Wekîlê HDP'ê Lezgîn Botan serbest berdan 2017-12-26 13:40:08 STENBOL - Wekîlê HDP'ê yê Wan Lezgîn Botan di serdagirtina oteleke li Stenbolê de hatibû binçavkirin, piştî îfadeyê serbest hat berdan. Wekîlê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Wanê Lezgîn Botan, ji ber dozeke berê bi hinceta der barê wî de biryara girtinê heye, li ser fermana Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Şaxê binçav kirin. Botan dema li oteleke li Stenbolê dima, ew binçav kirin û birin Edliyeya Stenbolê. Hat diyarkirin ku Botan di 1'ê Mijdarê de li navçeya Şaxê ya Wanê axaftinek kiriye û bi hinceta "Heqaret li peywirdarê cemaweriyê kiriye" bi fermana Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Şaxê îfadeya Botan hat girtin û piştre serbest hat berdan.   Parêzerên endamên Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) jî bi Botan re çûn 25'emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Stenbolê û piştî îfadeyê serbest hat berdan.