Yûsif ji serokatiya parlamamentoyê îstifa kir 2017-12-26 14:07:35 NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Parlamentoya Herêma Federal a Kurdistanê Dr. Yusif Mihemed ji serokatiya parlamentoya îstifa kir. Yusif diyar kir ku desthilatdariyê gelek caran gef lê xwarine, lê karê xwe berdewam kiriye û got ku divê eniyek siyasî were avakirin.  Serokê Parlamentoya Herêma Federal a Kurdistanê Dr. Yusif Mihemed îro li Navenda Giştî ya Tevgera Goran, di civîna çapemeniyê de bi fermî îstifaya xwe ya ji Serokatiya Parlamentoya Herêma Federal Kurdistanê îstifa kir.   Mihemed civîna çapemeniyê li darxist û ev tişt got: "Niha Herêma Kurdistanê di rewşekî dijwar deye, gel di nava jiyaneke dijwar û tejî nexweşî de dijî. Erka desthilatdariya siyasiye ew e jiyanekî baş bi pêş bixe. Ne bi xwe bibe çavkaniya dijwarkirina jiyana gel."   Mihemed da zanîn ku di roja îro de desthilatdariya siyasî ya Herêma Federal a Kurdistanê ber bi dijberbûna gel ve diçe û wiha pê de çû: "Divê pêşî li vê bê girtin. Ne ku piştgirî jêre bike. Ji roja destpêkê ve armanca me ew e em berpirsyariyên şerefa serokatiya parlamentoyê bînin cih. Divê desthilatî ya gel be. Ji ber ku ev tune ez îro biryara îstifayê didim. Peyamên min yên ji bo siberojê jî ji bo heman armancê ne û ez ê heman rê berdewam bikin."   Tevgera Goran û Komeleya Îslamiya Kurdistanê jî di 20'ê Kanûnê de ji hikumeta Herêma Federal a Kurdistanê îstifa kiribûn.    Di 12'ê Cotmeha 2015'an de asayîşa PDK'ê nehiştibû Mihemed bikeve bajarê Hewlêrê û biçe parlamentoyê. Dr. Yûsif Mihemed ji hingî ve nikarîbû wezîfeya xwe bi cih bîne.