Girtiyên siyasî mehekê dernakevin hevdîtinê 2017-12-26 14:44:50 STENBOL - Li ser navê girtiyên siyasî Denîz Kaya daxuyaniyek da û aşkera kir ku dê li dijî "Cilên yek reng" û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan mehekê dernekevin hevdîtinan.    Hikumeta AKP'ê bi Biryara Di Hukmê Qanûnî de (KHK) ya bi hejmara 696'an, "Cilên yek reng" li ser girtiyan ferz dike. Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê ji bo pêkanîna "Cilên yek reng" û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bikin, dê mehekê dernekevin hevdîtinan.   Denîz Kaya li ser navê girtiyan daxuyanî da û destnîşan kir ku ew ê cilên yek reng bi tu awayî qebûl nekin û bavêjin sergoyê. Kaya got ku di serî de tecrîda li ser Ocalan, hemû zextên li girtîgehan şermezar bikin, dê di navbera 1'ê Çile û 1'ê Sibata 2018'an de mehekê dernekevin hevdîtinan.   ‘EM Ê CILAN BAVÊJIN SERGOYÊ’   Kaya diyar kir ku ew ê cilên yek reng qebûl nekin û wiha axivî: "Cilên ku îdare bide me em ê li wan vegerînin. Lê heke ruxmê vê jî dîsa li ser me cilan ferz bike, em ê biçirînin û bavêjin sergoyê. Heke îdare serî li zordariyê bide û bi zorê li me bike, em ê li dijî vê berxwe bidin. Heke bi zorê li me bikin û me bibin dadgehê, dema destê me bê vekirin em ê wan cilan ji xwe bixin û bavêjin. Em ê pêkanînê li dadgehê teşhîr bikin."   DÊ ÇALAKIYÊN ME YÊN CUDA HEBIN   Kaya aşkera kir ku ev pêkanîn bi destê AKP û MHP'ê li ser civakê tê ferzkirin û wiha pê de çû: "Em ê vê tu carî qebûl nekin. Em ê li dijî vê pêkanînê di serî de ji hemû saziyên hiqûqî yên navneteweyî û saziyên sivîl re daxwaznameyan bişînin. Li dijî vê pêkanînê di serî de ne çalakiya greva birçîbûnê. Destpêkê bi awayekî fîlî em ê li xwe nekin û polîtîkaya dewletê şermezar bikin. Em ê vê pêkanîna ku rûmeta mirovan dişkîne qebûl nekin."   EM BERXWEDANA XARPÊTÊ SILAV DIKIN   Di daxuyaniyê de berxwedana girtiyên li Girtîgeha Xarpêtê jî silav kirin û hat gotin ku hevrêyên wan 55 roj e di greva birçîbûnê de ne, dê di her warî de piştgiriya wan bikin û der barê Girtîgeha Zarokan a Denîzliyê de jî ev tişt hat gotin: "Me agahî girtin ku zarokên li vir bi tecawizê re rû bi rû mane. Em ê vê bê rûmetiyê tu carî qebûl nekin."   EN Ê LI DIJÎ TECRÎDÊ DERNEKEVIN HEVDÎTINÊ   Kaya di dewama axaftina xwe de wiha got: "Tecrîda girankirî ya li ser Rêbertiyê dewam dike. Em ê li dijî vê di her şert û mercî de têkoşîn û berxwedana xwe dewam bikin."   Kaya herî dawî aşkera kir ku di serî de ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, zext û pêkanînên li girtîgehê şermezar bikin, dê di navbera 1'ê Çile û 1'ê Sibata 2018'an de mehekê dernekevin hevdîtinê. Di heman demê de bi daxwaznameyan agahiyê bidin saziyên eleqedar.