Dadgehê daxwaza dosya Ozgur Gundemê bişîne AYM'ê red kir 2017-12-26 13:33:17 STENBOL - Danişîna doza gerînendeyên nobedar ên rojnameya Ozgur Gundemê Şebnem Korur Fincanci, Erol Onderoglu û Ahmet Nesin hat dîtin. Dadgehê di dozê de daxwaza dosyaya Ozgur Gundemê bişînin AYM''ê red kir.  Danişîna doza Hevgerînendeyên Giştî yên Rojnameya Ozgur Gundem ya bi KHK'ê hat girtin Nûnerê RSF'ê Erol Onderoglu û Seroka Giştî ya TÎHV'ê Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci û nivîskar Ahmet Nesin, li 13'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. Gelek parêzer, nûnerên rêxistinên navneteweyî, parazvanên mafên mirovan, rojnameger û nivîskaran doz şopand. Fincanci û Onderoglu jî tev li dozê bûn.    JI BO HER KESÎ EDALET LAZIM E    Di danişînê depiştî tespîta nasnameyan Onderoglu parastin kir û wiha got: "Di doza rojnamegeran a duh de mafê bersûcan hat astengkirin. Bersûc rastî mudaxaleyê hatin. Em hevî dikin ku ev budaxale bi dawî bibin. Dibe ku em hemû şikdar bin. Darizandin ne cudakarî ye. Yên duh bersûc bûn îro azad in, yên duh azad bûn îro bersûc in. Ji ber vê yekê edalet ji bo her kesî lazim e. Ji bo hemû parazvanên mafên mirovan, dadger, dozger parêzer û rojnamegeran ji bo me hemûyan sibê bi fikar e."    Fincanci jî anî ziman ku helwesta darazê mirovan bi sînor dike û ev helwst me wekî parazvanê mafên mirovan dixe nava fikaran. Prz. Sanem Doganoglu jî piştî parastina xwest biryara baraetê bê dayîn. Doganoglu, xwest dosya biçe AYM'ê.    Heyeta dadgehê jî daxwaza şandina dosyayê ya AYM'ê red kir. Heyetê der barê Nivîskar Ahmet Nesin ê li dervê welat e jî biryara girtinê da.    Danişîna dozê taloqî 18'ê Nîsana 2018'an kir.