkujiya berî wê pêk nehata, dê yên pey wê pêk nehata. Em her dem dibêjin, heke hesabê Roboskê bihata pirsîn, dê li Silopî, Nisêbîn û Cizîrê di jêrzemînan de mirov bi zindî nehatan şewitandin, dê zarok nemirana, dê di binê maşîneyên zirxî de mirov nepelçiqiyana, dê li gundan mirov îşkence nekirana, dê ji karên xwe nebûna."   28'Ê MEHÊ ROJA HEVDÎTINA WAN E    Endama Hewldana Edaletê ya Ji Bo Roboskê Tanju Gunduzalp jî destnîşan kir ku komkujiya Roboskê, şer û bê edaletiya li Tirkiyeyê gelekî mezin bûye û wiha pê de çû: "Heke me ew zarok ji destê xwe nekirana, nehatina qetil kirin niha rewşeke cuda hebû. Dê serdemeke gelekî xweş bûya. Heke di sala 2011'an de komkujî pêk nehata, dibe ku niha şer ew qas kûr nebûya. An jî pêşî li vê komkujiyê bihata girtin dê her tişt gelekî cuda bûya." Gunduzalp got ku ew wekî platform heta edalet pêk bê dê li ber xwe bidin, her meh 28'ê mehê tên gel hev û ev tişt anî ziman: "Di salvegera yekemîn a komkujiyê de em li Meclisê hatin gel hev. Daxuyaniya yekemîn li wir hat dayîn. Wê demê ji ber pêvajoyê em asteng nekirin. Ji wê rojê heta niha 'heta edalet pêk bê em ê xebata xwe dewam bikin.' Me di 28'ê mehê de li Kuçeya Konurê ya Kizilayê hev dît. Lê ji ber OHAL'ê em tên astengkirin."   ‘MÊJIYÊ DEWLETÊ TIŞTEK WIHA YE!’   Gunduzalp da zanîn ku malbatên li edaletê digerin tên cezakirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Mêjiyê dewletê; 'An tuyê bi min re bimeşî an jî teqest mafê te tune.' Tişta ku hatiye serê malbatan ev e. Demekî nedihiştin malbat li ser gorên zarokên xwe daxuyaniyê bide. Mêjiyê dewletê tiştekî wiha ye!" Dunduzalp derbirî ku divê rêyeke nû bê diyarkirin û aşkera kir ku ew ê dest ji hêvjiyên xwe bernedin.