Li Giyadînê jinek bi awayek gumanbar mir 2020-06-04 16:47:03   AGIRÎ – Li gundê Qetka Jêrê ya Giyadînê jina bi navê Zana Polat a ciwan bi awayek gumanbar jiyana xwe ji dest da.   Li gundê Qetka Jêrê ya girêdayî navçeya Giyadînê ya Agiriyê jina bi navê Zana Polat (17) bi awayek gumanbar jiyana xwe ji dest da. Li gorî îdiayan tê gotin Polat li malê bi demançê leyîstiye û piştî gule berdaye li serê wê ketiye û giran birîndar bûye. Jina ciwan bi ambûlansê rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Agiriyê lê li gel hemû mudaxileyên tibî jî nehat rizgarkirin. Hat zanîn ku têkildarî bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin.   Di nava 29 rojan de ev jina 4’emîn e li herêma Agiriyê bi awayên gumanbar jiyana xwe ji dest didin.