Zilamê li Rezanê îstîsmarî zarokan kir hat girtin 2017-12-26 15:30:44 AMED – Zilamê bi navê Umit ku li navçeya Rezanê îstîsmarî zarokên 10 û 11 salî kiribû çar roj berê hat binçavkirin, piştî ji aliyê zarokan ve hat teşhîskirin hat girtin.  Li Kolana Yusuf Îslam a taxa 5’ê Nîsanê ya girêdayî navçeya Rezan a Amedê 2 meh berê zaroka 10 salî E.T. rastî îstîsmara zilamê bi navê Umît ê 25-30 salî hatibû. Piştî vê bûyerê derket holê ku li heman taxê zaroka bi navê E.K. a 11 salî jî rastî îstîsmara heman zilamî hatiye. Dîmenên bûyera îstîsmarê di kameraya marketekê de hat dîtin. Li ser vê yekê di encama lêpirsîna hat destpêkirin de hat zanîn ku bersûc 4 roj berê hatiye binçavkirin û piştî zarokan ew teşhîs kir hat girtin.     ‘EM DAXWAZ DIKIN CEZAYÊ HERÎ GIRAN BIDINÊ’    Malbatan diyar kir ku roja înê polîs li wan geriyaye û bangî wan kirine ku biçin qereqolê. Li ser vê yekê malbat li gel zarokên xwe çûn qereqolê û carek din îfade dan. Malbatan destnîşan kir ku zaroka 10 salî E.T. û zaroka 11 salî E.K. bersûc di wêneyên nîşanî wan dane de teşhîs kirine û wiha got: "Em ê bibin şopdarên bûyerê. Em daxwaz dikin ku cezayê herî giran bidin wî. Ji bo ku heman tiştî neyên serê tu zarokên din.”