Parêzerên Ocalan cara 716'an serî li dozgeriyê dan 2017-12-26 13:04:41 STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin, cara 716'emîn serî li Serdozgerê Komarê yê Bursayê dan.   Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Newroz Uysal, Berdan Acun, Bunyemîn Şeker û Gulşen Ozbek, ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin, serî li Serdozgerê Komarê yê Bursayê dan. Bi vê serlêdanê re, ji 27'ê Tîrmeha 2011'an vir ve parêzeran 715 caran ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.   Parêzer ji 27'ê Tîrmeha 2011’an vir ve 714 caran serlêdan kirin û hemû serlêdanên wan bi hinceta "Hewa xirab e", “Keştî xirabe ye”, “Keştî nehatiye temîrkirin” û “OHAL heye" serlêdanên wan tê redkirin.