Serlêdana hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin 2017-12-26 16:55:01   STENBOL – Serlêdana daxwaza hevdîtina parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ve cara 716’an hat redkirin.    Serlêdana daxwaza hevdîtinê ya ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Newroz Uysal, Berdan Acun û Gulşen Ozbek ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ve hat redkirin. Ji 27’ê tîrmeha 2011’an û vir ve 716 car in daxwaza hevdîtina bi Ocalan re bi hincetên “Muxalefeta hewayê”, “Keştî xerabe ye”, “Keştî di tamîrê de ye” û “Rewşa Awarte” tên astangkirin.