‘Rageşiya cilên yek tîpî dê li derve jî belav bibe' 2017-12-27 09:23:38 AMED –  Serokên baroyê yên nû û berê ferzkirina kincên yek tîpî nirxandin û destnîşan kirin ku dê girtiyên siyasî li dijî ferzkirina kincên yek tîpî ya dijdemokratik derkevin. Hiqûqnasan, destnîşan kirin ku ev yek bi girtîgehan re sînorkirî nemine.  Bertekên li dijî sepandina “kincên yektîpî” ku bi KHK’ya Jimare 696’an hat derxistin didomin. Serokê Baroya Amedê yê berê Mûstafa Ozer destnîşan kir ku bi ferzkirina kincên yektîpî teslîmwergirtina îradeya bi hezaran girtiyê siyasî tê xwestin û wiha got: “Di salên 80’yî de girtiyan mirin girt berçavên xwe û li dijî vê sepandinê li ber xwe dan. Wisa difikirim ku dê girtiyên siyasî li dijî sepandina kincên yektîpî ya antîdemokratik derkevin.”    Ozer bi lêv kir ku kincên yektîpî aîdî feraseta nîjadperest in  û yektîpkirin jî taybetmediyeke feraseta nîjadperest e. Ozer got ku li Almanyaya Naziyan, li Îtalyaya Mûssolonî heman tişt hatin sepandin, lê belê niha di sedsala 21’emîn de li Tirkiyeyê bi biryarnameyan tê xwestin ku rewşeke derî mafên mirovan li jiyana civakê bê ferzkirin. Ozer got ku ev sepandin hinekî din jî civakê ji krîterên demokrasiyê dûr dixîne. Ozer destnîşan kir ku çawa ku rêveberiya yek zilamî li Tirkiyeyê tê ferzkirin, wê ji niha û pê ve jî wek şêwe yektîpî bê ferzkirin.    Ozer balê kişand ser daxuyaniyên Serokomar Erdogan yên der barê sepandina yektîpiyê û terhê jiyana Gûantanamoyê û ev tişt gotin: “Mînaka xerab ne mînak e. Li girtîgeha Gûantanamoyê DYA îşkenceyên der mirovahiyî kirin. Gelo Erdogan îşkenceyê jî rast dibîne? Nikare Amerîkayê wek krîter esas bigire û biryarekê bisepîne. Krîtera herî girîng ew e ku li demokrasiyê tê yan na. Dadgehên engîzîsyonê jî hebûn. Bêyî mirovan darizînin wan bi dar ve dikirin, bi saxî wan dişewitandin. Di tevgera Şêx Seîd, di tevgera Seyîd Riza de mirov bi Dadgehên Îstiklalê ku bi awayekî şiklî hatibûn avakirin hatin darvekirin. Gelo niha wan diparêze?”    OZMEN: NAYÊ QEBÛLKIRIN    Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen wiha got: “Em Baroya Amedê ji ber li dijî huqûqa mafên mirovan e em ji serî de li dijî vê sepandinê ne. Bi kincên yektîpî anîna girtiyan a danişînê di warê însanî, wijdanî û mafan de nayê qebûlkirin. Lixwekirina kincan yek ji azadiyên sereke yên mirovan e. Ji ber vê KHK’yên nû tên weşandin, binpêkirinên mafan ên cidî di xwe de dihebînin. Ji bo dev ji van sepandinan bê berdan, em Baroya Amedê em ê xebatan bi rê ve bibin.”    ‘WÊ RAGEŞIYA HUNDUR SÎRAYETÎ DERVE JÎ BIKE’    Ozmen ev tişt gotin: “Divê em hebûna girtiyên ku dema redkirina vê sepandinê û anîna danişînê bibînin. Ji bo mirov vê bizanibe, em hewceyî mirov munecîm be. Em hemû dizanin ku dê yên li girtîgehê li dijî vê yekê derkevin û li hemberî vê sepandinê çalakiyan li dar bixin. Wê ev rewşa girtîgehan xerabtir bike. Wê ev rewş bi girtîgehan sînordarkirî nemine, wê sîrayetî derve jî bike û wê rageşiya di civakê de gur bike. Em bang li hikûmetê dikin ku dev ji vê yekê berde.”    MA / Lezgîn Akdenîz - Rifat Şahîn