Meclîsa Jina ya HDP'ê: Leyla Guven vîna me ye 2020-06-04 18:44:30     ENQERE - Meclîsa Jina ya HDP'ê ji bo betalkirina parlementeriya Leyla Guvenê destnîşan kir ku betalkirina parlementeriya Guvenê berdewamiya polîtîkayên dijminatiya kurdan dikin bi xwe ye û got: "Leyla Guven vîna me jina ye."    Meclîsa Jina ya HDP'ê, der barê betalkirina parlementeriya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guvenê bi awayekî nivîskî daxuyaniyek da.    Meclîsa jina di daxuyaniya xwe de diyar kir ku AKP-MHP polîtîkayên xwe yên dijminatiya kurdan dikin didomîne û li meclîsê careke din vîna gel hatiye xespkirin. Di daxuyaniyê wiha hat gotin: "Bi darbeya qesrê ya wekî 4'ê Mijdarê, parlementeriya Leyla Guven û Mûsa Farisogûllari hatiye betalkirin. Lê divê baş bê zanîn ku Guven û Farisogûllari vîna gelê kurd in."   Di berdewamiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Leyla Guven bi têkoşîn û berxwedana xwe ji bo jinên cîhanê bûye îlham û tu îqtidarên faşîst nikaribûye wê û wan ji têkoşînê dûr bixin û wiha hat gotin: "Divê baş bê zanîn ku Leyla Guven vîna me jina ye. Em Meclîsa Jina ya HDP'ê diyar dikin ku Leyla Guven vîna me ye û em ê ji bo xespkirina vîna xwe bêdeng nemînin. Em jin, hevrêuên Leyla Guvenê bang li bloka faşîst a AKP-MHP'ê dikin; Leyla Guven em in, Leyla Guven gel e. Têkoşîna wê têkoşîna me ye. Wekî Leyla Guvenê jî gotî, Berxwedan Jiyan e."