ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2017'AN 2017-12-27 09:00:44 *Parêzer Gulîzar Tûncer, balê kişand ser sepandina “kincên yektîpî” û diyar kir ku hikûmetê bi esasgirtina mînaka Gûantanamoya ku li cîhanê wek navenda zilmê tê zanîn, armanca xwe ya rastîn aşkere kiriye.  *Doç. Dr. Azîz Çelîk bi bîr xist ku karkerek nikare bi heqdesta kêmtirîn a li Tirkiyeyê tê dayîn jiyana xwe îdame bike û balê kişand ser daxuyaniyên îktîdarê ên “aborî mezin dibe” û wiha got: “Madem aborî mezin dibe, nexwe ji bo çi heqdesta kêmtirîn zêde nabe?”    *Nivîskar Faîk Bûlût, destnîşan kir ku serhildana gel a li Kurdistana Federe encama “dewleta rantiyeyî” ye û windakirina Kerkûkê bûye cihê şikestinekê. Bi taybetî Bûlût got ku tu planeke Barzanî tune ye û riya çareyê Kongreya Netewî ye.    *  Arşiva endamên DAÎŞ’ê yên li dijî êzîdîyên li Telafer û Şengalê komkujî pêk anîn hat bi destxistin. Di flaş dîska li Telafer de ket dest agahiyên gelek endamên DAIŞ'ê yên Êzidî qetil kirin hat ronîkirin Di flaş belekê de hat dîtin ku gelek polisên Iraqê tev li DAIŞ'ê bûne û Êzîdî înfaz kirine.    *Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Cûmalî Atîlla avahiya Konseya Bajar a Gundem 21’ê tahsîsî “Komeleya Gaziyên Şerkar” kir. Atîllayê ku budçeya ku divê bide konseya bajêr neda, got ku heke xebatkarên konseyê serdana wî bikin ew ê budçeyê bide.    *Serokên baroyê yên nû û berê sepandina kincên yektîpî nirxandin û destnîşan kirin ku dê girtiyên siyasî li dijî sepandina kincên yektîpî ya antîdemokratik derkevin. Her wiha gotin ku dê ev yek bi girtîgehan re sînorkirî nemine.    * Lêpirsîna der barê polîsê ku li Geverê di avêtina ser malê de Necmetîn Fendik kuşt, 6 meh in wek xwe ye. Her wiha polîsê ku li xwe mikurhat û kuştin qebûl kir, hîn jî li ser karê xwe ye.    *Piştî erdheja 2011’an a Wanê, ji bo malbatên xizan alîkariya komirê dihat kirin. 60 ton komira ku dihat belavkirin, niha tenê 10 ton tê belavkirin. Malbatên ku alîkariya wan tê kirin, diyar kirin ku her diçe rewşa wan xerabtir dibe û êdî komira ku li wan bê belavkirin jî nemaye.”    *Li navçeyên Finîke, Kumluca û Derme yên Antalyayê ji ber felaketa bablîsokê serayên cotkaran texrîb bûn û cotkar xisirîn. Cotkaran diyar kir ku dewletê ji çar pariyan pariyek zirara wan daye û ji ber vê yekê jî bûne deyndarê bankeyan.    *Ekolojîst Ertugrul Barka yê wêneyên talankirina xwezayê dikişîne, diyar kir ku heke hişmendiya 2023'yan neguhere karesatên mezin li benda welat in û ev tişt got: "Sektora çandinî, madenvanî, pîşesazî û înşaetê bi tevahî tune bû. Heke gel ji vê re nebêjin 'raweste' dê sermaye me tune bike."   *Atolyeya Ozgun Sanatê ya ji aliyê muzîkjenên ku li kuçeyan hunera xwe îcra dikin hat avakirin, tevî dersên şan, baxleme û piyanoyê dersa şanoyê jî li bernameya xwe ya perwerdehiyê zêde kir.    * Prz. Gurkan Îsteklî û Hakîm Peker yên li Stenbolê tevî 15 kesan hatin binçavkirin, li bendê ye sewqî Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê bikin. (10.00)   * Wekîla Serokê Koma HDP'ê Fîlîz Kerestecîoglu, dê têkildarî KHK'yên dawî, li Salona Meclîsê civîna çapemeniyê pêk bîne. (10:30)   * Platforma Heq û Edaletê dê "Rapora Lêkolîna OHAL'ê" ya binpêkirina mafan a piştî darbkeya 15'ê Tîrmeha 2016'an li Otela Taksim Hillê bi civîna çapemeniyê bi raya giştî re parve bike. (11.00)    * Sazî û rêxistinên sivîl ên Amedê dê têkildarî 2 KHK'yên hatin weşandin li Avahiya Baroya Amedrê civina çapemeniyê pêk bîne. (11.00)   * Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê dê kartên sersalê ji girtiyan re bişine. (12.00)     * Çalakiya Kolana Yukselê ya "Em karê xwe pave dixwazin dê di roja 414'an de berdewam bike. (13:30-18:00)