Sebahat Tuncel ji dozekê beraet bû 2017-12-26 13:18:21 WAN - Hevseroka DBP'ê Sebahat Tuncel ji ber axaftineke li Wanê der barê wê de doz vebûbû, heyeta dadgehê axaftinên wê di çarçoveya "azadiya remanê" de nirxand û biryara beraetê da. Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (DBP) Sebahat Tuncel, di Tîrmeha 2016'an de li Wanê beşdarî civîna gel a li Navenda Çanda Bêrîvanê û mîtînga "Ji derbeyan re na, demokrasiya radîkal a niha" bûbû û ji ber axaftinan der barê wê doz vekiribûn. Doza bi îdiaya "Gel teşwîqî dijminahî, hêrs û derbeyê kiriye" li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat dîtin. Tuncel nexwest bi rêya SEGBÎS'ê îfadeyê bide û parêzerê wê Bariş Oflas li dadgehê amade bû.   Oflas da zanîn ku miwekîla wî di çarçoveya xebatên partiyê de axaftin kiriye û divê bi vî şeklî bê nirxandin. Piştî parastinê heyeta dadgehê biryar da û axaftinên Tuncel di çarçoveya "azadiya remanê de" nirxand û beraeta Tuncel da.