'Li Meclisê darbe heye' 2020-06-04 16:57:16 NAVENDA NÛÇEYAN - Malên Gel xistina parlamenterên HDP'ê Leyla Guven, Musa Farisogullari û Parlamenterê CHP'ê Enîs berberoglu, şermezar kir û got: "Li Meclîsê Darbe heye"  Meclîsê parlamenteriya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven, Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Musa Farisogullari û parlementerê CHP'ê Enîs Berberoglu bi hinceta cezayê wan hatiye erêkirin xist. Piştî parlamenteriya 3 parlamenteran xistin, Malên Gel daxuyanî da û got "Li Meclîsê Darbe heye" Malên Gel, diyar kir ku li Lijneya Giştî ya TBMM'ê parlamenteriya 2 jê HDP'î û 1 jê CHP'î parlamenteriya 3 wekîlan hat xistin û wiha got: "Li meclîsê vîna milyonan mirovan bi destê AKP'ê hatiye xezpkirin. Em ê aştî, wekhevî, edalet, demokrasî û azadiyê bi hevrde biparêzin. Li Meclise Darbe heye."      HDP: Leyla Guven û Musa Farisogullari vîna milyonan e. Li Meclîsê Darbe heye    Canan Kaftancioglu: Yên ku difikirin wekilên gel bi girtîgehan ceza bikin, xwe dixapînin.    Îrfan Aktan: Şaredariyên xezp bikin nema, niha jî li çav berdan endamtiyên Meclîsê û wekîltiya wekilên HDP'î Leyla Guven, Musa Farısogullari û wekilê CHP'î Enis Berberoglu.    Can Dundar: Rûyê wî bi rûpoş girtî ye, lê em tetikêşê qesrê nas bikin: Sureyya Sadi Bilgiç.   Hasan Cemal: Darbeyên li dijî hiqûqê bi dawî nabin   Ahmet Şik: Di 15'ê Tîrmehê de darbe asteng kirin, lê cunta bû îqtîdar.    Erkan Baş: Me gotibu yên dibêjin talûkeya darbeyê heye, amadekariya darbeyê dikirin. Li vîna gel darbe kirin. Darbe dê têk biçin dê vîna gel bi ser bikev.    HDK : Ev êrîşên bê pîvan nîşan dide ku vîna gel tune dihesibîne. Xistina wekîltiya @LeylaGuvenkcd û @m_farisogullarii wekî tayînkirina qeyûman darbe ye.    Navenda Giştî ay SES'ê; Xistina wekîltiya Leyla Guven, Musa Farisogullari û Enis Berberoglu darbeya li dijî vîna gel e.    SYKP: Darbekar li palpişta îxtîdarê rûniştine. Wekîl vîna gel in.      Keskin Bayindir: AKP wisa difikire ku hilbijêrên bi vîna milyonan hatine hilbijartin têk bibe. Lê dawiya dawî faşîzm dê têk biçe.  Bariş Atay: Ev nîşaneya ku mirovê tenê xwe di ser vîna gel re dibine.