Şaredarên AKP'î ji niha de ketin nava lîstikên hilbijartinê 2017-12-27 09:27:54 ŞIRNEX - Bajarokên Hîlal û Dêrahinê ya navçeyên Qilebanê ji ber gelheyê bi rîska ku ji statuya bajarokbûnê bikevin rû bi rû ne. Lê şaredarên AKP’î yên herdu bajarokan ji bo şaredarî ji dest wan neçe hewl didin ku ji gundan kesan li ser bajarokan qeyd bikin.  Li navçeya Qilebana Şirnexê serjimariya şaredariyên bajarokên Hîlal û Dêrahînê yên di destê AKP de ne ketin biniya 5 hezarî. Li ser vê kêmbûna serjimariyê, her du şaredarî jî li gor qanûna 5393 ya şaredariyan hilbijartinên heremî ya 2019'an dê ji statuya bajarokbûnê bikevin.    KESÊN NÊZÎ AKP’Ê LI GELHEYA BAJAROKAN QEYD DIKIN    Li ser rîska ku dê bajarok ji statuya şaredarîbûnê bikevin, Şaredarê Bajaroka Hîlalê yê AKP'yî Cafer Benek û Şaredarê Bajaroka Dêrahinê Haci Yildirim ketin nava hewldana zêdekirina gelheya bajarokan. Tê gotin ku di bin kontrola Qeymaqamê Qilebanê de ji gundên Ziravik, Nêrweh, Kiror, Roboskî û Bêjûh kesên nêzî AKP'ê û diyar e ku dê deng bidin AKP'ê li ser gelheya bajarokan tên qeydkirin.    Hate hînbûn heya niha qeydên gelek kesan li ser bajarokan hatiye çêkirin û van rojan ji ber qeydkirina gelheyî çûnhatineke zêde Midûriyeta Serjimarê ya Qilebanê heye.