Ji bo hevdîtinê çû hat girtin! 2017-12-26 13:49:21 ŞIRNEX - Fadîme Akin ji bo xwişka xwe Helîme Akin a li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê bibîne çû girtîgehê, hat girtin. Helîme Akin a demeke li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê girtî ye, xwişka wê Fadîme Akin ji bo wê bibîne çû girtîgehê. Hat gotin li Silopiyê der barê Akin de dozek vebûye û di çarçoveya vê dozê de Akin binçav kirin. Piştî îfadeyê Akin sewqî dadgehê kirin û ew girtin û şandin girtîgehê.