DBP: AKP-MHP'ê careke din piştrast kir ku lingê siyasî yê FETO'yê ne 2020-06-04 19:03:04     AMED – DBP'ê jî bertek û nerazîbûna xwe ya ji bo betalkirina 3 parlementerên HDP û CHP'ê nîşanda. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku heyeta dadgeha ku ceza li Guven û Farsogûllari biriye FETO'yî bûye û got: "AKP-MHP bi vê biryarê careke din piştrast kiriye ku lingê siyasî yê FETO'yê ne."    Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), jî bertek û nerazîbûna xwe ya ji bo betalkirina parlementeriya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, Parlementerê HDP'ê yê Amedê Mûsa Farisogûllari û Parlementerê CHP'ê yê Stenbolê Enîs Berberoglû nîşanda.    DBP'ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku dozgerên FETO'yî xwestibûn Guven û Farisogûllari bên darizandin û ceza li wan bê birîn û wiha got: "Heyetên dadgehê yên niha ku ceza li Birêz Leyla Guven û Mûsa Farisogûllari birîne, di girtîgehê de ne. Lê îqtidara faşîzan a AKP-MHP'ê xwestiye cezayên hatine bê birîn bên pesendkirin. Ev yek jî nîşan dide ku ne hewceye mirov li dûra li FETO'yê bigere. Îqtidara AKP-MHP'ê bi vê biryarê careke din piştrast kiriye ku ew lingê siyasî yê FETO'yê ne."